Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Felsefa Heyînê, Ontolojî (Ontology)

Mijara felsefa heyînê (hebûnnasî), heyîn e. Hemû tiştên fizikî û ramanî, heyîn in. Di vê xalê da heyîn, dikare li derveyê hişê (bîra, şiûra) meriv hebe û jê azad be û dikare, di  hişê meriv da jî hebe û hebûna wê, girêdayî hişê mirovî be. Numûne: Xanî, kevir, ax, av, şêr, meriv û hwd. li derveyê hişê meriv in û jê serbixwe ne. Heyînên ku me qala van kir, heyînên rastîn in. Sisê, pênc, prîzma, sêkoşe, hejmara pî û giyan, hebûna wan girêdayî hişê mirovî ne û bi hişê meriv ra, hene. Ev jî, heyînên ramanî (îdeal, hizrî, fikrî) ne. Heyînên rastîn, rastîniya xwe ji bûyer, object û ji kesayetîyan digrin. Li fezayê cih digrin, bi demê ra diguherin an jî, ji holê radibin. Lê heyînên ramanî, bi sehekan nayên bihistin; derfezayî û li derveyî demê ne û tu rastînîya wan jî, tune. Ji beşa felsefê a ku dixwaze heyînê fam bike û lê dikole da ku bizanibe ka gewher û sebebê yekem a heyînê çi ye û pirsa, ‘gelo heyîn heye an na?’ ji xwe dike, ‘Ontolojî’ ango ‘Hebûnnasî, Ontology’ (fr: ontologie, tr: varlık felsefesi) dihê gotin.

Ji hêla zanistî va heyîn (hemû tiştên ku hene) hem mijara zanistê û hem jî, mijara felsefê ne. Lê, di mijara heyînê da nêzîkwerîya zanist ûphilosophiaê, cuda ye. Zanist, hem hebûna heyînên ramanî û hem jî, hebûna heyînên fizikî dipejirînin û pirsên mîna ‘gelo heyîn heye, yanê na? û ‘gelo bingeha heyînê çi ye?’ ji xwe ra nakin pirsgirêk. Ê ku van pirsan dike û dixwaze ku van pirsan çareser bike, ontolojî (hebûnnasî) ye. Her zanistek, ji xwe ra qadekê heyînê dike mijara vekolanê. Mesela biology li heyîna zindî, fizîk li heyîna cismî û pyschology, li heyîna giyanî vedikole. Ji hêla philosophic va heyîn û pirsgirêka heyînê, ji bo felsefê; wekî zanînî, exlaq, zanist, aesthetics û ethicsê, mijareke sereke ye. Mijara pêşîn a ku ji aliyê philosophan va hatiye vekolandin, bêguman heyîn e. Philosophên Serdema Pêşîn ên surûştê, ketina lêgerîna arkheya (madeya ewil) heyînê. Li gor nêrîna Thales arkhe, av e. Hemû tişt ji avê der çûne û carekê din, dê vegerine avê. Li gor nêrîna Anaksîmenes jî, madeya resen (arkhe), hewa ye. Li gor Aneksîmandros jî, apeîron (nexuyatî, nediyarî, newekatî, kesnezanî) e.

Li gor Demokrîtos, atom û li gor Herakleîtos jî, agir e. Pirsgirêka heyînê, bi lêkolandina surûştê dest pêkiriye. Metaphysics û Ontology, du têgihên cuda ne ku heman tiştî îfade dikin.

Li gor nêrîna Arîstoteles ontology, li sebeb û prensîbên pêşîn ên heyînê digere û zanînek e. Ê ku cara pêşîn peyva ‘metaphysics’ê bikar haniye, Andronikosê Rodosî ye. Berîya Mîladê di salên 70an da, di dema tesnîfkirina berhemên Arîstotelesî da, nivîsên Arîstoteles ên philosophic; piştî nivîsên fizîkê tesnîf dike. Di philosophia Serdema Navînî da, ji bo ku bikaribin bingeheke philosophic ji theology ra deynin, ‘Metaphysics’ hatiye bikarhanîn. Metaphysics, zanîneke philosophic e û hewl dide da ku pirsgirêkên derî surûştî, bi ramanên aqilî şirove bike. Heyîn, Xwedê, zindîtî, giyan (rih) û bi pirsgirêkên bi vî rengî ra mijûl dibe û hewl dide da ku wan pirsgirêkan şirove bike.

Bingeha metaphysicsê, têgihên nedîtbar (razber, abstrakt) in û metaphysics ji bo şirovekirina gerdûnê, di hewleke giştî da ye û bi pirsgirêkên neçareserkirî, mijûl e. Metaphysics, beşekê felsefê ye û li gor prensîpên mantiqî tevdigere. Descartes, metaphysicsê bi awayekî pirr dijwar rexne kiriye. Li gor nêrîna Descartes, metaphysics ji bilî sîstemekê danasînê, ku hewl dide heyînên derî sehekî şirove bike, ne ti tişt e. Metaphysics, ne zanînek e û zanînên ku pêşkêş jî dike, ne muteber in. Ev ramana Descartes, piştî wî ji aliyê philosophên materialist va jî, hatiye pejirandin. Descartes di berhema xwe a bi navê ‘Pêşgotina ji bo hemû metaphysicsên ku rojekê dikarin wekî zanistê derbikevinholê’ da weha dibêje: ‘gelo tişteke bi rengê metaphysicsê, pêkan e? Heke metaphysics zanistek be, çawa dibe ku ew jî wek zanistên din nayê peyîtandin? Na heke ew ne zanistek be, wê demê çima di bin kirasê zanistî da mejiyên merivan dibe? Ji bilî vê yekê, zanistên din herdem bi pêş dikevin û metaphysics, çima herdem di dewsa xwe da ye û li cihê xwe, xwe digindirîne?’ 

1- Ontology, heyînan dabeş nake (wekî heyînên zindî an mirî û an jî wekî heyîna civakî, siyasî û giyanî) û bi awayekî tevayî (tumel, giştî, tevbar, universal) lê vedikole. 2-Philosophia, bi pirsa ‘Gelo heyîn heye?’ dest bi xebata xwe dike. Ji ber vê yekê, hatta ku li hebûn an tunebûna heyînê venekole, dest bi mijara heyînê nake. 3- Philosophia, piştî pirsa ‘gelo heyîn heye?’, dest bi pirsa ‘heyîn ji çi cinsî ye?’ dike. 4- Philosophia, xwe bi rîya aqil nêzî heyînê dike û hewl dide ku pirsgirêka heyînê, bi aqil çareser bike. 5- Philosophia, li heyîn, pêhatî û bûyeran, ne li gorî esasê sedemwerîyê (nedensellik, causality), lê li gor rêbaza aqil vedikole. Di Mijara Heyînê da, Çend Pirsên Metafizîkê yên Sereke:

A- Heyîn, gelo heye yanê na? B- Koka heyînê çi ye? C- Gewherê madeyê, çi ye? D- Heyîn diguhere, yanê na? E- Gelo li gerdûnê rêkûpêkî heye, yanê na?

6- Gerdûn, yek e, an ji yekê zêde ye? 7- Gerdûn bidawî ye, an bêdawî ye? 8- Gerdûn, bi armace yanê na? 9- Gelo li gerdûnê, azadî heye yanê na?

Pirsgirêka Hebûn û Tunebûna Heyînê:

1- Nihilism (Hîçparêzî): Di maneya, hîçparêzîyê da ye. Nûnerên sereke ên vê tevgerê, Gorgiasê philosophê Serdema Pêşîn û Nietzsche ne. Li gor nêrîna wan, heyîna rastîn tune. Her tişt, xewn û xeyal e û ji bilî hizrekî, ne tu tişt in. Heyîn, wekî heyînên di xewnên me da ne. Dema xewna me diqede, em têdigêhêjinê ku heyîn ne rastîn e. Loma, ji ber ku em hene heyîn jî hene. Heke em tunebin, dê heyîn jî tunebin. Bi kurtî, li derveyê me û ji me serbixwe, heyînek tune û hemû tişt, vala û demdemî ne.

2- Realism (Rastîparêzî, Gerçekçilik): Heyîn, di gerdûnê da hene û rastîn in. Heyîn, li derveyê me û bi awayekî serbixwe, hene. Em hebin û tunebin jî, ew hene û dê hebin jî.

Pirsgirêka Pêkhatina Heyînê:

Di mijara çêbûn û binavkirina heyînê da philosoph, xwediyê ramanên cuda ne û bersivên cuda dane pirsa çêbûna heyînê. Meriv dikare wan bersivan, weha rêz bike: 1- Heyîn, bûyîn e. 2- Heyîn, îdea (raman, hizr, fikir) ye. 3- Heyîn, made ye. 4- Heyîn, hem made û hem jî raman e. 5- Heyîn, phenomenon (fenomen, xuyanî) e.

1- Heyîn, Buyîn e: Philosophê pêşîn ê ku vê ramanê parastiye, Herakleîtos e û li gor nêrîna wî madeya pêşî (gewher) a heyînê, agir e. Gerdûn, bêrawest diguhere û di rewşekê herk û çêbûnê da ye. Di gerdûnê da, tiştên rawestî û naguher, tune nin. Loma gotiye ‘Meriv nikare du caran, xwe di çemekî de bişo.’ Guherîna gerdûnî, ne serberdayî ye. Pêkara ku hemû tiştî rêz dike û rêkûpêkîtiyeke dide gerdûnê, ‘Aqilê gerdûnî’ (Logos) ye û di gerdûnê da, bandêra ‘Yekîtiya Dijberan’ heye. Mesela: jiyan, ji nêr û mê, pêk dihê. Giya, ji bo pez e. Baş û xirab, ronahî û tarî, şer û aşitî, encamên pêvçûnê (dijberî, lihevxistin) ne. Bi vê ramana xwe ra, ê ku cara yekem dîalektîkê bikar hanîye, Herakleîtos e.

Tesîra ramanên Herakleîtos: 1- Bi ramana xwe a ku gotiye ‘hemû tişt diguherin’, tesîrê li ramanên Sofîstan kiriye. 2- Bi ramana xwe a ku dibêje ‘gerdûn ji aliyê aqilê gerdûnî (logos) ve tê îdare kirin’, bandûrê li Stoîsîst û Panteîstan kiriye. 3- Bi nêzîkwerîya xwe a Dîalektîkêra jî, Hegel û Marks, xistiye bin tesîra xwe. Di destpêka sedsala 20an da E. Mach, ramanên xwe ên di derbarê heyîn û gerdûnê de pêşkêş kiriye û gotiye ku ‘di gerdûnê de hemû tişt diguherîn. Tiştê ku naguhêr e, westarîya guherînê ye.’ Li gorî H. Bergson jî dinya, herdem di nav guherinekê da ye. Bergson, vê guherînê jî bi navê ‘Hilpişkîna Jiyanê, Coşîdarîya Jiyanê’ (Élan vital) bi nav dike. Hilpişkina jiyanê, di mijara çêbûn û guherînê da, nîşana rêkûpêkitîya gerdûnê ye. Whitehead jî, weha dipejirîne ku heyîn çêbûn e û li hemberî nêzîkwerîya statîk a heyînê radibe û dibêje, gerdûn herdem diguhere û di nav çêbûneke bêrawest da ye. Dîsa gotiye ku ji bo têgihiştina heyînê, berê her tiştî divê em berê xwe bidine surûştê. Surûşt, ne heyîneke çêkirî, statîk, mekanîk û razber (nedîtbar) e. Surûşt, pêkhatineka zindî ye. Di nav vê pêkhatinê da jî, hemû tişt di têkilîyê da ne. Hemû tiştên ku surûştê pêk dihînin, hebûna xwe deyndarê hinek tiştên din in. Du taybetîyên surûştê hene, ku ew jî afirandêrî û seraqetî (berdewamî) ne.

2- Heyîn, Raman (Îdea) ye: Li gorî vê nêzîkwerîyê, hêmana herî girîng a heyînê, îdea (raman) ye. Ji vê nêzîkwerîyê ra ‘Îdealism’ dihê gotin. Îdealism, hemû tiştên ku hene dispêre ramanê û li derveyî ramana mirovî, rastînîya serbixwe an cîhaneke objektan napejirîne. Philosophên sereke ên ku vê ramanê dipejirînin; Platon, Arîsroteles, Farabî û Hegel in.

3- Heyîn, Made ye: Li gorî vê nêzîkwerîyê jî, heyîn ji hizra mirovî serbixwe ye û ji celeba cismî ye. Ji vê ramanê re, ‘Materialism’ dihê gotin. Nûnerên vê ramanê, di serdema pêşîn da Demokrîtos û Epîkuros û di serdema nêzîk da jî; T. Hobbes, Le Mettrie û Karl Marx in.

4- Heyîn, Hem Made û Hem jî Raman e (Dualîsm): Heyîn, ji du hêmanan (raman û made) pêk dihê ku meriv nikare yekî bixe dewsa a din. Ji vê ramanê ra, ‘Dualîsm’ dihê gotin. Nûnerê vê ramanê ê herî girîng, Descartes e.

5- Heyîn, Phenomenon (Fenomen, Xuyanî) e: Nûnerê vê ramana ku heyînê bi phenomenê şirove dike, E. Husserlî ye. Phenomenon ew tişt e ku ji layê hizra mirovî va, dihê afirandin. Ji ber vê yekê jî ev raman, wekî ramaneke îdealîsthatiye dîtin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button