“Rexneya aqilê pratîk” pirtûka I. Kant e ku tê de etîkê bi rengekî nû formule dike û dibe du beş:
1- “Analîza aqilê pak ê pratîk”ê kant dibêje: Regezê biratîkî mijarên ku biryardariya giştî ya îradeyê dihewîne û qaîdeyên pratîkî xwiyatî û babetî, di bin wan de ne. Û di vir de, hemû têhegan rave dike. Xwiyatî, postulatek îradeya taybet e. Babetî, zagonên pratîkî ne ku ji bo her heyînek aqil derbasdar in. Aqilê pratîkî ew e ku rasterast îradeyê jivanî dike. Li gor wî zagona bingehîn a aqilê pratîk, zagona sincî ye. Dema behsa regezan dike kant dibêje: Yekane regeza di zagona sincî de xweserî ye, yanî azadî ye ango tu regez xeynî wî tune.
Piştî ku zagona sincî diyar dike, balê dikşîne mijarên aqilê pratîk û dibêje: Têgehên qencî û xerabiyê mijarên aqilê pratîk in. Ew kiryar in, ne hest in.
Kiryar: Ya ku qaydeya melekeya serwerî li ser her mirovî dide sepandin e.
Hest: Bi xwesteka takekesî ve girêdayî ye, ango hesta êş û kêfê ye.
Pişt re, behsa berevanîkirina aqilê pratîk dike .Di berevanîkirinên aqilê pratîk de, îradeya mirov ji bilî zagona sincî bi tu tiştî nayê. Di zagona sincî de hesta rêzgirtinê yekane hest e, ji ber ku ne bi eslê xwe yê ampîrîk e û ji sedemeke aqilane pêk tê. Ji têgeha berevanî têgeha feydeya sincî derdikeve holê, ku feyda pratîkî tenê ye, ji hestan bêpar e. Ji kiryara ku li gorî zagona sincî tê kirin re erk tê gotin. Pêwîst e ku heyînek aqil di derbarê xwestekên xwe de niyeta sincî ya postûlasyonên xwe li ser pabendiyek sincî bingeh bigire, ne li ser radestkirina razî, lê li ser rêzgirtina ku fermana pabendbûna zagonê dide.
2- Diyalektîka eqilê pak ê pratîkî: Ew beşê duyem ji pirtûkê e li ser dîyalektîkê diaxive. Di destpêkê de kant têgeha başiya herî bilind jivanî dike. Dibêje: Aqilê pratîkî li tevaya bê şert û mercan a bi pratîkî digere, ku mijara wê di bin navê başiya herî bilind de ye. Kant bi vê pirsê dest pê kiriye: Başiya herî bilind bi pratîkî çawa gengaz e? Divê ku derxistina vê têgehê transcendent be, divê pêwîstî û pêşîn be û şertê gengaziya wê li ser bingehên zanîneke pêşîn be. Pêkanîna başiya herî bilind di cîhanê de mijara pêwîst a îradeyek e ku dikare bi zagona sincî ve were destnîşankirin, lê bi tevahî lihevhatina niyetan bi rêgeza sincî re di vê îradeyê de şertê herî bilind e ji bo başiya herî bilind û ev tişt ev e pîroziyek ku di cîhana hestiyar de ti heyînek aqilî jê re nine ku bikaribe bi hev re bişopîne, lê dîsa jî ew bi pratîkî pêwîst dike. Ji ber vê yekê, ew tenê dikarin bi pêşkeftina bêdawî ber bi wê ahenga bêkêmasî ve bibin. Ev pêşkeftina bêdawî, ne gengaz e ji bilî hebûna kesayetiyek bêdawî û domdar û hebûna kesayetiyek ji bo heman heyîna aqilmend bixwe ku jê re (nemiriya giyan) tê gotin.
Piştî ku Kant têgeha nemiriya giyan da nasîn, têgeha xwedê jî nasan û got: ‘Li ser hebûna Xwedê, wekî desteserkirina aqilê pratîk.’ Zagona sincî, me ber bi peywira pêvajoyê ve birin, ku tenê ji hêla aqilê pak ve hatîye ferzkirin, bêyî ku destwerdana hêmanên hestî yên ji bo desteserkirina nemiriya giyan were kirin, piştre me ber bi gengaziya ku hêmana duyemîn a başiya herî bilind ber bi bextewariya ku gincav e bi sincî re girê bide. Û bi vî awayî, me dihêle ku hebûna sedemek bikêr ji bo vê bandorê bihesibînin, ango divê hebe ku ew hebûna Xwedê hewce dike ku bi gengaziya başiya herî bilind ve girêdayî ye. Ev pêwîstîya sincî xwiyatî ye, yanî hewce ye û ne babetî ye. Di derbarê hewcedariya armanca pratîkî de, ew dikare bi tenê baweriya aqilekî pak were binavkirin. Bi vî awayî, zagona sincî, bi têgeha başiya herî bilind, wekî mijara aqilê pratîk û armanca wê a dawî, me digihîne olê, ango hemî erkan wekî fermanên îlahî, ne wekî cezayan da zanîn. Bi vî awayî, Kant rexneya xwe ye a aqilê pratîk bi dawî tîne û tê de xalên girîng yên ku gelek feylesof li serê rawestiyabûn, bi awayekî nuh formule kiriye.
Şîrîn Bozan
Sirinbozan692@gmail.com
31.01.2024