Arşîva Felsefevan

  • Hêza Xwedê Çuqasî Heye?

    Nêzî mala me, sebzefiroşek heye û carinan, ez diçim ji wir hinek mêwe û sebzeyê dikirim. Çar pênc meh in ku ez bi berdewamî diçim wir û xebatkarên li dikanê, hema bibêje min dinasin. Berîya çend rojan ez dîsa çûm wir, ku bikaribim hinekî pêdîvîyên malê bikirim. Ciwanê li ber qasê rûniştî dema çav bi min ket, hema di cih…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Înkara Guherînê (Denial of Change)

    1- Înkara Guherînê (denial of change): Li ser navê yekîtî û westarîya hêmana pêşîn, meyl û helwesta redda guherîn û piranîyê (zehfî). Li gor nêrîna feylesofên dibistana eleayê (Eleatics), hêmana pêşîn heyîn e û heyînê ku yek e, temamîya mekanê dadigire. Ji ber vê yekê jî, tunehî û valahî, tune. Îmkana guherînê tune. Lewrê wê demê divabû hebûn, bibûya tiştekî (heyîn)…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Zanistên Îslamî (Islamic Scienence)

    1- In facto: Terîmeke bi zimanê latinî ye ku ji bo tiştê çêbûyî, qediyayî, temambûyî û pêkhatî, hatiye vegotin. Wate tiştê ku bi temamî aktuel bûye, tiştê ku bi temamî pêk hatiye, tiştê ku mîna berhemeke dîtbar (somut, concrete) derketiye meydanê û li cîhana der, xwedan hebûneke rastîn (real) e. 2- In fieri: Terîmeke bi zimanê latinî ye û wateya wê, a…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Logoi Spermatikoi

    1- Qewmparêzî (ethnocentricism): 1- Bawerî û nêrîna ku gel, qewn û komeke mirovan çand, ziman û nirxên xwe, ji yên mayî raser digrin. 2- Ji hêla teknîkî û zanistî ve, meyla xwerasergirtina şaristanîya (uygarlık, civilization) cîhana rojavayê, ku hêzdar û dagirker e û bi hinek pêşdarazên nîjaperestîyê jî, kor bûye. Di mirovnasîyê (anthropology) de Levi Straus, di felsefeya zanistê û di…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Modalîzm (Modalism)

    1- Methexis: Terîma bi zimanê yewnanî ku wateya wê, ‘para xwe girtin’ e. Ev terîm, ji bo ravekirina têkilîya cîhana îdeayan û cîhana madî, hatiye vegotin. Wate di metafizîka dualî ya Platonî de, du cîhan hene: cîhana îdeayan ku bi aqil têne têgihiştin, mayende û naguher in û cîhana madî, ku bi rêya sehekan têne têgihiştin û guhêrbar in. Terîma methexis…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Natura Naturata

    1- Kakos: Di zimanê yewnanî de sîfeta ku wateya wê ar, xirab, bêqîmet, belengaz û bêsiûd e. Dijberê vê peyvê, kalos e. Kalos jî wateya spehî, ehlaqdar û xwedan fazîletê dide. 2- Kanon (canon): Tevahîya pîwanwerî (ölçüt, criterion), prensîp û rêzikên bingehîn ku rêgehên mantiqî û zanistî, li gor wan tevdigerin. Di zanistên normwarî (normative) de norma bingehîn, modela ku tê şopandin…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Perspektîv (Perspective)

    1- Xelat û Ceza: Yek ji wan prensîpên bingehîn, yên felsefeya îslamê û mezheba mutezîleyê ye. Li gor vê prensîpê azadîya vînî a mirovî, berpirsiyarîya ji kirinên xwe û hebûna ehlaqê, mîna bawerîyeke ku dibe bingeha edaleta Xwedê, hatiye nirxandin. Li gor vê yekê Xwedê, kesên qencîxwaz yan jî kesên ku qencîyê dikin xelat dike û kesên ku xirabîyê dikin…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Presocratic Philosophy

    1- Philosophe: Di zimanê fransî de, wateya wê feylesof e. Ev peyv, ji bo ramanwerên Ronahîdarîya Fransî yên mîna Buffon, Condorcet, Condillac, Diderot, Montesquieu û Volterî, hatiye gotin ku wê demê gelekî navdar bûne. Li Fransayê di sedsala 18an de raman û dîtinên wan cuda bin jî, bawerîya xwe bi raserîya aqil anîne û ji bo vê yekê, li ber…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Nasandina Çend Têgihên Philosophic: Prote Philosophia

    1- Psykhe: Terîma ku di felsefeya yewnan de wateya wê ruh, hiş (mind, zihin), bêhn, nefes, tîn û jiyan e. Li gor vê yekê di destpêkê de ji bo rewşa candar û candarîyê, piştre jî ji bo prensîpa jiyanê û hêza ku di tiştan de, dibe çavkanîya candarîyê hatiye vegotin. Ligel vê yekê ji dema Sokratesî ve, di wateya cihê ku…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Çend Têgihên Philosophic: Ratio sapiantiae

    1- Ratio sapiantiae: Di felsefeya Ezîz Augustînusî de ku di Serdema Navînî de yek ji wan ramanwerê naskirî ye, texlîdekî zanyarîya ku mirovan digihîne Xwedê ye. Li gor nêrîna feylesof, pêdivî pê heye ku bingeheke aqlî a bawerîyê hebe. Loma gotiye ku bawerî lê digere û aqil jî, dibîne. Dîsa gotiye ku divê berhema lê lêgerînê, zanyarî be. Zanînî yan jî…

    Berdewama wê bixwîne »
Schaltfläche "Zurück zum Anfang"