Li Swêdê ji salên 1980yî ta sala 2000an gelek kîtabên baş ên giranbiha derketin. Cure cure kîtabên lêkolînê, çîrok, helbest, şano, roman û 15 kovarên xwerû bi kurdî hatin weşandin. Gelek ji van kîtaban hêj jî li welat nehatine weşandin. Kîtaba min a bi navê ”Fîlozof” di sala 2000î da derketibû, piştî 22 salan hêj nû weşanxaneyek girtine nav programa xwe a weşanê, êdî kînga derkeve!. Yek ji wan kîtaban jî ku heta niha li welêt nehatiye weşandin kîtaba Mustafa Duzgun a bi navê ”Tarîxa Felsefeyê ya Rojava” ye.
Ev kîtab di sala 1995an da 28 sal berê li Stockholmê (Swêd) di nav weşanên ”Berhem”ê da hatiye weşandin. Kîtab 189 rûperr e û ebata wê mezin e. Wê demê li Swêdê bi navê ”Berhem” hem kovar û hem weşanxane hebû. Muhtewa kîtabê bi tevahî felsefî ye. Di derbarê tarîxa felesefa rojava a qirna antîk, bi taybetî jî felsefên fîlozofên yewnankî bi berferehî di kîtabê da tê şîrove kirin. Muhtewa kîtabê gelek xurt e, dewlemend e. Ez di çarçova kurtegotarekê da nikarim bi tevahî behsa hemû mijarên muhtewa kîtabê bikim. Ev gotara min a danasînê ji bo ez bal bikşînim ser kîtabê û giringiya kîtabên felsefî bi kurdî rave bikim. Mustafa Duzgun ji bo kîtabê pêşgotineke hêja nivîsiye û di dawiyê da dibêje : ”Îhsan Aksoy, Mehmet Uzun û Firat Cewerî ku di warê nivîsandina Felsefê da ez teşwîq kirim..” spasiyê xwe diyar dike. Wek tê zanîn Îhsan Aksoy û Mehmed Uzun çûne ser heqiya xwe û ez jî wan bi rêz bi bîr tînim. Kîtab bi sernavê ”Mana û muhtewa felsefeyê” dest pê dike. Dibêje ”Peyva philosophia di Yûnankiya kevnare da wek phileo û sophia bi berhev kirina du gotinan pêk hatiye. Ya yekemîn mana aqil an zanînê dide, ya duhemîn jî tê mana zanîn an jî zanînhezî yê. Û bi tevahî mana zanîn dide, ku ji xwe ji serî pê da her bi vê mana xwe hatiye nasîn. Felsefe jî arebkîa wê peyva berê ye, ango di dewsa philosophia da bi kar tê. Kurdkî da jî her bi vî awayê xwe ya arebkî, wek felsefe bi kar tê. Çi heye ku felsefe bi vê mana xwe ya pêşîn nemaye û her ku çû muhtewa û çarçova wê firehtir û dewlemendtir bûye… Bêguman îro ku mirov li ser mane û muhtewa Felsefeyê difikire, divê bi awakî fireh li wê binêre.” (Binêr : Rûperr – 9)
Di kîtabê da li ser rêbaz/awa û metodên felsefeyê prensîbên wê yên taybetî tarîxa peydabûna wê, berpirsiyariyên felsefî û gelek mijarên din tê qal kirin. Herweha di derbarê felsefe û zanîn, felsefe û komelayetî, çavkaniyên felsefa yewnankî, pirxwedayî, dîtinên kevn di derheqê pêkhatin û awayê dunyayê da û gelek mijarên felsefa antîk da nirxandinên zanîstî ên felsefî di kîtabê da hene. Digel mijarên cure yên felsefî, derheqê fîlozof û felsefên wan da jî agahdariyên berfereh hene. Di kîtabê da du beşên balkêş jî li ser felsefa sofîst û nirxandinekî tevahî di derheqa felsefa sofîstiyê da ye. Kîtab bi beşa li ser Sokrates bi dawî dibe. Bi kurdkî çend kîtabên felsefê hene, çend fîlozofên kurd hene? Ez nizanim. Xwezî lêkolînvanekî kurd lêbikole û binivîse ku çend kîtabên felsefê bi kurdkî hene û çend fîlozofên kurd hene. Weşandina kovara ”Phîlosophîa” xwerû bi kurdî pêngaveke gelek baş e. Ez hêvîdar im ew jiyana xwe a weşanê her bidomîne û gelek agahdariyên berfereh derbarê felsefe û fîlozofên cîhanê û yên kurd da bide xwendevanên kurd.
- Lokman Polat
- 06.07.2022
- Di hejmara dudîan de, hatiye weşandin.