Philosophers

Karl Barth: Damezrînkarê Theologya Dîalektîk

Teologê (dînnas) swisreyî ê hevdem. Di navbera salên (1886-1968)an de jiyaye, li ser teolojîya (dînnasî) protestan tesîra wî gelek e û damezranerê, teolojîya dîyalektîkî ye. Barth di teolojîya protestan de, li hemberî meylên lîberal yên ku di sedsala 18an de dest pê kiribûn, rabûye û helwesteke neyînî nîşanî wan daye. Ji ber ku dixwestin îmanê û aqil li hev bînin, temamiya feraseta dînê xwezayî red kiriye û hewlên ku dixwestin bi rêya metafizîkê, ji teolojîyê re bingeheke deynin, mehkûm kiriye.

Li gor bîr û baweriya Barth, di navbera îman û aqil de, pêwendiyek tune. Mîna vê yekê, di navbera îman û mijarên siyasî û kulturî de jî, pêwendiyek tune. Barth di kitêba xwe ya bi navê ‘Church Dogmatics’ (Dogmeyên Dêrê) ê de, dibêje bawerîya pêşveçûnê a ku xwedêgiravî her diçe xwe bi cih dike, îluzyonek e û pêdivî, bi vegera rastîyên Încîlê heye. Xwestiye ku Încîl bi awayekî rast, ji nû ve zindî bibe û li dijî tevgerên modern yên mîna sosyalîzm, lîberalîzm, humanîzm, sekûlerî û dîrokîsîzmê, rabûye û wan tevger yan îdeolojiyan, bi jirêketinê wesfandiye. Gotiye ku wezîfeya dêrê, xîzmetkarîya gotineke rizgarker û xizmeta, pêkanîna pergaleke dadwer e. Ji bo vê yekê jî, divê dêr destê xwe ji karbidestîyê bişo û ji desthilatdarîyê jî, dûr bibe.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 28.04.2023
  • Çavkanî: Antolojîya Feylesofan – Alî Gurdilî / Weşanên Soran: 2015


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button