![](https://philosophiakurdi.de/wp-content/uploads/2023/04/Adsiz-tasarim-6-780x470.png)
Mikhail Aleksandroviç Bakunin, şoreşgerekî ûris e û damezranerê tevgera siyasî a anarşîzma kolektîvîst e, ku di navbera salên (1814-1876)an de jiyaye. Bakunin decentralizationê (fr: décentralisation) parastiye; ango xwestiye ku feraseta ademî merkezî sist bibe û di dewsa dewleta navendî de, sazî û dezgeyên herêmî werin damezrandin û rêvebirî, bêtir bikeve destê gel û wiha xwestiyê ku dewlet, divê ji holê were rakirin.
![](https://philosophiakurdi.de/wp-content/uploads/2023/04/ScreenShot2018-04-16at1.55.39PM-1-removebg-preview-removebg-preview.png)
Li gor bawerîya wî jiyan, yekûna şaşiyên jêneger yên meriv e û ji bilî ezabekê wujdanî, ne ti tişt e. Dewlet jî, mîna îcadeke Xwedê, li ser serê mirovan heza herî mezin a zordest e. Dîn, dînîtîyeke kolektîv e û berhemeke xirab a bîreweriya (hişmendî, bilinç, consciousness, conscience) girseyên bindest (stembar) e. Dêr jî, tavernayeke pîroz e û di bin banê wê de, girseyên bindest derdên xwe ji bîr dikin.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 28.04.2023
- Çavkanî: Antolojîya Feylesofan – Alî Gurdilî / Weşanên Soran: 2015