Ramanwer, civaknas, antropolog û wêjekarê fransî ku di navbera salên (1897-1962) an de jiyaye. Bi taybetî jî, bi nivîsên xwe yên ceribînê, di nav kevneşopîya dij-mirovperwerîyê (antîhumanîzm) de, bûye xwedan cihekî taybet. Berhemên wî yên sereke: ‘la Littérature et le Mal’ (Wêje û Xirabî), ‘L’Expérience intérieure’ (Serhatîya Navxweyî), ‘Théorie de la Religion’ (Teorîya Dîn), ‘L’erotisme’ (Erotîzm) û ‘Sur Nietzsche’ (Li Ser Nietzsche), ne. Di bin tesîra Hegel, Nietzsche û Heideggerî de maye û meriv dikare felsefeya wî, mîna felsefeyeke hîçparêzîyê (nihilism, nihilizm) jî pênase bike.
Tesîrekê mezin, li ramanên ramanwerên hevdem yên mîna Derrida, Foucault û Barthesî kiriye. Temamiya xebatên wî, di sala 1972an de, bi alîkarîya Foucaultî hatine weşandin. Bi nasnameya xwe ya siyasî jî, derketiye pêş û daye zanîn ku faşîstan ramanên Nietzsche çewt û xelet, rave kirine. Di temamîya xebatên xwe de, ji rêgehên (rêbaz, metod) psîkoanalîzê (psychoanalysis) û materyalîzma diyalektîk (dialectic materialism), gelekî sûd wergirtiye. Gotiye ku ‘Erotîzm, erêkirina jiyanê ye û heta mirinê, berdewam dike.’ Bala xwe, gelekî daye huner û wêjeyê, li ser têkilîya wan ya civakî, xebitîye û gotiye ku hunermend, çîlekêşên rastîn in.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 28.04.2023