Sociology

Çavkanîyên Dijberîya di navbera Kurdên Misilman û Êzdîyan da

Çend Dîtin û Nirxandin Derbara Projekta Komeleya Civaka Kurdî-Ewropî (KES: Kurdish-European Society) a bi navê ‘Diyaloga olan di Navbera Kurdên Misliman û Kurdên Êzidî de’

Çend Dîtin û Nirxandin Derbara Projekta Komeleya Civaka Kurdî-Ewropî (KES: Kurdish-European Society) a bi navê ‘Diyaloga olan di Navbera Kurdên Misliman û Kurdên Êzidî de’

   Di destpêkê da divê ez bibêjim ev projekta ku komeleya Civaka Kurdî- Ewropî girtiye ser xwe, xebateke gelek girîng e û di cî da ye. Beyî guman, em baş dizanin ku di navbera kurdên misilman û êzdîyan da (hem êzdîyên ku xwe kurd dibînin û ên ku xwe kurd nabînin) hinek arîşe, nakokî, hevtênegihiştin, dijberî û hevnepejirandin hene, ku rabirdûya wan vedigere berîya sedê salan. Dema arîşeyên hewqasî kevin hebin, çareserîya wan arîşeyan jî ne hêsan e û gelekî, zehmet e. Lê li gor dîtina min a girîng, destpêk û destnîşankirina arîşeyan e û ev projekt, gaveke erênî ye ber bi demajoya çareserîyê ve. Li meydanê agirek vêketî heye û loma jî, em dibînin ku dû bi ser meydanê ketiye û dû û dûmana heyî, nema dikare were veşartin. Helbet meriv dikare bibêje ku arîşeyên bi vî rengî li gelek cî û waran, li gelek welatan cîhanê, berê jî hebûn û a niha jî, hene. Rast e. Lê em dizanin ku roja îro gelek welatên pêşketî a cîhana modern, gelek arîşeyên xwe ên civakî, dînî û komelî, çareser kirine û roja îro, ketine rêya pekvejiyaneke dilxwaz, sekuler û qanûnî. Di navbera beşên civakên kurdan ên kurdîziman da jî, roja îro gelek arîşeyên me ên aşkera hene û demildest, divê ew arîşe werin destnîşankirin û çareserîkirin.

Di vê xalê da divê were gotin ku di vê serdema lezgîn û guhêrbar da, baştirîn rêya parastina mafên mirovan ên takekesî û civakî, hebûna qanûna ye û divê, mafên mirovan bi tevahî bi qanûnan werin parastin û geşkirin. Ji ber ku dema qanûn tunebin, ên hêzdar û desthilatdar, dikarin tehde û zordestîyê li ên jar û bindest bikin, xwe di bin kirasan da veşêrin û rûpoşên dîndarî û mirovdostîyê jî, bidin ber rûyê xwe. Loma jî ji bo jiyaneke xweşhal, azad, mirovdost û aşt, pêdivî bi qanûnan heye ku kes nikaribe mafên ên dî, binpê bike û rabe tehde û zordestîyê li ên dî bike. Ji bo danîna qanûn û qanûnên esasî jî, pêdivî bi lilevkirina beşên civakê heye, da ku mirov bikaribin sazûmana xwe a demokratîk ava bikin. Di avakairina sazûmaneke azad û demokratîk da jî, lazime ji gelek zanistên social ên wekî sociology û psychologyê, sûd were girtin. Herweha, divê ji zanîna Philosophia û ramanên philosophic jî, sûd were girtin. Ê baş e, gelo çi sebeb hene ku roja îro di navbera beşên civakan ên cuda da dibin sebebê arîşeyan, dibin sebebê kuştin, dijminatî, rikeberî û çavsorîyê? Bi taybetî jî, di navbera beşên civakî ên kurdîziman da. Helbet meriv dikare behsa gelek sebeban bike, ku bûyera dîn û bawerîyên dînî, yek ji wan sebeba ye. Girêdayî çarçoveya sernivîsê, ezê hinekî behsa bûyera dîn û tesîra wê bikim û piştre jî, ezê bi awayekî taybet li ser arîşeyên kurdên misilman û êzdîyan an jî em bibêjin civakên kurdîziman, hinek tespîtan bikim û pêşnîyarîyan xwe raber bikim. 

Meseleya Dîn, a Esasî çi ye û Dîn, bi çi Awayî Tesîrê li Mirov û Civakan Dike?

Ji roja hatina (derketin) ser rûyê erdê heta roja me a îro, hemû mirovan xwestine ku gerdûnê, xwezayê û jiyana civakî şirove (rave) bikin û bi sebebên pêhatî û bûyerên xwezayî û civakî bizanibin. Bêyî guman, meriv dikare bibêje ku ev helwesta wan hê jî berdewam e. Lêgerîna mirovî a zanîna ên nenas, bi mythologyê dest pê kiriye. Di dewra mythologyê da, gelek pêhatî û bûyer bi şiroveyên metaphysicsê şirove bûne. Em dizanin ku di dewra mythologyê da, heyînên xwedayî û nîvxwedayî hene û gelek tişt, bi mythosan (çîrok) şirove bûne an jî rave bûne. Piştî dewra mythologic, dewra dînî dest pê kiriye. Di dewra dînî da jî, zanînên (bilgi, knowledge) mythologic cihê xwe ji zanînên dînî ra hiştine. Tevlîhevîya ku di dewra mythologic da hebûye, di dewra dînî da ji holê rabûye û rêkûpêkiyeke xwe daye der. Dîn jî, hem wekî zanînekê û hem jî, wekî terzeke jiyana civakî derketiye holê. Loma em dikarin bibêjin ku dîn, damezraner e û medenîyetan ava kiriye. Piştî zanînên (şirove û rave) dînî, îcar dewra philosophiaê dest pê kiriye û philosophiaê, rexne li zanînên dînî girtiye û wekî lêgerîneke aqilî a mirovî, hatiye pejirandin. Dewra piştî zanîna philosophiaê, bêyî guman dewra zanîna zanistî rû daye. Di dewra zanîna zanistî da jî, pêhatî û bûyerên xwezayî û civakî, bi nêrîneke pozîtiv (objektive) şirove bûne û dibin. Meriv dikare bibêje ku ew dewr, hê jî berdewam dike. Cihêtîyeke berbiçav a zanînên dînî heye û lazime were gotin: Dema em bixwazin bi nêrîneke neterefgir (objective, nesnel) zanînên dînî binirxînin, bêyî guman em tu carî nikarin bibêjin ku zanînên dînî, zanînên misoger (teqez, mitleq) û zanistî ne. Çimkî misogerîya zanînên dînî, li gor bawermendan diguhere û bawermend, wiha difikirin û diparêzin ku zanînên (zanyarî, bilgi, knowledge) dînê wan, teqez û neguhêr in. Çimkî zanîna dînî, dogmatîk e, rexneyê napejirîne û loma jî, nayê guhêrtin.

Hilbijartîna Dilxwaz û Serbest, di Dîn de Esas e         

A rast ew e ku hemû mirovên bawermend dixwazin li gor rêûrismên dînê xwe bijîn, (ku rû bide) li hemberî reşkirin û êrîşan, dînê xwe biparêzin û wekî perçeyekê çanda xwe, dînê xwe ji nifşên nû ra bihêlin. Ev yek, normal e û mafê, tevahîya mirovên bawermend e. Reng û çermê mirovan ji hev cuda ye, nîjada wan cuda ye, çanda wan cuda ye, zimanê wan cuda ye, şert û mercên wan cuda ye û pirr normal e ku dîn û bawerîyên wan jî, ji hev cuda bin û pirtexlîd bin. A ne baş û a nenormal, lêferzkirin û tehde û zordestî ye. Çimkî, mirov û civak, divê dînê xwe bi dilê xwe hilbijêrin û hilbijartina dilî û serbest, di dîn da esas e. Pêşî mirov û rêzgirîya dîn û bawerîyên mirovî. Çimkî, dîn û Xwedê jî ji bo mirovî ne û nabe ku mirov, ji bo dîn û bawerîyên xwe û li ser navê Xwedê û heta ji bo Xwedê, tehde û zordestîyê li bawermendên cuda bike û rêûrismên xwe ên dînî, li ser wan ferz bike. Dîsa em dizanin hemû dînên ku rû dane, di destpêkê da peyamên qencîxwaz û aştîyane, belav kirine. Dijberê, zilm û zorê bûne û edaletê xwestine. Di destpêka dînê xiristiyanîyê da piştgirî, xweşbînî û mildaneke wiha hebûye ku gelek xiristîyanan, di destpêka dînê xiristîyan da hemû mal û milkê xwe, bexşê dêrê kirine û libasên feqîrîyê, li xwe kirine. Di destpêka dînê îslamê da, li dijî kuştina bebikên keçik nêrazîbûnek rû daye û li gor dema xwe, dînê îslamê jî ligel xwe hinek nûjnentîyan anîye. Lê çi dema ku dîn, bûye sîstem û sazûmana civakê û qanûnên dînî vesaz kiriye, hingê jî di destê hinek serekên dînî û desthilatdaran da, bûye destikê zilm û zorê, bûye sebebê komkujî û genosîdan, bûye sebebê xwarina keda mirovan û darizandinên bêedalet.

Hebûna Dadgehên Engîzîsyonê, Dadgehên Şerîetê û di encama darizandinên li ser navê dîn û Xwedê, gelek peyayên mîna Sokrates, Hypatia, Pythagoras, Nicolaus Copernicus, Galileo Galilei, Antoine Lovoisier, Giordano Bruno, Miguel Servet, Roger Bacon, Mansûrê Hallacî, Şihabedînê Suhrewerdî û bi hezaran ramanwer, zanistmen û philosopherên ku nayên zanîn, li ser navê dîn û şerîetê hatine kuştin. Carinan jî, li hemberî bawermendên cuda komkujî pêk hatine û wiha hatiye xwestin ku bawermendên dînekî, bi temamî werin kuştin û koka wan, ji holê were hilanîn. Fermanên li ser êzdîyan her berdewam kirine û genocîda (jenosîd) êzidîyan, yek ji wan genocîda dawî ye ku bi destê terorîstên DAIŞê ve hatiye kirin.

        Bi nimûneyên berbiçav xweş xwiya dike ku dîn di destê dictator, zordar, zilimkar û desthilatdaran da gelek caran dibe darê zorê, dibe tehde û zordestî, dibe kuştin û genocîd. Gelek caran jî, zilm û zordarîya dînî xwe di bin kirasan da veşartiye, bûye şerê pîroz, bûye feth, bûye dagirkarî, bûye komkûjî û genocîd. Di vê xalê da, em dibînin ku dîn êdî çekek e di destê zilimkaran da û ji bilî dûayên mezlûman, di destî da tiştek nemaye. Carinan jî dihê dîtin ku mirovên mezlûm û stembar ku bawermendên dînên cuda ne, piştî demajoyeke demdirêj ji hêla madî û ruhî ve di bin tesîra desthilatdaran da dimînin, beralî dibin û li gor dîtin û daxwazên desthilatdaran tevdigerin. Mixabin, ev jî dibe sebebê şer, pevçûnên dînî û mezhebî. Carinan jî dibe sebebê reşkirin, biçûkkirin û nîşandana bi xerabî a dîn û bawerîyên cuda. Dema êrîş, kuştin, talan û genosîd têrê nakin, îcar jî bi ramanên sext û derewîn, wiha dihê xwestin ku dînê ku ne ê wan e, wekî dînekî derewîn û jiderketî, were dîtin û pejirandin. Ji bo êzdayetîyê jî, ev yek hatiye xwestin û bi zanetî, bi sedê salan zanînên qelp û şaş, hatine belavkirin. Lê divê em baş bizanibin ku dînê êzdayetîyê dînekî me ê qedîm e, ji alîyê dînên dî ve bi xerabî hatiye nîşandan û pênasekirin.

Çima Êrîşê Êzdayetîyê Kirine û Dikin?

Dînên ku li herêma Rojhilata Navê derketine holê ên wekî mûsewîtî, xiristîyanî û misilmantî, êzdayetîyê li ber xwe wekî asteng û rêgir dîtine û loma jî, bi kirin, gotegot û ramanên şaş û derewîn, xwestine ku vî dînê me ê qedîm bi tevahî ji holê hilînin. ‘Cilwe’ û ‘Mishefa Reş’ wekî kitêbên pîroz ên dînî nehatine dîtin û pejirandin. Ligel hemû qencîwazî, mirovdostî û humanisma êzdayetîyê, dijmin û dijberên êzdayetîyê, wiha xwestine ku bi gelek gotinên derewîn û bi ramanên şaş, vî dînê me ê qedîm li ber çavê me reş û biçûk bikin. Mixabin, heta radeyekê bi ser jî ketine û loma, roja îro ev dînê me ê qedîm ji alîyê gelek kurdên misilman ve şaş dihê zanîn û têgihiştin. Çavkanîya dijberî, dijminatî, rikeberî û hevnepejirandin, bawerî û ramanên şaş, gotegot û fesadîyên bawermendên dî ne. Jehrkûyîya vê dijberîya dînê me ê qedîm, şanazîpêanîn û xwedîlêderketin e. Zanînên tarîxî nîşanî me didin, ku helwistên dij û dijminane, helwistên dijmirovî di êzdayetîyê da tune nin û êzidîyan, qedr û qîmeteke mezin dane gelek peya û alimên dînê dî jî. Di êzdayetîyê da misyonerî tune, cîhad tune, talana mal û milkê biyanîyan tune û qencîwazîyeke bêpayan heye. Di êzdayetîyê da, mirovahî xanîyek e û esmanê jorîn jî, banê xanîyê mirovahîyê ye.

Di esasê da, dijberî û dijminatîya dînê êzdayetîyê, ne li gor gewhera dîn e jî û bi mexseda dîn ra jî, na gunc e. Çimkî dîn, bi diruşma hêvî, rizgarî, wekhevî, hez û hezkirinê heye û dema dibe destikê zilm û zordestîyê, ji qalikê baş û qencîwaz dertê û dibe kujer, dibe zordar û zilamkar. Loma bi awireke giştî, meriv dikare bibêje ku roja îro serî li dînên zordar teng bûye û di destê bawermendên tundîtûj û şaştêgihiştî da, asê mane. Di nav bawermendên cuda da, armanca xwegihandina edaletê sist bûye û hêvîya bawermendên bindest û mezlûm jî, reş bûye. Ji bo rêlibergirtina vê rewşa aloz û xerab, pêdivî bi zanîn û têgihiştineke çak heye, da ku ev agirê vêketî ê dijberî û rikeberîyê, were tefandin. A rast ne belî ye ku di siberojê da, dîn bikeve şeklekî çawa û dê çi guhêrtin, dê di dîn da çêbibin. Lê ji bo qencîya tevahîya mirovahîyê û siberoja tevahîya civakên kurdîziman divê ev hevnepejirandin, rikeberî, bêtoleransî û dijberîya di navbera kurdên misilman û êzdîyan (an jî, em bibêjin kes û civakên kurdîziman) da, bi temamî ji holê rabe û cihê xwe ji xweşdîtin, tolerans, hevpejirandin û pêkvejiyaneke sekulêr û dadwer ra bihêle. Li gor dîtina min a takekesî, mirovdostî û qencîxwazîya dînê êzdayetîyê, dê bibe yek ji wan haveyna dînê siberojê, heke dînên din bikaribin kirasê xwe ê zordestî û lêferzkirinê, biçirînin û bavêjin sergoyê.    

Projekta Komeleya Civaka Kurdî-Ewropî Dikare çi Encaman Bide?

Beyî guman komeleya Civaka Kurdî-Ewropî dem û dezgeyeke sîyasî nîye ku bikaribe encamên komxebatên xwe, li ser kurdên misilman û êzdîyan, ferz bike. Lê dikare encamên komxebatên xwe, wekî pêşnîyarî ragihîne bîr û raya cîhanî û a tevahîya kurdên cîhanê û civakên kurdîziman. Arîşeyên heyî, divê ne li gor civaka almanî û ewropî, divê li gor şert û mercên êzidîyan werin dîtin û nirxandin. Beşdarîya ramanwer, civakzan, akademîsyen, nivîskar, alimên dînê îslamê û alimên dînê êzidayetîyê a civînên komxebatê, gelekî di cî da ye û divê, ji heremên êzidîyan jî alim û rêvebirên civaka êzdî beşdarî van civanan bibin. Di van civînan da, mesele ne ew e ku em rabin bi serê hev sond bixwin û li gor şertên civaka almanî, meseleyê binirxînin. Civaka almanî, civakeke sekuler e û di jiyana mirovan a takekesî û civakî da, serbestîyek heye. Lê li tevahîya beşên Kurdistanê û deverên êzidîyan, arîşe gelek in û heke kesên beşdar, haya wan ji arîşeyên heyî tunebe jî, dikarin ji gelek belgeyên dîrokî sebebên jihevdûrketina kurdên misilman û êzdîyan fêr bibin. Bi gotina ‘êzidî kurdên resen in û tu problema me bi hev ra tune’, em nikarin meseleyê safî bikin. Pejirandina arîşeyên heyî, şertê pêşîn ê çareserîyê ye. Girêdayî vê xalê, li ser meseleya aîdîyeta neteweyî a êzidîyan jî nabe ku em dîtin, bawerî, raman û qeneetên xwe, li ser êzidîyan ferz bikin. Ji xwe ev yek, li dijî ruhê hevpejirandin û hemhestyarîyê ye jî.

Birayên me ên êzidî xwe çawa bibînin, xwe çawa hîs bikin, divê em wan wiha qebûl bikin û rêza wan bigrin. Heke rewş ne ev be, beyî guman em nikarin behsa xweşdîtin, tolerans û biratîya rastîn jî bikin. Di dewsa ramanên zordest da, gereke em berê xwe bidin zanîna sebebên arîşeyan û sebebê vê pirsê ji xwe bikin: Ji ber çi roja îro, beşekê êzidîyan xwe kurd nabînin û ji doza kurdayetîyê xwe dûr dikin? Ji ber çi kurdên misilman û êzdî, her diçe ji hev dûr û sar dibin? Kurdistan, çawa ku welatê kurdên misilman e, wisa jî welatê tevahîya êzidîya ye û maka, zimanê me ye, maka çanda me a hevpar e. Dîsa gelekî girîng e ku xebat û encamên komxebeta Civaka Kurdî-Ewropî, ji bo bîr û raya cîhanî û ji bo tevahîya civakên kurdîziman, werin weşandin û li ser gelek organên medyayê werin xwendin. Heta ji bo kurdên ku nikarin bi elîfba latinî bixwînin, divê qeydên civînan bi dengî jî werin weşandin. Ev yek dikare derîyekî xêrê, derîyê guftegoyeke çak vebike ji bo me teva. Roja îro, cîhan ber bi jiyaneke sekuler ve dimeşe û nabe ku civakên kurdîziman, şaşîyên berî sedê salan dubare bikin. Wekî tevahîya miletên modern, em jî dikarin ji rê û rêgehên çak sûd werbigirin û li ber ronahîya hiş û aqilê mirovî, jiyaneke xweşhal, sekuler, dadwer û azad bijîn. Em ê hêvîya xwe, bidomînin.

  • Alî Gurdilî
  • Civakzan – Felsefenas
  •  14.07.2023


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button