Perwerdehî

Rêzekitêbên ‘Êzdiyatî - Oleke Qedîm’

Alî Gurdilî

Xemxarê Êzîdiyan Kemal Tolan û Rêzekitêbên ‘Êzdiyatî – Oleke Qedîm’

 Kemal Tolan, lêkolêr û Êzîdinasekî bîrewer û xîretkêş e û di bîrûraya kurdî jî, wekî ‘Xemxarê Êzîdîyan’ dihê nasîn û şopandin. Ji bîst (20) salan zêdetir e ku ez xebatên kekê Kemal Tolan ji nêz ve dixwînim û dişopînim. Berî 15-16 salan, di dema weşana Malpera Netkurdê de, min lêkolîn û xebatên wî dişopand. Heke ne xelet bim, wê demê kekê Kemal jî wekî min di heman malperê de dinivîsîya. Rastî ew e ku ez ji êzîdîyan û êzdiyatîyê hez dikim, ji ber ku xwedan felsefeyeke kûr û aştîxwaz in. Dema ez van hevokan lê dikim, bivênevê hest û ramanên min, min ber bi dema zarokatîyê ve dibin. Zarokatîya min a bextewar û bi hêvîyên mezin dagirtî. Lê hewqasî jî, zarokatîyeke meraqdar û têgihiştî. Erê ez dibêjim têgihiştî ji ber ku hê di temenekî xwe ê biçûk de, ez têgihiştim bê ka zilm û zordestîya dewleta dagirker çi ye, çima û ji bo çi kurdên ji dîn û bawerîyan cuda, dijminatîya hev dikin û gelek bûyerên bi vî rengî. Lê ji bo min a herî balkêş, nasîna jinepîr, kalemêr û ciwanên êzidî yên ji gundê Hemdûna bû. Gundîyên Hemdûnayê, giştik nasên malbata min bûn û Xatuna dêya min, xelkê ji gundê Hemdûna, wekî pismanê xwe dihesiband û digo, em pismanên hev in. Loma jî, çi dema niştecihên Hemdûna dihatin qeza Misircê, dibûne mêvanê mala me û dêya min, bi keyfxweşîyeke mezin, mazûvanîya wan dikir. Li qeza Misircê jî, fanatîkên dîndar zahf bûn û bi aşkerayî, heqaretên mezin li êzidîyan dikirin. Min vê yekê fam nedikir, ji bavê xwe dipirsiya bê çima wiha dikin û pirî caran, ez bi jînepîr û kalemerên êzidî re diçim çarşîya Misircê, da ku ew bi serê xwe nemînin. Ji nav wan kesan, kesê ku a niha dihê bîra min apê Xelîl e. Xwedêjêrazî Apê Xelîl, merivekî simbêlboq û awirtûj bû û herdem, behsa zarokên xwe yên li Almanyayê dikir û zahf, ji me hez dikir. Her tiştê wan, bi kurmancî bû. 

Gotinên wan, xeberdana wan û heta birêveçûna wan jî. Ev yek, ji bo min cîhaneke gelek balkêş bû. Ez wê demê, xwendekarê dibistanê a navinî me û îdeolojîya dewletê a fermî, her roj hiş û aqilê me, diecinîne û dibêje, hûn tirk in û hûn dê her tirk bimînin. Di rewşekê wiha de, malbata min a çepgir û welatparêz, gelek caran bi serê xwe dima û hevkarên dewletê, zordestîyê li me dikirin. Ji bo me digotin ew ‘Kurdçî’ ne, qomînîstin, xwdênenas in û gelek gotinên bi vî rengî. Lê em her li ser a xwe bûn û me, ne ji dest ji kurdayetîya xwe berda û ne jî, em bûne dijminê birayên xwe êzidî. Lewra, me wan wekî xwe dihesiband û me her digo, em yek in û goşt û xwîna me jî, yek e. Em wekî malbat, vê ramana xwe, hê jî diparêzin û heta em sax bin, em ê biparêzin. Piştre, dem û dewran hatin guherîn û me ji bêgavîyê, mala xwe anî bajarê îzmirê. Ji wê roja ve jî, bala min her li ser civak û dînê êzdiyan e û min derd û kulên wan, her wekî der û kulên xwe hesibandiye û wê êşê hîs kiriye. Mixabin, ew zilm û zordestîya li ser êzidîyan a ku di zarokatîya xwe de ez bibûm şahîdê wê, her berdewam kir û xwe gihande, 74 fermanên nîjadkûj a êzidîyan. Ferman, hê jî berdewam dikin û mixabin, em hê jî nikarin rê li ber wan jenosîdan bigrin û xwedî, li birayên xwe derkevin.

Bi xwendina salên zaningehê re, min bêtir bala xwe da dînê êzdiyatîyê û gelek çavkanîyan, berhev kir. Lê mixabin, piranîya kitêbên derbarê êzdîyan û êzdiyatiyê de yên ku min wan bi dest dixist, ji aliyê lêkolêrên ne êzidî ve hatibûne nivîsîn. Belkî, kitêbên ku bi destê êzidîyan hatine nivîsîn hebûn, lê mixabin ew bi destê me nediketin. Loma jî, em mecbûr diman ku serî li wan çavkanîyan bidin. Lê rewş, êdî ne a berê ye. Bi saya lêkolîn, fedakarî û xebatên mîna kesên kek Kemal Tolan, em ê êdî bikaribin xwe bigihînin çavkanîyên resen yên derbarê civaka êzîdî êzdiyatîyê de. Beyî guman, ev yek ji bo me destkeftineke mezin e û şanzaîyeke bêpayan e. Kek Kemal Tolan, bi salên dirêj xebat û lêkolînên xwe, wekî kitêb a niha raberî me kiriye û xistiye xizmeta nivîskar, lêkolêr û xwendevanên kurmancîaxêv.  Ev yek rûdaneke mezin e û êzidî dîroka xwe, dînê xwe, zanînên xwe, rê û rismên xwe yên dînî, êdî ew bi xwe dinivîsînin. Bi vê helwista xwe re jî, ji beravajîkirina rastîyên dîrokî, dînî û civakî re, dibêjin na. Seta rêzekitêban, ji pênc (5) kitêban pêk dihê, ku ew jî ev in:

  • 1- Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê -1
  • 2- Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – II
  • 3- Dîroka Êzdîyan a di dokumentan û zargotinê de
  • 4- Çîrokên ku şahidiya kevnariya mitologiya Êzdahitiyê dikin
  • 5- Hevpeyvîn, Nirxanin û Bîranînên Hinek Êdiyan

Lêkolêrên kurd yên ku dixwazin xwe bigihînin zanînên resen, beyî guman dê serî li van çavkanîyan bidin û wan di xebat û lêkolînên xwe de, bikar bihînin. Zimanê rêzekitêban, zimanekî resen û sade ye û bi tu hawî, dest nedane awaye vegotine, ku helwisteke hêja û giring e ji hêla parastina zanînan ve. Min bi xweşî, dest bi xwendina wan kir û dizanim ku ez ê gelek caran, serî li van çavkanîyên giranbûha bidim û wan, bikar bihînim. Weşanxanya Na’ê, karekî baş kiriye û xwe daye ber, çapa van berhemên hêja. Bi vê helwista xwe re jî, ji beravajîkirina zanînên civakî, dînî û dîrokê re, gotine Na. Erê, wekî gotina dawî ez destxweşîyê li kek Tolan û Weşanxanaya Na’ê dikim, ku van berheman wekî kitêb gihandine ber destê me. Spasîyeke taybet jî, ji bo Dezgeya ZÊD e ku piştgirîya van berhemên hêja kiriye. Wekî xwendevanekî kurdîya kurmancî, ez yek bi yek spasîya we dikim, ji bo vê xebata we a giranbûha.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button