Hevpeyvîn

Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Abdullah Kıran ra

Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Abdullah Kıran ra

‘Ez bi çavên serê xwe, bi dehan caran ji vê sosretê re bûm şahid: Kal û pîrên malê bi Kurdî, zarok bi Tirkî dipeyivîn.  Dê û bavan, di navbera zarokan, dapîr û bapîran de karê tercûmanî dikir. Bombaya zimanê Tirkî ketibû nav malê, kal û pîran ji bo neviyên (torinên) wan  kiribû xerîb û biyanî. Di navê re sal derbas bûn. Ne kal û pîr Tirkî hîn bûn, ne jî nevi û torin Kurdî fêr bûn. Demekê bi şûn de ew kal û pîr mirin û Kurdî ji malê bar kir.’

* (Prof. Dr. Abdullah Kıran)

Pirs: Hinek kurdên beşên din ên Kurdistanê, em dibînin ku hinek caran rexneyên tund li kurdên bakurî digrin û çawa ku kurdên bakurî dilxwazên asîmîlasyonê bin, me sûcdar dikin. Li gor dîtina te, di vê cîhana lezgîn da em ê çawa bikanibin bibin perçeyeke çanda miletê xwe û wê hîs û hesta aîdîtiyê, bi nasnameya xwe a kurd bijîn?

Bersîv: Rexneyên ku li Kurdên bakûrî tên kirin, bi tevahî nebe jî li cih in. Çimkî îro di nav hemû Kurdande, yên ku di pirsa ziman de herî sist in, Kurdên bakurî ne.  Bi ya min du sebebên vê yekê hene: 1) Dewleta Tirkiyê, di pirsa asîmîlekirina Kurdan de ji yên cîran bêtir sistematik xebitî û tu car dev ji vê siyasetê berneda. Herçiqas di prosesa aştiyê de nermbûnek çêbû jî, pişt re dîsa dewletê giranî da ser vê yekê û nexwest ku Kurdî bigihîje serbestiyekê. Berê zarokên gundan, ji ber bêîmkaniyê nediçûn dibistanê, balê van salên dawî êdî zarok li ku bin jî, dewlet wan bi wesayitan hiltîne û tîne dibistanê.  Ji serê çend salan ve ye ku dewlet êdî giraniyeke taybet dide xwendina zarokên keçîn. Çimkî zarokên keçîn gava ku mezin bûn û zewicîn, dibin dê. Eger dê bi zarokan re bi Tirkî bipeyive, nexwe êdî karê asîmilekirinê digihîje armanca xwe. Salên berê, siyaseta asîmilekirinê li dibistanê dest pê dikir û nedigihîşt malê. Çimkî li malê dayik bi Kurdî dipeyivîn û ev leyistika asîmilasyonê xera dikirin.  Belê êdî ew jî. 

Prof. Dr. Kamûran Bedirxan, di salên 1950-60an de, xweziya xwe pê dianî ku dayikên Kurd bi Tirkî nizanin û loma Kurdî namire. Belê heyf ku êdî hema bêje hemû dayikên Kurd bûne bilbilên Tirkî û mane.  Êdî dayik ne bi Kurdiya şêrîn, belê bi Tirkiyek şikestî û lawaz be jî, bi Tirkî dipeyivin. 2) Bêguman di mesela asîmilasyonê de, bêsihûdiya herî mezin siyaseta Kurdan e.  Heyf ku partiyên siyasî yên Kurdan yên li Tirkiyê, piştî tevgera Dr. Şivan, zêde giraniyekê nedan mesela ziman. Partiya ku bi awayekî dengê hemû partiyên din birrî, ew binisandin û bû hêza sereke, tu car girîngiyê neda zimanê Kurdî. Zimanê wê yê sereke hê ji destpêkê ve Tirkî bû û îro jî xema ziman naxwe. Siyaseta şaş a ziman, pişt li Kurdî şikand û mala Kurdan xera kir. Eger Kurdî, zimanê sereke yê siyaseta Kurd bûya, tu car weha nediket nav dest û piyan. Tenê ji bo fêmkirina siyaseta Kurd be, wê bi hezaran kesên biyanî Kurdî fêr bibûna. Belê wê derûdora siyasî rê li ber vê yeke girt. Êdî her tişt bi Tirkî ye.

Pirs: Di hevpeyvîna xwe a di malpera Ramana Sivîlê (Sivil Düşünce) da,tu dibêjî, ‘roja îro ciwanên kurd nikanin bi zar û zimanê xwe biaxivin û gelek caran zû hêrs dibin, zû sil dibin û ev yek, di siberojê de dikare bibe xetereke mezin. Dewlet tênagihêje vê yekê, yan jî naxwaze bibîne. Meriv bi zimanê xwe hene û kurd, asîmîle bibin jî, ev arîşe safî nabe û dikare bibe radîkalîzmeke hin bêtir.’ Em dizanin û dibînin ku roja îro, hêvîya ciwanên me nemaye, bêhêvî ne û li benda, çaresereriyeke dadwer û aqilane ne. Bi dîtina te, roja îro ji bo ciwanên kurd, em dikarin çi bikin? Gelo, pêşnîyarîyên te çi ne li ser vê meseleyê?

Bersîv: Ciwanên Kurd ên ku bi zimanê dayika xwe nizanin, gava ku dewletê sedemê vê yeke bibînin, ji demekê bi şûn de, dikare rik û nefretek li ba wan çêbibe û hingê hê bêtir radîkal bibin. Loma divê dewlet, di pirsa ziman de siyaseteke mirovî bajo û rê li ber hînbûn û fêrkirina zimanê Kurdî veke. Rast e Kurd asimile dibin, lê yên ku bi zimanê xwe nizanin, pirrê caran hê bêtir bi radîkalî tev diğerin. Herçî mesela parastina ziman e, helbet hatta zimanê Kurdî li dibistanê neyê fêrkirin û statûyek Kurdî tune be, wê zixt û gefa asîmilasyonê kêm nebe. Belê ciwan dikarin ji bo zindî hêştina zimanê Kurdî gellek tiştan bikin. Tenê di nav xwe de bi Kurdî peyivîna wan jî helwestek gellek girîng e. Dibê li malê, li sûkê, li bazarê danûsatandina xwe bi Kurdî bikin. Eger zimanek ji bazarê û ji kuçê rabe, zû an dereng ewê li malê jî êdî neyê bikaranîn.

Pirs: Ji bo xebata te a https://www.ferhengakademik.org/ê, ez destxweşîyê li kekê xwe dikim. Rastî, wekî gelek kesan, ez jî ji xebatên te sûdeke mezin werdigirim. Tevî vê yekê, gelek caran dihê gotin ku têgihên tu wan saz dikî,  têgihên çêkirî û naylon in û rasterast ji tercûma zimanên tirkî, arebî û îngilîzî dihêne çêkirin. Bi taybetî jî, li ser medya sosyal ez gotinên weha dibînim. Hinek jî, vê yekê bi mexsedeke xirab bikar dihînin. Tevî vê yekê, em dizanin ku di mijarên zanistî û philosophic da, têgihên me kêm in û pêdivî, bi wan têgihan heye. Bêdewletî û nebûna sazîyên zimanî ên hevpar, mixabin destê me qels dike. Loma gelek akademîsyen û xebatkarên zimanê kurdî, ji bêgavîyê peyv û têgihan, çêdikin. Li ser vê mijarê, tu çi difikirî gelo? Zimanên din ên cîhanî, vê arîşeyê çawa û bi çi rêgehan, safî kirine?

Bersîv: Niha piştî Şoreşa Hunerwerî (Şoreşa Sanayîyê), hewcedariyeke mezin bi peyv û têgihên nû çêbû. Çimkî Şoreşa Hunerwerî,  awa û şêwaza jiyana berê guhart, hetta serobino kir. Îcadên nû, tiştên nû bi xwe re anîn û diviya ku nav li van tiştan bihata kirin. Bi taybetî têgihnasiya akademîk guherî. Zimanên pêşketî yên xwedî dewlet û dezgeh, tafilê bersîva vê hewcedariyê dan, lê zimanên ku ji van îmkanan bêpar bûn li paş man. Îcar Kurdî hem ji van îmkanan bêpar bû, bi ser de jî bi dehan salan derbend bû. Eger zimanek li gor pêwistiyên rojane û demê xwe nû neke, ew ziman dimire.  Zindîbûna ziman bi du awayî çêdibe: 1) Ziman tê bikaranîn, mensûbên civakê pê dipeyivin û jiyana xwe pê rêve dibin. 2) Ziman li gor hewcedariyan xwe nû dike, gotin û peyvên nû li ziman zêde dibin. Ez mînakek biçûk bidim we. Kurê min Serhat li Stenbolê hatibû dinyayê. Belê li malê em tenê bi Kurdî pê re dipeyivîn. Rojekê em çûn parkê. Çar salî bû. Bi destê min girt û kişand. Min got “ tu çi dixwazî?” Bi tiliya xwe nîşan da û go  “ez dixwazim li wê ya ha siwar bibim? Min got “ew çi ye? Kîjan?” Destê min kaş kir û got, “li zivirandokê!” Min got “zivirandok” kîjan e? Wî amûra ku bi Tirkî jê re “donmedolap” dibêjin nîşanî min da. Ez şaş û mat mat.  Kurê min ê çar salî, peyveke nû dabû zaimanê me. Ez anîn bifirim.  Min ev peyv bi salan bi şûn de, di ferhenga xwe de bi cih kir. Ev numûne zindîbûna ziman nîşan dide. Bi saya vê numûnê em dibinin ku zarokên çar salî jî dikarin peyvên nû biafirînin û bidin ziman. Xwezî dezgeh û saziyên me hebûna, bi şev bi roj li ser ziman û peyvên nû kar bikirana, bele derfetek me ya weha tu carekê çênebû û kifş e ku di dema nêzik de jî ewê  îmkanên me çênebin. Loma divê ew kesên me yên ku di vî warî de dikarin xizmetekê bikin, tu car xwe nedin paş. Ev e ez ji sî salan zêdetir e li ser têgihnasiya Kurdî ya hemdem xebat dikim. Rast e, min gellek peyvên nû li ferhenga zimanê Kurdî zêde kir, bi dehan, hatta bi sedan. Li seranserê dinyayê, kêm kesan bi qasî min peyv li ferhenga zimanê xwe zêde kirine.  Ez dilxweş û serbilind im ku îro hin ji van peyvan, li çar aliyên welatê me tên bikaranîn. Belê hin ji wan jî ji alî herkesî ve nehatin pejirandin. Bêguman ev jî tiştek asayî ye. Eger peyva Kurdî hebe û ji xebitandinê ketibe, em lêdigerim cardin vedijînin. Belê ji  bo peyvên ku tune ne, em neçar yên nû pêşniyaz dikin.

Beriya ku ez peyveke nû di ferhengê de bi cih bikim, ez bi dehan kesan dişêwirim. An bi wan re rûbirû têm ba hev, an jî li ser telefonê dipeyivim. Bi salan e, hema bêje her roj ez ji bo peyveke Kurdî bi hin kesan re dipeyivim û dişêwirim. Ji sala 2012an de vir ve li hin Ûnîversîteyên Tirkiyê fersenda hînbûn û fêrkirina zimanê Kurdî çêbû. Min çend salan di asta Lîsansa Bilind û Doktorayê de dersên termînolojiyê da.  Belê salek –du sal e ez êdî dersên Kurdî nadim, çimkî kadroyên Kurdolojiyên me çêbûn. Hûn dizanin, ez profersorê siyaseta navnetewî me. Xebatên min ên ji bo Kurdî, xebatên bi dilxwazî ne. Gava min dersên Kurdî didan, me komek bi navê Nêçîrvanên Zimanê Kurdî ava kir. Hê jî ev koma me çalak e û em di nav xwe de li ser peyvên hemdem devjenî dikin. Koma me bi pirranî ji akademîsyenan pêk tê û ji çaraliyên welat endamên me hene. Bawer bin, bi wê dema xwe ya ku min hatta îro ji bo Ferhenga Akademîk û zimanê Kurdî veqetandî, min dikaribû çar tezên doktorayê binivîsanda. Îro kes zêde bi nîrx û rûmeta van tiştan nizane, belê di pêşerojê de, ger Kurdî nemire, wê xebat û xizmetên me jî bên dîtin.

Pirs: Serê sala nû bi hevkarîya Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî, sazîyên sivîl û xemxwarên zimanê kurdî, kampanyayeke ji bo dersa bijarî, pêk hat. Çawa ku cenabê te jî di twitekê xwe da destnîşan kiriye, bawer dikim hejmara kesên ku dersa kurdî bijartine, bi qasî par derketiye. Gelo, vê rûdanê meriv çawa dikare şirove bike? Sebep xemsarî ye, tirs e, nebawerî ye, çi ye gelo?    

Bersîv: Ev tiştên ku we destnîşan kirin hemû jî sebeb in. Belê sedemê sereke siyaseta Kurdan e. Niha pirraniya Kurdan dengê xwe didin HDPê û xwe li ser siyaseta HDPê didin girtin û kuştin. Ew HDPê wek partiyek Kurdan dibînin û wusa dihesibînin. Belê HDP û hêza li pişt wê, tu carekê jî ji dil û can xema zimanê Kurdî nexwarine. HDPê di hilbijartinên çûyî de, ji şeş milyonî zêdetir deng stand û em dizanin ku ji %95-99ê hilbijêrên HDPê Kurd in. HDP ji bo ku dengên van Kurdan bistîne, dikare mal bi mal bigere û li deriyê her Kurdî bixe. Belê ji bo zimanê Kurdî HDPê hatta niha tiştek hêja nekiriye. Eger HDPê ji dil û can piştgiriya zimanê Kurdî bikira, îro ewê li seranserê Tirkiyê, li hemû dibistanan dersa Kurdî ya bijarî hebûya. Çimkî 6 milyon hilbijêrên HDPê bi malbatên xwe re ji 24 milyonan ne kêmtir in. Belê HDPê ji bo zimanê Kurdî hatta îro li deriyê tu kesî nexist. Îsal, bi zora kampanyaya zimanê Kurdî serokên HDPê bangekê kirin, belê hem bi derengî mabûn, hem jî ji dil nebûn. Her tişt li aliyekî, eger di sala 2012-13an de, HDP li hember dersa Kurdî ya bijarî derneketa û piştgiriya wê prosesê bikira, niha bi milyonan zarokên Kurdan li dibistanê fêrî alfabeya Kurdî bûbûn û bi milyonan kitêbên Kurdî ketibûn malên Kurdan. Îro niha civata Kurd ne doza dersa Kurdî ya bijarî, belê niha doza dersa Kurdî ya mecbûrî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî dikir. Heyf ku HDPê ew proses bi zanebûn sabote kir û mal li Kurdan wêran kir.

Pirs: Berîya çend rojan min gotara te a bi navê‘Di dema Hatina Tirkan a Enedolê de Kurd’ xwend û piştre jî, hevpeyvîna te a di malpera ‘Ramana Sivîl’ê da. Xwiya dike ku berîya hatina tirkan a Enedolê, kurd li ser axa xwe bûne û nifûsa wan jî, gelekî zêde bûye. Ji gotara te, meriv têdigihêjê ku piştî Skenderê Dugulî, kesê ku herî zêde bajaran ava kiriye, Erdeşerê demezrînkarê Împaratorîya Sasanîyan e. Di hevpeyvîna xwe a di malpera ‘Ramana Sivîl’ê da jî, tu balê didî ser zimanê Nûh Pêxemberî û dibêjî, ne dûrî aqila ye ku zimanê Nûh Pêxemberî bi kurdî be. Xwendina gotar û hevpeyvîna cenabê te, gotinekê Prof. Ahmet Arslanê felsefenas anî bîra min, ku di semînerekê xwe a bi navê ‘Modernîte û Dewra Pêşmodernîteyê’ê da weha dibêje: ‘Kesên ku Xwedê (Yehova, Yehowa, Jehovah) îcad kirine, îbranî ne. Kesên ku surûştê (aqil) îcad kirine, yewnanî ne. Û kesên ku meriv (giyan, ruh) îcad kirine jî, xiristiyan in.’ Nexwe heke rewş ev be, gelo meriv dikare bibêje kesên ku medenîyetê ava kirine jî, kurd in? Medenîyeta mesopotamiayê, çanda sumerîyan, di çandinîyê de rola çemên Dîcle û Feratê, ayan e. Alîyê vê meseleyê ê tarîxî û arkeolojîk, lazim e ji alîyê tarîxzanên me ve lê were lêkolan. Wekî din, îro li ber destê me jêmayekê ayan a mîna Girê Mirazan (Göbeklitepe, Xerawreşk) jî heye û xwiya ye ku ev jêma, tevahîya zanînên me ên tarîxî, serobino dike. Nizanim, gelo li ser vê meseleyê dîtina cenabê te çi ye?  

Bersîv: Di sedsala 11an de, hê beriya ku dewleta Selçûkî bê avakirin, li Rojhilata Navîn û Azerbeycana îroyîn,  pênc dewletên Kurdan hebûn. Vê demê, dewleta Ebasiyan gellek qels bûbû û şerê desthilatiyê di navbera wan û Fatimiyên Misirî de dajot. Herdu alî jî zêde xurt nebûn. Ebasiyan doza desthilatiyeke Îslamî ya Sûnnî dikir, Fatimiyan doza desthilatiyek Şiî dikir. Pênc mîrekî an dewletên Kurdan yên wê demê Merwanî, Şeddadî, Rewadî, Ciwanî û Annazî bûn. Paytexta Merwaniya li Farqînê (Diyarbekir), ya Şeddadiyan li Gencê ya Azerbeycanê, ya Rewadyan li Tebrîzê, ya Ciwaniya El- Hîlla bû, ku sed km li Başûrê Bexdayê dikeve û paytexta Annaziyan jî Hulvan bû (derûdaora Kîrmanşah û Dîneverê). Eger wê deme mîrekiyên Kurdan li hev bikirana, ewê tevahiya Azerbeycanê û Rojhilata Navîn bikirana destê xwe. Belê li hev nekirin û demekê bi şûn de, yek bi bi yek ketin bin desthilatiya Selçûkiyan.

Bêguman Kurd şêniyên herî kevin ê Mezopotamyayê ne. Bi hezaran salan e ku li heman herêmê rûdinên û helbet di avakirina bajarweriya (medeniyet) Mezopotamyayê de rolekî sereke leyistine. Hin derûdor bi zanabûn dixwazin ku Kurdan ji şaritaniyetê dûr nîşan bidin, belê ev neheqiyeke mezin e. Çimkî Kurd lawên bajarweriya Mezopotamya ne. Di şaristaniyeta Kurdan de avakirina bajaran hîmek bingehîn e. Li dinyayê kesê ku herî zêde bajar ava kirine Skenderê Mezin e, belê piştî wî jî avakarê dewleta Sasanî (Zozanî) Erdeşêr tê. Padîşahê Sasanî, Nûşîrewanê Adil jî ji malabata Erdeşêr tê. Îcar çîroka Girê Mirazan zêde kevin e û diçe 12 hezar sal beriya Mîladê.  Em nizanin ku kê Girê Mirazan ava kir, belê em dizanin ku Kurd bi hezaran salan e li vê herêmê dijîn.

Pirs: Di malpera xwe a tiwitterê da, te weha nivîsîye: ‘Eger 100-150 hezar zarokên Kurd, dersa Kurdî ya bijarî bibijêrin, ewê Kurdolojîyên me neyên girtin, bi hezaran mamoste bên tayinkirin û zimanê me kefenê mirinê biçirîne! Tu karek, tu xebateke siyasî, bi qasî mesela ziman pîroz nîne!’ Gelo hêvîya te heye ku rojekê sîyaseta kurd û sîyasetvanên ku li ser navê me kurdan sîyasetê dikin, têbigihêjine girîngîya parastina zimanê kurdî? 

Bersîv: Eger Kurd ji bo xwe û li ser navê xwe siyasetê bikin, helbet hêviya min heye. Belê eger Kurd partiyên wekî HDPê wek nûnerê xwe yê siyasî bibînin, ewê negihîjin derekê. Çimkî laşê HDPê Kurd e, belê serê wê tiştek din e. Eger guherînek di HDPê de çêbibe, Kurd jî bikaribin siyaseta HDPê kifş bikin, qet nebe nehêlin tiştên ku xesarê didin civata Kurd bên kirin, hingê rewş dikare çêtir bibe. Xwezî HDPê  bi dilsozî ji bo zimanê Kurdî tekoşîn bida. Xwezî HDPê ji bo beşên Kurdî car bi car bang li civatê bikira, xwezî HDPê neyartiya TRT Kurdî nekira. Nûçeyên hemû televizyonên Tirkiyê, hema bêje yek in. Belê HDP tenê neyartiya TRT Kurdî dike. Bi ser ku bernameyên gellek baş ên çandî û dîrokî jî di TRT Kurdiyê de çêdibin, HDP tu car vana nabîne.  Bala xwe bidinê, Kurdolojiyên me, salên pêşîn tije dibûn û xortên herî jîr dihatin. Belê niha, van sê – çar salên dawî xwendekar nabijêrin û vala dimînin. Ev yek ji bo Kurdan şermeke mezin e. Li dinyayê, tu millet bi qasî Kurdên Bakûr di mesela ziman de têk neçû.

Pirs: Di bîra min da, weha maye ku cenabê te berê ‘Utopîa’ya Thomas Moorî wergerandiye zimanê kurdî û min, berê wergera wê xwendiye. Li ser netê, wekî kitêb ez lê gerîyam. Lê, min nedî mixabin û dibe ku ez, şaş bim jî.Gelo tu difikirî ku bi zimanê kurdî, rojekê utopîayeke binivîsînî? Gelo, bi zimanê kurdî, hatta niha utopîayek hatiye nivîsîn yanê na?

Bersîv: Na bi rastî min kitêba Thomas More wernegerand Kurdî, belê di çend nivîsên xwe de  ez li ser kitêba wî rawestîm. Kifş e ji ber ku jêgirên min ji metnê orjînal bûn, wusa di hişê te de maye. Utopya min a herî mezin zimanê Kurdî bi xwe ye. Roja ku zimanê Kurdî, wek salên berê li seranserê axa Medyayê cardin bû zimanê serwer, hingê ewê utopya min pêk bê û çavê min li paş namîne. Bi ya min Mem û Zîna Ehmedê Xanî utopya bi xwe ye. Çimkî Xanî li wir xeyala zimanekî serwer, welatekî azad û bihuşeteke ji bo Kurdan dike. Ev nêrîn hê jî ji bo Kurdan utopya ne. Gelo ezê kitêbeke utopyayê binivîsim, bi rastî ez jî nizanim. Ka em binerin.

Pirs: Ji bo gotara te a bi navê ‘Arîstoteles û Koletî’ê, destxweşîyê li kekê xwe dikim. Min bi xweşî xwend û heke li zimanê kurdî nehatibe wergerandin, hêvî dikim di demekê kin da ev xebata te li zimanê kurdî were wergerandin û kurdên kurdîziman jî, bikanibin jê sûd werbigirin. Di gotarê da, bala min çû ser vê gotina Arîstotelesî ku gotiye: ‘Mirove azad, ew kes e ku dikare bi dilê xwe bijî. Rewşa beravajîya vê yekê, perçeyekê koletîyê ye.’ Gelo ez ji vê ramanê bidim rê û bibêjim ku ‘di vê serdema modern de jî, jiyana me a koleyan e.’ gelo dê çuqasî şaş be?

Bersîv: Bi dilê xwe jiyan, jiyanek xweş û azad, heyf ku para her kesî nakeve.  Çawa ku tu jî dizanî Arîstoteles koletiyê wek bûyereke surûştî, ango surûştî dibîne. Li gor wî meriv du cûre ne: Merivên azad û yên kole. Di felsefa Arîstoteles û hin peywirên wî de “surûşt” afirenêr e, ango Xwedê ye. Yanî Xwedê meriv du cûre afirandine: Efendî û kole.  Li gor Arîstoteles, gava ku kole û efendî di jiyana rojane de hevkariyê bikin, ev ji bo herduyan jî baş e. Çimkî kole bi hêza xwe ya fîzîkî, efendî bi aqil û şehrezabûna xwe xizmetekê dike. Karên fîzîkî para kole ne, belê karen rêvebirî û sazgehî jî para efendî ne.

Li gor Arîstoteles viyana, ango îradeya koleyan tune û ew ji şahî û dilgeşiyê par nastînin. Kole dilgeş nabin. Helbet êdî koletî li tevahiya dinyayê derbend e, belê hê jî li gellek deverên din, hin meriv di şert û mercên nebaş de dijîn. Îcar dîsa jî ev ne koletî ye; çimkî kole wek mal dihatin kirrîn û firotan. Li gor ramanwêrên liberal, serdema modern jiyana meriv hê hêsantir û çêtir dike. Serdema modern piştî şoreşa hunerwerî dest pê kir û her ku çû rewşa meriv çêtir bû. Berê nangiranî û xela hebûn, belê îro, dewlemendekî dinyayê dikare hemû birçiyên Efrîka têr bike. Elen Mosk, salê 2-3 milyar dolar ji bo birçiyên dinyayê terxan bike, birçîbûn li seranserê dinyayê namîne. Ji hêla din ve, serdema modern azadiya ramanî jî anî û her kesê ku xwedan îradeyek xurt be, tu car nabe kole.  Çêtir e em başbîn bin, ji ber ku ya esasî bîreweriya (şiûra) meriv e.

Pirs: Di rewşa niha da, gelo îxtîmal heye ku dewlet statûyekê bide zimanê me kurdan û zimanê me, bi fermî nas bike? Rik û israra ji bo zimanê kurdî û daxwaza mafê perwerdehîya bi zimanê kurdî, dikare çi tesîrê li ser civaka me bike?

Bersîv: Beriya rejîma apartheîd, li Efrîka Başûr tenê zimanek fermî hebû, belê niha 11 zimanên fermî hene. Eger Kurd di mesela zimanê xwe de ji dil û can û biryardar bin, helbet ewê dewleta Tirkiyê vê daxwaza wan a mirovî pêk bîne û statûyek ji bo zimanê Kurdî bê naskirin. Belê yên ku li ser navê Kurdan meydana siyasî dagir kirine, di mesela ziman de sist û xemsar in. Ew bi xwe jî xizmeta asîmilasyonê dikin. Çimkî zimanê wan, peyamên wan, weşanên wan bi Tirkî ne.

Pirs: Wekî netewe, hê jî statûyeke me tune, mixabin. Di ser da jî, bi tesîra çepgirîya tirkan, di nav beşekê kurdan da ramaneke dijdewletî hatiye afirandin. Beyî ku altarnatîveke nîşan bidin, her dihê gotin ku em ‘dewlet’ û ‘mewletan’an naxwazin. Ji ber ku dewlet, ji bo me bûye amûrê zordestîyê, em bi tevahî li dij derdikevin. Gelo, ev qenaet û dîtina beşekê kurdan, çuqasî rast e û çuqasî, li gor krîterên pêşketina jiyana civakî ye?    

Bersîv: Di dîroka mirovatiyê de îcada herî mezin dewlet e. Di mesela dewletê de, ez jî nêzikî Thomas Hobbes difikirim. Eger dewlet tune be, alozî, tevlihevî û anarşî heye. Li dera ku dewlet lê tune, maf û huquq jî tune. Îcar qala adaletê jî nikare bê kirin. Çawa ku Hobbes dibêje, herkes bi herkesî re di nav şer û pevçûnê de ye. Loma dewlet pêwistiyeke civakî ye. Helbet hin dewlet zilm û zordariyê jî li welatiyên xwe dikin. Belê nebûna dewletê hê xerabtir, zilma herî mezin e. Hatta ku dewleta Cihûyan tunebû, tevahiya dinyayê li wan zilim dikir, belê dewleta Îsraîlê hem jiyana wan rizgar kir û hem jî şerefa wan ji nav dest û lingan derxist. Mesela Îran rojê 15 Kurdî di dar de dike, ma hatta îro we bihîstye ku yekî Cihû daleqandî, an yekî Amerîkî?  Nikare wan daleqîne, çimkî dewleta wan heye. Anarşîstek Rûs an Amerîkî dikare dewletê nexwaze, belê li ser navê milletekî, wek rêxistineke siyasî dewletê redkirin, an ji qeşmerî û ahmeqîyê ye, an jî li ser nav û hîsabê hin dewletan, kapê stûyê Kurdên belengaz şidandine. Kesên ku van fikren pûç diparêzin, niyeta wan xerab e, ew peyayên hinekên din û tenê xesarê didin.

Pirs: Hinek dibêjin, zimanê kurdî hê ne xwedîyê sentaksek tekûz e, tekstên philosophic tune nin (yan zahf kêm in), ji felsefê ra termînolojî û ferheng divên. Loma jî, zimanê kurdî têra felsefê nake. Rast e, kêmasîyên me hene, lê divê astengîyên ku behsa wan dihê kirin, divê ji bo me nebin rêgir. Hem wekî akademîsyen û hem jî, wekî xemxwarekî zimanê kurdî, gelo tu çi difikirî?

Bersîv: Yek ji kitêbên herî kevin ên dinyayê Avesta ye û ew jî bi Kurdî hatiye nivîsîn. Avesta bi qasî ku kitêbek dînî ye, ewqas jî berhemeke felsefî ye. Îcar ne bi zimanê Kurdî, bi zimanê çivîkan jî felsefe tê kirin. Zimanê Kurdî zimanek gellek berdar e û têgihnasiya Kurdî her roj nû dibe. Mesele ne termînolojî ye, mesele nebûna statuyekê ye. Hatta ku statuyek Kurdî tune be, wê herkes zimanê me kêm bibîne.  Belê divê em bêhêvî nebin û li pêşiya xwe binêrin. Pêşiyên me gotine, “se dire, karwan li rê!”  Gewşa xwe (moral) bi tiştên pûç xera nekin. Felsefa herî kûr, herî bilind û herî berz, bi zimanê Kurdî dikare bê kirin. Kurdî deryayek bê binî ye.

Pirs: Gelek ciwanên me, îro li zaningehan xwendekar in û li beşên cuda, perwerde dibin. Li beşên mîna ruhnasî, arkeolojî, felsefe, civaknasî û hwd. dixwînin û dixwazin dema mezûn bibin, xizmeta zimanê xwe bikin. Gelo, li ser vê mijarê pêşnîyarîyên te çi ne û divê, ji kû dest pê bikin?

Bersîv: Eger zarok û ciwanên me bi zimanê bav û kalan bizanibin, bi bîreweriya ziman tev bigerin û hay ji dîroka xwe hebin, hingê ew dikarin ji bo me bibin hêvî.  Em çi karî bikin, xwedan çi hunerî jî bin, eger em bi zamanê xwe nizanibin,  em ji bo milletê xwe winda ne. Çimkî hevîr û haveynê Kurdbûnê ziman e. Ku ziman çû, her tişt dide dû. Ger ku kesên me yên xwenda û xwedan şehadetname (diploma), doza zimanê xwe bikin, helbet ewî wî mafê rewa bidest bixin.

Pirs: Enstîtuyên me, bi giştî li ser mijar û arîşeyên zimên, dixebitin û nikanin zahf jî, bala xwe bidin beşên zanistên civakî û felsefê. Dibêjim qey, valahîyeke mezin heye derbarê wan mijaran de. Gelo heye ku rojekê, enstîtûyekê me a zanistên civakî jî, hebe yan were damezrandin?

Bersîv: Felsefe û xebatên felsefî, bi bajar û bajarweriyê (medeniyet) ve girêdayî ne.  Warê felsefa Yûnan,  bajarên wan ên dewletî ne. Felsefa Yûnan li bajarên wek Atîna, Atîka, Sparta, Selanîk, Korînt û hwd. bejin avêt. Arîstoteles, “dema vala/dema betaliyê” (leisure), wek şertê pêşî yê jiyana medenî dibîne. Ji bo karên wek felsefe, siyaset û edebiyatê, dema vala, dema ku meriv naxebite pêwist e. Jiyana bajarî û nîrxê zêde (surplus value/arti değer) ji bo felsefê derfetan çêdike. Îbnî Haldûn, medeniyetê bi hebûn û sermiyandariyê ve girê dide. Eger hebûn û dewlemendî hebe hingê bajarwerî/şaristaniyet heye. Li gund çîrok, çîroka devkî heye, li bajêr felsefe û nivîs heye. Felsefa milletên koçer tune, felsefa gelen rûniştî û bajarî heye. 150- 200 salên dawî Kurd mecbûr û mehkûmên jiyaneke nîvkoçerî man. Loma di warê nivîs û felsefe de jî li paş man. Bingeha felsefa Kurdî kûr û dûr e û rehên wê digihîjin Zerdeşt. Helbet ewê rojekê li ser koka xwe şîn bibe. Gava ku statuyeke zimanê Kurdî çêbû, hingê ewê enstîtuyên me yên zanistên civakî jî ava bibin.

– Mamosteyê hêja. Mala te her ava be ku te fersenda vê hevpeyvînê da me. Li ser navê xendevanên Kovara Philosophiayê, gelekî spasîya te dikim û di xebatên te da, serkeftinê dixwazim.

* Prof. Dr. Abdullah Kiran: Di sala 1965an de, li Diyarbekirê (li gundê Duderya yê bajarokê Pasûrê) hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û navînî li Farqînê (1973-81), lîseyê (1981-84) li Licê xwendiye. Di sala 1986an de dest bi xwendina zanîngehê kiriye, li Zanîngeha Stembolê beşên Felsefê û Têkiliyên Navneteweyî xwendiye û di sala 2000an de, bi teza xwe a bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Av’ doktoraya xwe temam kiriye. Di salên 2004-2005an de li Zanîngeha Beykentê, di salên 2006-2009an de li Zanîngeha Amerîka ya Kibrisê, di havîna 2013an de li Zanîngeha Bîlgiyê, ders dane. Havîna 2011an, li Amerîkayê, li Zanîngeha Georgetownê wek akademîsyenê mêvan lêkolînan kiriye. Bi nasnavên wek Felat Dilgeş, Alan Merwanî û hin nasnavên din, bi zimanê kurdî pirtûk, gotar û wergerên wî çap bûne; di gelek kovar û rojnameyên cihê de nivîsên wî hatine weşandin. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî ‘Gulistan’ê de rolekê bingehî girtiye ser xwe û wekî, gerînendeyê giştî ê kovarê xebitiye. Ji sala 2010an û vir ve, li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê, Di Fakulteya Zanistên Aborî û Rêvebirî de wek akademisyen dixebite. Ew bi zimanên kurdî, tirkî, farisî, îngilîzî; piçekê arebî û grekî dizane.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Lê mêze bike
Close
Back to top button