Ferasetnasî (Intuitionism, Sezgicilik)
Ferasetnasî (Intuitionism, Sezgicilik)
Henri Bergson (1859-1941) li hemberî theorya rationalist, theoriyekê ku xwe dispêre ferasetê ava kiriye. Li gor bîr û baweriya Bergson, aqilê mirovî rasterast zanînê (bilgi, knowledge) nadin meriv. Pêkara tekane a ku bikaribe vê yekê pêk bihîne, feraset e. Li gor ramana Bergson, em ancax bi tiştên ku rasterast bi rîya ferasetê dihên, dikarin bizanibin. Lewra li gor ramana Bergsonî aqil, bêrawestî û zîndetîya zanînê nade. Lêbelê zanînan, dixe nav cendereyeke û wan di rewşekê statîk da dihêle. Bergson, zanîna zanistî înkar nake.
Lêbelê wê zanînê wekî tekane zanînê jî, nabîne. Ji ber ku zanîna zanistî (scientific knowledge), rastîtîyê (gerçeklik, reality) di nav avahiyekê de vediguhezîne, wê napejirîne. Çimkî bi vî awayî, em bi tenê dikarin bi wesfên objectên xwiyakirî bizanibin. Lêbelê, bi rîya ferasetê, em rasterast têdigihêjin gewherê wan. Dema ew zanînî (bilgi, knowledge) bi zimên were derbirîn û bi têgihan were gotin, wê demê meriv dikare bibêje ku ev zanîn, zanîneke rastîn (real, gerçek) e. Bergson dibêje li cem merivan, du hunerdarî (yetenek, ability) hene: hiş (zihin, mind) û dûajo (instinct, içgüdü). Feraset jî, yekîtiya wan du hunerdarîa ye û tiştê ku feraset nîşanî me dide, herîkîna jiyanê (pêşkeftina jiyanê, yaşam atılımı, êlan vital) ye. Feraset, di derbekî da vê yekê bi me dide têgihiştin. Li gor bîr û baweriya Îmamê Xezalî jî di mijara hilberîna zanînê da, feraset rîya herî ewle û yekda ye. Ji bo bidestxistina zanînê, meriv hem dikare aqilê xwe û hem jî dikare sehekên xwe, bikar bihîne. Lêbelê ev yek zanîna rastîn a heyînê nadin meriv. Zanîna rast û rastî, encax bi rîya ferasetê dikare were bidestxistin. Xezalî, ji vê yekê re gotiye ‘Çavê Dil’.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 08.04.2022
- Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.