Philosophers

Wilhelm von Ockham: Navparêzî (Nominalism)

Alî Gurdilî

Williamê Okhamî, wekî Wilhelm von Ockham jî dihê nasîn. Fîlozofekî navdar ê dewra felsefeya skolastîkê ye. Williamê Ockhamî, damezranerê nomînalîzmê ye û rahîbekî fransîskan bûye. Li gorî baweriya wî: yên tevbar (tumel, universal), ne xwedîyê çêbûneke rastîn (real) in û ew tiştên çêkirî ne. Yên tevbar encax wekî hilbera ramana nedîtbar (soyut, abstract) û di nav xebatekê zanistî de, dikarin derkevine holê. Ew ne hêla hevpar a pirraniyê ne, ew bi tenê navên ku li wan dihêne barkirin in. Ji ber vê yekê jî zanist divê ne li tevahiyê, divê li yên taybet û tekane vebikole.

Lewre bi tenê rastînîya heyînên tekane (yekhejmar) heye. Tişt, ji destpêka xwe ve wekî tekane (wekî şexs) hene. Williamê Ockhamî, xwediyê nêrîneke emprîk (toklînî) bû. Li gor nêrîna wî ezmûn (toklîn, deney, experiment), bingeha hemû texlîd zanînan bû. Yên taybet, heyînên tekane û çêbûna pêhatîyan, bi tenê bi rêya toklîn û zanînîyan (bilgi, knowledge) ku xwe dispêre sehekan, dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, hebûna teolojîyeke rasyonel ku pêşniyarîyên wê bi toklînê nikare were venihêrtin yan jî hebûna psîkolojiyeke ku dixwaze hebûna ruh bipeyîtine, nikare were pejirandin. Herweha yekîtîya Xwedê, bêdawîtiya wî û heta hebûna wî jî, bi awayekî misoger û teqez, nikare were peyîtandin. Zanînîyên bi vî rengî, encax dikarin bibin mijara baweriyê û encax, bi bawerîyê dikarin werin pejirandin. Ev zanînî, ne dikarin werin peyîtandin û ne jî dikarin di peyîtandinê de, wekî hêmanekî werin dîtin. Bi vê helwesta xwe, William bi awayekî misoger zanînî û bawerîyê, ji hev cuda kiriye.

Bi wan ramanên Williamî re felsefe, êdî wekî berê ne di xizmeta bawerî û teolojîyê (dînnasî, theology) de ye. Li hemberî zanînîyê, serxbixwetîya zanînîyê dest pê dike û zanînî, dixwaze xwe bibîne. Ramanên wî bi vî rengî, berîya 300 salan mizgînîya tevgera ronesansê daye me. Ramana Williamî a ku hebûna bingehekê madî ya têgehan diparast, bi ramana îdealîzmê re dikete nakokîyê, ku li gor vê baweriyê jî (îdealîzmê), di bingeha rastîyên madî de têgihên tevbar hebûn. Bi rêya objektên tekane û pêhatîyên dîtbar (somut, concrete), li vekolandina xwezayê û hilberandina zanînîyê, ramanên feylesofên berê dianî bîra mirovan. Hemû aligirên skolastîkê, li hemberî Williamî rawestiya ne. Dêrê, wî aforoz kiriye. Lêbelê, hînwerîyên wî di sedsala 14 û 15an de, zaningehên wê demê kiriye hola şer û pêvçûnan.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 30.04.2023
  • Çavkanî: ‘Destpêka Felsefeyê’ – Ali Gurdilî – Weşanên Soran – 2015


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button