PerwerdehîPhilosophia

Fênomêna Hebûna Marcus Aurelius

Fênomêna Hebûna Marcus Aurelius (26.04.121-17.03.180)

Jîyanname Esilzadebûn:

Mark Aurel, yan jî Markûs Aurêlîûs  Antonînûs Augûstûs, ji 161 heta 180 Kaizêrê Rom bû. Wek fîlosof jî, yek ji girantirîn hevraê dawî, ya felsefa Stoa ciwan.* (Stoîtsîzm) Wek prînsekî, kurê adoptîvkirî*, yê Kaizêr Antonînûs Pîûs, ku dibe tacwergirê wî, xwe wek Marcus Aurelius Antoninus Augustus binav dike. Dema desthilatîya wî da, (di gel da bi navê „Adoptîvkaîzêr“) li gor hindik pîvandinan, aramî, anku stabîlîtêt û jîyanxweshîya împêratorîa Romaê bidawî tê. Aktsêntên polîtîka Navxweyî da, anku xalên kêmahî yên yasadestûrê da, beranberî civaka Roma, bi taybet bona jinan yan dîlan, Markûs Aurêlîûs dikire nava rojevên werguhartinê. Her usa jî rahkirina konfrontasyona pêkhatên bedbextî, yên ji xwezaê, wek nexweshîên T‘aê resh, êpîdêmîên pircûreyî, yan jî belapêdana xrîstîyanan, ku di wî demî da temamîya împêratorîa Romaê da dihatine maftengkirin. Pey demeke dirêj ya jîyana aramî da, dervaî sînorên desthilatê jî, wî divîyabû bergirîya êrîshkeran bikira. Bi taybet ji bashûrê desthilatê ji alîê chemê Donaû ji Gêrmanan dihate êrîshkirin. Dawîya dehsalîya jîyana xwe Mark Aûrêl bi giranî nobedarîya wan deshtan da derbaz kir. Li wir wî berhemêd xwe, yên ramanvanîya giranbuha, bi navê „Nirxandinêd ji min yan „Xwenirxandin“, ku pey wî ra bû wate, ya navwergirtina „Fîlosofî Kaizêr“ û wêjeya cîhan da cîhê xwe yê hêja girt.

Orîêntîrên Felsefî:                              

 Fîlosofên Stoya* bin navê mamostên Mark Aûrêlîûs da, pishtgirîya nivîs-nirxandinêd xwe ya donzdehsali da kirine, dema wî, Mark Aûrêl ê bichûk xwe di kirasêd Phîlosophan da ser textên hishk dinivand, heta dîya wî jê ra postek peyda kir (ev yeka belkî sherteke fîlosofan, ya wî demî bû). Li vir kesayatîya wî, cîhannirxandina wî hate damezirandin. Ew têbînîêd wî, ku grêkî ya kevin da (Τὰ εἰς ἑαυτόν) hate tomarkirin. Li gel ewê yekê jî ew têbînîêd wî hema di dema xwe da cîhê xwe di nava civaka hevdemên xwe da hate pejirandin û ketibû nava rojane ya hemwelatîyan. Ewan shîret-birîyardanan bingeha ramanvanîya Stoitsizmê bi 500 salan pêkola xwe bi hêz kir. Fîlosofîa Stoîtsîzmê bi saîya vî ramanvanî ewqas dirêj xwe bi xudan hêz hishtibû. Her usa, jîyan û ramanvanîya markûs li gor nivîsên ewê berhema efirandî „Nirxandinêd ji min“ yan „Xwenirxandin“, birêve dichû. Ramanêd Aûrêlîûs, her wek kirêd wî, li gor desthilatdarîya wî ya Kayzêrî jî usa dimeshîya, bê ku ew ji bin kontrola morala xwe derkeve.

„ Divê Tu, ne derheqa xweshmirovîê bipeyîvî û ewê xwe ra bikî bihane – lê belê ew meriv bi xwe bî“

„ Tu nikarî dersên xwendin û nivîsînê bidî, heger Tu wê yekê bi xwe nizanî; Kêm shîreta bide meriv chawa bi qencî bijî, heger tu bi xwe jîyana usa nake“ 

Her usa bi fêrizî, anku zîrekî ew aktsênta* xwe ser nirxandina hebûna têbînî ya Rastîê û Hebûna Heyî dike, ku ewê hishmendîya wî Kaizêr Hadrîan di wî kurikî da dît. Wî xweshmirovî ew Daîna wî kurî dît û lewma jî ew kire Laîqî Taca Desthilatdarî kir.

„ Heger, yek karibe min bide bawerkirin, ku ez birîyareke rast nadim û ya rast kîjane, ezê bi shabûn ya wî bikim. Ez her Rastîê digerim, rastîya ku kesî zirar jê nebîne. Lê belê ew kesa zirar dibîne, yê di nerastîya xwe da bi xwebaware“.

„ Chendîn car Tu ji Bêshermîya Merivan hêrs dibî, heman demî da ji xwe bipirse, qey dibe, ku li vê cîhanê merivên bêsherm tunebin? Tishtê usa nîne. Daxwaza tishtên nebûî neke“.

Ev têbînîyên Mark Aurel xwe bixwe ew têbînî ne, ku wî di nava xwe da lêkolaye û bi xwerexnevanî dabînkirîye. Li vir Xwegerîn û Lêgerîn di forma temrîna lêkolîn û pêdachûnan da, ew encamdan dikire Daîneke Stoyaî, ku bandora xwe ewqas sedsalan domand. Prênsîpêd serekî di vî perwerda ramanvanî da; Hisêd xwe Hishîyar bihêlin, wê Aktûalîze, anku Nûjenkirinê da bigirin û Kontrola Êmosîonên xwe yên cûr bi cûr bikin. Wê derheqê da jî di berhema wî da, ya Derheqa Hevmerivan da tê gotin;

„Meriv bona hevudu hene. Yan wan fehrke, yan ben wan daxwe“.

„Hiz dikî xweshîya xwe bikî, sûda hevdemên xwe ra bipejire, azadîya yên duda ra û her usa qencîkirinêd yên din ra. Ji ber ku ne tishtek usa merivan xweshhal nake, weke mînaka qencîkirinan, ku hevdemên me ber chevêd me li hev dikin. Lewma jî ew ber chevêd min mane“.

Mihandina gelek nexweshîyan, da xwe ber lêdanêd bedbextîyan girtinan da, netemambûna xwe ra pejirî, Mark Aurel, wek hilbijartî bo desthilatdarîê û pey ra Kaizêrbûn, ew anî ser birîyrdanêd kesayetîya giranbuha: „Xirabîyek ji xwe tê, chima wiha dikî? Ew yeka ji yekî din tê, kê di wê yekê da sûcdar dikî? Atoman yan Xudayan? Her du jî bê hishî ne. Li wir kes nîne bo sûcdarkirin, belki her Orîgînator*, lê wî jî nas nakî. Ya herî ras ewe, xwe li wir nas bikî, lê wê jî nikarî. Bo chi ew sûcdan te fêriz dike? Lewma jî meriv divê tishtek bêsûd neke“.

„Ji kesî îqa xwe neke, nehêle xîret û dilnîyabûna xwe li erdê nedî, heger ewê bi tamî nikaribî her tishtî bi rêkûpêkî bikî, destpê bike, heger karê te bi dilê te pêknehat, karê xwe ji nûva destpê bike, heger daxwazêd te li gor xwezaya merivan pake û evîna xwe bi cîh bihêle da bikarî vegerî ser“.

Fêhrbûna Birêvebirina Kargeha Desthilatê

(Kamee* Mark Aurel û Faustina Cote Xudawendan, wek Jupiter û Juno)

Paktirîn amadekarî bo wergirtina berpirsîyarî ya politikî ya birêvebirîya desthilata Roma, bi taybet politika navxwei ya Împêratorîê. Heta hilgirtina berpîyarîya bilind, Mark Aurêl 23 salên nava desthilatdaran da, ezmûnê xwe yê her dezgehêd Kargeha ewqasî împêratorîa mezin, (salên 138-162) bi hemî daxwazkeran, berpirsan, birêvebirêd kargehan nas kirin û xwe da nasin. Ewî ewqasî hemî birêvebirê desthilatê, jîyannamê wan, hêz û sistîyên wan nas kirin, ku zor caran desthilatdarê heyî Antonînûs Piûs, bo kivshkirina ser kesan ser postên bilind yêd kargehan, bê ku zêde shêwirmendên xwe bipirse, ser gotina Markûs birîyar û destûr didan. Karaktêrîzekina Antoninûs Piûs, wek Bavê Adoptîv, dîyare di nivîsên xwe ya pirtûka xwe, ya „Xwenirxandinan“ da jî, Aûrêlîûs wekî pêkhatina harmonîa mirovatîya xeysetê xwe û Antonînûs Pîûs wekî taybetmendîyên lihevhatî, anku hevpejirandî wiha vedibêje:

„Min nermîyek di bavê xwe da didît, ku ser bingeha bêraêanîna bi ezmûnî tund rawestî bû, li gel dudilîya birîyarstandinan, (qirardanan). Wî rêz nedida Xwehizî û pozbilindîa Navûdengbûnê, ku ji esilzadan (Regnasan) pêkdihatin, xebatkarî hiz dikir û teyaxa karkirinê, guhi dida pêshnîyarêd dayî, her yekî ra li gor keda wan rûmet dida, hesteke wî ya rast hebû kesan ra, cîhê pêwîstî nermî bû, yan tundî xudan texmînêd qenc bû, evîneke nexwezayî hiznedikir û her xweshîya desthilatê ras ha dibû. Kesî nekarî bêje, ku ew Sofîsteke*, yekalî ye, yan pêdanteke*, lê belê hemîyan di wî da merivekî dapalyaî, cêribî î fêriz binavdikirin. Ewî fîlosofên rastî mezin dikirin û hiz li destalêsîyan ne dikir, ku merivan bo gîhandina meremêd xwe yêd sûdxwekiran, (shexsî, egoîstî) bikardianîn. Yêd xwe wek zaneyan didane kivshê. Têkîlîyan da ew gelekî xweshpeyv bû, hiz li henekan dikir, bê ku zêde here“.

Cotbûn (zewac) û dîsa tengkirina kapên merivantîê. Standina kecha Antonînûs Pîûs, Faûstînaê, ku ji daxwaza kaizêrê pêsh Antonînûs, kurê wî Lûtsîûs Vêrûs ra hatibû destgirtin, ji daxwaza bavê adoptîv Markûs ra hate markirin. Ji vê cotbûnê bi gishtî 13 zaro hatin efirandin, ku piranîya wan bichûkbûna xwe da dimirin. Ya kifshkirinê ew yeka bû, ku Antonînûs dij yasayên „Prîntsîpatê“*daxwaz kir peyhatîê wî, yê ser desthilatê amadebashîên shervanî bibîne da leshkerên parêzgehêd împêratorîa romaê ra bête pêshwazîkirin. Ew egera, ku chima kayzêr, kurê xwe yê hildayî (adoptîv) ra di nava 23 salan da rê neda, ne rone. Her usa jî shikeke din hebû, ku kayzer gelekî girêdaî ewî kurê xwe bu, ku ew dûrî xwe nedikir. Ev yeka hêjî nehate shirovekirin. Yek ji vêrsionên shikê ew bû, ku tirsa Antoninus Pîûs ew bû, ku Kayzêr Mark Aurêl xwe gelek hizkirî bike di nava leshkerên sînoran û ew yeka nebe tirsa undakirina texta wî. Li vir kêmpisporîya leshkervanîya M.Aurel, di cudabûna Kayzêrzade yê Lûtsîûs Vêrûs da, ku ne zede serkevtî bû erkê xwe da, dikaribû bibûya bingeha tolhildanê bavê ne dirust ra.

Wergirtina Desthilatê ji du Kaizêran

Li Kanûna (December) 147 Markûs Aûrêlîûs ji alîê Tribunicia Potestas* û Imperium Proconsulare,* (Du Shêwrêd Hilbijartinan) wek Hemkaîzêr hate kivshkirin. Bi mirina Antonînûs Pîûs, s.161 kaîzêrî chû destê Mark Aurêl û her usa destê biraê wî yê adoptîv Lûtsîûs Vêrûs, ku texte ya desthilata Împêrîa Roma kirine nîv û nîv. S.164 Lûtsîûs Vêrûsê nûgîihîjtî, kecha Markûs Arêlîûs Lutsîlê li xwe mar dike. Aurêlîûs demekê dikarî Lûtsîûs ji textê peya bike. Da Mark Aûrêl navê xwe bi kaîzêrkujîê neherimîne, birîyar dide wî ser textî bihêle. Balkêshe ew yeka, ku Mark Aurel pashî mirina Lutsius Verus, dijberîye navdanêd bavê xwe da, li pirtûka xwe ya „Xwenirxandinan“ da tenê carekî li ciyekêda chend nivîsan da derheqa Lutsius Verus da diaxive. Ev yeka her delîleke, ku di navbera wan da ew harmonîa lihevtêgîhîshtinê, ya weke wî û Antonînûs Pîûs da nebû. Herhal du kaizêr pey chend dehsalên aramîê tûshî nearamîyan ji alîê dagirkirina Ermenîyan û pey ra êrîshên talanan ji Gêrmanan ji alîê sînorên desthilatê ji chemê Donau pêkdihatin, Mark Aurêl nechar bû, Lûtsîus Vêrûs bishîne paraztina wan erdên êrîshan, ku heta mirina xwe jî li wir ma, temamîya birêvebirîya desthilatê hilde destê xwe.

  • Prîntsîpata* Markûs Aurêlîûs (s. 170 p.z.)
  • Anku prînsîpên bingehîn ya Markûs Aûrêlîûs ya birêvebirina desthilatê.

Faktek, ku xwe ser dem û êpoxan da xudan bandoreke bêguhêr hîsht, Karîzmatîzma Markûs Aûrêlîûs bû, ku bû delîla qencîya hebûna fîlosofekî ser texta desthilatdarîê û bi taybet mîrata têorîa polîtîkî ya desthilatdarîê, ku bû wekî manîfêsteke sedsalên pey ra bona desthilatdarîya hindur û dera desthilata komarekî. Ramanvanîya polîtîkî, ya Mark Aûrêl di berhema wî ya (Xwenirxandin) da têne naskirin. Zor têzêd wî yêd bêdemî ne, anku îro jî aktûalîtêta xwe unda nekirine. Bi chendîn lêpîvanan wî praktîka xwe ya desthilatbirêvebirinê, ew bikaraniye, ew dimîne babeteke pêwîstî delîlan, lê îdêala xwe da ew berhema perwerdeyeke zêrîne ne tenê  pisporîya sîyasetê da, lê her usa jî civaknasî da. Tishtê xudan girîngîyeke mezin ewe, ku Îdêalên Desthilatdarîya Fîlosofekî roleke mezin di mirovahîê da digire, ew yeka fantaziên merivên cîhanê dilivîne û Heykela Markûs Aûrêlîûs me ra dike mînakeke ronahîdar. Ramanvanîya sîyasî ya Mark Aurel bi berhema xwe ya mayî, „Xwenirxandin“ da wek delîleke berbichev jêdereke usa mak dike:

„Sêvêrûs mînakek bû min ra di warê hizkirina merivên min da, wek evîndarîya jidil û rastî da. Ji wî min sernavek efirand, ku ez anîme ser ramana komareke hevjîyana qencî ya dadî û mafrastîê, wekhevîya mafan di civak da, Hemîyan ra Wekhevîya Pîroz, bê Cudabûna Astan û Azadîya Hemwelatîyan Seransere“. 

Azadî û Hevmafî, berî her tishtî di mebesta Mafên Wekhevî bo hemîyan, slogana wî berê jî bikardianî, digîhijte taybetîên kesayetîya Mark Aûrêlîûs. Dijî cêribandinên bi tamî bicîhneanîna erkêd xwe, ku wî ra metirsîyek bû, li gor gotinêd wî bi xwe, xwetemîkirinêd wî, yêd felsefî ew diparastin;

Xwe biparêze, ku nebî Kayzêrekî Tîran*! Merem-wêneyeke usa bo xwe chê neke, ji ber ku ew yeka hêsan pêk tê. Dijberîya xwe bike û hewl bide xwe, da Tu ew mêra bimînî, yê ji encama Perwerda Felsefê pêktê“.

Lê belê, di têgîhîshtina xwe ya kûr da, wî sînorên modêla traktatên xwe, yên polîtîkî û civakî, ya dixwest komarê da damezirîne, li gor civaka wî ya heyî, wek Ûtopî* didît;

„Hêvîya Komareke Platonî neke, lê belê bi wê yekê ra jî bipejire, heger ev hebûna pêngaveke pêshda chûye û evê pêshdachûnê wek pêngaveke bichûk jî nenirxîne. Kî dikarî prênsîpên bingehyasaya Merivan biguhêre? Lê belê, hîvîya chi dibî, heger wekî dîlekî bin guhdarîya axînkiran û derewkaran,  bê guhêrînekê bingehyasayê dibî?“

Ew mêntalîtên heyi ya xwebixwe hatin damezirandin û berdestin, divên di dan û standinên sîyasî da bêne pêshchevkirin, Mark Aûrêlîûs nas û ron bûn, ji ber ku ji ezmûna xwe ya Desthilatên Sênatorî, ew Prîorîtêta, yanê pishtgirî pejirand, ya îzna vegotina raê xwe bi azadî dide. Bi wê yekê, ew hêj li dema kayzêrîya Augûstûs da formûlkirî, wek Libertas Aristocratis*, ku bê pêshchevkirin û rêzdanê tomar bibû. Her usa, mebesta ewê yekê ew maf bû, ku Vegotina Raê xwe da her yek Azade, lê ne Hevbirîyarbûna Polîtikî (ramîyarî) ku Mark Aûrêlîûs daye destê Sênat yan Gel. Li gor wêneya Kayzêrê Fîlosofan û ser xeta Paideia*û Sofîstika Dudan*, Aûrêlîûsê hurmeta bilind dide ramanvanan, statûseke bilind ya sotsîal dide wan û wan tîne nava dîwana xwe, di formeke înstîtûtsîonêl, wek birêvebirîya shêwirmendan. Bi cîhkirina merivên bi perwerda astbilind li dora xwe û nêzîkkirina van hishmendan di aparata birêvebirîyê, wî ew shashî û metirsîya pêshchûêd xwe, wî bergirtina daxwaz û întêrêssêd sûbyêtîv yêd Arîstokratîê, bi chi yekê jî „Prîtsîpat“- a xwe bi hêz û demdirêj kir. Li gor gotinêd Mark Aûrêlîûs, ku têbînîêd xwe da tomar kir; di Tradîsiona (kevneshopî) Fîlosofîa Hêllênîstîyan* da, ku Semed (Vernunft) -a Birêvebirîya Komarê, ku Desthilta bo xweshîya gishtî, hatibû pêramîn, ku bi sînorên zanînêd (kompêtênsê) xwe dihatin pîvandin û her usa bi zanîn, charedîtina arîsheyan (problêman) dihate kirin:

„Têgîhîshtina min têra wê karê dike yan na? Heger têrê dike, ez wê bicîhtînim, wek xwezaê ew destgehe daye min. Rewsha pêkneanînê, ez wê karê didime destê wî, yê ji min chêtir ewê bidawî tîne, lê heger ez ewê karê, ku ne erkê mine, ne ewqasî qenc bicîhbînim, dikarim yekî din, yêd ji min qenctire tînime alîkarîya xwe, ku di encam da kareke bi sûda civakî bi gishtî bi kar tê“.

Destûrnama Mafî, (maf-yasa-parêzî)  Aûrêlîûs ra, wekî „Principes“*-a xwe da – „Kakilê“ Durustîya Civaka qenc, yanî rêkûpêk bû û ev besha wî ra zor girîng bû, ku zêdetir xwe pê ra berpirsîyar didît:

„ Heger Tu xudan hîsekî zîrekî, ewê yekê bi birîyarên zîrekî dîyar bike“

Mark Aurel hebûna xwe da, têgîhîshtina xwe da xwe bi komponêntên kosmopolîtî* ra jî guncand, her wekî bîrbirîya (bewusstsein) Jîngehê ra jî:

„ Xwezaya min ya semede û bona birêvebirîya civakî ye; Heta Navê min Antonîne, Bajarê min û Welatbavê min, Rom e. Heta ez meriv im, her ew tishtên desthilata min û ola wê gesh dike, ew yeka qencîya mine“.

„ Lê Hemxweza zêdeyî dora xwedî tishtekî din nîne. Jixwe ew yeka hêjayî zendegirtinê ye, chawa hunera pêkhata xwe da ew dikare her tishtê ewê zaye, kevin dibe û dirize û dewsê her heîyêd xwe dîsa nûjîyan dike, ji wan berhemêd din dide. Ew Hemxwezaya kêm pêdawîstî wan rezane, ku ew bi xwe diefirîne. Ew xudan zêdetir hebûnêd efirandîye û her usa hunera zaîna xwe da xudan desthilata bi serê xwe ye“. 

Ramîyarîa Navxweyi:                                                                                   

Astengîêd navxweî, ya Împêrîa Romê, ku di destpêka textgirtina Aûrêlîûs da pêshda hatin, belavkirina pandêmîya taê, ya bi navê „Ta ya Antonînûs“, ya xwe ji sala 165, ji rojhilata Împêrîûmê xwe bi temamîya desthilatê belav kiribû û sala 166 xwe gîhande Roma ê û wir xwe bi cîh kir. Chevkaniêd wê nexweshîê ne zêde nas in. Gotûbêj ser zor in, lê delîl heta niha ney ron in. Xwekivshkirina xwe wekî Stoîkêr* ser texta impêratorîê, Mark Aurel di nava strûktûrêd fermanberîya hindurîn, xebatêd xwe yê kayzêrî heta wî dihat birêve dibir.  Wî hewl dida rewsha civakêd Romaê, bi taybet Koleyan, Jinan û Zaroyan ra alîkar be. Zêdeyî nîvê yasadestûrên ji “Fîlosofê Ser Texta Kaîzêrî”derhatî, xudan armancên qenckirina rewsha mafî ya azadîya van astên civakê bûn. Di heman warî da wî karî di organa împêrîûma herî bilind, ya yasadestûrdanê da bicîhanîna hebûna mafan yasayan da tomar bike. Wî rojêd dadgehan di sale de zêde kir.

Dema ew bi xwe, sala 168, dij Gêrmanan chû deshta sherî, tev hemkayzêr Lutsîûs Vêrûs, yê sala 169 an da dimire, ew bi serê xwe dimîne û li wir jî, karînên xwe yê dadwerî bikartîne. Yên dihatine dagehkirin dive bihatanê cîhê sekinandina wî. Cassius Dio* wê derheqê da dinivîse; “ Chendîn sherî derfeta kurtedemeke vala jê ra dihîsht, wî dadwerî dikir. Gotarvanan ra, wî Demjimêra Avî, (ew di dadgehan da dihate bikaranîn) vêdixist û rê dida her alîyan mafên xwe biparêzin û bi hûrgilî buyer nas dikir, da fermaneke heralî rast bide. Wî dikarî deh heta donzdeh rojan pêkhatekî nas bike, her usa dikarî wan shevan jî derbaz bike. Gelekî rastîê ra bi bêwestan xwe gîro dikir, da beramberî merivan mafdarbe. Ewî digot, kayzêrî ra ne caîze rojnivîsa merivan bêserûber birîyaran bide. Ew gelekî navê xwe yê rastgot ra haydar bû.’

Lêhîya chemê Tîbêr*, Êpîdêmîya Taê, Xercên Sherî, her halî van her sê faktoran zedeyeke mezin li xezîneya împêrîûmê dida û rewsha Mark Aurel dijwartir dikir ji her alî. Navdar bû ew dilmezinîya wî, ku wî di wî rewsha heyî da cirma daîna hemwelatîyan bilind nedikir. Wî kirên mînakî xercên dewlemendan teng kir, xwe jî kire tengavê, anku jîyaneke mînîmalîstî da dijîya, ku hemîyan ra nas bû, chendî tundî xwe ra jî, lê gelê xwe ra xweshîê wekî Zîrkûs derfeta shabûnê dida. Her usa peredana bona xercên sharî ra, wî her tishtên dewlemendî wan hebû dida firotinê, da xezînê vala neke. Milkê xwe difirot. Wî her usa karî daxwazêd shervanêd xwe, yên dewa bilindkirina mûche dikirin, bide bawerkirin, ku divê xwe bigirin. 

Dijberîên Leshkerî:

Cenga Partêran ya Lutsîûs Vêrûs û her usa ya Markomanan; (Êkspozîsyona monûmênta Mark Aurêl li Roma ê, chawa Lêgîonên* Romaê ser chemê Donau ra derbaz dibin) Hela hê li dema desthilatîya Antonînûs Pîûs da, kaizêrê Parthêran, Vologaêses-ê IV-an, ku cengek sala 158-159-an, dijî Romê amade dikir, da dagirkerîya Romaiyan ji Ermenistanê pashva bida. Partêran, ku ji mêjva dagîrkerîya Roma nedipejirand, vê carê hewl dan xwe, di rewsha „Du-Kaîzêr-bûnê“ hilbet derfeta sistîya împêrîûmê shik dikirin, hêrîshên xwe aktîv kirin. Dema Parêzvanê Kapadokîa bin desthilata Romaê bû têkchûnek dît, Lûtsîûs Vêrûs bi leshkerekî xwe di alî Rojhilat da kishand. Heman emi da Vêrûs bi nexweshiyekî dikeve, bi necharî li Canusium* radiweste, pey ra xwe digihîne Antiochia li Orontes*, li ku jî xwe bi rêorganizasyona leshkerê dêmoralîzekirî va gîro dike û koordînasyona  nifshên nû yê shervanîê dike. Ew ne wek Mark Aûrêl xudan ezmûna shervanî bû. Rewsha heyî da, ku dijhêrîsh pêwîst bû, ku hê li sala 163-da destpêkiribû, bi serleshkerên cêribandî pêkdihatin, wekî li Sûrîa bûî Avidius Cassius*. Dema Romaî xwe derbazî Armenien dikirin, li ku jî kivshkirîê wan prînsekî ji eslê Arsakîdan, Sohaêmûs kayzêrî dikir.

S.164 – da Offênsîv, anku hêrîsha serekî li Mesopotamia destpê kiribû, bajarê Osroênê (Osrhoene) (Ruha?) hate dagîrkirin û li dawî sala 165 paytexta duda ya Parthîyan, Seleukia-Ktesiphon* kete destê Romîyan. Kela desthilatdarî jî hate wêrankirin. Lêgîonên Romî xwe derbazî heta Mêdîên kirin. Ew shera dikaribû salekî pey ra bi dawî bihata, lê ber zîrekbûna Lûtsîûs Vêrus, serkevtina xwe mezinê xwe, Augustus Markûs Aurêlîûs ra nivekar kir, da wezîneya serkevtinan da beranberî biramezinî adoptîv nexweshî chênebe. Romê nekarî ji ber êpîdêmîê bêrawestîn serkevtin di sheran da bikirana. Ku bakûrê Mêsopotamîê ji alîê Romiyan va hatibû kontrolkirin, ne rone. Sheran xwe gurkirin dij dagirkerîya Romîyan, ku ketine bedbextîya êpîdêmîê. Li Romê Mark Aurel dêprêsîona nexweshîya taê da ye. Ew wek bawermendekî kevneshopîya olî, nenihêrî rewsha birchîbûnê li desthilat da. Wan ber hemî parêzgehên olî ajal cangorî dikirin, dirozge dikirin da ew xudanan bên hewara wan. Renge reng xwarin û dîyarî dianîne ber wan parêzgehan. Mark Aurel bixwe xwe amadeyî dagera sherî dikir. Pishti demên Trayana* jî tu yek Kayzêr xwe ne daye pêshîya leshkerê xwe û nechûye sherê kujtinê. Lêbelê pishtî hatina Monarxîa Leshkerî li desthilat, ew vegerîyane kevneshopîa xwe, ya Pritsîpatê,*(Yasadestûr) li gor kîjanê jî divê leshker bê kiralê xwe neche sher. Dijberîê da, dibu Uzûrpasyon*. (bizor wergirtina desthilatî)

  • Çavkanî: Ji Berhema Dr. Casoê Wezîr Serhedî  ‚Heger Fîlosof Xudê Bûna‘ 
  • casoewezirserhedi@gmail.com
  • Delîleke Fênomêna Hebûna Marcus Aurelius,  wek faktoreke hebûna Fîlosof li Desthilatê.”
  • (11-17.03.23)

“Xwendevanê minî hêja,

Li vir, yekem car di protsêsa daxebitandina berhema xwe ya bi navê “Heger Fîlosof Xudê Bûna”ku ez bi xwe wê wek“Thêorîa Dawîencamê, binav dikim. Hilbet ew berhema di formeke xwe ya kurtkirî da li vir hatîye weshandin. Dema bidawîhatina vê berhemê her xudanjinan ra nase… Di vê rûbrîka xwe da, ku hindik ji berheman bi parên bichûk diweshînim, Tu min ra dibî ne tenê xwendevan, lê bêlê, her usa jî hemra û her usa jî oponênt, di darijandina encamên lêkolîn, lêpîvan û nirxandinêd min, ya van têkstan. Li vir, ez hewl didim, wek kurê sedsala dawî, di lêpîvaneke nêzîkî 5000 salan da, derheqa êvolûsyoneke hishmendîya mirovan da bîr û bawerîêd xwe binivîsim û li gor têgîhîshtina xwe encaman ra nirxandinekê, heger dixwazî dadekî nerastîya merivan da ber Te raêxim, wekî têgîhîshtineke ramanvanî, ya nirxandineke, yanê jî qîmetdaneke pêsh nemanê, wekî kêmî kêm sûcê xwe nas bikin û wisa hokera nemana, anku xwetunekirina merivan li rûê vê erdê, ku em ne laîqî wê derhatin. Kakilê Naveroka Têorîa min, ya bi navê; a.“Encamdana Têkchûna Merivahîê,” b. “Encamdana Apokalîpsa Ramanvanî,” c. “Têorîa Analîza Apokalîptê. d. “Têorîa Encamên Nemanê”… hê jî di daxebitandina xwe da ye ev protsêssa birîyardana sernaveke qenc guncayî… Berhem “K’ela xwe da ye” û pêdawîstî – bidawîanîna encam dane.

Ew di wê derheqê da ye; ku “Mirovahîya xwe anî vê rewsha têkdana êksîstênsa cîhan û her usa tunekirina Êkosîstêmê anku pêsheroja xwe, ji ber wê wateî bû, ku wan desthilata birêvebirina cîhan ne dane destên Fîlosofan. “Ewqas, bi kurtî, belê. Hilbet wek bingeha shirove ya xwe, têza Platonê berî sê hezar salan ra me, ku “Durustî Cîhan” her bi fîlosofan dikare pêkbê, anku heger desthilata dewletan, mîrgehan ew bixwazin yan na bidana destê wan…” Her usa di analîzeke ne sûbjêktîv da, hey ramanên kesayetîên hishmend, yên cîhan bi globalî û pakî fikirîne, nirxandinêd wan, yên ku têorîa min ra hemra ye bînime ber dadwerîya Te. Li vir, bi îzna Te, îznê didime xwe, li deman da bi flêksîbêlî chûn û hatina xwe bikim. Vê cara yekem, di vê berhemê da kesayetîyekî ji xezîna mirovahîê derbînim û raberî Te hêjayî bikim. Ger shash nebin, ev kesa dîroka cîhan da yekemîn kes bû, ku navê “Fîlosof  Kaîzêr” wergirt. Ev yeka, diha rast, yek ji wan hindikan, ku “Desthilatî Wek Derfeta Desthilatî Ne Didîtin.” yanê jî; heger erê, bixûnin, têzê xwe da chi dibêje. Kaîzêrê Roma, Mark Aûrêlîûs Antonînûs bû. Yek ji kêman…  

Gelo em chi derheqa vî kesayetî da dizanin?

Gava em bi nirxandineke ne felsefî jî chevêd xwe dibînîn, ku li hemû desthilatên cîhanê, (qe behsa netewa me ya bedbext û nezan nakin)  dibînin, ku her komara cîhan da hema hema yek moral heye, ku zêde bê guhartine: kî hate desthilatî, hewl dide bibe Autokrat. Yêd zêde bi ambîsîonên bi komplêksa xudê ne, ew dibine tyran û diktator. Hilbet wan zor jî hewl da ne xwe, bi rêya xapandina gelê xwe, sêrbazî û bi awayên sharlatanî xwe gîhande desthilatê, dibe xwînmêjê gelê xwe û di wê bawerîê da ye, ku ew, tenê ew qenc zanê, gelê wî ra chi divêt. Ku tenê ew laîqî ewê tac û desthilatî ye. Ne ew be ew welat bêchare û kes nîne wê bîne xweshîê û her ew û malbata wî dikare desthilatdarê qenc be.

Chi cîhana Orîênt, her usa ya Oksîdênt da, her dera modêla zordarî, ya bi hêz shervanî her tisht chareser dibe. Me ezmûnê hevjîyana zêdeyî sê hezar salan heye. Ji roja desthilatdarê pêshin, heta Bayden, Pûtîn, Erdoxan, tev hindik aktêrên din yên serekî ya demî ne, yêd kêrî mînakanîna min tên. Kî ji wan kêm xwenda, kî ji wan zêde xwenda û qencî dîtî, hemî bi hisheke pragmatîk û zîrektîya sharlatanîya polîtîkê jî ney bêparin. Lê gelo, ew chendîn Fêrizin? Anku chendîn fîlosof in? Paralêleke hebûna Markus Aurelius ne bê hemdî xwe hate anîn. Dawîya dawî da, da babetên nirxandinên felsefî bo hemî merivên astên perwerda cuda hêsan bikin, dixwazim belkî evê babeta xwe bi shiroveyeke kurt bi dawî bînim. Filosofîa, wek paradîgma zanistî û êstêtîkî, xudan gelek shirove û ronkirinên xwe yên ne hêsan hene, ku kêmxwendan ra bibe daristaneke têorîên zor bo têgîhîshtinê. Lê paradîgma serekî ya hemî têorîan, qencîkirine û mixabin ev fênomêna hîngî banal bûye, di cîhana ku zordestî xudan hemî paradîgma ne, wî cîhanî ra, wan desthilatdaran ra, ew hebûnan qet naêne laîqdîtina pragmatîkî da. Anku em hemî laîqî wî rewshî ne, ku tê da ne”

Dr. Casoê Wezîr Serhedî

23.03.2023

Di hejmara çaran de, hatiye weşandin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button