Philosophers

Emil M. Cioran: Pirtûka Rizîbûnê

Mahmut Ozçelîk

Emil Cioran li Romanyayê tê dinyayê, piştî perwerdehiya di bin bandora bavê xwe yê keşîş ê pêbestî dêrê, di xortaniya xwe de beşa felsefeyê li zanîngeha Bûkreşê dixwîne. Cioran mirovekî bi çavê reşbîn li dinyayê, li heyînên li dinyayê diniherî, bû. Di nivîsên wî de ‘bêwatetiya jiyanê’, ‘hîçîtiya mirov’ya di nava bêhêvîtiyê de werbûyî cîhekî taybet digire. Ji ber vê yekê mirov dikare wî wekî fîlozofekî felsefeya pesîmîst/reşbîn bibîne. Li ser berga pêşîn ya pirtûkê porteqalek parçebûyî ya jê parçeyek jî ji ber rizîbûnê reşbûyî, heye. Ev dîmen mirov dide fikirîn ku gelo di gerdûnê de ji bilî bireserek wek porteqalê yên dirizin çi ne? Aya mirov di demajoga jiyanê de ji kîjan hêlan ve û ji alî kê ve têne rizandin? Her paragrafa di pirtûkê de, bi aforîzmayên bi tîn hatiye xemilandin -wekî mix bi text ve here xwarê- û ber bi kûrahiya hişê xwendevan ve diçe, pê re jî wî difikirîne. Ev fikirîn wisa dike ku hemû mirovahî di hêlekanekê de bi bayê bezê di valahiya asîman de li ba bibe û pê re jî kindirê hêlekanê biqete û her kesek bi qêrînek bêdeng, di hîçîtiya heyînê de winda dibe. Zimanê Pirtûka Rizîbûnê pir giran e, mirov ancax bi hêdîkahiya meşa kûsî dikare di nava rûpelan de rêwîtiyê bike. Ev rewş belbî ji ber nebaş wergerandina li zimanê tirkî be. Lê min dîsa jî bi sebr xwend û ev guldesteya ji aforîzmayên wî çêkir û diyarî we kir.

Ji wan kesên ku ji bo baweriyekê êş kişandî xetertir ‘heyîn’ tune ye.

Zalimên herî mezin, ji nava mezlûmên ku serê wan nehatiye jêkirin, derdikevin.

Tu rakêşî li wî cihî tuneye ku li ber çavên me Xweda nemiribin.

Di hundirê her mirovî de pêxemberekî radizê û dema ew şiyar dibe, xirabiya li dinyayê hinekî din zêde dibe.

Ji bo xelasiya ji xesandinê, li ber şêmûga hiş geşbûn divê…

Ji xwekujiya ku em her yek di hundirê xwe de hildigirin mezintir dewlemendî heye?

Sebeba ku dîn mirina bi destê mirov bi xwe ve-xwekujî- yasax dike ew e ku di vê de ‘mînakek serhildêr’ ya bêrûmetkirina li hemberî perestgeh û xwedayan dibîne, heye.

Gerdûnê, bêedaletî birêve dibe.

Her heyîn bi candayîna heyîneke din dermale dibe.

Dinya ew cîh e ku hêsirên çava lê kom dibin.

Di qanûnên jiyanê de ya ku di serî de tê rizîbûn e.

Bêedelatiya xwedayan û mirovan tu kes nikare sererast bike.

Eger yên ku me di hişê xwe de kuştibûn bi rastî jî tune bibûna li rûzemîne kesek nedima.

Azadî rêgezek exlaqî ye ku kakilê wê şeytanî ye.

Rakêşiya kêfîtiyê me vediciniqîne.

Li pêşberî dadgehek mitleq dê tenê ferîşteyan beraet bikira. Çimkî heyîneke ku mirina heyîneke din nexwestibe qet çênebûye.

Eger hûn mirovekî an jî saziyekê rexne nekin hûn dê  pêrgî tu rîskekê jî neyên.

Di bin rojê de biharek bi berateyan tije hukim dike. BEDEWÎTÎ bi xwe, ji MİRİNA xwe bi quretî di nava toxim de veşartî wêdetir ne tu tişteke din e.

Her daxwazeke me dinyayê ji nû ve diafirîne, her fikrek me jî wê ji holê radike.

Kesên ku bi rastiyên xwe bawer in li pey xwe rûzemînek bi cesedan tije dihêlin.

Ji min re tenê tiştekê ravî bikin ku li vê dinyayê bi başiyê dest pê kiribe û bi xirabiyê bi dawî nebûbe…

Di vê dinyaya ku izdirab tevlihev bûne û hatine jêbirin de tenê formûl hukim dike.

Di hiyerarşiya derewan de ger ‘jiyan’ serfa pêşiyê dagîr bike jî, hema li pey wê ‘evîna’ ku derewa di hundirê derewê de ye, tê.

Evîn li ser zanînê giraniyekê çêdike, zanîna ji nû ve şiyarbûyî evînê dikuje.

Li hember forsa sofiyekî  ku deng li Afirîner dike, quretiya cîhangirekî jî, rengavêtî dimîne.

Xwedayê min, hêza ku ez qet nikaribim dua bikim, bide min; ji her cure perestîniya eletewş min biparêze, ji wê meyla hezkirinê ya ku min bi tevahî radestî destê TE dike, dûr bigire.  Valahiya di navbera dilê min û asîman de bila fireh bibe!

Tu bi qasî gerestêrkek ku hêj nehatiye keşifkirin ‘jixwe’ dûr î.

Her formûleke selametiyê, di hundirê zêhna yê ku ew pêşniyar kiriye de gîyotînekê bi cîh dike.

Tu tişta ku ‘mirovê dema dixwaze difikire’ ji me re bibêje tuneye.

Her nesl, ji celadên neslê berî xwe re bîrdariyan çik dike.

Mirovahiyê tenê baweriya xwe bi yên ku ew telef kiriye ve aniyê.

Jiyanê bi naziktî qebûl dikim. Serhildêriya misêwa eynî mîna gewremendiya xwekuştinê bêzewq e.

Ji ber ku em hemû sextekar in, em tehemûlî hevdu dikin.

Keşfa jiyanê, jiyanê ji holê radike.

Dara jiyanê dê êdî qet biharê nebîne: Qotê hişk e; em dê bi wê ji hestiyên xwe re, ji xeyal û êşên xwe re darbestan çêbikin.

Bi rasthatinî an bi saya mucîzeyê ger peyv bifiriyana û biçûna, dê me xwe di nava bêhişî û diltengiyeke nayê tehamûlkirin de bidîtana. Dê vê bêdengiya ji nişka ve em dûçarî ezaba herî zalim bikira.

Jiyan ji nişka ve diçilmise.

Xristiyaniyê, di şûna ‘Ya Nehatiye Teyîdkirin’ de, ger tenduristî peşniyaz kiribûya, me yê di dîroka wê de tenê yek ezîzek/qencê xwedê jî nedîtiba.

Ez ajalek dînî/olî yê temamnebûyî me. Hemû derdan du qatî zêde dikşînim.

Te emrê xwe li ku qedand? Bîranîna tevgerekê, nîşaneya azweriyekê, biriqîna serpêhatiyekê, dînîtiyeke xweş û fîrarî- di rabirdûya te de ji vana qet yek jî tuneye. Tu pestgotinek navê te hilnagire, qet tu qelsîyek te rûmetyar nake, tu bêyî şopek bihêlî şemitî çû, nexwe xewna te çi bû?

Min ji xwe re dubare dikir ku ji bilî kesê mirin hilbijartî tu kes nikare bibe qûlê Xwedê yê xwoşewîst. Aniha jî di çavên min de dergevanek ku xwe bi darve kirî ji helbestkarek dijî bi qîmettir e.

Mirov, kesekî ku xwekujiya wî hatiye taloqkirin e.

Ji bilî xwekujtinê qet tu selametiyek tuneye. Tiştek seyr!

Cil û berg dikeve navbera me û hîçîtiyê. Di awêneyekê de li bedena xwe binihêrin. Hûn ê fêhm bikin ku hûn fanî ne. Tiliyên xwe wekî li ser mandolînekê digerînin, li ser parsûyên xwe bigerînin. Hûn dê bibînin ku hûn çiqasî nêzîkî gorrê ne. Ji ber ku em bi cil û bergan hatine pêçandin em xwe qure dibînin.  Dema em qerewatekê bi dora stûyê xwe ve girêbidin ma êdî mirin heye? (…) Dema we şewqeyek da serê xwe êdî ew rojên ku we di zikê dayikê de derbas kirî an jî kurmên ku dê hetanî biteqe bezê canê we bixwe, tê hişê kê? Neslek ancax bi binpêkirina tekane tişta nesla berî xwe, dikare nûbûnekê pêk bîne. Nalet were li wê stêrka ku ez di bin de welidîme; bila qet tu asîman wê neparêze, bila wekî lodek tozê ya bêqîmet di nava cîgehê de hûr bibe!

Mahmut Ozçelîk

  •  Çavkanî: E. M. Cioran, Çürümenin Kitabı, Metis Yayınları, Beşinci Baskı, 2016, İstanbul
  • Ji fransî bo tirki: Haldun Bayrı
  • Ji Kitêba ‘Felsefe Fikirîna Pirhêlî ye’ – Mahmut Ozçelik 


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Schaltfläche "Zurück zum Anfang"