Mythosa Agamedesê Avahîsaz

Agamedes (Agamede) di mythologya yewnanî de,avahîsazekî navdar e û li Yewnanîstanê gelekî hatiye nasîn. Wê demê avahîsazê Trophoniosê zirkurê wî jî, bi qasî wî hatiye nasîn. Li bajarên Delphoi û Thebaiyê, avahiyên gelek xweşik û muhteşem ava kirine. Perestgeha Apollon ya li Delphoi, perestgeha Poseidonî a li Arkadya û odeya razanê ya Alkmeneyê ku li Thebai ê bûye, ji aliyên wan ve hatine avakirin. Qralê Boiotiayê jî ji bo parastina xezîneyên xwe, avahiyekê bi wan daye çêkirin. Lêbelê Agamedes û Trophonios ketine ber bayê pera û ji bo dizîna xezîneya qral, derîyekî veşartî di avahiyê de çêkirine.

Piştî ku qral bi diziya wan dihise, bang li Daidalosê avahîsazê navdar dike, da ku were û wê qula ku bi dizî çêkirine bibîne. Ji bo ku bikaribin wan li ser diziyê bigrin, xefikeke amade dikin. Di dema diziyê de, Trophonios fam dike ku dê werin girtin, radibe Agamedesê zirbavê xwe dikuje û ji wir direve. Li gor mythosekê din jî, dibêjin piştî temamkirina perestgeha Apollonî, Agamedes û Trophonios, ji xwedayê Apollon destheqê xwe xwestine. Apollon jî ji wan re gotiye ku hema şeş (6) rojan bixwîn û vexwin, ez dê roja heftan destheqê we bidime we. Dibêjin roja dawî piştî ku radizên, Agamedes û Trophonios nema hişyar dibin. Apollon wekî destheqê wan, mirina rihet û şîrîn daye wan.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 2.5.2023
- Çavkanî: Ferhenga Mythologyê: Alî Gurdilî – Kitêba Çapnebûyî