Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Fenomenolojî (Dîtdarnasî, Fenomenology)

Fenomenolojî (Dîtdarnasî, Fenomenoloji)

Nasandina Çend Beş  û Ecolên Felsefê: Fenomenolojî (Dîtdarnasî, Phenomenology)

 Immanuel Kant, objektan kiriye du beş: Noumenon (numen) û phenomenon (fenomen). Noumenon, dihê maneya tiştê ku di xwe da ye, an jî tiştê ku bi xwe va ye. Ango beyî ku di bin tesîra hiş û têgihiştina sehekên me da bimîne, tiştek çi be, ew e. Wekî dihê zanîn Immanel Kant di warê zanînê da, hişê (mind, zihin) mirovî çalak dîtiye. Yek jî gotiye ku zanîna me bi toklînê dest pê dike, lêbelê pê naqede. Wate temamîya zanînên me, ji toklînê (experiment, deney) nayên. Nasîna me a objectan, encax bi wesfên wan ên ku xwe bi me didin xwiyakirin pêk dihê. Ji ber ku çêbarî (nitelik, quality) û çenddarîyên (nicelik, quantity) wan bang li sehekên me dikin, em bi wan dizanin. Ev yek, aliyê phenomenonî (fenomenî) a objecta ye. Objektek heke ji çêbarî û çenddarîyên xwe cuda bibe, tiştê ku di dawiyê da dimîne, ji bo me nenas e û em nikarin, pê bizanin. Ango, noumenon (numen) e.

Edmund Husserlî (1859-1938) dibêje, tiştê ku Kant ji wan ra dibeje ‘noumenon’ û xwedêgiravî meriv nikare bi wan bizanibe, dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê, divê meriv zanînên xwe ên hişî bêxe nava kevaneyê (parantez) û weha nêzîkî wê bibe. Lewra, em herdem bi niyetekî nêzîkê objectan dibin û ev yek jî, dibe sebebê pêşhukmîyan. Ji bo em bikaribin rê li ber vê yekê bigirin û objectekê baş binasin, berîya her tiştî divê em hemû bîr û baweriyên xwe ên berê, deynin aliyekî û weha xwe nêzî wê objectê bikin. Di vê xalê da, di mijara zanîna objectan de, feraset (sezgi, intuition) dest bi kar dike. Ji bo zanîna gewherê objectan, pêdivî bi feraseta rasterast heye ku ev yek jî, bi rîya pêşniyarîyên rast û dirist pêk dihê. Edmund Gustav Albrecht Russerlî weha bawer kiriye ku divê philosophia, xwe bispêre phenomenologyê û zanîna objectan a misoger û naguher jî, encax bi rîya zanîna cewhara wan dikare were hilberandin.   



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button