
Li gor vê bawerî û nêrîna felsefîk, hêzek a ku raserê xwezayê ye û ku hebûnatiya wî ji berê ve hatiye qebûlkirin, ji tunehiyê gerdûnê afirandiye. Di seranserê dîrokê de, gelek navê cihêreng li wê hêza afirander kirine. Têgeha afirîşparêzî (fr: créationnisme, tr: yaratılışçılık) û têgeha panenteîzmê, ji hev cuda ne û lewma jî, ev têgeh wekî ‘xulkparêziya dînî’ jî hatiye binavkirin. Di dema paganîzmê de, gellek Xweda hebûn. Xwedayên baranê, ba û bahozê, bereketê, parastinê û hwd. Lê bi destpêka dînên yekxwedayî jî, hemû bûyerên derxwezayî li yek xwedayekî hatine barkirin û afirandin jî, bûye hêz û vedîtina herî mezin, a wî xwedayî.
Baweriya afirîşê, meriv dikare bibêje ku wekî nêrîneke kevneşopî hema hema di hemû civakan de hatiye dîtin. Lêbelê mînakên wê yên pêşîn, ku meriv dikare bibêje bûne çavkaniya Kitêba Mikeddes (Ehda Nû û Ehda Kevin) û Qur’anê jî, di efsaneyên sumerî de hatine dîtin. Di destpêkê de, gerdûn li ser avê dilive û ji wê avê, çiyayek diwelide û erd û ezmên, ji hev cuda dibin. Efsaneya Adapayê, derheqê vê mijarê da mînakeke balkêş e. Di Qur’an, Ehda Kevin û di Tanahê (Tewrat û Zebur) de, hatiye nivîsândin ku gerdûn û nîjada mirovan, ji aliyê Yehova (navê xwedayê ku di Tewrat, Zebur û Încîlê de derbas dibe) ve hatiye afirandin. Ji ber ku Ehda Kevin û Tanah hema hema wekehev in, di xiristîyanî û cihûtiyê de, têgeha afirîşê jî weke hev in.
Di Tanah û Ehda Kevin de, di beşa Afirişê (Tekvin, Yaratılış) de, behsa afirandinê tê kirin. Girêdayî vê yekê, meriv dikare bibêje ku afirîşparêzî jî; mîna hemû olên ku hene, ji nû ve hatiye şirovekirin. Di vê modelê de tekamula (evrim, peresan, înkişaf, evolution) biyolojîk tê redkirin û di nav teoriyên çêbûna gerdûnê de jî, teoriya Bigbangê (Teqîna Mezin) mîna teoriya zanistî a tekane tê dîtin. Piştgir û aligirên vê teolojiyê, teoriyên zanistî red dikin. Tekamul, tekamula mirovî û meseleya kalên (pêşiyên) hevpar, ne li gor dînên semawî ne û bi teoriyên wan yên afirîşê re jî, nakok in. Ji bilî vê yekê tarîxa dinyayê a biyolojîk, Genetîka Mendel û teoriyên çêbûna sîstema Rojê û koka gerdûnê, ji aliyê vê teolojiyê ve nayê qebûlkirin.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2025
- Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘