Ku rêgeza xerabiyê li kêleka rêgeza başîyê dimîne an jî li ser xirabiya bingehîn di xwezaya mirovahiyê de: Ji ber vê yekê, Kant bi teoriya xwe ya xerabî û başî, bi eslê wan, nakokiya di navbera wan de û asta hebûna wan a di xwezaya mirovahiyê de û bandora wan a li ser wê dest pê dike. Kant dest bi danberheva felsefeyên bi hev re di derbarê radîkalbûna xirabî û başiyê di xwezaya mirovatiyê de dike, hinekan ji wan got ku xerabî beşek ji xwezaya mirovî ye û hinekan ji wan jî got ku xwezaya mirov baş e. Lê Kant dibêje: ku mirov bi cewherê xwe ne xerab e, lê em ji kiryarên wî yên gemar bi awayekî berê derdixin holê ku ew xerab e û postulatên (muselimst) gemar e ku bingeha ku ew xwe dispêre wê ye. Ji ber vê yekê, ya ku di vir de di bin xwezaya mirov de têgihêştin , tenê bingeha xwiyatî ya bikaranîna azadiya wî bi giştî ye û ev bingeh dikare çi bixwaze dikare biafirîne. Di şûna wê de, bingeha xerabiyê di mijarek taybetî ya îradeyê de bi hin meyl û meylek xwezayî nayê dîtin, lê tenê di rêgezek ku îrade ji xwe re afirandiye da ku azadiya xwe bikar bîne, ango di hin postulat de. Dema ku em dibêjin ku mirov bi xwezaya xwe baş an xirab e, ev yek ji wê pê ve tê wateya ku ew bingehê yekem vedihewîne.
Ji ber vê yekê em ê li ser yek ji van cewheran bibêjin ku ew bi xweajo (fitra)tê de heye.Lê belê, di tiştan de em her dem dipejirînin ku xweza ne sûcê wî dike (dema ku ew xirab be) û ne jî qedrê wê digire (gava ku ew Baş be). Belê, mirov bi xwe xwediyê wê ye û sedema wê ye, ji ber ku başî û Xerabî di mirov de tenê bi wê wateyê ku di bingehê wî de ye, berî her karanîna azadiyê di serpêhatiyê de ye. Li ser pirsa wî ya li ser naverast di navbera başî û xerabiyê de di mirov de, Kant dibêje: Ji bo teoriya sincî bi giştî pir girîng e ku heta ku ev yek pêkan be, ne di kiryaran û ne jî di xwezaya mirov de ti tiştên sincî yên navînî dipejirînin. Kant li ser amedbûna eslî ya başî ya di xwezaya mirov de wiha dibêje: Em dikarin wê yekê bi nihêrandina armanca ku ew li ser sê astan bingeh digire wekî hêmanên ku destnîşankirina mirov dikin: 1- Amadebûna li hember ajeldariya mirov wek jîndar. 2- Amadebûna bi mirovatiya xwe re ji ber ku ew jîndar e û di heman demê de aqilanî ye. 3- Amadebûna bi kesayetiya xwe re ji ber wê yekê ku ew heyînek aqilane ye û di heman demê de dikare berpirsiyariyê hilgire.
Ev amedebûna ajeldariyê di mirov de tiştek e ku mirov dikare di bin sernavê giştî ya xwe-hezkirina laşî de bi cih bike. Di derbarê amadebûna ji bo mirovatiyê, ew dikare di bin sernavê giştî ya xwe-hezkirina laşî de were girtin, bê guman, lê di berhevdanê de, mirov ji bilî berhevkirina bi yên din, xwe wekî bextewar û azarî nabîne. Di warê amadebûna ji bo kesayetiyê de, ew şêwazek amadekariyê ye ku mirov rêzgirtina ji zagona sincî re wekî motîvasyonek têr a îradeyê bixwe ye. Ger em van her sê amadebûnên navborî li gorî şert û mercên gengaziyê wan binirxînin, em dibînin ku ya yekem ji wan hiş hîç wekî koka xwe nagire û ya duyemîn jî bêguman di hişê pratîkî de, lê tenê di xizmeta mostîvasyonên din de ye, û ya sêyem bi tenê ji bo xatirê xwe pratîk e, yanî ew hişê rewa bê şert û merc ji xwe re bingeh digire. hemû ev amedebûnan di mirov de ne tenê baş in, lê ji bo başî jî hene ew eslî ne ji ber ku vedgerin gengaziya xwezaya mirovan. Derbarê meyla ber bi xerabiyê di xwezaya mirov de, Kant hewl dide ku bi taybetî cewherê meylê û cudahiya di navbera xirabiya sincî de zelal bike. Ew diyar dike ku axaftin li ser xirabiya sincî ye, ku xirab e, ji ber ku ne gengaz e ku ji bilî wekî diyardeyek îradeya azad û ji ber ku li ser vê îradeyê dadwerî nayê dayîn xeynî ku başî an xerabiye tenê di riya postulatên xwe de. Ew divê di Bingeha xwiyatî de ji bo şiyana ku postulatên ji zagona sincî dûr bikevin, were temsîl kirin ,ku mafê me be em vê meyla bi tevahî vedigere mirovan bipejirînin, ji ber ku jê re dibêjin meyla xwezayî ya mirovî ber bi xirabiyê ve ye.
Kant li ser sê dereceyên vê meyla xerabiyê dihizire. Ya yekem, ew bi qelsiya dilê mirovî ve girêdayî ye di şopandina postulatên bi gelemperî de têne pejirandin, mîna qelsiya xwezaya mirov, ango qelsiya rawestana li gorî zagona sincî. Ya duyem, meyla tevlîhevkirina mostevsonên bê sincî bi yên sincî re, tê wateya nebûna paqijiya dil. Ya sêyem, meyla pejrandina postulatên gemar tê wateya xerabiya xwezaya mirovan. Her meyl an fizîkî ye, yanî wekî heyînek xwezayî girêdayî vîna mirov e, an jî sincî ye, yanî wekî ku heyînek sincî ya îrade ye. Di wateya yekem de meyla xerabiya sincî tune, ji ber ku xerabiya sincî ji azadiyê derdikeve, lê belê meyla fîzîkî ya ji bo bikaranîna azadiyê, çi ji bo başî, çi ji bo xerabiyê, nakokî ye. Ji ber vê yekê, meyla xerabiyê tenê ji bo şiyana sincî ya îradeyê.Lê belê ji bilî çalakiya ku em bi destên xwe dikin tiştekî xerab tune ye.
Li ser ramana ku mirov xerab e, helbet Kant hewl dide analîz bike ku xwezaya xerab tune, lê belê em bi wateya mecazî dibêjin. Ji ber vê yekê ew dibêje: Pêşniyara ku mirov xirab e, tenê dikare were wê wateyê ku haya wî ji zagona sincî heye û tevî vê yekê jî wî di postulata xwe de dûrketina jê pejirandiye, ku ew bi xweajoyê xerab e. Em ê karibin vê meylê wekî meyla xwezayî ya ber bi xerabiyê ve bi nav bikin û ji ber ku divê her dem bi xwe sûcdar be, em dikarin ji xwe re wekî xirabiyek radîkal ku di cewhera mirovan de xwerû ye bi nav bikin. Ji ber vê yekê, bingehê vê xerabiyê nikare di şiyana hestiyariya mirovî û meylên xwezayî yên jê derdikevin de were danîn. Bingeha vê xerabiyê jî nikare di hin xerabûna mejiyê sincî yê ku zagonan zagonîsaz dike de were danîn. Ji ber vê yekê, ji bo ku di mirov de xirabiya sincî bingeh were dayîn, hêza hîskirinê ji ya pêwîst kêmtir dihewîne, û ji hêla din ve, hişê xerab ku bi rengekî ji zagona sincî xilas bûye, ji hewcedariyê zêdetir dihewîne û di mirov de meyla xwezayî ya xerabiyê heye û ji ber vê sedemê ku divê di dawiyê de ev yek bi îradeya azad were gerandin, û xirabî xirabiyek radîkal e ji ber vê yekê ku ew bingehê ku hemî postulatên li ser hatine damezrandin hilweşîne. di heman demê de, ew jî tiştek e ku ew meylek xwezayî ye ku ji hêla hêzên mirovî ve nayê hilweşandin, ji ber ku ew tenê bi postalutên baş tê hilweşandin .
Piştî ku Kant analîz kir ku mirov çawa dikare bibêje xwezaya xerab bêyî ku ew xweza bi wateya navdar tê zanîn, ango xweajo be, ew di lêgerîna eslê xerabiyê de di xwezaya mirov de derket û got: esil (yekemîn) ew obcektekî ku ji subcektê xwe yî yekem tê zayîn ango ew subcekta ne obcekta tu subcekte din e ew dikare hem wekî eslê xwe yê ku ji aqil ve vedigere hem jî wekî eslê xwe yê ku ji demê re vedigere were hesibandin. destenîşankirina îradeyê ji bo hilberandina wê tiştek e ku nayê hizirandin ku bi destnîşankirina wê ya di demê de ve girêdayî ye, lê tenê di hundurê temsîla hiş de ye û nikare ji şert û mercên berî wê were derxistin, ku berevajî vê, divê her ku bertekek gemar li gorî bûyerek li cîhanê li ser sedema xwe ya xwezayî pêk were. Bi çiqas awayî ku eslê xerabiya sincî her dem di mirov de derketiye holê, Cûreya herî hovane ya nepenîtiyê belavkirina xerabiyê û belavkirina wê bi mîrata dêûbavên me yên pêşîn e. Ji ber vê yekê, em nikarin li ser eslê demkî bipirsin, lê divê em tenê li ser eslê eqlî yê vê kiryarê bipirsin, û xirabî ji xirabiya sincî pê ve çênebûya. Lêbelê, amadebûna eslî amadebûna qenciyê ye, û ji ber vê yekê ji bo me hîç bingehek nayê texmîn kirin ku xirabiya sincî ji bo cara yekem ji me re jê were .
Ev nehesibandin, bi pênasekirina xwezaya xerab a cureyên me re, tiştek e ku ji hêla pirtûka Pîroz ve di çîroka xwe ya dîrokî de tê diyar kirin, di wê de ku xirabî bê guman di destpêka cîhanê û mirov de hate pêşkêş kirin û wergirtin, û xirabiyê wekî ji ber ceribandinê pê ve naqedin. Kant piştî ku xerabî ji koka wê ve analîz kir, ango çawa meyla wê dike û di mirov de wekî cewherekî û eslê wê temsîl dike, hewl da ku amadebûna eslî ya ji bo başî bi hêza wê ya berê ve girê bide. Dibêje: Dema ku tê gotin ku mirov ji bo başîyê hatiye afirandin, ev tenê dikare were wê wateyê ku ew ji bo başiyê hatiye afirandin û ew eslê xwe di mirov de baş e. Wê hingê divê em texmîn bikin ku tovê başiyê di paqijiya xwe ya tevahî de dimîne û nayê rakirin an xera kirin. Û başiya eslî pîroziya postulatan ku bi erkê xwe rabe. Kesê ku ev paqijiya xwe di peywira xwe de girtibe, her çend ew bi xwe hîn ne pîroz be jî, lê dîsa jî di rê de ye ku bigihîje wê yekê. riya pêşkeftina bêdawî û îradeya qayîm ku bûye hêza Teşwîqê pêkanîna erkê dike, lê jê re fezîlet tê gotin û li gorî şerîetê wekî fezîletek ampîrîkî ye, ji ber vê yekê fezîlet di vê wateyê de hêdî hêdî tê bidestxistin. û hinek jî jê re dibêjin adeteke dirêj, ku bi rêya çaksazîyên gav bi gav di reftarên xwe û yekkirina ramanên xwe de, mirov ji amadebaşîyê ber bi cîranîyê ve di çarçoveya meyleke dijber de diguhere û ne hewce ye ku mirov dilî xwe biguhere. , lê tenê ji bo guhertina sincîya xwe .
Mirov dema ku hîs bike ku di postulatên xwe de ji bo bicihanîna erka xwe piştgirî tê kirin, xwe fezîlet dibîne, lê li ser bingehê hemî postulatan dernakeve, mebesta me erkê ye. Nimûne: Ji bo derewker ji ber rêzgirtina rûmetê vedigere rastiyê, ev hemû li gorî rêgeza bextewariyê ye, ku pir caran tê rûmet kirin, lê ji bo ku mirov bibe mirovekî baş (ku Xwedê razî ye) ne tenê di çavê zagonê de, di asta sincî de jî Mebesta me ew fazile li gorî cewherê aqilîye, ew e ku gava tiştek mecbûrî tê pejirandin û ne hewce ye ku were kirin Ji erkê xwe ye, ev mijar bi reformên gav bi gav nayê bi dest xistin, heya ku avakirina postulatan ne pak bimîne lê divê bi şoreşek di niyeta di mirov de pêk were. Di vir de Kant pirsek li ser mirov çawa dikare bibe fezîlet dike û dibêje: Dema ku mirov di baweriyên xwe yên bingehîn de gendalî be, çawa dibe ku bi hêza xwe vê şoreşê pêk bîne û bi xwe bibe mirovekî azad? Lê belê erkê vê yekê ferman dike, lê fermanê li me nake ku em tiştekî ku ne li gorî me ye bikin, û ji bo yekkirina van her du mijaran ti rêyek din nemaye ji bilî ku şoreş di riya ramanê de be û tenê reformên gav bi gav di nav de bi riya hîskirinê be tiştekî pêwîst e û ji ber vê yekê jî ev yek ji bo mirov gengaz e. Ji vê yekê derdikeve ku pêkhatina sincî ya mirov ne bi başkirina sincî dest pê dike, belkî divê bi veguhertina awayê ramanê û sazkirina celebek cewher û karakter dest pê bike. Bi vî awayî, Kant teoriya xwe ya xerabî û başî û asta hebûna wan di mirov de bi dawî aniye û tevî nakokiya van herdu hêzan, tevî gelek astengiyên di xwezaya mirov de, riya başiyê zelal dike.
Şîrîn Bozan
Sirinbozan692@gmail.com
16.6.2024
Jêder: ji prtûka (الدين في حدود مجردالعقل) ya Immanuel Kant, wergerandina erebî Fethî El miskînî.