PerwerdehîPhilosophia

Yek Ji Encamên Asîmîlasyonê: Lixwenebanbûn

Dr. Dilawer Zeraq

Asîmîlasyon, wekî demajoyeke ku destpêka wê dîyar e û dawîya wê tune ye, xwedî çend encaman e ku ji alî netewe-dewletên mêtinger ve, li ser gel-neteweyên bindest û axa wan dagirkirî, wekî amrazeke serdestî û desthilata derveyîn, bi armanca ‘wekxwekirin’ê tê meşandin. Lixwenebanbûn, yek ji wan encamên ketî behsê ye ku di demajoya pêkanînên asîmîlasyonê de, li kes û endamên neteweyên bindest (kirî) û marastî (exploited) diqewime.

Peyva ‘neban’ di ferhengên kurdiya kurmancî-tirkî de wiha tê pênasekirin: 1) “neban: wek termeke zoolojiyê û cıvati, lawıreka mê ya nûzayi ya ku çêleyeka xwe ya sawa hinê mêtına bı guhanê nake. (Bozarslan, 2018: 333)”[1] 2) “neban (II): 1. alışık olmayan 2. yavrsunu emzirmeyen hayvan. (Farqînî, 2004: 1270)”[2] 3) “neban: yê hinde tiştan na pejirînît, nemaze kewalên mê, dema kar yan berxê xwe wernagirit û nahêlit şîrê wê bixot” (Botî, 2007: 433). Di her sê pênaseyan de tiştê hevpar, jixwedûrkirina makê ya berxa xwe ye. Yanî, heyînek heye û ji heyîn (û tiştê) ji derveyî xwe re sar dimîne û jê dûr dikeve. Loma jî, em ê ji vê deqbend (kontekst) û çarçoveyê bidin ser rê û wekî wateyeke mecazî, vê wateyê, ji hêla makê ve ku ji berxa xwe dûr dimîne, qebûl bikin û bi wateya ku di warê civakî de tê bikaranîn, bi kar bînin. Em ê peyva neban bi temamî bi wateya, ‘sarbûn, dûrketin, jêçixîn, jêqetîn û jêveqetîna ji xwe, ji heyîn an jî ji tiştekî ji xwe û nêzî xwe’yê bi kar bînin.

Di warê hîskirin û hayjêbûna heyîniyê de, jihevcihêkirina ‘ez û ew’ê çi di nav çandekê de çi jî di navbera çandan de, qada xwe berfiretir dike û di ser vê berfirehiyê re tê famkirin. Wekî mînak; mirovên ku bawerî bi dînekî tînin an jî nayînin, mirovên ku ji herêmekê ne an jî ne ji herêmekê ne, mirovên ku maldar in an jî xizan in, mirovên ku ji heman komên etnîkî ne an jî ne ji etnîsîteyekê ne… Ev jihevcihêkirin hemû di roja îroyîn û di biwara têgihdariyê de tê li ser têkiliya ‘ez’ û ‘dîke’yê dimîne. Dîke (other), li derveyî ‘ez’ê ye û ne derbar ‘ez’ê ye. Em ê di vê qonaxê de teoriya Lacan ya neynikê bînin bîra xwe û bi kurtasî bêjin; Ez, ji bo ku heyî be, ji bo ku were famkirin û hem ew hay ji xwe bibe û hem jî mirovên din hay ji hebûna wî/ê bibin, xwe diyar û pênase dike. Gava ew vê yekê dike, di heman demê de, xeteke û qadeke ya xwe jî diyar dike; û pê re jî xet û qada heyîna din jî diyar dike û “Ancax dikare bi pênasekirina van qonaxan bibe ‘ez’” (Kiraz, 2011: 153).

            Helbet nebanbûn, ne tenê yekalî ye. Heke em nebanbûnê yekalî bifikirin û bêjin, ‘ez’ek heye û hemû heyînên ji derveyî wê ‘ez’ê neban in jê re, nexwe hemû heyîn ji bo hev an neban in an jî ne neban in. Loma jî, nebanbûn têgiheke wisan e ku berê wê bi xwenaskirinê ve ye jî. Digel wê, kirdeyek ji bo xwenaskirinê hewceyî ‘ez’eke dîtir e û divê wê heyînê jî nas bike. Hegel di diyalektîka ‘efendî-kole’yê de ev yek daniye rastê û dibêje; “Efendî kole nakuje. Ji ber ku efendî ‘xwebûniya xwe ya serbixwe’ deyndarî ‘xwebûniya neserbixwe ya kole’ ye” (1986: 143). Gava em bi baldarî li vê pênaseyê dinêrin, dibînin ku teoriya Lacan ya neynikê û diyalektika Hegel ji aliyê ‘hevdivêtiya kirde û tişte’yê de digihîjin hev. Em di ewledariya vê pevgihîştinê de dikarin bêjin, ‘neban(î) û nebanbûn’ ne yekalî ye, lê dualî ye; ev dualîbûn li ser dîkekirinê (otherization) dibe xwedî bingehekê û ji bo hatina naskirinê û ji bo danîna xwebûn(iy)a xwe, -çi serbixwe çi ne serbixwe- her du alî hev divên.

            Nexwe em dikarin bêjin, qonaxa dîkekirinê ji aliyekî ve demajoya nebankirinê ye jî. Ji ber ku gava kirdeyek xwe pênase dike, tişteyekê jî ji xwe re diyar dike; û bi vê diyarkirinê re tişteyê ji xwe dûr dike; û bi vê dûrkirinê re jî wê ji bo xwe dike heyîneke ‘xerîb, biyan, namoyî û dereke.’ Dominique Schnapper behsa vê têkiliya ku li ser neyîniyê ava dibe, dike, li ser du şêweyên vê têkiliyê dimîne û dibêje,

“A yekem, ‘Reftara ciyawazkerî ye ku cihêtiya di navbera heyînan de heyî tê çespandin. Ev ciyawazî bivênevê li ser hîma ‘kêmbûn’ê tê avakirin. Yanî gava aliyek pênaseya xwe dike, dixwaze bêje, taybetiyên erênî ku bi min re hene bi ‘heyîna din’ re tune ye” (2005: 25-26).

Reftara ciyawazker, dîkeyê hem wekî heyîn qebûl dike hem jî wê neyîn (red) dike û van kirinên xwe jî bi dorê dike; pêşî ciyawazkirinê piştre jî neyînkirinê pêk tîne. Ev awa pêwendiya ku bi dîkeyê re tê danîn, gelek rûxîner, tuneker û neyartîhez e. Herçî şêweyê dîtir yê vê pêwendiyê ye, Schnapper di barê wê de dibêje, “A duyem, ‘Li ser bingeha gerdûnîkerî û asîmîlekerî ava dibe. Ev reftar dibêje, mirov tenê ji ber ku mirov in wekî hev in; û bi vî awayî jî dixwaze bêje, dîke ‘ew’eke dîtir e. Yanî, ‘dîke’ divê wekî ‘ez’ê be, ya ku gerdûnî ye di nav çanda ‘ez’ê de tê asîmîlekirin. Ev jî ew şêwe ye ku rengê xwe dide dîkeyê û bi vî awayî wê tune dike” (2005: 27).

Di vê reftarê de, jixwedûrkirina dîkeyê nakeve behsê. Lê belê çendî ku dîke wekî tişteyekê di nav kirdeyê de dihewe, ew çend rengê wê digire û dîsa ji rengê hebûna xwe, ji pênaseya xwe, ji hayjêbûna xwe dûr dikeve û dîke, -yanî tişteya kirdeyê- bi awayekî ji awayan dîsa tê neyînkirin. Me di destpêkê de gotibû, nebanbûn demajoyeke dualî ye. Heta vê derê em li ser yekalîbûnê man ku ew jî li ser ‘kirde-tişte’yê ava dibe ku aliyek her tim kirde aliyê din jî her tim tişte ye, yanî dîke ye. Îcar, aliyê duyem yê nebanbûnê ew e ku; mirov bi xwe hem bibe kirdeya xwe hem jî tişteya xwe; yanî mirov bi xwe bibe dîkeya xwe.

Di vê qonaxê de, mirovek kîngê xwe bide ber bayê guherînê hingê dikare nêzî xwe bibe û dikare bi xwe re têkiliyeke ‘kirde-tişteyî’ dayne. Gava mirovek bi hişberiyekê dikeve nav demajoya guherînê, bi vê kirina xwe re dibetiya lixwenebanbûnê jî mimkun dike. Em dikarin bêjin; her tiştê ku diguhere hin tişt û taybetiyên ji teşe û dirûvê xwe yê berê winda dike. Heke wiha ye, nexwe di nebanbûnê de jî guherînek li dar e. Guherîn, di heman demê de, kirasguhertin e jî; û ev yek hem dikare ji hêla derveyî ve hem jî ji hêla navxweyî ve pêk bê. Loma jî, heke kirasguhertin parçeyek ji guherînê be, nexwe “…nebanbûn; bi wateya giştî, bûyîna kesekî ji bilî xwe an jî veguherîna li kesekî ji bilî xwe ye…” (Timuçin, 1992: 16-23).

Hemin ku her heyîna ku diguhere, êdî rengê xwe yî berê winda dike û dibe tiştekî nû yê dîtir; û hemin ku “Her guherîn bi awayekî ji awayan nebanbûn e jî” (Kiraz, 2011: 161), em dikarin bêjin; mirovê lixwenebanbûyî mirovekî nû yê dîtir e jî. Pê re jî em dikarin bêjin, nebanbûna ku bi ‘bûyîna’ tiştekî din, bi ‘bûyîna’ heyîneke din li mirovan diqewime, zêdetir ji ber bandorên derveyîn in û mimkun e ku guherînên hundirîn ne li ser hîm û bingeheke xurt bin. Ji ber ku her çend di ‘bûyînê’ de guherîn hebe jî, ev guherîn ne li ser vîn û hişberiyeke lixweşiyar e. Loma jî, dibe ku her guherîn ne guherîneke erênî be. An jî, dibe ku her guherîn, wekî dongiyekê, ‘nebanbûneke’ erênî bi xwe re çêneke. An jî dibe ku nebanbûna di vî warî de dikeve behsê, ji nebanbûnê zêdetir, tunebûn û windabûn be.

Her wisa, ji bo ku em karibin xweşikî ji ‘guherîn’ê fam bikin, -ya ku Kiraz behs jê dike û wateyeke erênî ya nebanbûyînê lê bar dike-, pêwîst e em berê xwe bidin demajoya ‘xweguhertin’ û ‘xweavakirin’ê. Loma jî, em ê ji serî de hizira xwe daynin û bêjin; ‘xweavakirin’ ne bi ‘guherîn’ê pêk tê, lê belê bi ‘xweguhertin-xweguherandin’ê pêk tê. Ji bo ‘xweguhertin’ê, li mirov merc e ku çandekê biafirîne da ku karibe hem têkiliya xwe ya bi xwe re hem jî têkiliya xwe ya bi xwezayê re saz bike. Ji ber ku mirov bi çanda ku afirandiye, têkiliyên xwe saz dike û çi gava dikeve qonaxa xweguhertinê, ‘xweavakirin-xwepêkanîn’ek jî li dar dixe. Li hêla din, nebanbûyîna kes û takekesan û nebanbûyîna girseyî (an jî civakî) jî hene ku hin caran di civakekê de bes beşek an jî hejmarek mirov hene ku nebanbûyîn li wan diqewime. Karl Marx, hem wekî girseyî hem jî wekî takekesî li ser nebanbûyînê disekine. K. Marx, piştî ku li ser berhênana mirovan ya bi xwe bi xwe re, ya bi mirovên din re û ya bi xwezayê re disekine û wan dadihûrîne, pênaseya xwe li ser hîma ked û berginda kedê datîne û dibêje;

“a) di pergala kapîtalîst de, kesên ku dixebitin ne di sehitiya xwe lê di sehitiya karsaz de ne, loma jî li keda xwe neban in, b) ji ber ku berhema ku kedkaran ew hilberandiye ne ya wan e lê ya karsaz e, kedkar li berhema xwe neban in, c) mirovê ku li keda xwe li berhema keda xwe neban be li xwe jî neban e, d) mirovê ku li keda xwe neban bûye li heyîn û mirovên derveyî xwe jî neban e” (Marx, 2007: 28-29-30-31).

Di pênasekirina Marx de, bala me diçe ser, ‘xwedîbûna keda xwe.’ Û hema di pey re jî gava em bala xwe didin pênaseya Hegel ku li ser nebanbûnê dibêje, “Ez’a ku hê negihîştiye hişberiya hebûna xwe, (tez) ji bo ku bigihîje hişberiya hebûna xwe rastî heyîna ku ne ‘ez’ e, yanî rastî dikeyê tê (antîtez) û di dawiya vê lêrasthatinê de, ‘ez’ êdî ‘ez’ek e ku gihîştiye hişberiya hebûniya xwe (sentez)” (Hegel, 1986: 33-34).

Em dikarin bêjin, ‘he(xwe)bûniya’ ku bi pênaseya Hegel dide der û nebanbûyîn di ser wê re tê pênasekirin, li ba Marx, bi rengekî din, bi rêya kedê û ‘xwedîbûna keda xwe’ derdikeve rastê. Hegel di ser ruh, giyan û hayjihebûnaxwe re nebanbûyînê dide ber qonaxan û di dawiyê de awayekî azadiyê an jî hayjixwebûneke taybet dispêre takekesan. Marx jî vê azadiyê di ser xwedîbûna kedê re dide takekesan. Di pênaseya Hegel de nebanbûyîn takekesî ye, lê di pênaseya Marx de, nebanbûyîn hem takekesî hem jî girseyî (an jî civakî) ye. Ji hêla din ve, ‘takekes’ carinan di nav girseyê de wekî ‘her kesî’ ye. José. O Gasset  balê dibe ser vê rewşê û der heqê mirovê ku di nava ‘her kesî’ de dijî, wiha dibêje,

Di dîroka mirovahiyê de, ji bo takekes sê qonax hene ku bi awayekî zêde û geremolî tim dubare dibin; 1) takekes hest pê dike ku xwe winda kiriye, di tiştên derdora xwe de kûr çûye; ev dîkebûn e, 2) takekes bi hewldaneke xurt dikişe nav kozika xwe û li ser tiştên li dorhêla xwe û li ser serdestiya xwe ya li ser wan hiziran çêdike; ev yek dikûrdeçûna xwebûn(iy)ê ye, 3) takekes car din li dinyayê xuya dike û li gorî pîlana ku berê hatiye kirin, dest bi liv û tevgerê dike; ev jî çalakî, jiyana çalak, yanî praxis e.” (Gasset, 1995: 38) 

Li ser van peytên Gasset bala me car din diçe ser pênaseya ‘jixwedûrketina’ ku Hegel behs dike. Ev pênase li ba Gasset dibe ‘xwejêdûrxistineke bi (xwe)hişberî’ û ‘lixwevegerîna’ Hegel ku bi bandora tiştên derveyîn pêk tê li ba Gasset bi (xwe)hişberî diqewime û bi ‘çalakî’ li xwe vedigere, xwe heyî dike û nav lê dike ‘çalakiya jiyanê-praxis’. Her wiha, Gasset bi van peytên xwe re bala me dibe ser takekesê di nav girseyê (civakê) de û em pê dizanin ku; gava mirov di nava ‘her kesî’ de ciyek bide xwe û pişta xwe li rastiya heyî (an jî li heqîqetê) bizivirîne, li xwe neban dibe. Yanî Gasset jî, bi wateya lêçûnê (dirûvpêketinê) û bûyîna wek dîkeyê; ‘bûyîna wek her kesî, bûyîna wek dorhêlê û bûyîna kesê ji derveyî xwe’, wekî (li xwe)nebanbûyîn qebûl dike.

Yek ji hêmana ku têkiliyeke xwe ya nêz bi nebanbûnê re heye, çand e. Ji ber ku “Çand, awayekî mirovîkirina xwezayê ye” (Uygur, 2003: 17) ew bi xwe dibe kan û kewara nebanbûnê. Loma jî, di heman demê de, çand; warek e ku mirov bi xwe diafirîne, ava dike û tê de dijî. Û em dikarin bêjin, çand, wekî berhemeke mirovan, ne xwezayî ye jî. Hemû tiştên di vê berhemê de ji xwezayê dûr in loma jî nebanbûn bi mirovan xuya dike û derdikeve rastê. Her wiha, mirov gava çandê diafirînin, li xwezayê neban dibin. Bi vê wateyê, çand qonaxa tiştebûnê ye jî. Mirov ji bo ku xwe ava bikin, dikevin nav hin çalakiyan; çanda ku diafirînin, bi çalakiyên mirovane yên “bi rêya ziman, dîn, mîtos, huner, zanistê” (Cassirer, 1980: 71), ji nifşekê vediguhêzînin nifşa dîtir û hebûna xwe, xwebûna xwe, hayjixwebûna xwe û çalakiyên xwe didomînin.

Di domana vê demajoya veguhastinê de, çand jî mirovan bi pêş dixe û ji ber ku “Çand, helûmerca sereke ya hebûn(îy)a mirovan e” (Uygur, 2003: 18) bi pêdeçûna dem û qonaxên veguhastinê re, çand û hemû hêmanên wê, dibin rengekî taybet ya hebûna takekes û civakê. Em dikarin li ser van pêzanînan hizirekê ava bikin û bêjin; hemin ku çand yek ji taybetiyên xweser û sereke ya civakan e û her civak xwedî çandeke taybet e; û ji ber ku her gel û komên etnîk, bi awayekî ji awayan û li gorî xwe, têkilî bi xwezayê re daniye û destkariyên xwe jî li gorî wê pêk aniye, jihevcihêtiya di navbera civakan de heyî jî diyardeyeke ne xwezayî ye. Loma jî divê guherînên ku di çanda civakekê de çêdibin dîsa bi destê endamên wê civakê ve bên pêkanîn û çi gava, ji der de, ji alî çanda serdest ve, destkarî li çandekê were kirin, wê gavê çilvirîna (degeneration) wê çandî dikeve behsê; û çanda destkarî lê hatî kirin, bi hêmanên ku ‘ne jê ne’ û dikevin nava wê, diçilvire; ji kan û sedemên xwe yên afirînê dûr dikeve û bi her qonaxê re jî hêmanên wê yên resen tên tunekirin û windakirin; helbet ne tenê hin hêman tên windakirin, di heman demê de civakek (û pê re jî takekes) bêbîr û bêdîrok tên hiştin. Wekî dongîya vê kurte-nirxandina xwe, em dikarin bêjin: Windakirina çandan û pê re jî bêbîrhêlan û bêdîrokhêlana takekes û neteweyan ne bi pêwendiyeke xwezayî ye; bi destkariya hêzekê pêk tê ku “Çand, bi demê re, bi awayekî êrîşkar, bi netewe an jî netewe-dewletê re tê bilêvkirin; û dibe kana zanavê (identity) û ‘em’ê ji ‘ew’ê cihê dike.” (Said, 1998: 4)

Tundiya ku E. Said bi gotina ‘êrîşkar’ behs jê dike, kana sereke ya pêkanînên serdestiya mêtinger e. Serdestiya mêtingeriyê, serweriya nirxên çandên xwe li civak û komên etnîkî yên bindest ferz dike û pê re jî çanda gelê bindest bênirx-bêqîmet dike. Ji ber ku çanda gelên bindest jî destkariyeke dîrokî ye li ser xwezayê û bi qonaxên dîrokê re hatiye afirandin û ji ber ku serdest tu serwerî li ser xwe qebûl nakin û “dixwazin çanda xwe di navenda jiyanê de bi cî bikin,” (Fromm, 1981: 48) mêtinger û desthilatên mêtingerîyê her tim di nav hewldanê de ne ku destkariyê li çanda bindestan bikin. Ev destkariyên ku di her helûmercê de, bêtir bi rêya ziman tên pêkanîn, derbeke taybet li hiş û bîra mirovên bindest dixin û ji demekê û şûnde jiyar û ezmûnên wan “li bêjinga bîr û hişberiya wan nakevin; û dimînin di qada derhiş de” (Fromm, 1981: 54) û her ku diçe ‘jêdûrbûnek’, ‘hayjênebûnek’ û ‘neçalakiyek’ê ava dikin bi mirovê bindest yê marastî re û wekî encama vê qonaxê berê takekesên bindest yê marastî, bi alî lixwenebanbûnê ve diçe.

Ji ber ku ziman hêman û hilgireke (carrier) sereke ya çandê ye, mirovê bindest yê marastî, bi gelek navgînên asîmîlasyonê; bi taybetî bi tundiya ku bi ‘kêmnirxkirina neteweyî û nîjadî’ tê meşandin, ji hebûna xwe, ji hêmanên hebûn(iy)a xwe sar dibe, jê dûr dikeve û piştî bihurîna di qonaxekê re, li çand û zimanê xwe neban dibe.

Dr. Dilawer Zeraq

23.01.2023

  • Çavkanî
  • – Botî, Kamêran (2007) Ferheng, Kurdî-Kurdî, Stenbol: Weşanên Do, çapa yekem.
  • – Bozarslan, M. Emin (2018) Ferhenga Kurdî, Stenbol: Weşanên Deng, cildê sêyemîn.
  • – Cassirer, Ernst (1980) İnsan Üstüne Bir Deneme, (Çev. Necla Arat), İstanbul: Remzi Kitabevi, 1. Basım.
  • – Farqînî, Zana (2004) Ferhenga Kurdî-Tirkî, Stenbol: Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, çapa yekem.
  • – Fromm, Eric (1981) Psikanaliz ve Zen Budizm, (Çev. İlhan Güngören), İstanbul: Onur Basımevi, 1. baskı.
  • – Gasset, Ortega, Y., (1995) İnsan ve “Herkes”, (Çev. Neyire Gül Işık), İstanbul: Metis Yayınları, 1. Basım. 
  • – Hegel, Georg, W. F., (1986) Tinin Fenomenolojisine İlişkin Temel Düşünceler, (Çev. Nejat Bozkurt), İstanbul: Remzi Kitabevi, birinci basım.
  • – Kiraz, Sibel (2011) ‘Yabancılaşmanın Kökeni Üstüne’, FLSF (Felsefe ve Sosyal Bilimler Dergisi), Güz, sayı 12.
  • – Marx, Karl (2007) Yabancılaşma: 1844 El Yazmaları, (Çev. Kenan Somer, Ahmet Kardam), Ankara: Sol Yayınları.
  • – Said, Edward (1998) Kültür ve Emperyalizm, (Çev. Necmiye Alpay), İstanbul: Hil Yayınları.
  • – Schnapper, Dominique (2005) Sosyoloji Düşüncesinin Özünde Öteki ile İlişki, (Çev. Ayşegül Sönmezay), İstanbul: İstanbul Bilgi Üniversitesi Yayınları.
  • – Timuçin, Afşar (1992) ‘Yabancılaşma Sorununa Genel Bir Bakış’, Ankara: Felsefe Dünyası Dergisi, Türk Felsefe Derneği Yayını, sayı 5.
  • – Uygur, Nermi (2001) Kültür Kuramı, İstanbul: YKY Yayınları, birinci basım.
  • Ferhengoka Têgihî
  • Berhênan: manifacture, production, üretim
  • Ciyawaz-cihêwaz: discrete, different, farklı, ayrık
  • Demajo: procces, süreç
  • Derbar: regardind, about, dair
  • Dîke: Other, öteki
  • Hişber: conscious, bilinçli
  • Hişberî: consciousness, bilinç
  • Kirde: subject, özne
  • Marastî: exploited, sweated, sömürülen
  • Nebanbûn: alienation, yabancılaşma
  • Şêwe: style, form, biçim
  • Tişte: object, nesne
  • Xwebûn(î): entity, self, kendilik
  • Zanav: identity, kimlik

  • Di hejmara çaran de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button