Philosophers

Şêx Bedredîn û Berheme wî a 'Varîdat'ê

Alî Gurdilî

Şêx Bedredîn (Sheikh Bedreddin Mahmud bin Israel bin Abdulaziz), an jî Bedredînê Sîmavî (1358–1417). Sûfîyê tesewufê (mitesevvuf), zanyar, teolog,  şoreşger û serekê serhildana Şêx Bedredînî. Di dîroka îslamî de, bi navê Şêx Bedredîn dihê nasîn. Piştî şerê Enqereyê (1402) di dema Fetreta Osmanîyan (Ottoman Interregnum) de, ji çar birayan ji bo birayê biçûk Mûsa Çelebî, şêwirmendîyê kiriye û ji bilî ramanên xwe yên serbixwe û xweser, ji ber tevgerên xwe yên siyasî, cezayê îdamê sitandiye û di çarîka pêşîn a sedsala 15an de (1417 mîladî- 819 hicrî) hatiye îdamkirin. Nivîsên wî yên felsefeyî û tesewufî, di berhema wî ya bi navê ‘Varîdat’ê de hatine civandin. Di zimanê erebî de peyva ‘varîdatê’ ji koka tîpên V. R. D. tê û di wateya ‘gotinên bi coş’ de ye. Mixabin, ev berhem ne bi destê wî, lê ji bersivên wî yên felsefeyî û tesewufî hatine civandin. Ji bilî ‘Varîdat’ê çilûheft (47) berhemên wî yên din jî hene, lêbelê mixabin ew bi temamî negihêjtine roja me. Ji bilî Varîdatê, behremên wî yên sereke ‘Cami- ûl Fusuleyn’, ‘Ukudû’ l Cevahir’, ‘Letaif’ ul İşarat’ û ‘Teshil’ in. Li vir divê were gotin ku di navbera ramanên Şêx Bedredîn û feylesofên antîk yewnanî de, hevşibînek dixweyî, ku ew feylesof berîya wî nêzî 2000 (duhezar) salan jiyane. Şêx Bedredîn, di ‘Varîdat’ê de behsa alem û giyanê dike û ku ev raman jî me dibe guftegoya nêrîna du aleman, ku ew jî berê di dîtinên Herakleîtos û Xwendegeha Eleayê de hatibûn dîtin.

Li gorî dîtinên Herakleîtos: Her tişt, celeb, cor, objekt di demajoyekê guherînê de û mîna çemekî, di herk û bûyînê de ne. Du alem hene, a rast du xwiyakirin. Xwiyakirina yekem, bi alîkariya sehekên me (bi çav, dest, guh û hwd.) xwe bi me dide nasîn. Em wan wisa dibînin ku xwedegiravî ew tiştên naguhêr in. Di alema din de jî, têgihiştina wan bi saya aqil e, herdem diguhere û ew jî, alema rastîn e. Encax li gorî Parmanîdes jî: Ew alema ku bi saya sehekan xwe bi me dide xwiyakirin, ew di guherînê de xwe nîşanê me dide. Lê alema rastîn ew e ku, em wê bi saya aqil, îdrak dikin. Ev nêrîna du (2) aleman, di ‘Varîdat’a Şêx Bedredîn de wiha xwiya dike: ‘Horî, qesr, çem, dar û mêwe, hemû di xewnan da têne cih, ne di sehekan de. Cin jî, wiha ne û navê wan îsbata vê yekê ye. Çimkî, xwe ji sehekan veşartine. Mirovên wan dibînin, dibêjin me wan bi çavan dîtiye. Heçkû ew ne bi çavan, lê bi saya xewnan dihên dîtin. Lewra, ew ne rastîn in.’

Ramanên Parmanîdes yên ku heyînê bêliv, nedabaş, naguhêr û yekser didît, di ‘Varîdat’ê de wiha tê vegotin: ‘Şeklên yekkeriyê yên cuda, dîsa jê ne. Lewre, hemû heyîn di her tiştî de û di her zerreyî de ye. Di tov de û di her dera darê de ye. Ma gelo, çêbûna tov nayê dîtin? Lewre dar bi temamî di mêweyê de ye, di tov de ye, di hemû dera darê de ye û dar, jê hêşîn dibe. Mîna wan, heyîn jî ji eslên xwe dertên û esil jî, bi temamî di nava (dilê) hemû heyînan de ye. Di her zerreyê de ye. Bi vê yekê re, ji bo weliyan ev veşartinî ji holê radibe.’ Di vê mijarê de, dîtina Xenophanes (Ksenofanes B.Z. 569-477) ku li gor hinek feylesofan ew avakarê Xwendeha Eleayê tê pejirandin, wiha ye: ‘Di xwiyakirinê de, her tişt diguhere. Lê li pişt van hemû guherînan, tiştek heye ku ew naguhêr e.’

Gora Şêx Bedredîn (Sheikh Bedreddin Mahmud bin Israel bin Abdulaziz) – Li cem tirba Mehmûdê II.

Bi gotinekê din: ‘Li pişt perdeya guherînê a reş, gewherek naguhêr û bêsînor heye. Ew gerdûn e, Xwedê ye. Xwedê, her tiştî dibîne, seh dike û dihizire. Ji ber ku ew bêliv e, bi saya aqil ew hemû tiştî dibîne û dikargerîne. Xwedayê bêsînor û xweza, wekîhev in.’ Lê, di vê xalê de Ksenofanes dibêje: ‘Mirov, dîsa jî tênagihêjin rastiyê, ew encax dikarin bigihêjin hevriyên wê. Nimûne: zilamek beyî hemdê xwe rastiyê vebêje jî, rastiya ku ew tîne zimên ne rast e, yan jî ew tênagihêje vê yekê.’ Li gorî Ksenofanes: ‘Li tu derê, ji bilî hizrê tu tişt tune. Xwedê û xweza wekîhev in û di şeklê, balor (globa) de ne.’

Şêx Bedredîn, helbet wiha nafikire. Lewra, Şêx Bedredîn a Heq (Xwedê) ji xwezayê, ango ji yekkeriyê cihê digre û xirabiyên mîna îşkence û tundiyê, tevgerên yekkeriyê dibîne. Başîyên mîna delal û çêz jî, xulqa Xwedê ne ku bi awayekî xwe berdane xwezayê. Ev raman, nêrîna Anaksagoras tîne bîra meriv, ku Xwedê mîna ‘nous’ê didît. Lê di navbera dîtinên wan de cudatiyek heye: Di felsefeya Anaksagorasî de, hêmana pêşîn (arkhe) ango, perçeyên herî biçûk; bêdestpêk û bêdawî ne. Li gor felsefeya Anaksagoras, ew sparmatên bêliv bi saya ‘nous’ê xwe dilivînin û ji ‘nous’ê  cuda ne. Lêbelê, ‘nous’ jî, mîna wan spermatan, bêdestpêk û bêdawî ye. Di vê niqteyê de, Anaksagoras ‘nousê’ dilivîne û bûyînê jî, di dewsa xwe de dihêle. Di vê niqteyê de ramanek aşkere heye ku ew jî ev e: Di felsefeya Anaksagorasî de jî, mîna felsefeyên din yên serdema antîk, dualîzm serwer e. Lêbelê di felsefeya Şêx Bedredîn de, Xwedê li derveyê yekkerîyê ye, ango li derveyê ‘nousê’ ye. Lê bi awayekî îzafî, di nava yekkerîyê de heyînek e û ji bilî wî (Xwedê) tiştek tune. ‘Mirov, beriya yek heyîneke dike ku ew jî Xwedê ye û di gewhera Heq de, daxwaza xwiyakirinê heye. Ev daxwaz jî, di perçeyên herî biçûk (hûr) de, xwe nîşan dide.’

Belê, meriv dikare ramana Şêx Bedredîn di loda Wahdetî Vûcudê de mitaala bike. Lewra ew dibêje ‘… herweha, dijber û nakok bin jî, ew dîsa hemû heyînan diguncîne. Lewra her tişt, di nav têgiha heyînê de ye. Nakokî (berçewtî), têgiheke ji Xwedê dûrbûn e û proseyek e. Lê di vê proseyê de, Xwedê heye û ‘batıl’ jî heq e. Çimkî, ew heye. Batilî, îzafî ye. Hemû prose, di alema cisman de civiyane û heke cism ji holê rabin; ne jî qanûnan û ne jî ji heyînên nedîtbar (razber, soyut, abstract), tiştek li holê namîne.’

Li gorî nêrîna Şêx, gerdûn bêdestpêk e. Hebûna wê a diwarojê (pêşeroj, rojên bê, siberoj) jî, tiştekî gewherî (zatî) ye. Dîsa Şêx dibêje ‘… bi vê yekê bizanibe ku destpêk û dawîya bûyînê û xirabûnê, tune. Dinya û axret, herdu jî îzafî ne. Tiştê xwiya dike jî, dinya berdemî (muweqet) ye. A veşartî, axreta bêdawî ye. Herdu jî, ji destpêkê ve hene û dê heta hetayê (bênatiyê) jî hebin.’ Ramana wî a ku dibêje: ‘Hemû nakokî û dijberî, ji Xwedê tên.’ dişibe apeîrona Anaksîmandrosî û ‘logos’a Herakleîtos. Li cem Anaksîmandros jî: bingeha her tiştî apeîron e. Apeîron, nedîtbar (razber, soyut, abstract) e. Lêbelê, dîsa jî meriv dikare bibêje ku xwedîyê ava Thales, logosa Herakleîtos, heyîna Parmanîdes, çar elementên Empedokles, sparmatên Anaksagoras û atomên Demokrîtos e. Ango apeîron, bêsînor e ne hatiye afirandin, berçewtên wî tune nin û ew, yek heyînek e. Lê her tişt, di şeklekî berçewt de, jê dertê û ji bo ku edalet cihê xwe bigre, vedigere ser wê.

Di Varîdata Şêx Bedredîn de, çend dîtinên mîna ramanên Îbn’ ul- Arabî jî hene. Nimûne: ‘Cewhera Xwedayê mezin, ji yekkeriyê dûr e. Lê yekkerî, di nava (dilê) wî de ye û ew jî di nava yekkeriyê de ye.’ ‘Bivênevêtî, divê di vê rewşê de bivênevê bimîne. Çêbûna bêdestpêk, di sûretan de didin pey hev, yan jî hev diqewirînin. Xwedê çawa ji bo wê ye, wisa jî jê dûr e. Hebûna pêkan, ji aliyê suretê ve pêkan e, piştre çêbûye û hatiye afirandin.’

Dîsa Şêx dibêje: ‘Bi tenê heyîn, ji bo xwe heyînekê bivênevê ye. Çimkî, di navbera heyîn û tunehiyê de, bi awayekî din çênabe. Yek ji wan, bi yekê din nayê wesfandin. Hebûnatî, qet nabe tuneyî. Ev tişt bêderfet û dûrî aqil e. Wekî wî tiştê ku tune nin jî, nabin heyîn (hebûn). Tiştekî bivênevê jî, bi awayekî taybetî ne pêkan e. Lewre heke wiha be, wê demê dê hebûna xwe jî ji heyîneke cuda bigre, li derveyê wê winda bibe û dê heyîna wê, bi tinebûnê were wesfandin. Lêbelê, ev tişt jî ne pêkan e. Bi tenê heyîn heye û ev yek, bivênevê ye ku hemû tiştên din jê hene. Ev heyîn jî, Xwedê ye. Di hemû heyînan de, ê xwiya dike Xwedê ye û ê birêve dibe jî, ew e.’

‘Ji bilî Xwedê, Xwedê tune û di gerdûnê da ji bilî Xwedê, tişteke din tune.’ Ramana vê peyvê û ramana ‘Îbn’ ul- Arabî’ ku dibêje: ‘Ramana tiştên aferînek, ji bilî heyîna afiraner ne tu tişt e.’ mîna hev in. Dîsa suxteyekî  ‘Îbn’ ul- Arabî’ Sadredîn Konevî (1210-1274) jî di vê mijarê de wiha gotiye: ‘gerdûn, ji bilî xwiyakirin û siya Xwedê, ne ti tişt e.’ Ev ramana Sadredîn Konevî, ji aliyê helbestkar ‘Mehmûd Şebesterî’ ve di helbesta xwe ya ‘Gulşe- î raz’ de wiha hatiye gotin: ‘Cîhan- ı cumle furüg nur -î Hakk’ dan / Hak enderû- zî peyda -î est pinhan.’ Ango, dibêje: ‘Hemû cîhanê ji nûra Heq bizanibe / Heq di dilê wan da veşartî ye.’

Hasilê, Varîdat ne bi destê Şêx Bedredîn hatiye nivîsandin. Lêbelê, ji gotinên wî yên felsefî û tesewufî pêk tê. Di vê nivîsandinê de, çend nakokî û kêmasî xwe nîşan didin. Lê dîsa jî, em nikarin bibêjin ku Varîdat ne berhemekê tesewufî ye. Ji bilî diya wî ku ew jî keçekê rûmî bû, ji bilî vê yekê gurzekê çandî di navbera Şêx û feylesofên antîk yewnanî de tune û Şêx, bi temamî di nav çanda îslamî de mezin bûye. Li Misrê, li ber destê Şêx Hiseyin Exlatî (Ahlatî) xwendiye. Herçuqasî di ‘Varîdat’ê de ramanên wî bişibin ramanên feylesofên antîk yewnanî jî, em nikarin bibêjin ku Şêx, di bin tesîra ramanên antîk yewnanî de maye. Lewra, riya Şêx ew rê bû ku ji afirandiyan dest pê dike û bi vî şeklî, xwe digihîne Xwedê.

Lêbelê, tiştek eşkere ye ku Şêx di bin tesîra ‘Îbn’ ul- Arabî’ de maye û ji dîtinên wî ketumet bûye. Di hemû jiyana xwe de, xwestiyê ku dîtinên xwe yên tesewufî di civakê de pêk bihîne. Ji ber dîtinên xwe jî, mîna şoreşgerekî li hemberî desthilatdarîya osmanîyan serî hildaye. Di dawiyê de, di sala 1417an de (mîladî), li sûka ‘Serezê’ hatiye dardekirin. Cendekê wî, piştî ku rojekê wiha bi dara sêpê ve daliqandî dimîne; ji aliyê mirîdên wî ve li cihekî nêzîk tê veşartin. Piştî demekê dirêj, hestiyên wî ji ‘Serezê’ tînin Stenbolê û li saraya Topkapîyê, têne parastin.

Çend Beş ji Berhema ‘Varîdat’ê

1– ‘Hemû nimêj û îbadet, ji bo diristkirina ehlaqê û zelalkirina dil in û ti qeyd û mercên îbadetê jî tune nin. Bi çî awayî be bila be, dê ew îbadet daxwaza Xwedê be. Heke mirov bi awayekî rast Xwedê binasin, kêm kes dê bi îbadetê mijûl bibin û dê pirraniya wan, dest jê berdin.’

2– ‘Horî, qesr, çem, dar û mêwe, hemû di xewnan de têne cîh, ne di sehekan de. Cin jî, wiha ne û navê wan îsbata vê yekê ye. Çimkî, ji sehekan veşartî ne. Kesên wan dibînin, dibêjin me wan bi çavan dîtiye. Heçku, ew ne bi çavan, lê bi saya xewnan têne dîtin. Lewre, ew ne rastîn in.’

3– ‘Lewnên (şekl) yekkerîyê yên cuda, dîsa jê ne. Lewre, hemû heyîn di her tiştî de û di her zerreyê de ne. Di tov de û di her dera darê de ne. Ma gelo, çêbûna tov nayê dîtin? Dar, seranser di mêwê de ye, di tov de ye, di hemû dera darê de ye û dar, jê hêşîn dibe. Mîna wan, heyîn jî ji eslê xwe dertên û ev esil jî di nava hemû heyînan de ye, di her zerreyê de. Ev veşartin, bi tenê ji bo weliyên Xwedê, ji holê radibe. Yekkerî, li ba hemû mirovan heye, lê veşartin li gorî asta nefsa wan, ji holê radibe.’

4– ‘Xwedê yek heyîn e û ji bilî wî, heyîn tune. Mirov, beriya heyînekî dike, ew jî Xwedê ye. Di gewhera Heq de, xwesteka xwiyakirinê heye. Ev jî, xwe di perçeyên herî biçûk de nîşan dide.’

5-  ‘…herweha, dijber û nakok bin jî, ew hemû heyînan diguncîe. Lewre, hemû tişt di têgiha heyînê de ne. Nakokî jî, têgihek ji Xwedê dûrbûn û proseyek e. Lê, di vê proseyê de Xwedê heye û batil jî heq e. Lewre, ew heye. Batiliya wî, îzafî ye. Hemû prose, di cisman de dicivin. Heke cism ji holê rabin, wê demê ne ji qanûnan û ne jî, ji heyînên nedîtbar (razber, soyut, abstract) tiştek li holê namîne.’

6- ‘Tu bi vê yekê bizanibe ku destpêk û dawiya bûyîn û xirabûnê tune. Dinya û axret îzafî ne. Tiştê xwiya dike jî, dinya berdemî ye. Ya nuxumî jî, axreta bêdawî ye. Herdu, ji destpêkê ve hene û dê heta hetayê jî hebin.’

7– ‘Hin mirov, mirovan û hinek jî zêr û zîvan û navdariyê, mal û milkên dinyayê û teamên dinyayê dihebînin û dîsa jî dibêjin, em Xwedê dihebînin.’

8– ‘Bi tenê heyîn, ji bo xwe heyînek bivênevê ye. Çimkî, di navbera heyîn û tunehîyê de, bi awayekî din çênabe. Yek ji wan, bi yekê din nayê wesfandin. Hebûnatî tu carê nabe tuneyî, ev tişt ne pêkan e û dûrî aqil e. Wekî vê yekê tiştê tune jî, tu carê nabe heyîn. Tiştekî bivênevê jî, bi awayekî taybet nabe pêkan. Lewra heke wiha be, dê hebûna xwe jî, ji heyînekê cuda bigre û wê pê girêdayî bimîne, dê li derveyê wê winda bibe û hebûna wê, bi tinebûnê were wesfandin. Bi tenê heyîn, heye û ev yek, bivênevê ye. Ev heyîn jî, Xwedê ye. Di hemû tiştên xwiyakirî de Xwedê heye, yên destnîşan dike jî ew e. Ji bilî Xwedê, Xwedayeke din tune û di gerdûnê de, ji bilî Xwedê ti tişt tune.’

9– ‘Çawa ku ji bo laş mayendetî tune be, di dawîlêhatina laş de (mirin) jî, carekê din (ji nû ve) yekbûn tune. Heçî di Qur’ana pîroz de, di derheqê jîndarbûna miriyan de çend daxwiyan hebin jî; wateya wan cuda ye. Ew candarên ku tevlî tunebûnê bibin, ji wan re carekê din yekbûn tune û tintêla wan, ti carê venagere şeklê xwe ê berê.’

10– Hedîsa (Men kale lailahe illellahü dehalel cennete) di maneya (yên dibêjin laîlahe illallah, diçin bihûştê) de ye û vê hedîsê, em dikarin bi heft (7) awayan şirove bikin:

1- Di vê hedîsê de, armanca bikaranîna peyva bihûştê, mîzginiya warê xelatê ye ku bi horî û qesran hatiye xemilandin. Jixwe, ev mane ye ku ji aliyê hemû kesî ve dihê zanîn. 

2- Bihûşt, warê ewlehiyê ye. Di wê dema ku misilman di ewleyiyê de dijîyan û ji xwe ewle bûn; xiristiyan ji xwe ne ewle bûn, ji mirin û êsîrtîyê ditirsiyan. Jiber vê çendê jî, cenabê pêxamber gotiye ku yên bibin misilman û dînê îslamê bipejirînin, dê ew ji xeteran dûr bibin û dê di ewlehiyê de bijîn. Peyva bihûştê li gor ferhengê di wateya ‘bexçe’ de ye, ji ber vê sebebê hatiye gotin û bihûştê, mîna kelehekê nîşan daye.

3- Bihûşt, maneya rûber û kozikê jî distîne.

4- Ji peyva bihûştê mexsed, gihêjtina asta ecibandina Xwedê ye. Li gorî vê hedîsê ku li me jorê qala wê kir, yên fam dikin ku di cîhana cismanî û ruhanî de ji bilî Xwedê tu heyîn tune û bi vê yekê îmanê bînin, dê ew herin bihûştê.

5- Bihûşt sipehîtiyekê pîroz e, ku ti carê natemire.

6- Çawa ku hemû tiştên ar û çepel, bi êgir û bi dojehê bi nav dibe, mertebeyên hêja û şerefyar jî, bi bihûştê bi nav dibin.

7- Dest ji hebandina pûtan, yên ku bi çavan têne dîtin û bi destan têne dest tê dan, berdidin û cenabê Heq, a ku bi sehekan nayê bihistin, dihebînin.

11– ‘Hemû teşwîqkarên Heq, milyaket û rahman in. Yên ku ji bilî Heq te teşwîqê tiştên din dikin jî, ew iblîs in. Bi gotineke vekirî: Hestên te yên mirovî yên ku te beralî Heqê dikin û di dilê te de, vê meyldariyê hişyar dikin, ew milyaket in. Yên te beralî fitne û fesadiyê dikin jî, ango hestên te yên heywanî jî, cinanî ne.’

12– ‘Çend mirov, ji wan sebeban milyaket û iblîs hildibijêrin û wan di hişê xwe de pêşnûma dikin. Wan tiştan, li gorî daxwaza dilê xwe bi awayekî madî dibînin û wisa bawer dikin ku ew tişt jî, mîna yên din, rastîn in. Lê ew nizanin ku ew tiştê ew pêşnûma dikin, ne li derveyê wan e û di hişê wan de ye.’

13– ‘Dinya û axret, berdêlkên hevdu ne. Ji destpêka hemû tiştî re dinya û ji dawiya wan re jî axret tê gotin. Heçku, herdu jî, di vê alemê de çêdibin.’

14– ‘Ew melekên xirabîyê ku dikevin damarên mirovan, ew wan ber bi heywanetiyê ve dibin. Ew şehwet, dilreşî û çavçilûsî ne ku li hemberî riya Heq û dîn, li pêşîya çavên mirovan mîna perdeyekê ne. Ew hedîsa ku dibêje: ‘Şeytan herdem di damaran de diherike û radiweste’ vê yekê nîşan dide.’  

15– ‘Mirov ji yekîtîya giyan û laş, pêk tê. Her yek ji wan, hewcedarê xwarin-vexwarin, nîmet û rihetiyê ye. Her mirov çawa ku ji bo pêdiviyên laşê xwe dixebite, pêwîst e ji bo giyana xwe jî bixebite. Heta meriv dikare bibêje yên biaqil, ji bo pêdiviya giyana (rihê) xwe, zêdetir dixebitin. Lewre mirov ne bi cendekê xwe, lê bi rihê xwe mirov e. Mirovên pêdiviyên rihê xwe bi cih naynin, ew belangaz dibin û dibine, yek ji wan miriyên zindî.’

16– ‘Hemû alem, mîna yek mirovekê ye ku hemû livokên wî hev temam dikin. Di vê valahîya bêser û bêber de, hemû tiştên biçûk û mezin, girêdayî hev in û li ser hev xwedan tesîr in. Sebebê bandêra (sazûman) vê alemê, ev rewşa girêdayî hev e. Ji ber vê yekê, kesên ku gotine ‘heke ax, asîman û stêrkên din, ji wê asta xwe pariyekî jî bilind yan nizim bibin, dê bandêra mitleq a gerdûnê xira bibe’ rast gotine.’

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 28.04.2023
  • Çavkanî: ‘Tarîxa Felsefeyê’ – Alî Gurdilî / Berhema Neçapbûyî


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button