Philosophers

Felsefeya Bedewî a Îmmanuel Kant

Şîrîn Bozan

Kant di bin navê rexneya melekeya dadweriyê de, bedewîê analîz kiriye. Gelek feylesofan li ser bedewiyê, li ser xwiyatî û babetiya wê nivîsîbûn, lê bedewî li gorî Kant bedewiya teşeyî ye û bê armanc e û em ji aliyê xwiyatî ve wekî babetî dadwer dikin. Kant li teoriya bedewiyê vedikole û dibêje: Dadweriya zewqê, dadweriyeke bedewî ye. Ji bo ku em ji hev cihê bikin ka tiştek xweşik e an na, em temsîla (wêne) tiştê venagerînin hiş ji bo zanînê, lê li xeyala xwe û hesta wê ya kêf û êşê vedigerînin. Ji ber vê yekê, dadweriya zewqê, ne dadweriya zanînê ye û ew ne vacî ye jî. Lê, bedewî ye û mebesta me ji vê yekê ew e ku rêgeza ku tê wê wateyê tenê dikare xwiyatî be, lê girêdana bi hesta kêf û êşê re ne wiha ye, ew li ser mijarê bi xwe tiştekî nîşan nade, lê xwiyatî di wê de hest dike ku bi temsîliyetê (tesewir) bandor dibe.

Di derbarê rizabûnê de, Kant wê dike sê cure: 1- Yekem, rizabûna ku zewqÊ birêve dibe bê berjewendî ye. Ew razîbûn e ku di hundurê min de bi temsîlkirina mijarê ve tê, ne hebûna mijarê ye, û ev tiştê ku em jê re dibêjin razîbûna pak e, bêyî berjewendî ye di dadweriya zewqê de. 2- A duyemîn, razîbûna bi tiştê ku guncaw e bi berjewendiyekê ve girêdayî ye. Ew derbirîna dadweriyê ye ku tiştek têrker e û berjewendiya min jê re heye. 3- A sêyemîn, razîbûna bi qenciyê, bi berjewendiyekê ve girêdayî ye. Em dibêjin ku tiştê ku têr dike, tenê ew e ku ji bo tiştek baş e. Ji mirov re, tiştê ku jê re guncaw be, ew razî ye, yê xweşik jî wî kêfxweş dike, û qencî ye a ku qedr û nirxa wî dike tê gotin. Dikare were gotin ku di nav van her sê cûreyên razîbûnê de, razîbûna zewqê bi bedewiyê re, tenê razîbûna pak û azad e.

Li vir Kant xweşik, guncaw û başiyê li gorî mêjera wan pênase dike û dibêje: Xweşik ew e ku bêyî têgehan wekî razîbûna tevahî tê pejirandin. Li ser tiştê ku guncaw e, rêgeza ku dibêje her kes zewqa xwe cûda heye. (tama hestan) Tiştê xweşik ew e bêyî ku xwe bispêre erêkirina kesên din di dadweriya xwe de derbirîna razîbûnê ye. Ji bo qenciyê, rast e ku dadwer bi rast îdîa dikin ku ew ji bo hemî mirovan derbasdar in, lê temsîlkirina qenciyê tenê bi têgehên wekî mijarek e razîbûna giştî tê peyda kirin. Di derbarê tevaya razîbûnê de, wiha dibêje: Tevahiya razîbûnê di dadweriya zewqê de tê temsîlkirin, ku xwiyatî ye. Tevahiya ku ne li ser têgehên tiştan be, ne tevahîtiyek vacî ye, lê bedewî ye, ango tenê nirxek xwiyatî dihewîne.

Kant di vir de cureyê dadweriyê, bingehên wê yên pêşîn, serbixwebûna wê ji her diserdabirinê û tekûzbûna wê eşkere dike û pakkirina dadweriya zewqê jî eşkere dike û dibêje: tu bingeha Dadwriya zewqê ji bilî teşeya  telelojîk ya mijarê tuneye. Telelojîk dikare bê mebest be, ku telelojiyeke teşeyî ye, wekî heyrana tiştek di gava yekem de ku bê mebest e. Dadweriya zewqê li ser bingehên pêşînî radibe. Ji ber vê yekê lezeta li vir bi tenê lênîrînî ye (teemulî), ji ber ku ji wê tu daxwazek dernakeve û haybûn telelojîka teşeyî ye di lîstika hêza zanînê (têgihiştin û xeyalê) di xwe de, û nûnertiya ku tişt pê tê de ye lezet bi xwe ye ji ber ku rêgeza diyarkirina çalakiya xwe, di warê çalakkirina hêza zanîna xwe de û sedemek hundurîn (Ew telolojîk e) di derbarê zanînê de bi gelemperî heye. Lê bêyî ku bi zanîna taybetî ve were sînordarkirin û ji ber vê yekê, tenê teşeyekî temsîlkirina telelojîk û xwiyatî ye di dadweriya bedewî de ye. Ew dadweriya zewqa pak jî, ji diserdabirinê û tingijandinê serbixwe ye. Ji ber vê yekê  dadweriya zewqê ya ku tu bandora diserdabirin û tingijandinê li ser tune be, her çend ew bi rizabûna ji bedewiyê ve girêdayî bin û rêgeza wê ya taybetî armanca teşeyê be jî, ew dadweriya zewqê ya pak e.

Dadweriya zewqê bi tevahî ji têgeha tekûzbûnê serbixwe ye. Teleolojiya babetî ji bilî têkiliya pirjimariyê bi armancek taybetî re, nayê zanîn ango tenê bi rêya têgehekê tê zanîn. Ji ber vê yekê, diyar e ku bedew a ku bingeha dadweriya xwe de, telolojîka teşeyî ye, ango teleolojiya bê mebest û bi tevahî ji temsîla qencî û tekûzbûnê serbixwe ye, ji ber ku tekûzbûn têyolojiya babetî ye, ango têkiliya tiştekê bi armancek taybetî re vedihewîne. Dadweriya zewqê ya ku tê de tiştek di bin şertê têgehek diyarkirî de xweşik tê ragihandin, ne dadweriyeke pak e. Ji ber vê yekê du cureyên bedewiyê hene: bedewiya azad û bedewiya peyrewê (tabh). Ya yekem tu têgehek ku tişt divê çi be napejirîne û ya duyem jî têgehek weha û li gorî wê tekûzbûna tiştê dihesibîne. Ya yekem jê re bedewiya xwe-heyî ya vî an wê tiştê tê gotin, û ya duyemîn jî bedewiyek bi şert e ku ji tiştên ku di bin têgeha armancek taybetî de ne tê vegerandin. Di dadweriya bedewiya azad de, ango li gorî teşeyê, ew daweriyeke pak e û tu têgeheke mebest nagire. Ji ber vê yekê, ya yekem ji hêla dadweriya zewqê ya pak ve tê rêvebirin, û ya duyemîn jî bi dadweriya zewqê ya sepandî tê rêvebirin.

Kant, îdeala bedewî rave dike û ew li gor kesan wê çawa be û dibêje: rêgeza dadweriya bedewî hesta xwebûnê ye, ne têgeha tişt e. Û ku modela herî bilind a wêneya zewqê ya orîjînal tenê ramanek e ku divê her kes di nav xwe de hilberîne û li gor wê divê dadwer bikin li ser mijara zewqê û her modêleke dadweriya zewqê û zewqa her mirovekî. Bedewiya ku divê em li îdealek bilindtir lê bigerin, divê ne bedewiya nezelal be, belkî divê ew ji hêla têgeha teolojiya babetiyê ve were sazkirin, û ji ber vê yekê ew ne girêdayî mijara dadweriya zewqê ya pak e, lê ew girêdayî dadweriya zewqê ya baqilbûna parçeyî ye. Ev Ramana pîver a bedewî ew ji kesek din veguherîne. Dadwerî, li gorî pîvanek weha nabe bedewiya pak. Dadwerî, li gorî îdealek bedewiyê ne dadweriyeke zewqê ya pak e. Kant li ser awayê dadweriya zewqê, pêwîstiya wê û piştrastkirina wê a li ser ramana  pêhesîna giştî wiha dibêje: Di derbarê xweşikî de, em dihizirin ku bi pêwîst bi razîbûnê ve girêdayî ye, û bê guman ku ev pêwîst ji celebek taybetî ye. Ev pêwîstî, ne teqez e û ji giştîbûna ezmûnê nayê derxistin.

Pêwîstiya xwiyatî ya ku em ji her mirovî re vedibêjin, mercdarkirî ye. Erk di dadweriya bedewî de, tenê bi şert û merc tê derbirîn kirin. Mercê pêwîst ku dadweriya zewqê balê dikişîne, ew ramana pêhesîna giştî ye. Ji ber vê yekê, dadweriya zewqê divê xwediyê rêgezeke xwiyatî be ku tenê bi riya hest û ne ji hêla têgehan ve tê destnîşankirin, lê dîsa jî bi rengekî ku bi gelemperî ji bo tiştê ku razî ye an ne razî ey derbasdar e. Lêbelê, rêgezeke weha tenê dikare wekî pêhsîna giştî were hesibandin. Bi texmînkirina hebûna hesteke wisa gelemperî, meriv dikare dadweriya zewqê derxe holê. Pêwîstîya lihevhatina giştî ya ku di dadweriya zewqê de li ser tê hizirîn, ew pêwîstiya xwiyatî ye ku bi texmîna pêhesîna giştî wekî babetiyê tê temsîlkirin. Pêhesîna giştî nikare ji bo vê mebestê li ser bingehê azmûnê be, ji ber ku armanc ew e ku dadweriyên di nav wan de erk hene rewa bike, yanî nabêje ku her kes bi dadweriya me razî ye, lê divê her kes pê razî be. Ev rêgez tenê xwiyatî ye, lê tevî wê jî xwiyatiya giştî ye. (Ramanek ji bo her mirovî pêwîst e.) Dema ku dor tê ser lihevhatina kesên cihêreng ku dadweriyên weha derdixin, mafê wî heye ku mîna ku ew babetî be, pejirandina giştî bixwaze, bi mercê ku ew piştrast bike ku tevlêkirina di binê wê de rast hatîye kirin.

  • Şîrîn Bozan
  • Sirinbozan692@gmail.com
  • 10.04.2024


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button