Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Felsefa Rexnegirî (Critical Philosophy, Kritische Philosophie)

Felsefa Rexnegirî (Critical Philosophy, Kritische Philosophie)

Felsefa rexnegirî (eleştirel felsefe) bi navê Immanuel Kant ê philosophê navdar dihê nasîn. Wekî dihê zanîn, Immanuel Kant (1724-1804) philosophekî alman e, di navbera ramanên rationalist alman û empiricistên (toklînparêz) ingilîz da maye û weha xwestîye ku wan du philosophiayan, li hev bîne. Ango Immanuel Kant dixwest ku aqilparêziya rationalist ku toklînê (deney, experiment) piştguh dikirin û toklînparêzîyê, ku di rîya bidestxistina zanînê (bilgi, knowledge) da toklînê wekî rê û rêgaha sereke ditîtin, bi hev girê bide. Di wê navberê da, gotinên David Humeyî ên ku derheqê sedemwerîyê (nedensellik, causality) de gotibûn hatine hawara wî. Immanuel Kant gotinên David Humeyî ku gotibû ‘em tu carê nikarin sedewerîyê biceribînin. Lewra ew bi temamî, ji serhatî (deneyim, experience) û nêzîkwerîya me a psychologic pêk dihê’ ji xwe re wekî şiyariyeke pejirandîye.

Hatta Kant li ser vê mijarê gotiye ku David Hume, min ji xewa ‘dogmatîk’ hişyar kiriye. Gotinên David Humeyî ên derbarê sedemwerîyê da, ji bo wê pira ku Kant dixwest ava bike, fersendeke baş afirandiye. Çimkî heke sedemwerî ji toklînê neyê, wê demê ji aqil dihê. Nexwe ji bo zanîna cîhana der ne tenê object, aqil jî gelekî çalak e. Ango di aqil de, ji bo zanîna objectan hinek zanînên me ên aprîorî (a priori bilgi, a priori knowledge) jî hene. Kant dibêje: ‘Rast e. zanînên me, bi toklînê dest pê dikin. Lêbelê, temamiya wan, ne jê ne.’ Ango, têgihiştina me ya alema objectan bi xêra sehek (pêhesî) û serhatîyan pêk dihê. Lêbelê têgihiştina wan a bi girêdanîyên wekî têkilî, sedemwerî cîh û demê, ji pêhesî û toklînê nayên. Ev xal, di felsefê da gelekî muhîm hatîye dîtin û mîna şoreşeke ramanî hatiye hesibandin. Meriv dikare bibêje ku hatta dema Kant, felsefê herdem ji objectê dest pê kiriye û objectê, ji xwe re wekî çavkaniya sereke û bingehîn pejirandîye. Di wê nêzîkwerîyê da aqil, xwedîyê roleka gelekî pasîv bû. Di vê xalê da, Immanuel Kant gotiye ku di mijara zanîna objectan da, aqil jî xwedan roleka çalak e û di aqil de, ji bo zanîna objectan (nesne, bar, obje) hinek zanînên me ên aprîorî hene û divê navend ne object, aqil be. Bi vî awayî, aqil dê bikaribe were rexnekirin û sînorên zanîna wê jî, baştir dîyar bibin. Bi vî awayî dê aqil (reaseon), zanînî (knowledge) û zanist (science), ji  metaphysicsê rizgar bibin. 



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button