Gotar: WergerSociology

Rewşenbîr û Daneheva Zanînê

Prof. Dr. Onal Sayin

Di vê nivîsê de em ê behsa tebeqeyekê civakî bikin, ku di civakên hemdem de girîngiya wê her zêdetir dibe. Ev tebeqeya civakî, rewşenbîr (ronakbîr, Intellectual, enlightened) in. Beyî guman, gelekî dijwar e ku meriv bikaribe pênaseyekê gerdûnî a rewşenbîran bide û heta meriv dikare bibêje ku, ev yek ne pêkan e jî. Pênaseya têgiha rewşenbîriyê (aydınlanma, enlightenment) û naveroka wê, li gor dem û civakan cudatîyeke mezin nîşan dide. Ligel vê yekê heta ku ji destê me bê, em ê hewl bidin  ku em bikaribin pênaseyekê giştî ya rewşenbîriyê raberî we bikin. Rewşenbîr ew kes in ku, ji wê daneheva zanînîyê (bilgi, knowledge) parekê mezin werdigrin, ku di rastiyê de ev daneheva zanînîyê, malê hevpar ê mirovahiyê ye û ku vê zanînîyê, di bin venêrîna (kontrol) xwe de dihêlin. Ji ber ku ji daneheva zanînîyê para mezin rewşenbîr werdigirin, li gor norm û krîterên zêdebûna vê zanînîyê, hêza wan jî zêdetir dibe.

Rewşenbîr û rewşenbîrî ne tenê aîdê sedsala 20a ye, ji demên seratayî ya jiyana civakî û heta roja me, di hemû qonaxên civakî de hebûna rewşenbîran, hatiye dîtin. Di her qonaxa civakî de, statû (status) û rola wan jî, cihêrengiyekê nîşan daye. Li gorî bîr û baweriya min: Meriv dikare radeya girîngiya rola komek yan komikekê civakî, li gor krîterê beşdarîya rêvebirîyê bipeyîtîne. Heke em li gor vê krîterê li mijarê mêze bikin, em dikarin bibêjin ku di hemû dîrokê de dem û dewra ku rewşenbîr herî zêde lê hezdar in, sedsala 20a ye û qonaxa civakî jî, civakên wê de yê hunerwerîyê (industry, senayî) ye. Li gor bawerîya gelek ramanweran, ku wê em ê di pêş de li ser ramanên wan jî rawestin; kesên ku di rêvebirîya civakên wê de yê pîşesaziyê de aktîv in, rewşenbîr in. Niha, em jî vê ramanê dipejirînin. Encax, pêwîst e em li ser wan guhartinên ku di encama pêşveçûn û berfirehbûna teknolojiyê de dertên holê rawestin û wan jî, dahûrînin. Ji ber ku di siberojekê nêzîk de, hilberandin (üretim, berhênerî, production) dê nema bi destê mirovan were kirin û dê makîne (tişt), tiştan hilberînin.

Di rewşekê wiha de, mirov dê ber bi daneheva zanînîyê ve biqesidin ku ev danehev, çavkanîya xebatên afiraner in. Di encama wan pêşveçûn û berfirehbûnan de, dê mirov ji wê daneheva zanînîyê parekê nêzîkê hev bistînin. Di encama guhertinan de, mirovê siberojê (diwaroj, dahatû) dê rewşenbîr bin. Di dewra hunerwerîya ((industry, senayî) pêşketî de, sebebê herî girîng ya cudatiya di navbera mirovan de, radeya xwedîtiya wan a daneheva zanînîyê ye. Di vê dewrê de rewşenbîr, wekî kom û komikekê xwedan îmtîyaz dertêne pêşîya me, ku xwediyê radeya herî bilind a zanînîyê ne. Piştî ku mirovên civaka siberojê dibin rewşenbîr, îmtîyazên rewşenbîran jî, ji holê radibin. Daneheva zanînîyê ku wekî malê hemû mirovahiyê tê hesibandin, di civaka siberojê de dê bibe çavkanîyeke wiha ku hemû mirov, dê bikaribin jê para xwe bigirin. Em ê jî hewl bidin ku dîtinên xwe, bi berdestîyên (veri, data) zanistî bipeyîtînin. Bi vê armancê, dê em ê bi pênaseyên cihêreng yên têgiha rewşenbîriyê, dest bi karê xwe bikin, ku ji aliyê ramanwerên cuda ve hatine nasandin.

      Li gor nêrîna C. Zimmerman: ‘Peyva tebeqeya rewşenbîr, (intelligentsia) di maneyekê nûjen de, cara yekem di sedsala borî de li Rusyayê hatiye bikaranîn û ji wê rojê ve jî, maneyên cuda girtiye. Têgiha rewşenbîr, cara yekem ji bo derbirîna girseya xwendevanan hatiye bikaranîn. Ferdên wê girseya civakî, herçuqasî di nav sazûmana (sîstem) heyî de bin jî, ew ne endamê wê sazûmanê bûn. Herwiha ev peyv, ji bo nîşandana wan kesên ku ji gel sar bibûn, hatiye bikaranîn. Di wê dewra pêşîn de tebeqeya rewşenbîran, bi temamî ji girseyên civakî cuda dihate dîtin û di nirxandinan de jî, ev yek derdikete pêş. Rewşenbîr ew mirov bûn ku dixwestin, tevahîya rê û rêzikên civakî, ji binî ve hilweşin.’ (C. C. Zimmerman. 1964. Rp: 77)

Pirsgirêka cudahîya rewşenbîran û gel, gelekî kevin e. Mesela Herakleîtos, berhemên xwe bi zimanekî tevlîhev û giran (bilind) dinivîsîya û digo ‘berhemên xwe, ez ne ji bo ku hemû kes fêm bikin dinivîsînim.’ Di vê xalê de wekî tê dîtin; wiha tê bawerkirin ku çalakîya ronîkirinê (serwextkarî) bi tenê di bin yekdestîya rewşenbîran de ye. Lê piştre, derbirîna biwêja rewşenbîr maneya xwe a berê winda kiriye, ku li gor vê maneyê jî rewşenbîr, wekî piştgirê hilweşîna sazûmana civakî dihatin hesibandin. Herweha li gorî vê nêrînê, rewşenbîr ji civakê jî dûr dihatin dîtin.

Piştî vê guherînê ji bo derbirîna biwêja rewşenbîr, maneyekê nû hatiye pejirandin, ku li gor vê maneya nû jî rewşenbîr, rasterast ne bi destê xwe be jî; di esasê de bi hîş û bîra xwe, karekî giran bi cih dihîne. Piştî vê rewşê, di civakê de biwêja rewşenbîr ji bo wan kesên ku di warê teknolojî û îdarî de dixebitin û bi navê kincspî, ‘beyaz yakalı, white collared’ têne naskirin, hatiye bikaranîn. Peyva tebeqeya rewşenbîr, ji peyvên ilm û meslekê, bêtir bergirîdar e. (C. C. Zimmerman. 1964. Rp: 77) Di civakê de bi giştî, hebûna du texlîd karên mirovî tê pejirandin: 1- Ked û karên bedenî, 2- Ked û karên zîhnî.

Li gor îdiayeke kevin jî, faktora ku wesfa bingehîn a rewşenbîriyê destnîşan dike, karê zîhnî (hiş, mind) ye. Li gor vê îdiayê, rewşenbîr di civakê de tebeqeyek in û bi karên zîhnî, mijûl in. Li gor nêzîkwerîya duyem jî; rewşenbîrî, li gor krîterê erk, asûn û statûya rewşenbîran tê nirxandin. Di vê mijarê de, sê (3) dahûrîn dertêne pêş: Dahûrîna yekem ji aliyê Kautskyî ve hatiye pêşkêşkirin, ku li gor vê angaştê rewşenbîr wekî kapîtalîst nayê dîtin. Asta wî ya jiyanê, wekî burjûvayan e û ew bêgav e ku demeke dirêj, xwe di heman astê de bihêle. Lê rewşenbîr, di heman demê de bêgav e ku ber û berhema hêza keda xwe bifiroşe jî. Rewşenbîr, li hemberî karkeran nakeve tu rewşên  dijber jî. Lêbelê, rewşa wan ya di jiyanê de û şert û mercên wan yên jiyanî, naşibin yên karkeran û ne mîna rewşa wan e. Di vê xalê de, dijberiyeke ji rewşa mentalîteyê û ku di şeklê ramanê de ye, bi awayekî aşkere dertê holê. Di dahûrîna (analîz, analysis) duyem de jî, rewşenbîr wekî grubekî (kom) têne dîtin û ji wan re ‘rewşenbîrên îdeolog’ dihê gotin. Wezîfeya rewşenbîrên îdeolog; meşrûkirin û peyitandina gruba çalak e. Ev rewşenbîr ew kes in, ku hemû hunerdarîya (ability, yetenek) xwe, raberî sîstema bicîhbûyî dikin. Rewşenbîrên ku vî karî pêk dihînin, grubekî biçûk in û hemû rewşenbîr, karekî bi vî rengî pêk naynin. Di dahûrîna sêyem de jî; gelek rewşenbîr, li cem hêza çalak cîh digrin û ramanên wan diperêzin. Çawa ku berîya Şoreşa Burjûvazîyê li cem esîlzadeyan cîh digirtin (piştgirîya wan dikirin); piştî şoreşê jî, li cem burjûvazîyê (bourgeoisie) cîh girtin. (F. Bon, M. A. Burnier 1971. Rp: 11)

Ramanwerê Gramcî, li ser kar (ked, meslek) yan ramanan, damezrandina pênaseya rewşenbîran red kiriye. Li gor nêrîna Gramcî: ‘Di hemû çalakiyên mirovî de, alîyekî ku bi jîrîtîyê (zeka, intelligence) re têkildar e heye. Lê hemû kes, di civakê de wezîfeya rewşenbîran pêk naynin. Gramcî, vê wezîfeyê wiha diwesfîne: ‘Her grûpekê civakî ku di cîhana hilberandinê de dertê holê; ne tenê di qada aboriyê de, herweha di qada siyasî û civakî de jî çend tebeqeyên civakî tîne holê. Kapîtalîst bi xwe re; teknîsyenên sanayiyê, zanyarên siyasî û aborîyê û damezranerên hiqûq û kulturekê nû jî, diafirînin. Erka rewşenbîran, pêşnûmakirina rêkûpêkiya zanînî, teknîkên zanistî û toklînî ye û ji bo berhemekê, veguherandina wan e. Ya herî kêm, hemû serkarên kargehan; peywist e ku xwedîyê kapasîteya rêxistinkarîya civakê bin. Ev rêxistîbûnî, dewletê jî diguncîne. Rewşenbîr bi awayekî organîk, bi wê grûpa civakî ku girêdayê wê ne; dertêne holê.’ (F. Bon. M.A. Burnier 1971. Rp: 14)

Her grubekê civakî, dikare rê ji ber derketina rewşenbîran vebike. Gelek grupên civakî, di derketina holê a rewşenbîran de; ne xwedîyê berjewendiyekî ne. Lê di civakê de grûpên herî girîng; ku di civakê de tebeqeyên desthilat in an jî wê bibin desthilat, pêdivîya wan bi rewşenbîran zahf heye. Tebeqeya rawşenbîr a organîk, di grupa desthilat de (li civakên rojava, burjûvazî) navenda dahûrînê pêk dihîne û li seranserê welêt; berpirsiyarîya serwextkirin, rêxistîkirin û hayîdarkirinê, digre ser milê xwe. Tebeqeya rewşenbîr bi awayekî organîk, berjewendiyên wê grûpa ku pê girêdayî ye dide nasandin û wiha dike ku li ser kar (desthilatê) bimînin. Tebeqeya rewşenbîrên serwer, du fonksîyonên civakî bi cîh tînin: 1- Erkê desthilatiyê. (Di hemû astên civakê de, rê li ber grûpa çalak vedikin.) 2- Erkê zanînîyê. 

Lewra, ji bo ku civak di rêyekê baş de be û wiha jî bimîne; peywist e zanînîyê di destê xwe de bigrin. Ev tebeqeya civakî ne li desthilatê ye, lê derbirîna desthilatîya beşa çalak e. Tebeqeya rewşenbîr, hewl dide da ku ji hêla nêrîna gerdûnî ve têbigihêje cîhana civakî. Dîsa tebeqeya rewşenbîr ya serwer, wesfên gerdûnî dide ramanên xwe û wan, wekî ramanên aqilane û gerdûnî, yên yekta nîşan dide. (F. Bon.  M. A. Burnier 1971. Rp: 18- 19) Di Serdema Navînî de, texlîdekî tebeqeya civakî a ku bi awayekî organîk girêdayê grûpa çalak bû, dêra Serdema Navînî bû. Gramcî dibêje çavkaniya kategorîya rewşenbîran, ‘malmezînîya axê, arîstokrasîya axê’ (erd, zêvî) ye. Di meseleya pesindayîna sazîya feodal de, dêrê; piraniya erkên rewşenbîriyê di destê xwe de digirt. Dêr ew sazî bû ku saziya feodal, şirove û meşrû dikir û tegihên xwe yên resen yên derbarê mirov û dinyayê de, dikire malê hemû civakê. Dêr dibû mêzêna civakê û karîgerê avakirinê. A ku zanînîyê di destê xwe de digirt, wê zanînîyê dewlemend dikir, sansûr û belav dikir; dîsa dêr bû. Di heman demê de dêr, navenda jiyana artîstîk û kulturî bû. Gurza ku dêrê bi arîstokrasiya axê ve girê dide, nîşana têkilîya tebeqeya organîk û wê  grûpê ye, ku rê li zayîna wê vedike. Rahîb di wateyeke rastîn de, ne arîstokrat (malmezin) in. Lê dêr, rasterast girêdayî sazîya feodal e. Dêr roleka din jî, ku di esasê de rola tabeqeya organîk e; dilîze: Dêr, erka asîmîlasyon û şêwegirtina bijareyan jî bi cih dihîne.

Malmezin, xwedîyê bunyeyekê girtî ne. Li hemberî vê yekê; bunyeya dêrê, ji wan kesên ku jêdera wan gundîtî û burjûvazî ye û xwedan wesf in re, vekirî ye. Di vê rejîmê de dêr, ji bo serkeftina civakî dê bibûya bingehek. (F. Bon. M. A. Burnier: Rp: 18- 19) Li gor nêrîna Lisbet jî; rewşenbîr, lodekê civakî ye û ev loda civakî, ji afiraner û pêkhenerên çandekê nû pêk tê, ku ew jî mirovên zanyar, hunermend, nivîskar, mamoste û rojnameger in. Her wiha mirovên wekî hiqûqzan, doktor û yên ku di karê serbest de ne jî, ew di loda rewşenbîran de cih digrin. Çimkî ew jî, pêkhenerên vê çanda nû ne. Bi gotineke kurt û kurmancî; ji afiraner, belavkar û pêkhenerê kulturê re, rewşenbîr dihê gotin. Li gor nêrîna Libsetî; rewşenbîr xwe wekî rexnegirên civakê dibînin, meyla guhartina civakê nîşan didin û gelek caran, dibin biyanîyê sîstema civakîa heyî.

Niha jî ez dixwazim wekî beşa dawî, ramanên Raymond Aron vebiguhezînim we: Danasîneke misoger a rewşenbîran, gelekî dijwar e. Çimkî ev danasîn, li her welatî û di her sîstemê de, maneyên cihêreng werdigre. Ez ji we re pêşniyar dikim, ku hûn ji têgihekê şêweyî û raserî-dîrokî (supra- historique) dest pê bikin. Li her derê û her demê de, rewşenbîr ew kes in ku kulturê di destê xwe de digrin û zengîn dikin. Ev kultur jî wekî zanist, wêje û hunerê, tê bîra mirovan. Ji van kesan re, rewşenbîr dihê gotin.

Ez ê ji vê danasîna şîlo, dest pê bikim û çend teybetîyên dema me, raberî we bikim: 1- Civakên hunerwerîyê (industry), ji hemû kesan re wesfekê rewşenbîriyê mecbûr dikin û ev civak, bi awayekî misoger bi zêdebûna meslekên ‘ne bi destî’ dihê wesfandin. Mirov dikare hemû kesên ku bi wan meslekan mijûl in, tevlî vê kategorîyê bike. 2- Rewşenbîrên ku ji bo karên pevrayî (kolektîf) rasterast xwediyê wesfeke sûdewar in, di civakê de her diçe di rêza yekem de cih digrin. Civakên nûjen, rewşenbîr û teknîskeran, wekî mirovên herî sûdewar dinirxînin. Di vê meylê de, mirovên ku ne li benda qezencekê ne û çalakîyên xwe pêk tînin û bi afirandin û vekolanên xwe; zêde balê nakşînin ser xwe ku mirovên xwedan kultur in, wekî rewşenbîr nayên danasîn. Lê berevajiya vê yekê, mirovên ku ji bo xebitîna aborîyê xwedan zanînekê jêneger in, wekî rewşenbîr yan entelîjansiya (intelligentsia) dihên nasandin. Li Yekîtiya Sovyetê entelîjansiya, hemû rêvebiran (les cadres) diguncîne. 3- Hejmara belavkarên kulturê, bi awayekî bêpîvan zêde dibe. Ji ber zêdebûna xwendekaran, hejmara profesoran jî bivênevê zêde dibe. Ji ber ku hejmara xwendevanên rojnameyan zêde dibe, hejmara rojnamevanan jî zêde dibe.

Di civakên wekî ê me de (Turkiye, a.g.) rewşenbîr, profesyonel in. Lêkolîn yan raman, êdî wekî erkekî an jî wekî karekî xweşik nayê dîtin, zêdetirê vê yekê; wekî rêya serkeftina jiyanê tê dîtin û nirxandin. Di roja îro de, bivênevê hemû feylesof profesor in. Lê em nikarin bibêjin ku, ev pêhatîyeke gerdûnî ye. Bi demê re, rewşenbîr zêdetir dikevin rewşa teknîsyenan; bivênevê xwedîyê zanînekê qismî ne, ku meriv dikare vê zanînîyê bikar bîne û vebiguhezîne. Li hemû welatan, wêjezan wiha têne nîrxandin ku ew xwediyê teknîka nivîsandina a nû ne. Wêjezan bi rêya vê teknîkê, tiştên ku berê ji aliyê kesên din ve hatine nivîsandin; wan ji nû ve dinivîsîne. Afirandina (le rewriting) ji nû ve wekî karekî baş tê dîtin û pereyekî baş jî tîne. 

Di kovarên Emerîkî de anonîmtiya gotaran û nivîsandina wan ya ji aliyên ekîban (tîm) ve, wan meşrû dike. ‘Time’ bi rastî jî, berhemeke hevpar e. Çend nivîsevan têne cem hev û gotaran dinivîsînin. (R. Aron, 1964, Rp: 297- 300) Li hemberî vê tekamulê (evrim, înkîşaf,evolution) rewşenbîrên kevnwerî, bi awayekî ji ber xwe ve; li ber xwe didin. Dema ku rewşenbîr dihê gotin; ne tenê doktor, endezyar yan jî parêzer têne bîra mirov. Di heman demê de alimên dînî, ku carinan wekî pêxemberan têne dîtin; têne bîra mirovan. Sebebê vê yekê jî ew e ku ew mirov, ne tenê ji ber zanyarî yan mesleka xwe; lê ji ber ku ew xwedan fazîlet û xwedan kultur in, mafê wan ê gotinê heye û ji ber ku xwedîyê kapasîteyekê wiha ne, wekî rewşenbîran têne dîtin. (R. Aron, 1964, Rp: 300)                                        

Em ê ji van berdestîyan dest pê bikin û hewl bidin da ku çend danasînên rewşenbîran bidin: Ya yekem ku ez ê navê ‘danasîna rast’ lê bikim, rewşenbîran (intellectuels) bi entellijansiyayê (intellgentsia) re yek (wekîhev) dibîne, ye. Li gor vê danasînê rewşenbîr, di civaka hunerwerî de wezîfeya berhêlîkirinê bi cih dihînin û xwedîyê, kapasîteyekê teknîkî ne. Danasîna duyem ew danasîn e, ku di dewra yekem ya destpêka hunerwerîyê de hatiye pejirandin. Di dewra belavbûna şarîstaniya rojavayê de meyleke wiha hebû, ku hemû mirovên zaningehê xilas dikirin; bi navê ‘rewşenbîr’ dihatin wesfandin. Li bakurê Afrîkayê heke mirovek du- sê salan biçûya zaningehê, dibû rewşenbîr û wiha, dihate dîtin.

Li gor danasîna sêyem jî, rewşenbîr ew kes in ku xwedîyê pisporiyeke taybet a disiplînekê ne û di heman demê de jî; ji bilî mesleka xwe, xwedîyê desthilatiyeke ehlaqî û siyasî ne jî. Li Fransayê baweriya giştî, ev tîpa sêyem e. Ji bilî çalakiyên xwe yên meslekî, yên ku heta ji dest tê wekî rewşenbîran dijîn û difikirin, rewşenbîr têne dîtin. (R. Aron, 1964, Rp: 301) Me li jorê hewl da ku li gor nêrîna çend ramanwerên cuda, danasîna rewşenbîran bidin. Niha jî em ê hewl bidin ku bikaribin di perspektîfeke dîrokî de li ser wê rola rewşenbîran ku di qonaxên cihêreng yên civakî de leyîstine, rawestin û wan mijarana, şirove bikin. Di qonaxa pêşîn ya civakî de, ku di vê qonaxê de civakê xwe wekî eşîret yan jî êlan (qebîle) birêxistî dikir; hatiye dîtin ku rewşenbîr, efsûnbaz û kalepîr yan jinepîr in. Girîngîya rol û asûna wan li gor dereceya alîkariya serekê êl yan eşîretê, kêm an jî zêde dibû.

Di dema Antîk Yewnanê de rewşenbîr bi zanist, felsefe û hunerê mijûl dibûn û şêwirdarî û dersdariya mirovên desthilatdar dikirin. Berî Mîladê di sedsala 5 û 4an de, ramanwerên sofîst, hunera ‘retorîkê’ (rethorîque) fêrî mirovan dikirin, ku ev yek di wê demê de ji bo serkeftinekê siyasî bêgav dihate dîtin. Sofîstan debara xwe, bi perê dersdariyê dikirin û bi piranî, ders didan zarokên arîstokratan. (A. Şenel, 1968. Rp: 29-30) Di qonaxa feodal a civakî de zanist, felsefe, dînnasî û çalakîyên hişî (zihin, mind) yên wek hunerê, di destê alimên dînî de bûn. Dêra ku bi xêra bexşan bibû xwedîyê erdên (zevî)berfireh, di dewra dawîn ya feodalîzmê de di qadên civakî, ekonomîk û siyasî de desthilat bû. Bi vî awayî alimên dînî, bi begên feodal re bûne şîrîkê desthilatîyê (power, iktîdar).

Di dewra Antîk Yewnan, Roma û li Ewropaya Serdema Navînî de, di dema derebegîtîyê de şuxlên bo hilberandinê, bêrûmet û wekî şuxlên kolê û serfan, hatine dîtin. Di pergala feodal de bi demajoya hunerwerîyê re, berevajîya begên feodal; destpêkar (müteşebbis, girişimci, enterpreneur) bêgav bû ku bi awayekî çalak, hilberandinê bike. Peywist bû ku şuxl di civakên hunerwerîyê de maneyekê nû bigre ser xwe; nexwe, dê tu rûmeta çalakbûna destpêkaran tunebûya. Luther û Calvîn, vê rûmetê dane kar û şuxlên Jİ bo hilberandinê. Nemaze, Calvîn çalakiyên Jİ bo dinyaya din û çalakiyên ji bo hilberandinê, ji hev cuda kir, pêşiyê da şuxlên hilberandinê û ew rûmeta ku ji bo destpêkaran peywist dihate dîtin, da wan. Di destpêka hunerwerîbûnê (endüstrileşme, industrialization) de li welatên rojava, hem sermiyan û hem jî rêvebiriya sermiyanê, di destê destpêkaran de bû.

Di hemû sermiyangirêdanîyên (yatırım, investment) xwe de, destpêkaran bi serê xwe biryaran didan. Pêşveçûna teknîkî, hewqas bi awayekî lezgîn bi pêş ve diçû ku kargehên mezin û organîzebûna wan wekî dêwan û destpêkar jî, wekî qambostan (acûc) man. Hasilê meriv dikare bibêje ku bi berfirehbûna avahîya teknolojîk û organîzebûna wê ya civakî re, pêkanîn û rêvebirîya kar (şuxl), ji destê şexs û malbatekî derketiye. Pêdivîya sermiyanê ya vê avahiya mezin a teknolojîk, bi awayekî bêsînor zêde dibû. Hêza destpêkar û şîrîkatiyên malbatî ne bes bû, ji ku bo vê avahiya teknikî û rêxistînî, têra xwe fînansmanê peyda bikin. Beramberê vê pêşveçûn û guherîna civakî, ji bo sermiyangirêdanîyên (veberhênan) nû; peywist bû hemû çavkanîyên diravî werin bikaranîn.

Ji ber vê sebebê, bi rêya seneda pardarî (hisse senedi, equity share) hewl dan ku wê fînansmanê peyda bikin. Di encamê de şîrîkatiyên mezin, ku girseyên gel tê de xwedan sermiyan in, hatin damezrandin û sermiyan û rêvebirina sermiyanê, ji hev cuda bûn.  Kesên ku sermiyanê dixebitînin, rewşenbîr in. Lewra, zanînîyên (bilgi, knowledge) ku hene, di destê xwe de digrin. Li ber ronahîya zanînîyên li jor, gelek ramanwer wiha bawer dikin ku di civakên wê de yê hunerwerî (sanayi ötesi) de; dê rêvebirî bikeve destê rewşenbîran. Ji bo danasîna rewşenbîrên vê dewrê; têgihên wekî teknokrat, burokrat, tekno-burokrat, entelijensiya, (intelligentsia) û merîtokrat, hatin bikaranîn. Em hinekî jî behsa wan ramanweran bikin: Wright Mills li ser vê mijarê wiha dibêje: ‘Di şanogeha (dika) kapîtalîzmê ya pêşwext de, kesên ku makamên hunerwerîyê vegirtine; rêvebirên kargehên mezin in. Ew nûneriya elîtên civaka nû ya ekonomîk dikin, tiştên ku herî zêde têne xwestin; wan di destê xwe digrin, mirovan behrêlî dikin û projeyên mezin diafirînin.’ 

Ji demekê berê ve tê zanîn ku, xwediyê malên bazarê û rêvebirên wê; ji hev cuda bûne û ê yekem, xwedîyê hêzekê nerasterast e. Lê bi awayekî giştî, ji destpêka serdema me ve û heta roja me ya îro, şoreşeke rêvebirîyê tê dîtin û wiha tê fikirîn ku, dê ev rêvebir bikevin dewsa (şûna) xwedîyê milkên mezin û dê bibin, çîna rêvebir a siberojê. (C. W. Mills, 1966. Rp: 122- 123) Li gor nêrîna Alaîn Touraine jî: ‘Grûpa çalak a nû, nikare berpirsiyariya veberhênanan hilgire ser xwe û xwedî li qezencê derkeve. Ev grûp ji wan kesan pêk tê ku, ew bi tenê veberhênanên nû pêşnûma dikin.’ Îdeolojî û xizmeta wan, îdeolojîya dewlet û aborîyê ye; ya wê partîya ku desthilat e, ehlaqê wan ehlaqê sedemwerîyê (nedensellik, causality) ye, berteka (vebizav) wan jî; ji fermankirinê zêdetir, berhêlîkirinek e. Prensîpa beşa rêvebir ya berê, xweyîtî (mulkiyet, ownership) ye. Lê prensîpa beşa rêvebir a nû, alîkarîya zanînîyê ye. Ango, bi asta perwerdeyê destnîşan dibe. Teknokrasî, di heman demê de merîtokrasî (meritocratie) ye jî. Merîtokrasî, çavdêrîyê li mirovên xwedan diplome dike û kesên ku nû beşdarê vê komê dibin, wan dide hilbijartin. (A. Touraine, 1975. Rp: 9)

Dahrendorf û Galbraith jî, heman ramanê dipejirînin. Li ber ronahîya van zanînîyan, meriv dikare bibêje ku rêvebirîya civakên wê de yê hunerwerîyê, dê di destê tekno-burokratan de be; yan jî dertê holê ku dê bikeve destê wan. Em jî, vê ramanê dipejirînin. Lê em dibêjin, dê ev dewr gelekî kurt be. Teqla (rîtm) pêşveçûna teknolojîk, dê di demekê kurt de rêya guherîna sîstema civakî û avahîyên wê vebike û dê di demekê kurt de guherînên mezin pêk werin. Ji ber ku heta roja me ya îro daneheva zanînîyê, di bin kontrola beşeke civakî de bû, vê yekê fersendekê xweyîmtîyaz dabû wan. Em ji vê beşê re, bi kurtî, dibêjin ‘rewşenbîr’. Heta roja me ya îro, mirovan hewl dane ku ji bo pêdiviyên xwe yên sereke; yên wekî xwarin, vexwarin, wergirtin û vehewînê, (sitarîyê) hilberînin. Bi destê tiştan (makîne) hilberandina tiştan jî, ku di serdema me de dest pê kiriye û her diçe belavtir dibe; mizgînîya qonaxekê nû a civakî dide me. Niha jî bo peyitandina ramanên xwe, ez ê hewl bidim ku bikaribim çend zanînîyan vebiguhezînim we: Di qonaxa otomasyonê de em dibînin ku hêza kedê, di demajoya hunerwerîya çêkirox (îmalat) de li derve tê hiştin. Di vê dewrê de makîne, ji bo hilberandinê êdî xwe bi xwe; xwe amade dikin, kontrolê dikin, hildibirînin û xwe kontrol dikin. M. Gardellînî: ‘Heke makîneyek pêdiviya hêza mirovî îfade bike, wê demê ev yek; mekanîzasyon e. Lê heke makîne beyî ku pêdivî bi hêza mirovî bibîne; xwe bi xwe hilberandinê bike û xwe kontrol bike, wê demê di vir de otomasyon heye.’ M. Chevillotte jî wiha dibêje: ‘Di otomasyonê de destlêdana mirovan, ji holê radibe.’ (O. Tuna. N. Ekin. Rp: 16)

Bi hatin û bikaranîna otomatîzasyon, sibernetîzasyon, şimîzasyon (chimisation) û hwd re, êdî karên (şuxl) hêsan ji holê rabûne. Ev teknîkên navborî, rasterast hemû kirariyên (îşlem) teknîkê tevlî sîstema hilberandinê dikin û mirovan, dahf didin derveyê hilberandinê. Tê dîtin ku şuxlên mirovî, ber bi çalakiyên afirandêr ve têne guherîn. Çalakîya zanistî, teknîkî û afirandêrî, bi temamî karekî cuda ê mirovî ye û ne karekî basîd ê hunerwerîyê ye. Lewra, ew dûrmayîna ku di navbera derfet û armancên mirovî de hebûn; ew ji holê rabû ne. (Richta, 1974. Rp: 130) Şoreşa zanistî û teknîkî, li ser hêza mirovî ya afirandêr hatiye damezrandin. Li ber ronahîya van zanînîyan, dema meriv li meseleyê mêze dike, bi awayekî aşkere tê dîtin ku di cîhana (dinya) siberojê (diwaroj) de, hemû mirov dê bibin rewşenbîr. Çalakîyên afirandêr, dê ji alîyê rewşenbîran ve werin afirandin. Heta roja me ya îro, ji ber ku ew xwedîyê daneheva zanînîyê bûn, ew wekî mirovên xweyîmtîyaz hatibûn dîtin. Heke di siberojê de rewşenbîrîya hemû mirovan were pejirandin, wê demê dê di civakê de kom û komika rewşenbîran jî ji holê rabe. Daneheva zanînîyê ku mîrata hemû mirovahiyê ye, dê bibe malê hemû mirovan.  

Prof. Dr. Onal Sayin

  • 1) ARON R: La Lutte de Classe, Parîs, 1964, Gallimard
  • 2)  BON, F. BURNÎER, M: Les Neuveaux Intellectuels, Parîs, 1974
  • 3)  MILLS, C.W. : Les Cols Blancs, Parîs, 1966, Peints.
  • 4)  RİCHTA, R : La Civilisation au Carrefour, Parîs, 1974, Seuil.
  • 5)  TOURAİNE, A: Anciennes et Neouvelles Classes Sociales, Nanterre, 1975, Faculte des Letteres.
  • 6)  TUNA, O.- EKİN, N. : Otomasyon, St. 1970, weş. Fakulteya Îktîsadê.
  • 7)  Zimmerman, C. Wergêr: KURTKAN, A: Dersên Sosyolojiya Nû. Stenbol, 1966. Weşanên Fakulteya Îktîsadê.

Çavkanîya Gotarê: Semîner 2/3. Pirtûka vekolanên felsefe, perwerde, psîkolojî, civaknasî û Antropolojiyê. Weşanên Zan. Egeyê. Berfenbar 1983- Çileyapaşîn 1984. Çapxaneya Tîcaretê/Îzmîr. Rp: 121- 128.

  • Serf: Di dema pergala derebegîtiyê de, koleyê ku bi erd û zeviyan re hatine kirîn û firotin.
  • Civakên wê de yê hunerwerîyê: Civakên ku ji dewra hunerwerîyê (sanayî, endustrî) derbas bûne.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button