Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Rationalism (Aqilparêzî, Rasyonalîzm)

Rationalism (Aqilparêzî, Rasyonalîzm)

Rationalism (aqilparêzî), ew şeklê ramanê ye ku di her babetê da aqilê mirovî, ji xwe weke bingeheke dibîne. Peyva ‘ratio’ bi zimanê latinî ye û di wateya ‘aqil û rêje’ê da ye. Di zanînnasîyê (felsefa zanînîyê, epistemology) da, rationaslism ew raman e ku bawerîya xwe bi zanîna ji aqil der diçe, dihîne. Di heman demê da li hemberî hestan aqil, li hemberî peyxamê (vahiy), zanînên ku bi rîya aqil dihêne zanîn diparêze. Herweha li hemberî zanîna (bilgi, knowledge) emprîk, weha diparêze ku aqil, ji toklînê (deney, experiment), giringtir e. Li gor vê raman û nêzîkwerîyê aqil, ji toklîn û ji têgîhanên sehekî ku bi rîya ezmûnê dihêne hilberandin, serbixwe ye. 1- Di dema bikaranîna aqil da, zanînên ku ji aqil dizên diparêze. 2- Ferdparêziyê (takekesîtî, indîvîdualîzm) wekî bingehekî dibîne. Li gor vê nêrînê, berîya her tiştî divê ferd astengên li pêşiya fikirîna xwe ji holê rabikin û piştî ku zemîn pakij bibe, bi tenê divê li ser xalên ku bi awayekî mantiqî bikanibin werin peyîtandin zanînan hilberînin. Gelek nûnerên, vê raman û nêzîkwerîyê  hene. Lê yên sereke, ev in: 

  • 1- Platon (Eflatun, Plato)
  • 2- Arîstoteles (Arîsto, Aristotle)
  • 3- Farabî (Alpharabius)
  • 4- RenéDescartes
  • 5- George Wilhelm Friedrich Hegel

1- Platon (Eflatun, Plato) 

 Platon, di serdema pêşîn da yek ji wan philosophên girîng e û bi rîya diyalogên xwe, xwestiye ku sistemekê philosophic a zexim ava bike. Meriv dikare felsefa Platon a zanînê weha şirove bike: 1- Platon weha bawer dike ku zanînî (bilgi, knowledge), ji bûyînê ve li cem merivan heye. Ango, weha bawer dike ku meriv ji zayîna xwe ve xwedîyê zanînê ne. Di vê baweriya xwe da, ji nêrîna Sokrates a reenkarnasyona rih ketumet bûye û vê nêrîna wî, ji bo ramanên xwe wekî bingehekê hilbijartiye. 2- Platon weha bawer dike ku rihê (giyan) mirovî, berê cîhana îdeayan dîtiye û carekê din vegeriyaye dinyayê. Tiştên ku ji bîr kiriye jî, di dema jiyînê da têne bîra wî. 3- Theorya wî a bîranînê, xwe disperê theorya wî a ‘Du cîhanan’ (Theorya Îdeayan). Cîhana (alem) fizîkî a ku em tê da dijîn, di esasê xwe da cîhaneke qelp (qopî) e û teqlîdê cîhana forma (îdea) ye. Form, şeklê herî baş (îdeal) a heyînê ye. Hatta ku afirînkar jî, vê dinyayê li gor wan forman afirandiye. Hemû heyînên li vê dinyayê, qopiyên alema îdeaya (forma) ne. 4- Forma, her heyînekê heye. Hatta forma heyînên nedîtbar (soyut, abstract) jî heye. Çawa ku îdeaya darê, îdeaya pelê û a rengê sor heye, weha jî a başî û adaletê heye. Hemû zindîyên li vê dinyayê, para xwe ji îdeayê digrin û ji bo ku bikanibin bigihêjine îdeayê, di nav hewl û xebatekê da ne. 5- Cîhana îdeayan ji bo ku bi sehekan nayê têgihiştin, bi aqil dihê zanîn. Çimkî sehekên me bi teqlîdên wan re rûbirû dibin û teqlîdê wan dibînin. Ji ber vê yekê jî sehekên me, nikanin bigihêjin cîhana (alem) îdeayan. Lêbelê dikanin hinek delîlan bidin me û ji ber vê yekê jî, sûdmend in. Bi tenê bi saya aqil, meriv dikare xwe ji cîhana sehekî rizgar bike û bigihêje cîhana îdeayan. 6- Platon, zanînê (bilgi, knowledge) kiriye sê beş: 1- Zanîna rast, 2- Zanîna çewt û 3- Bawerî.

Bawerî, di navbera zanîna rast û a çewt da ye. Zanîna rast, zanîna heyînên rastîn (zanîna îdeayan) e û zanîna çewt jî, zanîna ku bi awayekî rastî tune nin, ne. 7- Li gor bîr û baweriya Platon tegihîna sehekî, zanînên çewt didin me. Cîhana sehekî, herdem di nav têkiliyekê da tê têgihiştin û zanîn. Em dikanin ji bo objectekê bibêjin ku ew zer e, sor e, bêhna wê xweş e an jî hişk e. Lêbelê ev yek, wesfên wê objectê (obje, nesne, bar) ne û bi serê xwe, wan objectan ranaxin holê. Ji ber vê yekê jî zanîna rast, ji têgîhînê (algı, perception) dernayê. 8- Nexwe, zanînî ew daraz e ku bi rîya aqil û delîlên wê, dihê hilberandin. Darazên bi vî rengî, zanînên forman (îdea) diguncînin. Herweha, zanîn (bilgi, knowledge) ne yeko yeko zanîna objecta ye. Lêbelê a qada wan a tevahî (tevbar, tümel, universal) ye.

Çend Taybetîyên Cîhana Îdeayên Platon: 1- Îdea, bêdestpek û bêdawî (ezelî û ebedî) ne. 2- Mitleq in. 3- Raserî, sehekên me ne. 4- Nayên guherîn. 5- Ne girêdayê demê ne, eternal in. 6- Bi çavan nayên dîtin. 7- Bi aqil têne têgihiştin.

2- Arîstoteles (Aristo, Aristotle)

Arîstoteles, demezrînkarê felsefa sîstematîk e û bingeha zanista logic, metaphysics û gelek şaxên din ên zanistî û philosophic, ji aliyê wî ve hatiye damezrandin. Di cîhana îslamê da jî, wekî ‘Mamosteyê Pêşîn’ dihê nasîn û li cîhana rojavaÊ jî, jê ra ‘ustad’ dihê gotin. Bêguman meriv bi hêsanî dikare bibêje ku Arîstoteles, philosophekî mezin e û di wê dewrê da, mamostetîya Skenderê Dugulî (Mezin) jî kiriye. Meriv dikare felsefa wî a zanînê weha şirove bike: 1- Wekî mamosteyê xwe Platon, li cem Arîstoteles jî zanîn, encax zanîna a tevayî (tevbar, universal, tümel) ye û zanîna ên tekane (yekhejmar, tekîl) tune. Ew ancax, dikarin bibin nimûneyên ên universal. 2- Arîstoteles, cûdahîya cîhana forman û sehekan, napejirîne. Li gor bîr û baweriya wî form, di nav madeyê da veşartiye û bi awayekî jixweber (spontan) di naveroka wê da heye. Mesela em bibêjin forma darekê hejîrê, di toximê xwe da ye û prosesa hatta ku ew toxim bibe darekê qirase û hejîran bide, di toximê hejîrê da, bi awayekî potansiyelî heye. 3- Li gor nêrîna Arîstoteles, em bi livokên xwe ên sehekî nêzîkî heyînan dibin. Her livokeke me, xwedîyê objectekê sehekî ye. Dema ku bi wan livokên xwe, em xwe nêzîkê objectan dikin, ango dema ku em wan dibînin, seh dikin, dest didin wan û hwd. objectên me ên sehekî ku bi awayekî potansiyelî li cem me hene, xwe çalak dikin û têgihînên me ên ku ji wan dihên, dikarin rast yan jî çewt bin. 4- Têgihiştin, herdem bi ber bi formên hişî va ye û bi formên hişî (zêhnî) ra, têkildar e. Têgeh, di darazekî da têne civandin. Lêbelê, ji ber ku têgihiştin xwe disperê têgehên li jêrên xwe û weha didarizîne, çewtiyekî derdixe holê. Lewra têgihîn, herçuqasî xwediyê nîrxeka bilindtir e jî, bi rîya têgehan didarizîne. 5- Li gor nêrîna Arîstoteles zanîn, zanîna tevbar (universal) e, zanîna a gerdûnî ye. Ji bo bidestxistina zanînekê bi vî rengî, di destpêkê da divê cudahîa wê a cinsê, were destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî li cem Arîstoteles zanînî, di wesfê zanîna zanistî da ye. 6- Di zanîna zanistî (scientific knowledge) da, şertê pêşîn ew e ku divê meriv bi gewherê (naverok, hilik) wî tiştî bizanibe û derbixe holê. Dayîna gewherê tiştekî jî, bi eşkerekirina sebebên wî tiştî pêk dihê. Zanîna sebebên tiştekê jî encax bi awayekî rastîn, bi zanîna wî tiştî dikare bibe. 7- Arîstoteles, theorya xwe a çar (4) sebeban pêşkêş kiriye û gotiye ku bi rîya ceribandina wan çar (4) sebeban, meriv dikare xwe bigihîne zanînê (bilgi, knowledge).

Ew çar (4) sebep jî ev in: 1- Sebebê madî, 2- Form, 3- Sebebê çalak û 4- Sebebê teleolojîk (mebestî, armancî) ne. Em dikarin wan çar sebeban weha şirove bikin: Mesela dema em peykerekê çêbikin, me wê peyker jî çi çêkiribe (ji hariyê, ji mermerê, yan jî em bibêjin ji bronzê) ev yek sebebê wê a madî ye. Peykera ku bi şeklekî dertê holê, form e. Peykertraşê ku vê peykerê çêkiriye, sebebê çalak e. A dawî jî, me bi çi armancê ew peyker çêkiribe (ji bo firotinê, ji bo xwe, ji bo pêşandanekê taybet û hwd.) ev yek jî, sebebê teleolojîk e. Ango, sebebê mebestî ye. 8- Zanîna wan çar (4) sebeban, ji bo têgihiştina cinsê objectê, wê bi kêrî me bê. Û piştre, dê em ê bikanibin cudahîa vê cinsê ji ên din destnîşan bikin û pênaseya wê bidin. Mesela pirsa ‘Meriv çi ye?’ dê li gor çar sebeban were dayîn, ferqa wî a ji ajalan dê were nîşandan û dê meriv xwe bigihîne encameke wekî ‘meriv, ew ajal e ku difikire.’ 

3- Farabî (Ebu Nasır Muhammed İbn el-Farah el-Farabi):

Farabî, philosophekî îslamî ye. Di sedsala 9an da, li Maveraunehîrê, li gundê Farabêhatiye dinyayê. Bavê wî leşkerek bûye. Lêbelê derheqê jiyana wî da zanînên me, gelek kêm in. Lê em dizanin ku wî demekê kurt qazîtiyê kiriye û gelekî di bin tesîra tevgerên dema xwe ên fikrî û kulturî da maye. Meriv dikare derheqê zanînê de, ramanên wî weha şirove bike: Farabî, aqil kiriye du beş, ango  ‘Aqilê Pratîk’ û  ‘Aqilê Teorîk’. Farabî aqilê teorîk jî di nav xwe da wekî sê beşan dabeşandiye: 1- Aqilê madî, 2- Aqilê çalak, 3- Aqilê ku hatiye bidestxistin. 1- Li cem objectan (bar, obje, nesne) wesfên ku têne hizirîn û bihîstin, bi hevra ne. Ên ku têne bihîstin, ji bo ku zû deng li sehekên me dikin, em zû têdigihêjine wan. Di vê têgihiştinê da bi awayekî potansiyelî, wesfên ku têne fikirîn jî cih digirin. 2- Ji bo Farabî têgiha herî muhîm a ku gelekî li ser rawestiyaye, aqilê çalak e. Bi tenê aqilê çalak zanînên ku bi alîkariya sehekan têne bidestxistin, wan ji wesfên wan ên madî cuda dike û dest bi têgihiştina wesfên ku têne fikirîn, dike. Ev yek, asta fikirînê a nedîtbar (soyut, abstract) e. Di vê xalê da meriv, êdî hatiye wê radeya têgihiştina xwe. 3- Aqilê ku bi aqilê çalak gihêjtiye behreya fikirîna nedîtbar, derbasî asta aqilê ku hatiye bidestxistin dibe û têdigihêje formên nedîtbar. Lêbelê ev rade, ji feraset (sezgî, intuition) û bestê (îlham) pêk dihê. Di vê astê da êdî perdeya ku li ber objectan heye, radibe. Meriv dikare bibêje ku ev ast, asta nedîtbarkirinîyê (abstraction) a mitleq e. Herweha ev ast, asta herî bilind a aqil e û li gor baweriya Farabî, kêm meriv dikarin bigihêjine vê astê.

4- Renê Descartes

Descartesê feylesof, zanyar û matematîzan, di 31 Adara 1596an de li navçeya Tourainê, li La Haye’ê hatiye dinyayê. Bavê wî hiqûqzanek bûye û Descartes di malbatê da wekî zarokê çarem hatiye dinyayê. Dema diwelide, dibêjin hindik maye ku bimire. Piştre bi xêra dêşîra (pîrek) xwe, xwe bi ser hev va daye û jiyana xwe berdewam kiriye. Lêbelê narîntiya laşê wî, carinan bi kêrî wî jî hatiye. Mesela li dibistanê dibêjin roja yekşemê hemû zarok serê sibê zû radibûn, lê ew hatta wextê nîvro jî radiza. Di demekê kurt da, pêderxistin ku Descartes zarokekî dahî ye. Hatta heşt saliya xwe, ji aliyê mamosteyên taybet ve perwerde bûye. Di sala 1604an da, ji bo xwendinê wî dane dibistanekê cizwîtan. Ev dibistana ku bi navê ‘La Fieche’ dihat nasîn, di wê demê da yek ji wan dibistanên herî baş ê Ewrûpayê bûye. Descartes di wê dibistanê da, deh salan hatiye perwerdekirin û di nav deh salan da, dersên klasîkên yewnanî û romayê, zimanê fransî, mûzîk, şano, siwarî û eskrîmê dane wî.

Dibistana La Fieche’ê di warê felsefê da girêdayî hînwerîya Arîstotelesî bûye û perwerdeyeke skolastîk dida xwendekarên xwe. Descartes dibêje ‘Şika Metodîk’ a ku min bingeha wê damezrandiye, di demên wê dibistanê da ku li ser pişta min wekî barekî giran bû, hatiye hilberandin. Piştî qedandina La Fiecheê, Descartes dikeve Zaningeha Poitiers’ê û piştî du salan dîplomeya hiqûqê werdigire. Lê wî hiqûqzaniyê an jî ev bibêjin parêzerîyê nekiriye û di dewsa wê yekê da, bi armanca xwendina ‘pirtûka dinyayê’ û vekolandina kesayetiya (xwebûn) xwe, dest bi nivîskariyê kiriye. Di wê dewrê da, Descartes hê jî xwe nezan dihesibîne û dibêje ku ji bo zanîna tiştekî, an jî cudakirina başî û xirabiyê, ez hê ne xwedîyê ti krîterekî me û dikeve nav lêgerînekî bi vî rengî. Di sala 1618an da, Descartes diçe Felemenkê û bi dilê xwe, xwe li Artêşa Orangê dinivîsîne, beşdarê şerên Sih Salan dibe. Lêbelê di dema şerî da, ti carê yekser nakeve pêvçûnan. Leşkerîyê, derfeta fikirîna kûr daye wî. Di sala 1619an da, xewnekî dibîne û weha difikire ku di dawiya wê xewnê da ‘cogito ergo sum’, ango, bingeha ‘zanisteke nû’ damezrandiye. Di navbera salên 1621 û 1628an da piştî geştên xwe ên Macarîstan, Fransa û Îtalyayê, li Felemenkê bi cîh dibe.

Bi taybetî jî pirtûkên xwe ên bi navê ‘Axaftinên li Ser Rêbazê’, (Dissertatio De Methodo) ‘Medîtsayon û Hêmanên Felsefê’ dinivîsîne û bi nivîsandina wan pirtûkan ra jî, bi xwedênenasîyê tawanbar bûye û jê ra, ‘cartesien’ hatiye gotin. Pirtûkên wî, dikevin nav lîsteya pirtûkên qedexe. Hê di dema dibistana Cizwîtan de jî, xebatên Galileî, Kepler û astronomiyê şopandiye û di dibistanê da jî, beşdarî komên xebatên bi vî rengî bûye. Di vê dewrê da bala xwe daye geometrî, fizîk û optîkê û ev baldarî, weha demekê din dom kiriye. Di wê dewrê da pirtûkên wî ên ‘Diyoptri’ û ‘Meteors’ hatine weşandin. Lêbelê bi taybetî, Descartes bi dîtina Analîtîk Geometrîyê, navdar bûye. Di Reşemiya 1650an da, li Stockholmê ku li ser vexwendina şahbanûya Swêdê çûbû wir, bi nexweşîya zatûreyê (taê) dikeve û dawî, li imrê wî ê berhemdar tê.

Felsefa Zanînê a Rene Descartes

Descartes navekî girîng a ramana nûjen e û theorya wî a zanînê, a ku wî pêşkêş kiriye û nêzîkwerîya wî a metaphysicsê, ne tenê di dewra xwe da, lêbelê piştî mirina wî jî gelekî hatiye xeberdan. Em dizanin ku wî şikê wekî rêbazekî (rêgeh, metod) bikar haniye. Şik ji bo Descartes, bi tenê rêbazek bûye û bi vê rêyê Descartes xwestiye ku xwe bigihîne bingehekê misoger û xupxuya a ku êdî kes nikaribe jê şikê bike.

Taybetîyên Felsefa Zanînê a Descartes 

1- Descartes berîya hilberandina zanînê (bilgi, knowledge), hêmanên rêbaza ku dê wî bigihêjîne zanînan destnîşan kiriye. Li gor bîr û baweriya wî: Tu zanînî heke wekî ku di matematîk û geometriyê da bi awayekî aşkere nehatibin destnîşankirin, divê neyên pejirandin û di destpêkê de bi awayekî berjêrwerî (tümdengelim, deduction) divê pêşniyarîya tevbar (tümel, universal) were pêşkêşkirin û piştre jî, bi rîya analîzê, divê ji bo rewşên tekane (yekhejmar) zanîn werin hilberandin û divê yên tevlîhev jî, werin sadekirin.

Piştre, ew zanînên ku ji bo rewşên tekane dihêne hilberandin, bi rêbaza berjêrwerîyê divê carekê din werin qontrolkirin û zeximkirin. 2- Descartes pirsa ‘Heqîqet çi ye?’ dipirse û dixwaze ku heqîqet jî wekî ku di matematîk û geometriyê da jî heye û hêsan e, ji ronahîya aqil derbikeve holê. Lêbelê derdê Descartesî ew e ku bingehekê peyda bike û hemû zanînan jî, li ser vê bingehê ava bike. Descartes gotiye ku ew bingeh bi saya ‘Rêbaza Şikwer’ û bi pêşniyarîya ‘difikirim, nexwe ez heme’ (Cogito ergo sum) ra derketiye holê.

Encax hebûnatî bi serê xwe, têra misogerî û zelalîa zanînê (bilgi, knowledge) nake. Lewra meriv dema ku difikire, ev yek dihê wê maneê ku hê jî tesîra wî cinî ku Descartesî qala wî dikir da ye û tesîr berdewam e. Nexwe divabû Descartes di nav ramanên xwe da tiştekî weha bidîta, ku bi awayekî aşkere ev yek ji cihekê din bihata. Ev yek jî, ramana Xwedê ye. Ramana Xwedê a kamil û bêhempa, ji ber ku ne hilbereke ramanên wî ye, ev yek dihê wê maneyê ku zanîna Xwedê, bi tenê ji ber hebûna Xwedê ye. Heke ramana Xwedê li cem merivan bi tenê xeyalek bûya, wê demê ji ber ku meriv zîndiyên dawîndar in, dê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûya. Lêbelê ev yek jî, rewşeke nakok e.

Gelo Descartes, çima wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide? Lewra heke Descartes bikaribe bipeyîtîne ku meriv dikare li ser Xwedê bifikire, wê demê dê di nav sînorên ‘difikirim, nexwe ez heme.’da nemîne û wê demê ji bilî xwe, dê bikaribe bi objectên  (bar, obje, nesne) din jî bizanibe. Ango, dê bikaribe derbasî cîhana (alem) objectan jî bibe.

3- Bi fikra Xwedê, Descartes xwe ji wê rewşa neyînî a ku şikê rê didayê xilas dike. Heke bi tenê bigota ‘difikirim, nexwe ez heme.’ nikaribû xwe şikê rizgar bikira û nikaribû derbasî cîhana objectan bibe, derheqê wan da zanînan hilberîne. 4- Descartes weha bawer kiriye ku meriv, dema diwelidin xwedîyê behreya hunerdarîya (ability, yetenek) zanînê ye.

5- George Wilhelm Friedrich Hegel | 1770-1831

George Wilhelm Friedrich Hegel (1770-1831) feylesofekî alman e. Li Stutgartê, hatiye dinyayê. Sîstema ku ji aliyê Hegel ve hatiye damezrandin, bi navê ‘Mantiqa Dîalektîkî’ (Dialectical Logic) dihê nasîn. Li gor vê sîstemê, ramanek (tez), tevlî ramanekê li hemberî xwe dibe û dibe antîtez, (yan jî dijberê xwe diafirîne) û ji vê yekê, ramaneke nû dertê holê ku ev jî sentez e.

Girîngiya Felsefa Hegel

George Wilhelm Friedrich Hegel ew feylesof e ku şeklê herî dawî daye îdealîzma alman û îdealîzma alman gihandiye encamên mantiqî. Ramanên feylesofên beriya xwe ên mîna Fichte û Schelling, bi awayê sentezeke hevgirtî û bi awayekî ku merivan û gerdûnê biguncîne, raxistiye holê. Sîstema Hegel di rabirdûya felsefê da, sîstema herî mezin a dawî ye. Herweha dîsa ê ku rêbaza dîalektîkê bi awayekî tekûz bikar haniye, dîsa Hegel e. Bi vî awayî jî, têgeha guherîn û çêbûnê ji nû ve, beyî ku ji holê rabin an jî tesîra wan ji holê rabe, carekê din xistiyê qada (rojev) ramana philosophic. Wekî dihê zanîn, Hegel wekî demezrînkarê îdealîzma dîalektîkjî tê pejirandin. Ji bilî vê yekê meriv dikare bibêje ku felsefa Hegel, tesîrê li marksîzmê jî kiriye û marksîzm, gelekî di bin tesîra felsefa Hegelî da maye. Ji bo têgihiştina marksîzmê, pêdivî bi zanîna philosophia Hegel heye, hatta em dikarin bibêjin ku ev yek şert e jî.

Felsefa Zanînê a Hegel

Felsefa Hegel, di naveroka xwe da gelek taybetîyên nedîtbar (soyut, abstract) diguncîne û ev yek jî, têgihiştina wê dijwar dike. 1- Hegel di dema pêhhanîna felsefa xwe da, rêbaza dîalektîkê bikar dihîne. Wekî philosophên serdema pêşîn ên grekî, li cem Hegel jî rêbaza dîalektîkê, ji bo têgihiştin û derxistina holê a heqîqetê, rêbaza sereke ye. Rêbaza dîalektîk ew rêbaz e ku têgehekî bi dijberê xwe ra dinîrxîne û ev yek, di vê rêbazê (rêgeh, metod) da prensîbekê muhîm e. Mesela em bibêjin reş û sipî, nêr û mê û hwd. Bi vî awayî her têgih, bi dijberê xwe ra dikeve têkîliyeke (danûsitandin) tez û antîtezê. Mesela em bibêjin bila reş û sipî bibin tez û antîtez, wê demê meriv dikare bibêje ku dê ewê bigihêjine sentezeke wekî gewrê. 2- Li gor nêrîna Hegel, ji bo hilberandina (bidestxistin) zanînê, cudahîya aqil û toklînê (deney, experiment) tune. Lewra li gor nêrîna wî, ew zanîna ku dibêjin ji toklînê ye, ew jî ji aqil e û naverokeka hişî (zihin, mind) ye. 3- Bi gotina hiş an jî mebesta wi a ji hişî, ‘Aqilê Gerdûnî’ (Geîst) ye. ‘Geîst’ an jî ‘Aqilê Gerdûnî’, xwe bi surûştê ra bi awayekî dijber raxistiye holê. ‘Geîst’ an jî ‘Aqilê Gerdûnî’, ji bo derketina holê a zanînê (bilgi, knowledge), gelekî muhîm e. ‘Aqilê Gerdûnî’ di surûştê da, xwe bi aqilê mirovî dide der. ‘Aqilê Gerdûnî’ a ku di surûştê da û li cem mirovî deng vedide, di demajoyeke dîalektîkî da, dixwaze were zanîn û nasîn. Ji ber vê yekê jî di felsefa Hegel de: ‘Yên aqilî, rastî (real) û yên rastî jî, aqilî ne.’ Karê philosophiayê jî, di hişê mirovî da derxistina holê a ‘Aqilê Gerdûnî’ ye. 4- Di felsefa Hegelî da zanîn, têgîhî ye û gelekî nedîtbar (soyut, abstract) e. Ji ber vê yekê jî têgih di proseyekê dîalektîkî da, di têkilîyeke tez-antîtez û sentezê da bi pêş dikeve û di vê pêşketinê da, ji nakokî û dijberîyên ku di naveroka wê da ne, xwe rizgar dike. Lêbelê pêşveçûna têgihê a dîalektîkî, bi serê xwe têra derxistina holê a heqîqetê nake. Bi awayekî tekûz ji bo ku heqîqet bikaribe derbikeve holê, divê ‘Aqilê Gerdûnî’ jî bigihêje bîra (hiş, şiûr) xwe û xwe, ji hemû nakokîyan rizgar bike. 5- Di philosopiaya Hegel da, niqteyeke din a muhîm jî, hevgirtina rastiyê a bi sîstemê ra ye. Ango, rastîya tiştekî, girêdayî hevgirtina wê a bi sîstemê ra ye. Lewra, sîstem ji zanînên sehekî dest pê dike û hatta asta saf a aqil, dereceyên rastîya zanînê radixe holê. Rastiya zanînekê ew e ku bi sîstemê ra hevgirtî be. Geîst, ji bîra subjectivî dest pê dike û ber bi bîra objectivî ve û ji wir jî, ber bi bîra mitleq ve diqeside.

Surûşt di Felsefa Hegelî da

Di ramanên Hegel da surûşt, îdeyek e (heyîna teqez) ku ji xwe cihêreng bûye. Têgiha îdeyê ku têgiheke nedîtbar û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek, dibe heyînek ji derveyê xwe. Ji ber vê çendê jî yekîtiya îdeyê, di surûştê da bi awayekî aşkere xwiya nake, xwe vedişêre û nûxamtî ye. Em di surûştê da piranîyê dibînin. Herweha heyînên yeko yeko yên di surûştê da hebûna xwe ji xwe wernagirin, ji îdeyê werdigirin û bi îdeyê ra jî bi temamî ne guncan in, di navbera wan da lihevhatinek berbiçav tune. Ji ber vê yekê jî, di surûştê da dibetiyek li ser kar e. Derketina derêxwe a îdeyê ku dibe bîyaniyê xwe, di surûştê da dihê dîtin. Heyîna teqez (mitleq) ji bilî xwe, li derveyê xwe bûye heyînek û bûye bîyaniyê xwe. Di ramanên Hegel da bingeha ramana bîyanîbûnê, ku piştre di felsefa Marksîst da bûye xwedîyê cîhekî muhîm, ji vê niqteyê dihê. Serê jêr ê surûştê ew îde ye ku bi temamî bûye bîyaniyê xwe û xwe daye der. Serê jor jî, meriv e ku biaqil e û têdigihêje hişmendîya xwe. Meriv jî, di surûştê da dertê holê û di surûştê da, dibe heyîn. Lêbelê meriv hêdî hêdî xwe ji surûştê dûr dike, digihêje bîra (hiş) xwe, ber bi îdeyê ve diqeside, têdigihêjê û bi vî awayî, ew bîyanîbûn û xwe xerîbdîtin, ji holê radibe. Carekê din, digihêje yekîtiyê. Ango, yekîtiya teqez di ramanên mirovî da carekê din tê têgihiştin, ji nû ve tê raxistin. Bi gotineke din surûşt, kedeka mezin e û dixwaze ku bigihêje bîra xwe û koka xwe binase. Armanca felsefa surûştê, şirovekirin û destnîşankirina vê berfirehbûnê ye ku gav bi gav pêk dihê.

  • Alî Gurdilî
    aligurdili@gmail.com
    08.04.2022
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button