Philosophia

Estetîka Nietzsche û Cihêtîya Hunera Apollonî û Dionysosî

Dr. Muhammet Gözütok

Bi awayekî giştî ramanên Nietzsche wek dema ciwanî û kemilî tê kategorîzekirin û di navbera herdu deman de jî cihêtiyên ramanî tên dîtin. Bi taybetî di navbera ramanên wî yên ku di Ji Giyana Muzîkê Derketina Tragedyayê de cih digrin û ramanên wî yên ku di berhemên wî yên paşîn de cih digrin de cihêtiyên berbiçav tên dîtin. Bêguman nêrînên wisa rastiyê nîşan nadin. Rast e, her fîlozof di aliyê ramanî de diguherin. Heye ku hin fîlozofan berhemên xwe yên dawîn di goristana berhemên xwe yên pêşîn de nivîsandine. Lê bi ya min di navbera berhemên pêşîn ên Nietzsche û berhemên wî yên paşîn de lihevhatinek heye. Ya rastî di Ji Giyana Muzîkê Derketina Tragedyayê de Nietzsche mîzgîniya felsefeya xwe û têgehên xwe yên navdar dide.

            Ji Giyana Muzîkê Derketina Tragedyayê berhema pêşîn a Nietzsche ye û Nietzsche di vê berhemê de nêrînên xwe yên di derheqê hunerê de aniye zimên. Bêguman di vê berhemê de têgehên mîna vîna hêzê,  bilindmirov, dekadans, vegera bêdawî cih nagrin. Lê di vê berhemê de Nietzsche ji felsefeya xwe re rê vekiriye. Wî hê di wan salan de dij li tevgera rasyonalîst a felsefeya rojavayê derketiye, ber bi pêş ve çûyîna dîrokê qebul nekiriye, dêrî li têgeha xwe ya vegera bêdawî vekiriye, jiyan pejirandiye û bi vî awayî pêşnumeya vîna hêzê ava kiriye. Ew, di vê demê de dij li têgehên felsefeya rojavayê derketiye ku ji Sokrates vir de hatine bikaranîn. Wî di salên xwe yên pêşîn de felsefeya rojaveyê wek esîrê têgehan bi nav kiriye û di dîroka felsefeyê de çiqas têgehên dij Sokratîk hebin neqandiye û bi van têgehan felsefeya xwe nexşandiye.

            Berhema pêşîn a Nietzsche li ser hunerê ye. Ev yek nîşan dîde ku huner di felsefeya Nietzsche de cihekî girîng digire. Bêguman Nietzsche ne fîlozofekî xwedî sîstem bû û wî estetîk wek kategoriyeke taybet nedît. Lê ev nayê wê maneyê ku Nietzsche girîngî nedaye estetîkê. Wî huner kiriye du beş û bi vî rengî jî huner û dîroka hunerê nirxandiye, hêmanên trajîk ên tragedyayê di felsefeya xwe ya egzîstansiyalîst de bi cih kiriye. Di vê gotarê de dîtinên Nietzsche yên di derbarê huner û estetîkê de werin nirxandin. Li gor Nietzsche di dîroka hunerê de ji hunera Dionysosî ber bi hunera Apollonî, ji yekîtiyê ber bi piraniyê meylek heye. Di vê nivîsê de ev meyl were nirxandin. Helbet Nietzsche vê meylê baş nabîne. Em ê li ser egerên vê jî rawestin. Çima Nietzsche bi tragedyayê re eleqeder bûye? Di navbera tragedya û hunera Dionysosî de, di navbera têkçûna tragedyayê, felsefeya Sokrates û komedyayê de çi peywendî hene? Bersiva van pirsan jî mijara vê gotarê ye.

           Awirek Li Ser Felsefeya Hunerê ya Nietzsche

            Wekî ku me li jorê jî got, Nietzche di felsefeya xwe de kategoriyek bi navê huner û estetîk dananiye. Digel vê, estetîk di felsefeya Nietzsche de qadeke girîng e. Nietzche wexta ku dibêje heyîna dinyayê tenê bi xuyaniyeke estetîk tê selmandin, estetîkê wek kategoriyeke epîstemolojîk dinirxîne (Berkowitz, 2003: 79). Ev gotin ronî dide felsefeya wî. Li gor wî heqîqet bi awayekî teqez tune ye, heqîqet tenê tê afirandin. Him huner him jî felsefeya rasyonalîst ku serkêşiya wê Sokrates dike, dixwazin heqîqeta ku hebûnê pêk tîne bi dest bixin. Li gor Nietzsche hişmendiya mekanîk û zanist di serkêşiya Sokrates de ji bo ku heqîqeta xeter veşêrin, serî li deq û dolaban didin. Lê tragedya bi wêrekî derdikeve pêşberê vê heqîqeta navborî. Ji ber vê huner naveroka xof a heyînê derdixe holê. Lê aqil û zanist nikarin vê yekê bikin. Nietzsche bi van bîr û ramanên xwe mîna Kierkegaard dij li çanda dema xwe derketiye û berê xwe daye Yewnanan. Kierkegaard ji bo çareseriya kêşeyên dema xwe ket dilqê Sokrates, lê Nietzsche dîtinên Sokrates wek goristana demê bi nav dikir (Blackham, 2005: 31).

            Li hêla din jî li gor Heidegger di felsefeya Nietzsche de huner wek sîşopa vîna hêzê ye. Bêguman vîna hêzê nayê wateya desthilatdariyê. Vîna hêzê vîna afirandinê ye (Bozkurt, 2004: 160). Huner çalakiya afirandinê ye û bi vî rengî hebûnê, dilîniya jiyanê diselmîne. Nietzsche bi vê ramanê ji Schopenhauer cihê dibe. Wexta ku Schopenhauer ji bo jiyanê dibêje “na” Nietzsche ji bo jiyanê dibêje “erê”. Ango huner jiyanê erênî dike. Bedew mijara hunerê ye û jiyanê dewlemend dike. Bê şik huner xwedî hêzeke xapînok e, lê vê hêza xwe ya xapînok venaşêre û mirov bi vê hêza hunerê haydar e. Nietzsche wexta ku dibêje “huner dîmenê wek dîmen qebul dike, naxwaze bixapîne, ew rastî ye” qala haydariya hêza xapînok a hunerê dike (Özkan, 2004: 201).

            Peyva dîmen xwedî wateya xapandinê ye û ev peyv tenê ji bo saloxdana hunerê nayê bikaranîn. Têgeha dîmenê ji bo berhemên felsefe, ol, etîk û zanistê jî tê bikaranîn. Felsefeya hunerê ya Nietzsche jî li ser agadarbûna vê xapandinê ava bûye. Wekî optîmîst û pesîmîst du beşên xapandinê hene: Xewn û serxweşî. Nietzsche beşa xewnî ya hunerê –ji ber xwedayê xewnê Apollon- wek hunera Apollonî, beşa serxweşî ya hunerê jî –ji ber xwedayê serxweşiyê Dionysos- wek hunera Dionysosî bi nav dike. Di hunera Apollonî de taybetmendiyên girîng gelemperî, lihevhatin û şikl e. Di hunera Dionysosî de jî serxweşî, sermestî, ji xwe ve çûn û daxwaza ji holê rakirina kesayî ango ferdî derdikeve pêş.

            Nietzsche bi awayekî giştî ji kaniyên rasyonel dûr dikeve û berê xwe dide warê îrrasyonel. Ev yek di felsefeya wî ya hunerê de jî tê dîtin. Ji ber vê, ew di hunerê de girîngî dide wan şaxên ku ji aqil zêdetir hîsan ji xwe re dikin armanc. Muzîk ji ber ku bi hîsên mirovan ve peywendîdar e, ji şaxên din ên hunerê bilindtir e. Li gor Nietzsche ger huner ji dilîniyên mirovan zêdetir guh bide aqlê mirov a wê gavê dekadans ango dejenerasyon peyda dibe. Li Yewnana kevnar vemirîna çireya tragedyayê û geşbûna komedyayê jî dekadans e. Nietzsche vê rewşê wek serkeftina felsefeya Sokrates ku dîlê têgehan e, bi nav dike. Bi vî şiklî huner li qayî dekadansê dibe.

            Pragmatîzma Hunerî ya Nietzsche

            Li gor Kant bedew ew tişt e ku bê berjewendî hez dide mirov û Nietzsche dij li vê ramana Kant derdikeve. Li gor Kant divê heza estetîk ji her cure hez û berjewendiya aborî, hîsî, teknîkî û rewiştî dûr be. Schopenhauer di vê mijarê de mîna Kant difikire û ji ber vê jî li qayî rexneyên Nietzsche dibe. Li gor Nietzsche, bi vî rengî saloxdana bedewiyê, pirsa estetîkê, ne ji hêla hunermendê afirînêr, lê belê ji hêla temaşavan dinirxîne. Ango Kant pêhîsîna bedewiyê wek pêhîsîseneke pasîf destnîşan dike. Lê belê divê estetîk di çarçoveya hunermend de were analîzekirin. Ji ber vê jî Nietzsche li beramber saloxdana bedewiyê ya Kant, saloxdana bedewiyê ya Stendhal derdixe pêş. Stendhal bedewê wek tiştê ku şadî waad dike, destnîşan dike. Di vê saloxdanê de ji bo bedewiyê eleqeyeke biberjewendî heye. Nietzche vê yekê înkar nake û bedewiyê wek rizgariya ji êşê bi nav dike. Armanca rizgarbûna ji êşê jî berjewendiyek e (Nietzsche, 2004: 109-111).

            Nietzsche di berhema xwe ya bi navê Li Ser Secereya Rewiştê de bi awayekî zelal dij li estetîka Kant derdikeve. Nîşaneyên pêşîn ên vê dijderketinê di Ji Giyana Muzîkê Derketina Tragedyayê de tê dîtin. Heta mirov dikare bêje peywendiya menfaatî ya li hember bedewê leît motiva vê berhemê ye. Tiştê ku bedew e an jî hunerî ye divê jiyanê xweş bike, mirov dilşa bike. Ji ber vê ger em bêjin nêzîkbûna Nietzsche li hunerê pragmatîk e, em ê çewtiyê nekin. Digel vê nêrînê Nietzsche wekî Aristoteles alîgirê rola katartîk a hunerê nîn e. Li gor Aristoteles huner, bi taybetî jî tragedya azwerî û dilîniyên mirovan paqij dike. “Rola tragedyayê bi hestên liberketin û tirsê, mirovan ji azweriyan paqijkirin e” (Aristoteles, 2007: 22). Lê belê Nietzsche wisa bawer dike ku huner, bi taybetî jî tragedya beravajî, azweriyên mirov xurttir dike û divê bike jî.

Li gor Nietzsche cara ewil şaristaniyeta Yewnana kevnar pê hesiyaye ku jiyan ji janê bêpar nîn e. Yewnaniyan di jiyanê de heyîna jana mitleq dîtiye. Ew bi taybetmendiyên xeternak, nediyar û xof a jiyanê hesiyane, lê belê digel vê yekê ji jiyanê nexeyidîne (Copleston, 1998: 157). Wan digel hemû janê jiyan hembêz kiriye. Nietzsche ji ber vê yekê heyranê Yewnana kevnar e. Yewnanan li hember janê xwe li nedîtinê dananiye, bi rêya tragedyayê xwe daye ber vê janê. Wan bi rêya hunerê dinê û jiyana mirov guherandiye. Bi rêya hunerê berxwedan li hember janê, bi rêya hunerê guherandina dinê û jiyana mirovan nîşan dide ku Yewnanî bi awayekî pragmatîk nêzikî hunerê bûne. Nietzsche vê nêrîna pragmatîk a li ser hunerê ji Yewnanan girtiye. Beriya ku em werin ser pirsa “Yewnaniyan çawa bi rêya hunerê xwe li janê girtiye?” ez dixwazim hinek li ser janê rawestim, bê ka jan di felsefeya Nietzsche de çawa cih digire. Di tragedyayê de jan wek dijberê jiyanê nayê dîtin. Peywendiya Nietzsche a bi tragedyayê re ji ber vê yekê ye.

Li gor Nietzsche jan alîgirê jiyanê ye. Yewnaniyan jî roleke wiha daye janê. Jan parçeyeke jiyaneyê ye, jiyanê ji yekrengiyê difilitîne û geştir dike. Jana trajîk jiyanê hişyar dike (Deleuze, 2002: 130). Ji ber vê jî Nietzsche mirovê ku janê dikşîne wekî mirovê zana bi nav dike. Lewre jan mizgîniya wê rastiyê dide ku ji dilê xwezayê derdikeve (Nietzsche, 2005: 56). Li gor Nietzsche divê mirov nebe dijminê jana xwe. Lê ev nêzikayî ne nêzikayiyeke arabeskî ye. Ya arabesk teslîmî janê dibe û wexta ku êşê dikşîne hêvî dike hin kes gunehê xwe pê bînin. Ew kesê ku derkeve pêşberê jana xwe, bi wê re têbikoşe, digel hemû xof û tirsê ji jiyanê dê tahm bigire. Ger mirov teslîmî jana xwe be, ji jiyanê dixeyide. Lê belê Yewnanî ji jiyanê nexeyidîn, wan bi saya estetîkê jiyan qebul kir.

            Bi Saya Estetîkê Du Rêyên Pejirandina Jiyanê: Hunera Dionysosî û Apollonî

            Li gor Nietzsche di Yewnana kevnar de di navbera hunera Apollonî ku hunera peyker e û hunera Dionysosî ku hunera muzîkê ye de berberiyek heye. Di Grekiyan de vîn bi saya çalakiya afirînêr ku li derveyî aqil e, van herdu hunerên li dij hev anîne ba hev (Nietzsche, 2005: 17). Li gor Nietzsche Apollonê ku xwedayê hunerên dîtbarî ye di eslê xwe de xwedayê ronahiyê ye. Ronahiya ku ronî dide gerdûna tesewiran di bin fermana Apollon de ye (Nietzsche, 2005: 19). Ew, ew hişê kûr e ku di xewnê de derdikeve. Apollon remza pîvan û bidawîbûnê ye, ew xwedayê principii individuationis (rêbaza ferdbûnê) e.

            Her çi Dionysos e, xwedayê wê sermestiyê ye ku dawî li principii individuationis tîne. Dionysos remza wê pêla jiyanê ye ku hemû astengiyan hildiweşîne, sînoran radike. Di sermestiya Dionysosî de mirov di nav coşa xwezayê de şa dibin û mîna ku bibin take mirovek bi hev ve dibin. Di ayînên Dionysosî de murîdên ku ji xwe ve diçin û bi jiyanê re dibin yek vê taybetmendiya Dionysos nîşan didin. Di sermestiyeke wisa de dîl dibe serbest û azad. Di vê merhaleyê de jî mirov re wateyeke nexwezayî eyan dibe. Mirov bi vî şiklî xwe wek xweda dibîne. Êdî mirov nabe hunermend, dibe berhema hunerê.

            Li gor Nietzsche Yewnaniyan bi saya van herdu helwestên hunerê kariye bi awayekî estetîk rewşa heyî veguherînîn û ji bo jiyanê bêjîn “erê”. Helwesta Apollonî nixameke estetîk diavêje ser hebûnê û bi vî awayî dinyayeke bedew û formeke îdeal diafirîne. Afirandina dinyayeke bedew û formeke wisa bi saya hunerên epîk û plastîk pêk tê. Hunera Dionysosî hebûnê dike fenomeneke estetîk, lê ev helwesta hunerî hebûnê nanixumîne, beravajiya vê, hebûnê diselmîne (Copleston, 1998: 157)

            Nietzsche wisa hizir dike ku hunermend divê yan bibe hunermendekî xewnê û li pey helwesta Apollonî bikeve, yan jî bibe hunermendekî bicoş û li pey helwesta Dionysosî bikeve. Her şaxeke hunerê qet nebe yek ji van helwestan di nav xwe de bihewîne.  Giringî û xurtiya tragedyayê ji wê ye ku him hunera coşiyê ye him jî hunera xewnê ye. Lewre tragedya bi hêmanên xwe yên dîtbarî û xewnî ve hunera Apollonî, bi hêmanên xwe yên muzîkî, coşî û sermestiyê ve jî hunera Dionysosî di nav xwe de dihewîne (Nietzsche, 2005: 23). Hunermendê/a Apollonî divê xwe ji navajoyên xwe rabigre. Lê hunermandê/a Dionysosî ew rikeberiya ku di navbera navajoyan û xwebûnê de heye, aş dike. Hunermendê/a Apollonî ji bo ku xwe ji bahozên azwerî û coşiyan biparêze bi afirandina xeyalên xweş stargehekê ava dike. Lê belê hunermendê/a Dionysosî xwe ji helwestên bipîvan dûr dixe û xwe teslîmî hêzên hov dike (Berkowitz, 2003: 87).

           Tragedya

            Yewnaniyan bi saya tragedyayê estetîk kirin organeke ontolojiyê. Li gor Nietzsche tragedya tenê şaxeke hunerî nîn e. Ew, tragedyayê wek problemeke ontolojîk dibîne. Di tragedyayê de leheng Prometheus yan jî Antîgone be ew di rastiyê de maskeyên Dionysos in. Ew Dionysos in û yek in (Nietzsche, 2005: 67). Tragedyayên ewil ew şano bûn ku mijara wan tenê Dionysos bû. Bi wextê re şûna Dionysos lehengên mîna Prometheus û Oidipus girt. Dema ku ew lehengên cur bi cur şûna Dionysos digrin, hêmana reel a hunerê pêk tînin. Wexta ku leheng di dilqê Prometheus an jî Oidipus de derdikeve ser dikê, rêbaza indivudialist ango ferdî ya Apollonî derdikeve holê. Li paş vê rêbaza ferdî fîgura gerdûnî ya Dionysos heye. Fîgura Dionysos rêbaza ferdî ji holê radike, gerdûniya hunerê derdixe pêş. Di tragedyayê de aliyên ferdî, formî, sînorbûyî ya lehengan hêmanên hunera Apollonî ne.

            Li vir divê vê bêjin ku li gor Nietzsche ji holê rabûna bisînorbûnê bi saya aqil nabe. Lewre jixweveçûn û sermestiya Dionysosî rewşeke hîsî ye û tiştê ku li paş nixamê ye tenê bi rêyên îrrasyonel, bi saya sehekê eşkere dibe. Di felsefeya Nietzsche de armanca hunerê, armanceke gerdûnî ye. Qet nebe di Ji Giyana Muzîkê Derketina Tragedyayê de Nietzsche wisa difikire. Bêguman ev armanca gerdûnî çi bi rêya hunerê were eşkerekirin çi bi rêya zanist û felsefeyê were eşkerekirin, xwe ji têgihiştina xapînok nikare bifilitîne. Lê di estetîkê de wexta ku heqîqet wek dîmenek derdikeve holê, mirov dizane ku ev ne heqîqet e, ew dîmen e. Ji ber vê jî huner, ji felsefe û zanistê bilindtir e. Wexta ku felsefe û zanist dibêjin em heyînê eşkere dikin, fêlbaziyê dikin. Lê belê huner wexta ku tiştekî pêşkêş dike qebul dike ku ew tişt dîmen e û ne heyîn bi xwe ye.

            Tragedya bi muzîka xwe ve jî bala Nietzsche dikşîne. Muzîk ji ber ku rasterast vînê dide xuyakirin, ji şaxên din ên hunerê cihê ye. Ji ber vê taybetmendiya xwe muzîk di her bûyereke gerdûnê de tiştê ku ji rastiyê wedatir e derdixe holê, di her bûyerekê de heyîna di xwe de eşkere dike (Nietzsche; 2005: 104). Ji ber vê li gor Nietzsche jiyana bêmuzîk dê bibe xeletiyeke mezin. Li gor wî muzîk selmandina jiyanê ye. Di şahiyên ku ji bo Dionysos dihatin lidarxistin de di navbera jixweveçûn û muzîkê de paraleliyek tê dîtin. Serxweşiya muzîkê û serxweşiya Dionysosî dişibin hev. Di van şahiyan de aciziya dêrûnî ber bi nemanê diçe, lê jan her wekî xwe dimîne. Muzîk û şahî di rastiyê de ji tragedyayê wêdatir ne tiştekî din in. Ew wisa kêliyên xweş diafirînin ku ev kêlî berdêla cezaya hatina jiyanê ne (Raymond, 2006: 77).

            Komedya: Egera Nemana Hunera Dionysosî

            Li gor zincîra kronolojîk, komedya di Yewnana kevnar de piştî tragedyayê vejiye. Lê bi derengî vejîna komadyayê nayê wê maneyê ku komedya ji tragedyayê paye bilindtir e. Lê li gor Nietzsche eşkere ye ku komedyayê dawî li jiyana tragedyayê aniye û wisa derketiye ser dikê (Nietzsche, 2005: 71). Komedyayê temaşevanên tragedyayê derxistiye ser dikê û rola desteya stranbêjan ango qoroyê daye temaşevanên ji rêzê.

            Kesê ku dawî li jiyana tragedyayê aniye, Euripides e. Euripides, bi alîkariya Sokrates hêmanên Dionysosî yên tragedyayê ji holê rakiriye. Euripides ketiye bin bandora Sokrates û ji ber vê jî gotiye, ya bedew divê bi aqil re biguncê. Bi vî awayî jî ew gihîştiye wê ramana Sokrates ku dibêje: Kesê ku dizane bi fazîlet e. Li gor Nietzsche, Euripides ji ber ku bi van ramanan tragedyaya xwe ava kiriye, dawî li jiyana tragedyayê aniye. Ji ber ku di tragedyayê de rasyonalîzm derketiye pêş û hêmanên Dionysosî hatine dûrxistin û hêmanên Apollonî hatine serdestkirin, ji bo komedyayê qadeke fireh hatiye vekirin (Nietzshce, 2005: 80).

            Tragedyaya Euripides û komedyayê mirovê teorîk ji xwe re kiriye armanc, hêla afirînêr a hunerê ko kiriye û di tengetixubên aqil de bi sînor kiriye. Rasyonalîzmê, taybetmendiya dîmenbûna dîmenê ya hunerê nehiştiye, hunerê wek felsefe û zanistê, dîmena heqîqetê nîşan daye. Bi vî awayî jî huner bûye esîra têgehên felsefeya Sokratîk. Nietzsche tenê ji ber ku komedyayê hêmanên Dionysosî yên tragedyayê ji holê rakiriye, ji komedyayê hez nake. Di lehengên tragedyayê de remza bilindmirovan heye. Lê di komedyayan de yê ku li ser dikê ye, ne bilindmirov e, lê belê kerî bixwe ye. Di komedyayê de mekanîkiyeke rasyonel tê pêşkêşkirin. Bûyer, berê ji hêla temaşevanan ve tê zanîn û bi vî awayî jî heqîqet tê veşartin. Jan her tim di nav jiyanê de ye. Lê komedya dixapîne û janê vedişêre.

            Hêmana komîk bi ferza heqîqetê ava dibe. Lewre komîk ew reaksiyon e ku li hember heqîqetê, li hember tiştên ku tên zanîn, tê nîşandan. Ken, li ser wê rastiyê ava dibe ku ew tiştê mirov pê dikene wek derî aqilan tê binavkirin. Ku em bi tiştekî bikenîn, di wî tiştî de hêmaneke wisa dibe ku dijî hîndarî û zanîna me ye. Di komedyayê de komîk ew tişt in ku li derî jiyana gelemperiyê ne. Di Lysistrataya Aristophanes de ya komîk ew e ku jin di jiyana siyasî de dixwazin bibin xwedî gotin û dij li serdestiya mêran derdikevin. Komedyayê serdestiya mêran wek heqîqet nîşan dide û serdestiya jinan jî wek derî heqîqetê bi nav dike. Lysistrata wek berhemeke femînîst tê zanîn. Lê di rastiyê de ne wisa ye. Aristophanes di vê berhema xwe de mafên jinan û têkoşîna wan a li hember serdestiya mêran naparêze. Aristophanes di vê berhema xwe de wisa nîşan dide ku ger di civakekê de jin bibin kirdeyên siyasî ew civak çi komîk û derî aqil e. Sedema dijayetiya Nietzsche li hember komedyayê ew e ku komedya heyîna heqîqetekê diparêze û wê heqîqetê ferz dike. Di tragedyayê de desteya stranbêjan ne heqîqet, lê belê dîmen pêşkêş dikir. Mîna ku tê dîtin ger desteya stranbêjan heyîna xwe bidomanda ne pêkan bû ku komedya derketa.

            Jiholêrakirina tragedyayê bi rakirina desteya stranbêjan pêkan bûye. Li gor Nietzsche rola sereke ya desteya stranbêjan destnîşankirina dîmenbûna dîmenê ye. Di tragedyayê de dîmen Dionysos e. Dionysos yekîtiyek e. Hêmanên Apollonî yên tragedyayê jî dîmena Dionysos e ku Dionysos bixwe jî dîmen e. Ango hêmanên Apollonî dîmenên dîmenan in. Desteya stranbêjan jî wek temaşevanên îdeal wisa nîşan didin ku hêmanên Apollonî dîmenên dîmeman in. Li gor Nietzsche ew tiştê ku felsefe û zanist wek heqîqet nîşan didin, dîmen in. Huner jî dîmena dîmenê ye û bi vî awayî nîşan dide ku dîmen ne heqîqet e. Li vir ger ez vê bêjim, dê ne xelet be: Ku em alema îdeayan a Platon biavêjin, tenê epîstemolojî û estetîka Nietzsche bimîne. Lewre Platon hunerê wek teqlîda teqlîdê salox dide. Li gor Platon ev dinya alema xuyaniyan e. Ew zanyariyên ku li ser xuyaniyan e, doxa ye (Bozkurt, 2004: 93). Platon ji ber ku hunerê wek teqlîda teqlîdê dibîne û ji ber ku teqlîd ji heqîqetê û ji îdeayên ku di alema îdeayan de ne, dûr dikeve, hunerê hez nake. Lê belê Nietzsche beravajiya Platon, ji ber ku huner dîmena dîmenê ye û dîmenê wek heqîqet nîşan nade, ji hunerê hez dike.

Dr. Muhammet Gözütok

19.02.2023

[1] Têgeha “ubermansh” a Nietzsche ku di îngîlîzî de wek superman û tirkî de wek “üstinsan” tê binavkirin, min wekî bilind mirov wergerand. Her wisa têgeha “being” ku di tirkî de wek “varlik” tê binavkirin min wekî heyîn û têgeha “existence” ku di tirkî de wek “varoluş” tê binavkirin min wekî hebûn bi nav kir. 

* Muhammet Gözütok (Memê Mala Hine) kî ye?

Di sala 1975an de hatiye dinê. Ewil di beşa felsefeyê ya Zanîngeha Ankarayê de û dûre jî di beşa radyo-televizyon-sînemayê ya heman zanîngehê de xwendiye. Di sala 2011an de di beşa Felsefeyê ya Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Ankarayê de lisansa xwe ya bilind û di sala 2017an de di beşa Felsefeyê ya Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Istanbulê de doktora xwe qedandiye. Dîwana wî ya helbestan a bi navê Hê-şîn di sala 2007’an de hate çapkirin. Amadekariya pirtûkên bi navê Pîremêrd Mem û Zîn û Pîremêrd Donzdeh Siwariyên Merîwanê kir. Ji dehan zêdetir kitêb ji zimanên din wergerandine kurdî. Gotarên wî di kovarên mîna Zend, Bîrnebûn, Wêje û Rexne, Zarema û Rewşennameyê de hatine belavkirin.

* Di hejmara çaran de, hatiye weşandin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button