Philosophia

Hebûna Fîlosofîaê di Lîtêratûra Netewî da

Dr. Casoê Wezîr Serhedî

‚Philosophia Litterarum‘
Hebûna Fîlosofîaê di Lîtêratûra Netewî da

‚Fîlosofî berî Lîtêratûraê efirî‘
Wekî berhemên gîhîshtine destên me, me merivên nifshên evê demê, bo xwe ron dikin, anku eshkere tê dîtin, ku pêshî peyv hebû. Peyvan di formên cuda da kûltûra narratîv*(vegotinî) ra bingehe danî. Ji dema pêkhata tsîvîlîzebûn*a (sharistanî) merivan, anku ji dema efirandina tîpên nîvîsên yekem nava netewan da, formeke bingehîn, ya dîdakt*îzekirina netewan û civakan, her hal destpêka destpêkan bû perwerdê ra. Hîn dibûn, diefirandin û didane hînkirin. Peyv ku ji tîpên efirandî pêkdihat, bû pêdawîstîya têgîhîshtin, serwxtkirina yên din. Merivî bi cûreyên nivîsan tomarên girîng dikir, li ku jî chi têkstêd fermî, anku desthilatî û chi yêd olî komêd bijaran ra dihatin naskirin. Chi ji dema vegotinî, ku her hebûnêd dema xwe da pêdawîst dihatine nivîsîn, bi nivîsîn, birrîn, kutan yan tirashkirin, hewldana pêshvebirina forma komûnîkasyonê bû. Bêhejmar rêlyêfan kûrtirîn pêzanînên pêshvechûna sharistanîê dem bi dem, sedsal bi sedsal pey hev, dîagrama kûltîvasyonê didane kifshê ku hindik mîratên nivîskî me metelmayî dihêle heta îro jî. Wek mînakên zanistî ji mîtologîên gelan nîshan didin, chendîn astbilind bûn serpêhatîên wan yên kosmogonî, ku bi devkî ji nifshekî derbazî nifshê din dibû heta roja me. Îjar, her usa demên efirandina serpêhatîên bi egîtên nebûî, anku egîtên kosmogonî, qencan ji ber neqencan berxwedane. Hemîka ew yeka girêdaî bû pêkhatên fênomêna xwezaê, ku merivî nikarî wî demî shirove ya anomalîên sirushtê ra bibînin, ew dikirine stûê hêzên zêdeyî hêzên nedîtî, xudaî.

‚Meriv di êpîsêntrûma cîhanê da‘
Merivên qîmet dane hebûna zanînê, formên zanînê, lêpîvan û lêkolînê, ser xwe da ramîyan. Ser Wan hewl dan xwe fênomênên xwezaê ra shirove û nirxandinan bibînin. Wan pey hewildanên efirînerên kosmogonîyan shiroveyên zanistî dane wan hebûnên kosmosa (gerdûn) tê da dijîn û yekem car navê philosophia hate efirandin. Chi Pêshsokratî chi Peysokratî, heta demên me yên îro, ramanvanan hewl daye xwe sirushtê, paradoksên wê û her usa ya merivî shirove bikin. Gelekan ji van ramanvanên navdar shirove ya her sê hebûnan, wek shiroveyên fantazî, ya kosmogonî û têologî, anomalîên, anku pêkhatên xwezaê da, û wek ya dawî, pêkhatên xwezaya merivî nirxand û evê sîmbîozê (têkelbûn) xwe bi awayekî êffêktîv xwe di wêje ya hunerî da darijand. Ji Dramaê Dramatûrgî pêk- hatibû. Ji dramatûrgîê wêje, anku lîtêratûr. Litterarum bi yünani ya kevin. Her usa kakilê mijarê ewe, wêje. Rola wê, anku wêje ya hunerî, di protsêssa (pêvajo) yan jî mîssîona (erk) xwe ya perwerdeî da.

‚Pêshî peyv efirî, pey ra nivîsîn‘
Tomarên wêjeyî da, ku em bala xwe didine mîrata ramanvanîa ya xwe gîhandîye dema me, bi awayekî sist yan bi hêz, di konstêlasyon*ên mêtafor*î, belkî hinekî abstrak*t û hindik jî îllûzîon*î jî, forma nirxandina aspêkt*ên felsefê, di hemû janrên dramatûrgîê da, wek janra poêzî, pey ra destanan li ku jî serpêhatîên qencan dij neqencan da, perwerde ya morala qencîê, pakî û rêkûpêkîê dihatin dan. Hilbet ev yeka bê sûd nediman. Merivan li gor wan moraldanan, nifshên pey xwe ra derbaz dikirin. Berhemên cîhan da, ya di nava netewan da bi sedan salan hatine efirandin, nivîskaran hewl daye, bi formên hunerî, bi merema perwerdeî, bo perwerdkirina normên qencîê, anku moralê, têgîhîshtina êtîkê her usa êstêtîkê her merivî ra bike shîret û dersa ew xwe li morala qencî û pakîya moralê bigirin, wê bipejirînin û ne berevajîya wê. Her usa hemî berheman da heger ew divê xwe di di nava cîhên berhemên giranbuha bigire, divê qencî û pakî ser neqencî û nepakîe ra be. Divê qencî serkeve û ne neqencî.

‚Yûnan: yekem bingehdarê lîtêratûrê‘
Wekî zaneyên vî mijarî ra ji zûda nase, navkirina latînî ya vê nivîsê ra dîtî, tê wê watê ku felsefa hemî gelêd cîhan, xwe kêm di forma traktat*an (destûrname) da gîhandîye me. Belkî ew bêtehm jî dibû, heger ne di formên cuda, di stîlîstîkan û janrên huner da ne hatibana rojên me. Em dikarin bêjin, wêje ya hunerî gelek sedsal bihurand heta ev formên ewqasî astbilind stand. Romanîstîka îro xwe gîhandîye astên êstêtîkî yên herî bilind. Wan êdî bi sedan salan nifshan da îdêalên êstêtîk bilind danikandîye, mirovên nû pê êstêtîk û manêrên qenc shîret kirîye. Ewê wêjeya bi janroên pirrengîn, ku xwendevan û guhdarên wek zaroyan usa bin bandora qencîkirinê da hîshtîye, ku yêd ji dê û bavêd xwe guhdarîya chîrokên fantazî kirîye, bi taybet li cîhana bi têknologîên pêshketî da, zaroyan, wek nifshê pêsherojê bi encamêd jîyana rêkûpêk kifsh kirine, ku ewana naziktirin di mirovahîê da û hiz li ajalan dikin û qîmeta jîyana merivan dizanin. Lîtêratûrê felsefa herî strûktûrkirî jî jîndar û fehmdar kir û ew di qaliba herî êffêktîv da, wekî ya dramatûrgîa antîkî, poêzîa cîhan da (poêm) heta îro jî jîndar û popûlar kir. Êffêktîv di narratîva xwe da, her usa êffêktîv dîdaktîka xwe da. Ji wê dema antîkîan, lîtêratûr heye û dimîne formeke herî êffêktîv di shirove, nirxandina mijarên hûmanîzmê, qîmetdana qencîê, giranbuhabûna dilovanîê û dawîya dawî – qîmetdana bihane yên meriv, wek sûbyêkta yekem û serekî di cîhana gishtî da. Lîtêratûrê wekî katalîzatorekî îdêalên lîbêralîzmê, qencî û neqencî, her wek hebûnêd nêva van her du hebûnan da heyî, wekî spêktrûmên (rengînî) qencîê, dabeshkirinêd wan da.

‚Lîtêratûr, ji Antîk heta Renaissance‘
Lîtêratûrê, ji Antîka Yûnanî û her usa berî wê jî, heger em bixwazin pêsh ji pêshsokratîyan, ji wan yêd mîtologî efirandine, heman demî da bingeheke heta hetaê efirandinên serpêhatîyan bûyerên qencan û neqencan, chi di warê kosmogonî, têologî, yan zargotinêd nava gelan da, wek têgihîshtineke êtnîkî jî xwe bicîh kirine, li gor wan bawerîên kosmogonîyên efirandî xudan bandor bûn di jîyana berî zaînê, ya rojane da. Wan serpêhatîyan, yên ji gel efirandî, di nava gel da cîhê xwe girtî, ew gelana li gor logîzma naverokên kosmogonîyan ramanvanîya xwe damezirandine. Belkî jî bo bawerkirinê ne hêsane jî, lê rêalîtêteke ku sê hezar sal shûnda ew kosmogonî, dijberîya hêzên qencî û neqencîê hê jî Felsefa hemdemîye, anku aktûêle. Navê wê hebûna pîroz li wê demê jî Lîtêratûr bû, yanê bi zarkî ji sehnên wê dema antîk, wek helbest hatîye vegotin, ew dîsa jî forma narratîva aktîv bûye. Jixwe, ji wan deman ku nivîsînê cîhê xwe yê girîng di hunerê da girtîye, hewshêd desthilatdaran û dewlemendan, anku bûrjûan û her usa nava gelan da, têzên fîlosofan di nivîsan da formên xwe yên pesindana qencîya egîtekî wan ra qenc û nifirkirina wan ra neqenc cîhê xwe ser orxêstra* (sehnên) wan girtibûn. Berhemêd dramatûrgê wek Sofoklês, Homêros yan Êsxîlês da traktatkirina hindik îdîom, yan aforîzmên felsefî cîh girtibûn. Ew dianîne di formên xwendina destanan, dramatûrgîya shanogerî, yan dêklamasyon*a (xwendina hostaî) dramatîk da vebêjera ramanvanîya wî demî bû, cîhê ku hestên merivan bi formên perwerda moral û êtîkê da bi awayekî kûltûredanî dihetine damezirandin. Anku merivê kûltûrî dadimezra. Belkî chendîn jî ev hebûna, gelekên „Nefêriz“*an ra wek banalîzm*ekî bê pêshchev, îdêalên qencîê û dijbera wê, konfrontasyona van her du hêzan, di hemû formên berhemdanan da, li hemû kontînêntên vî erdî, di hemû netewan da, di berhemdanên formên dramatûrgî da, mîrateke zêrîn di qalibên janrên wek, shêwekarîê, peykersazîê, têologiê, poêzîê, shanogerîê, yan fîlmdramatûrgîya îroîn da rezên xwe yên serkeftî dide. Bi taybet van sedsalên dawî da, dema têknologîên ewqas pêshkeftî da, wek mînak û delîleke berbichev, berhemêd fîlmî yên Hollywood da her ew mîratên berhemî ji hezaran hê jî me ra dibine berhemên perwerdedar, li ku jî em felsefa qencî û neqencîê di mêtaforên gelek astan da hîn dibin.

‚Philosoph, Hûmanîstên Renaissance‘
Janrên lîtêratûrê, wek ya dema Renaissance, ku wek demeke Hûmanîstan nase, phîlosophên wekî Franccesco Petrarka, tev Dante Aligheri, Simon Atumano, Giovanni Boccaccio, Coluccio Salutate, Geert Groote, Bernat Metge, û gelek europîên din, berhemên xwe yên pirjanroî da, helbestvanî be, dramatûrgîa shanogerî be, kûltûreyeke ruhanî ya astbilind dane netewên europî. Evan kesayetîyan, chi di janroên cuda ya têatrdramatûrgîê, pôêzîê, (helbestvanî) yan formên din yên lîtêratûrê da gencîna kûltûreke taybet damezirandin. Wan formên hunerî û ramanvanî, di nava civakan da serkevtinên xwe dîtin, her usa hizkirin û têgîhîshtin di nava xwendevanêd xwe da wergirtin. Ew bûne stûnêd lêpîvanêd kûltûrî û rewshenbîrî. Her usa di warê mûzîkê da perwerde ya mûzîka sîmfonî, yanê orkestral, wek damezirandina janra shanoa stiranbêjî, (Opêra) anku têatra mûzîkal, ya pir caran ji helbestvanî yan ji shanonaman pêktê. Li vir divê bête gotin, ku heger Yünanan cîhan bi felsefê û poêzîê dewle-mend kirin, Îtaliyan bi Opêraê, shêwekarîê, bi sê mezinên wek Rafaêl dê Santîs, Mîkêlancêlo Bûonarotî û Lêonardo da Vînchî bo dewlemendkirina cîhan efirand. Hilbet pêsh wan jî destpêkerên efirandina van huneran, ku ne kêmtirî van her sêyan bûn, hebûn lê van êd navkirî hey mîtologî, hey felsefe, hey dramatûrgî di forma shêwekarî, peykersazî, anîne nava ne tenê hunera vîzûal, lê belê her usa jî ew berhemana di temamîya cîhana pêshkeftî da bûne qenctirîn motîvên wêjeyan. Hilbet ewan berhemana bûne pîvanên hunera bilind ya dema me jî. Her usa jî bêhejmar motîvên janrcuda hatine nava lîtêratûra cîhan û bûne înspîrasyona romanîstan, dramatûrgan, sênarîstên cîhan, yêd ew mîratên kûltûrî bona perwerda nifshan bikaranîn. Ew berhemana bune mînakên qenc nava dîdaktîka netewan da, ku ew bi sûdwergirtina xwe, merivên duhi û îro kirine xudan ruhên hûmanîst.

‚Dramatûrgî di Wêje û Fîlosofîê da‘
Dramatûrgekî Înglîs, hostaê destanên zêde astbilind, bi navê Wîllîam Shêkspîr, (1564-1616/Orig. Shakespeare. Berhem; Romeo and Julia. Otello. King Lear. Hamlet…). Her usa jî dramatûrg, destannivîs û Fîlosofê Alman wekî Yohan Volfgang fon Goêtê, (Johann Wolfgang von Goethe.1749-1832//Berhem; Faust û ên din) helbestvan sedsalekî pey wan berhemên li Europa heyî ra, bi dehan berhemên usayî bi felsefê dagirtî dane cîhan, ku meriv dikare bêje ew dem, dema efirandina wêjeya shanogerî ya cîhane. Ew nivîsên berî wî hatine kirin, belkî asta xwe ya lîtêrarî ne ewqasî naverokbilind bûn û bi dramatûrgîa xwe da ne ewqasî konfrontatîv bûn chendîn jî Shêkspîr ew di shanonamê xwe da karibû dagire. Xût wî bingeha strûktûrkirina konflîktan me, yêd sedsala 20 û 21 danî. Ewî kûrbûn da dîalogan, kete nava lêkolîna hebûnên wekî moral, xweramîn, pîvana giranîên hebûna mirovî, erkî wî beranberî cîhana merivan,erkê hebûnameriv di cîhan da danî û daxwaza qîmetkirinê kir.

‚Komponêntên felsefî, di serpêhatîyan da‘
Li vir, gava em dichine mijara narratîvbûna peyamên felsefî da, nabe ku derheqa êffêktirîn shîretdanên Saga*n, (kirên mêrxasan) yanê jî pey efirandina têologîyan û kosmogonîyan, ku bûne bingehedarên efirandina serpêhatîên kirên nebûî û nedîtî, lê bona shîretmendîyan, di nava gelên cîhan da chîrokên pirjanroî cîhê xwe girtin. Van chîrok û meselokên bi zargotinî xût ew pêdawîstîya dîdaktîkê dadigirtin, ku girêdaî berjewendîên dema xwe ra, damezirandina zimanan bi taybetmendîên xwe yên gêologî û êtnokûltûrî, her usa jî têologî û kosmogonîên xweser (orîgînal) yên li gor antropologîa etnîkî, bawermendîya pirxudayan, kûltûrêd dîdaktîkî li hemî kontînêntan îdêntîtêtên neteweyî dadimezirandin. Lewma jî fêrizî (aqilmendî) di nava gelên cîhan da taybetîya dîrok û bawerîên wan ra analogî (anegor) ye. Û ew berhemana di romanîstîka gelan da, dîrêkt yan îndîrêkt dîyar dibin. Chîrobêjên rojhilatê, wek 1001 shev, ku efirdarên wê bi kesayetî me ra nenas in. Her usa li Afrîka û Azîa da. Her li Europa da, kesêd wekî biraên Andersên û biraên Grîm, bi sedan chîrok efirandin û nûjen kirin. Wan mezintirîn bandora perwerdeî ser civak û nivshan heye. Îdêalên hûmanîzmê, lîbêralîzmê, hizkirina sirushtê û jîngehê, ajalan û qîmetdana merivên qencîkir, kêmhishîya merivên ruhbichûk û fêrizîya mêrxasan, qencmerdan, dihatine formên narratîv, chi bi zargotinî chi bi nivîsînî, bona dilovankirina merivan. Nivîskaran jî ew hebûna xwe ra kirine motîvên pirjanrî û di nivîsên xwe da, her yek li gor felsefevanêd cîhanê wan yên wan ra nas û hizkirî, yanê jî li gor nirxandinên xwe yên felsefî, ew îdêalan di nava berhemên xwe da dabîn dikirin. Dianîne dadgeha xwendevanan. Her usa, romanîstîka cîhanê, ku ji cîhê vala nehatîye û regêd xwe ya berê antîkê, ser bingeha serpêhatîyên têologî û kosmogonîyan ava dike, bi chendîn ked û berhemên bi destên fîlosofan, yan jî ramanvanên fêriz ji sereta ya mirovahîê gishtî hatine hûnandin. Chendîn jî ew bi babetên dûrî têologîyan, mîtologîyan, kosmogonîyan û chîrokên ji efirînerên berê dûr nebin, dîrêkt yan îndîrêkt ji form û têknîkên konflîktên seretaî ya protagonîst û antagonîstan, dûrnakevin. Felsefa chîrok, Saga û serpêhatîên dirêj yên mêrxasîê û kirên qencan dij neqencan, di forma romana îro da, wek kvîntêssêns, (quintessence, kakil) romanîstîka îro da, her wek serpêhatîên nûjen ya fantastîk, ya cadokarîê û janrên din. Dijberîya protagonîst û antagonîstan her pirsgirêkeke felsefî ye di romanê da. Her usa komponêntên felsefî di romanîstîka hemî erdên cîhan û hemî deman da. Hilbet eshkere ye, ku bandora romanan, wek tomarên hunane, yên hunerî, bi form û stîlîstîkên cudan da dikin ku xwendevanê xwe ra vekirî yan veshartî, kakilê naveroka felsefa hemdemî, taybetî, ya dîlêmên jîyanê bidine nirxandin, xwendevan xwe ra bikine hemra, yan wan ra dîalogeke konfrontatîv da chareserî, bersîvên ser dîlêmên rojane bidine gerandin.

Têrmên Herdemî; ‘Moral û Amoralî, Sher û Ashtî, Evîn û Dijminatî‘…
Ev hebûnan, li gel hebûna merivan, yêd hemdemî ne. Ser van bingehan bi sedan berhemêd wêjeyî pêkhatine, ku dehan ji wan xelatên giranbuha wergirtine û bi dehan zimanên cîhan hatine wergêran. Ji wan berhemên „Konfrontatîv“ felsefê xwe dabîn kirîye. Belkî rasttir bêjim, felsefeyeke bi îdêa hûmanîzmê, anku merivhizîê, qencîhizîê, ashtîhizîê xwe kirîye kakilê naveroka romanê ramanvanên cîhan. Hewl didim hindik mînakan ji berhemên dramatûrgî û lîtêratûra cîhan bo analîzekê, anku nirxandinekê bidim. Kurtkirin ne hêsane, lê hewl didim her usa jî lakonîk* û zelaltir bim ramanê xwe da. Yekem babeta lêpîvanê; Ji Dramatûrgîa cîhanî; „Hamlet“ê William Shakespeare. „Faust“ ê Wolfgang Von Goethe. „Dayka „Kûraj“ ya Bertholt Brecht. Ev kesayetîyan dramatûrg bûn, yên felsefên gulîên cuda shirove û qalib dikirin. Di formên ne romanî da. Destanên xwe da wan îdêalên nêgatîv û pozîtîv bi ramanvanî dinirxandin û yeka wek hebûna felsefî hatîye wergirtin. Wek Hamlêtê Shêkspîr xwe dipirse „Hebûn yan Nebûn“? Felsefa Êksîstênsîalîzmê, ku pey ra gelek shirove û berhem hatine nirxandin, bînêr, guhdar, xwendevanê xwe nêzîkî dergeheke hestî dike, li ku jî meriv buhaneyên herdemî dirame, qîmet dide hebûna xwe û erkê meriv di jîyan da, erkê meriv beranberî xweza xwe û xweza sirushtê. Dîsa wek mînakeke berbichev; „Tawan û Size“ ya Dostoevskî da, Raskolnikov, kujerê pîrejina selefxur, pey kirê xwe chendîn dadwerîya xwe dike. Bi zimanê dramatûrgî ev yeka wek „Konflîkta Hindurîn“ tê nasîn. Berî kujtina pîrejinê û pey ra jî. Di navê da kirin, anku kujtin, yanê „Konflîkta Derîn,“ yanê jî „Deranîna Konflîkta Hindurîn“ dibe hegera lêramîna sûcê kirî. A xût li vir, ser bingeha kirên xwe, merivê hemû eslan, di xwe da kûr dirame. Xût ev yeka, dibe mijarên romanîstan, merivan di kir û ramanên xwe da, meremên xwe, yên wî ra wek qenc pêshda tên, bi ambîsîonên dagirkerî, yê zêdekirina mal û milkê xwe. Îznê didime xwe nirxandineke sûbyêktîv ya zêde kurt, di aspêkteke xwe ya gelemperî da, bidime felsefê. Hilbetk, felsefe hishgiranî ye, dûrbînî ye. Dûrbînîya pêkhata rastîê û ya herî serekî ya qencîê ye, qencîya encamdara qencîyan. Qencîya ku tim, di hemû deman da banal, kêmqîmet û ne laîqî guhdarîya desthilatdaran bû. Ev rastî ji hebûna merivan heta dawîya merivan naê guhartin. Mixabin, û zor mixabin, ku merivan li gor aqilmendîya fîlosofan ne kirin û li gor kêmaqilîya xwe kirin. Ya herî bêshermtir jî ew yeka ye, ku ew desthilatdar fîlosofan li gor qîmeta pêlava xwe nagirin, ji ber ku ramîyarîya xwe ser fîlosofîaê digirin, yan jî xwe wek fîlosofan dinasin. Pey efirandin û hebûna fîlisofîa komarî, ewqas organên birêvebirîya komaran heye, merivan xwe ji pejirandina qaliba existence-a rêyên zordarîyan rizgar nekirîye.

Li gor ramana min, meriv divê xwe bi giranîya hebûna têorîên kamûflekirina zordarîyên qalibkirî netirsîne. Ew ne hemîyan ra pêwîste. Felsefe nirxandine, anku analîzkirina hebûnane, ew shiklêbirina hemû hebûnan da ye, heta bawerîyeke olî da jî. Shikberkirin û birchîbûna pêdachûnê, pêdachûna hemî fênomênên xwezaên mirov da, bextewarî û bedbextî da, nirxandina qencî û neqencî da, sher û ashtî da. Û dawîya dawî, felsefe ramanvanîa lîbêralîzmê, hûmanîzmê û xweshbextîya merive. Felsefe ew temrînên mejû ye, ku ji qaliba ramanvanîya rojane dertê û xwe bona pênasînên zêdetir hewl dide xwe. A xût ji vê xala lêpîvanê, û vê yekê da, „Litterarum“ gelek alîkare. Wêje derfet dide, bi formkirina ramanvanîê da, bi serpêhatîyan, bi kirên fîgûrên serpêhatîê, kûr here nava kakilê babetê û li wir bi merivan, bi encamdanên kirên wan derfeta analîzê, anku analîza encamdanê û bersîva hokerên encamdanan bide. Belê, derfeta analîza kirên tawanî, yan qencîê. Chendîn xwendevan bi serpêhatîên cuda cûre tîne rewsha nirxandineke krîtîkî, ewande efirdarê wêje, anku Lîtêrator, (nivîskar) armanca xwe bi cîh tîne, ewqas ew berhema xwe dide hizkirin, yan berevajîya wê. Xwe dide hizkirin, ji ber ku ew wê ramanvanîê da dibe hemra, hîngî xwe bi qehremanan ra diguncîne û li gel dibe hemramanvan. Hîngê wêje dixebite û hîngê wêje meriv ra dibe alikarekî xwenasînê yan jî her wek perwerdedar û moraldar. Her usa lîtêratûr hestên êtîk û êstêtîka meriv bilind dike. Ji zarotîê ev yek pêk tê. Belê, erkê lîtêratûrê eve, wek yê efirdarê wê, bi naveroka xudan kakilekî felsefî, di meriv da tovên îdêalên felsefê, anku hûmanîzmê bichîne, da ew di protsêsa dîdaktîzmê û autodîdaktîzmê bibe xudan motorîzekirina aktîvan di ramanvanîya kesayetî da, da potênsîalê xurt bike, karînên têgîhîshtinan di ramanvanîya asta bilind pêkbîne.

Erkê Lîtêratûrê di Perwerda Îdêalan da: (Bi taybetîya bandora xwe ser zaroyan)
Her usa, hey derheqa erkê lîtêratûrê di aspêkta bandorkirina ramanvanîya kakilkêd felsefî di berheman da, hey jî derheqa kakilêd ramanvanîya felsefî di wêje da û derheqa pêdagogîzma têorîên felsefî da. Wekî me kurdan ra, di rewsha me ya tragîk da, ku her char alî dagirker bandor û kontrola jîyana xweshîya me dike, ew hesta me ra kêm nase. Em dizanin ji fîlmên europîyan, ku dê yan bav zaroên xwe ra shevan chîrokên xweshik dixûnin, da zarok xewra herin. Li gel wê, ku zaro hey derbazî cîhana xewnan û fantazîyan da xweshîya serpêhatîê dihestîne û li gel wê jî perwerdeyeke bedewî û xweshîya rastîê, wek perwerdeyekê di prosêsa damezirandina kesayetîya xwe da dabîn dike. Li gor encamên statîstîka lêkolînên psîkologên cîhan, zaroên; (piranî ya europî) ji 3 heta 10 salan, ku ji alîê zaîyan, guhdarîya xwendina chîrokan dikin, hey dibistanan da serkeftî ne û pey ra jî di perwerde yên beshên cuda da jî zêde zîrek in. Zêdeî wê yekê, sotsîolog û psîkologên zaroyan bi yekdengî dibêjin, ku zaroên ji alîê dê û bavên xwe, chîrokan pêsh xewê guhdar dikin, ew zaroyan di jîyana xwe ya gîhîshtî da zêdetir dilovan in, hiz dikin qencîyan bikin û kêm sheran dikin, her usa kêm karên nechê dikin, ji ber ku ji wan chîrokan sûd wergirtin, ew hînî îdêên qencîkirinê kirin, ewan di xwe da moraleke pozîtîv dabîn kirine ji berhemên wan ra hatine xwendin. Wan bê hemdê xwe îdêalên egîtên chîrokan yên qenckir xwe ra kirine mînak. Heger me, temengîhîshtîyan ra, dîdaktên dramatûrgîê, poêzîê, shêwekarîê û romanîstîkê sûdeke xweqenckirinê, bilindkirina asta moralê û têgihîshtinê dabîn kirin, merivên xudan pêsheroj, anku zaroyan ra ew dîdaktîk di naverokên serpêhatîên chîrokî tên nivîsîn.

Biraêd Grîmm û Andêrsên di vî warî gelek ked dane mirovahîê. Heger di berhem serpêhatîyên rojhilat da, ku ber dest in û zêde nas in, wek 1001 shevên, (farisî-erebî) chîrokên Shahêrêzade ne, ku li gor min, bi strûktûrên serpêhatîyan ne bo asta têgîhîshtina zaroên 3 heta 10 salane, van du cot chîrokbêjêd zêde bi nav û deng, cîhaneke hêsa bo têgîhîshtina zaroyan ji chîrok û serpêhatîên gelêrî xwesh, anku bi zaroyan ra bi têgîhîshtinî nivîsîne. Bi gotineke din, bi her du katêgorîên temenî ra jî berhem hatine nivîsîn, li ku jî bi formên hêsa û nehêsa da perwerde yek tê dan, li ku jî bi for û têknîkên cuda, xebat ser psîxîka* (psîkologîa) xwendevan tê kirin bona „Vekirina Dergehên Têgîhîshtina“ astên ramanvanîê, berfirehbînînê, naskirina cîhana dervaî Orîênt, yan Rojhilat ya neserkeftî, anku bi awaê têknologî, sotsîalî û kûltûrî pashvemayî. Pashvemaînê sotsîal-kûltûrî jî encamên ramanvanîya ney tendurust dide. Ev yeka hebûnek, anku îzbatîyeke berbicheve, heger em nirxandina wan her du hêzan di warê amadebûna bo dîalogên navbera kûltûran û merivan, ser hindik mijarên gêopolîtîkî, olî, yan kûltûrî bînine meydana dîskûssîonan. Merivêd bi mêntalîtêta Rojhilatî bêhntenge û rexneyan nikare bi obyêktîvî wergire, zû sil dibe û chareserî di êrîsha agrêssîv da dibîne, gava merivê (Oksîdênt) Rojavaî zêde berbihêre, guhdare, berbihêre. Ew digere chareserîên dijwar jî bi form û awayekî ashtîyane safî bike. Wî ev cîhana têknologîyan efirand, ku merivê rojavaî her bi awayekî plagîat* (kedxwar) destkeftan bona xwe bikartîne. Belkî hûnê bêjin; Hîngî wî, kurê dê û bavê nexwendewar ew chîrokana pêsh xewê guhdar nekirîye? Bersîv didim; Ew û bêparbûn, bêparbûna ji germî û guhdarîya zaîyan, civakê, komarê, ew kirine ew kesa, ku ew usa damezirî.

‚Dîdaktîka Felsefê di Romanên Kurdî da‘
Niha jî em, wek Kurd, jîyanewerên Rojhilatê, xwe di kontêksta dîdaktîzma netewî binirxînin. Ka bizanin em di warê têorîên felsefa cîhan da xudan chendîn kompêtênsan (zanînan) e. Yanê jî diha rast, chendîn hiz dikin chandên gelên (Oksîdênt.Rojava) dervaî Rojhilat nas bikin. Chendîn em qîmet didine „Xezîne-Hebûnên „Gawiran“. Gelo wan chawa karî ewqas destkeftan pêkbînin. Hilbet ne bi nivîsîna romanan û xwendina chîrokan zaroyan ra. Bi avadankirina Îndûstrîyan, (Kargehan) pêshxistina têknologîyên îndûstrî, ku hemû sêktorên (warên) jîyana komarî da, her usa bona bazirganîê girîng in. Bazirganî dewlemendî ya mal û milkî tîne. Gava zikê merivan têre û mal û hebûna matêrîêl (hebûna diravî) di zêdebûnê da ye, hîngê fîlosof û nivîskarê chev û ziktêr berheman dide. Û chi berheman. Pêwîst nake bêjim, ev hebûnan wê ber chevane. Gava hebûn heye, meriv zanîn jî bo xwe dike milk. Anku wek komarek erkê xwe yê wergera klasîka zêrîn ya mirovahîê dike werger û dide koman û civakan, anku xwendevanê xwe. Ser bingeha naskirina dewlemendîya hebûnêd sotsîal-kûltûrî ya netewan, anku chevvekirina yên nirxandinên cîhanî, ya global, (tevcîhanî) gelekî bêkomar wek Kurd, dikarin serkeftina xwe ya di warê dêkolonîzasyon û azadîê da serkeftinê bidestxin. Her usa, li gor xwerexnegirîke cansax em dij xwe û bo xwe bêjin: Wek pishtgirek dibêjim; meriv divê berheman bi zimanekî ku dizanê û dikare bixûne, wergire. Heger organên wergeran dewlet da, yan netewe da nebe, meriv chawa dikare xwe bigihîne wan zanînan? Hilbet ne hêsane ew faktora, ku kurdan fîlosofên cîhan nas nekirine. Û her usa nivîskaran, ku wergerên hishmendên cîhan wek werger bidest nexistine, nekarîne romanên xwe bi van besh û gulîên felsefê cuda da têbînî û shîretên xwe bi cîh bikin. Eva yeka bû sedemeke dramatîk di bêparbûna rewshenbîrên kûrd da. Hilbet mebesta min ewe, ku rewshenbîrîya netewî ji felsefa cîhan bêpar maye, bi chi sedemî jî nebe. Hemîka sûcê rewshenbîrî bê shik di cîhê xwe da dihêlim. Bi tundî jî rexne dikim, ewan êd xwe rewshenbîr didin naskirin. Chendîn jî wan desthilatêd Oksîdênt da xwendine jî di dema jîyana mihacirîya xwe da. Encamdana xwedadî jî eve: – Bê zanîna felsefa cîhan, bê zanîna poêzî, dramatûrgî û romanîstîka cîhan rewshenbîr seqet û nîv rewshenbîre. Û hîngî ewêd ku perwerda zankoên Erebî da xwendine, zêde ji wir ji xezîna fîlosofîa cîhana Oksîdêntal wernegirtine. Dîsa jî ew guneh li stûyên wan. Ev zanînan, erkên serekî û bingehîn in bo hemû întêllêktûalî, yên xwe daye ser rê ya ronakbîrîya netewa xwe. Dubare; Felsefe, Dramatûrgî, Shêwekarî, Peykersazî, Poêzî û Romanîstîka cîhana ron, ya rojavaî, wek krîtêrîûma serekî ya întêllêktûalîzma cîhanî ye! Wek taca van zanînan jî zanîna ferhenga peyvên Lataynî ye! Dîalêktîzma Lataînî û Romaî bingehdarên hemî zanistane û heger Rewshenbîrê Kurd, hema yek ji dehan ji bizane, her ew kes dikare ronahî bîne civaka xwe.

Rola Romanîstên Kurd:
Bi encamdana vê nivîsa bi vî awayê kurt, û ser babeta bi navê; „Philosophia Litterarum“ tengkirî ewe, ku nivîskarê Kurd, wek „Lokomotîvekî hishmendîvekir,“ wek avangardekî civakê pêshda û bilindahîê da dibe, bibe ew întêllêktûalê globalramîn, ew chirûska ron civaka terî, ya kolonîzatorî, „Rojhilata Erebîzekirî“da, ya jîyana fêodalî xwe ra kirîye „Nîshana Shanazîê,“ … „Pîvana Orîgînalbûnê“… „ Întolêrans – Nîshana Mêranîê“… civakên xwe yên kurdî, bi rêya romanên hêja, dêkolonîze bike. Civakên xwe yên Kurdî bi ramanên xwe globalîze bike. Hewl bide bi chîrok-serpêhatîên lîtêrarî, yên astbilind hey romanîst klassîkêrên nasdartirîn bide nasîn, berhemên wan ra gelê xwe ra bike hizkirî. Divê her usa zanko yan da, fakûltêtên Lîtêraturzanînê (krîtîk) bêne damezirandin, li ku jî kadroên wergeran, krîtîkêr (rexnegirên pispor) cîhê xwe weshanxanan da bigirin û nivîskarên qenc û neqenc bi awayekî obyêktîvî, anku pisporî binirxînin û qîmetê bidine berhemên wan û ne bi kêfa xwe ya ne pisporî. Hilbet romanîstê Kurd divê xwe bigihîne asta bilind ya întêllêktûalîzma navnetewî, xudan zanîna gelek zimanan. Binivîse û wergerîne jî. Her ew nivîskarê qenc dikare înstîtûta rexnevanîê biefirîne da rê bide cîlên nû yên nivîskaran. Netewa bê nivîskarên astbilind neteweke seqet û bê hishe. Nivîskar ew fîlosofê êstêtîkî û hunerî ye, ku berhemên xwe da belkî kakilêd felsefan dike para xwendevanê xwe, ku wê, wî, têorîên cuda di ramanvanîê da wî jî bike hemra, hevbesh, pêshvebir û alîgir, yanê jî berevajî. Her hal, di encama vê konfrontasyona vê „Sêgosheê“ – Ew, wek yekem; anku Autor. Duyem; Serpêhatî. Sêyem; Xwendevan. Ev her sê komponênt hev ra dibine shirîkê bilindkirina, yek; – Întêllêkta Xwendevan, wek hevrê yê fîgûrên berhem da. Du; Xwendevan ew yeka ye, ku autor berhema xwe, anku peyama xwe digihîne wê, wî û bi vê yekê kontakt, rûbirûbûna wan her duyan, bi yê sisîyan ra, yanê „Story“ (serpêhatî) ra pêktê, li ku jî ew herdu, Autor û Serpêhatî di cîhana Xwendevan da werguhartinan pêktînin. Ew werguhartin jî divê xudan nirxên pozîtîv û ne berevajîya wê be. A usa xwendevan da harmonîyeke hestan, ku ji xwezaê, koda gênêtîk da dabînkirîye bi shîrê dê va, wek bingeheke bi hêz kesayetîya qenc pêktîne.

Rola Xwendevanêd Kurd:
Xwendeavan jî, bichûk yan mezin, hilbet weke rûpêleke sipî ya nenivîsî, ew fîgûra serekî ye, ku berhema nivîskar, wek mazûrvanekî mêvan mala xwe da bihêwirîne, serpêhatîê derbazî hish û psîkologîya xwe dike, wê tîne ber chevêd xwe û bi awayekî vîzûêl jî pêrsonajan bona xwe dibîne û wan ava dike. Wan ra bi awayekî passîv yan aktîv dibe hevrê, dadwer, rexnegir û zêdetir rola wan wek yê xwe dibîne û bi wan ra nava temamîya bûyeran ra derbaz dibe. Ewê kakila felsefî ra jî, ku li gor prêzêntasyona, anku vekirina autor pêsh xwe bi hemdê xwe yan bê hemdî xwe ra di tareke ûnîvêrsa mejûê xwe da dêponî dike. Ew dimîne belkî bo demekî „dergehevekirekî“ passîv, lê dema wê tê ku ew zêrêd peyamên veshartî xwe didine kifshê. A bi vî awayekî lêpîvana kurt, têkîlîya Philosophia Litterarum, Autor û Xwendevanê Kurd dikare Serkeftinê bibîne, heger ev nivîsan rast û bi kûrbînîn bêne lêramîn. Vivat Philosophia Litterarum!“

Dr. Casoê Wezîr Serhedî
casoewezirserhedi@gmail.com
15.01.24

Têbinî: Ev nivîs, bi reseneîa xwe hatiye weşandin. Edîrorîa malperê, dest nedaye şêwe û naveroka nivîsê.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button