Derbarê Armanca Kovarê da
Kovara Philoshophia wekî ji navê wê jî dihête têgihîştin kovarek periodic a philosophic e. Philosophia di zimanê hellenkî (greck) da dihête mana felsefe. Gotina felsefe bi xwe jî ji gotina philosophia ye. Armanca vê kovarê ew e ku dildarên kurdophone ên philosophiaê bikanibin bi zar (dialect) û zimanê kurdkî ramanên philosophan bixwînin, di derbarê ecolên philosophic da bibin xwedî zanîn, di gelek warên jîanê da ji methodên van ecolan, ji ramanên wan sûdê werbigirin, û bi harîkartîa wan jîanek xweş û bextîar bijîn. Ewê gotarên kovarê hatta demeke nedîar bi alphabeta kurdkî a bi harfên roman a Celadet Ali Berdirxan werin weşandin. Wekî dihête zanîn ev alphabet bi armanca kurdên li nav sînorên Komara Turkîaê dijîn bi hawaekî hêsantir bixwînin û binivîsin ji alî amadekarê wê ve bi zanetî li alphabeta turkî a bi harfên roman hatîe hanîn. Celadet Alî Bedirxan ev rewş bi hawaekî eşkera di kovara Hawarê da anîe zimên. Di gel vê ewê nivîsên Philosophiaê bi temamî bi orthographia (îmla) Celadet Alî Bedirxan a ji îmla turkî hatîe girtin nehêtin weşandin. Ewê diphtong mîna latinkî, fransiskî, înglîskî û zimanên sereke ên bi alphabeta roman dihêtin nivîstin bi diphtongî werin nivîstin. Bi gotinek din ewê harfên y û w di nav du vocalan da kêmtir werin dîtin.
Di Philosophiaê da ewê gotinên kurdkî ên bi aslê xwe graeco-roman in hatta ko mumkûn be -hindik suffixên zimanê latinkî ne tê da- mîna originalên xwe werin nivîstin, ne bi teleffûza turkî, arebkî, fransizkî ya jî înglîskî. Dema ku meriv bikanibe ji çahvîa kanîê avê vebixwe meriv naçe ji cuhokên ber kurnê kanîê avê venaxwe. Numûne: di şûna arkeoloji, arkeolog, coxrafya, coxrafyanas, felsefe, feylezof, sosyolojî, sosyolog û bîyolojî, bîyolog da ewê orginalên wan archaeologia, archaeolog, geographia, geograph, philosophia, philosoph, sociologia, sociolog, biologia, biolog bihêtin nivîstin. Ji hêjmara me a pêşîn bi şûn da ewê hatta terminologia kurdkî bi cih bibe di kovarê da beşek bi navê Vajname (vocabulary) hebe. Di vî beşî da ewê termên îlmî bi teleffûz û manên xwe cih bigirin. Gelek gotinên graeco-roman di serî da, ewê hindik gotin çawa dihêtin nivîstin wer nehêtin xwendin. Ewê hindik gotin jî xwedî du hawayên teleffûzê bin; teleffûza bi formê sivik (weak form) û teleffûza formê gran (strong form). Numûne ewê navên ziman, zar, şêwezar (subdialect) û şêwan (patois) mîna kirmanckî (zazakî) bi -kî bihêtin nivîstin. Divêt nehête jibirkirin ku kêm be jî li hindik deran di kurmanckî da jî navên zar û zimanan îro jî bi suffixa -kî dihêtin gotin. Di vê rewşê da ên ku bi bixwazin dikanin di teleffûza van navan mîna di formê sivik da -k- a -kî teleffûz nekin, bi gotinek din mîna kurmancîya gelek deran û fariskî bi -î bibêjin. Ewê termên îlmî ên di înglîskî da bi -ism di fransiskî da bi -isme dihêtin nivîstin di kurdkî da bi -ism werin nivîstin. Ewê gotinên di înglîskî da bi -y, di fransizkî da bi -ie diqedin bi kurdkî bi -i bihêtin nivîstin. Ewê a ên kurt ên piştî fonemên h (ح) û a (ع) bi harfa a werin nivîstin ne bi harfa e. Chimkî ev deng ji dengê e bêhtir nêzdîkî dengê a ye. Hema hema di hemî zimanên sereke ên bi harfên roman dihêtin nivîstin da ev deng bi a dihêtin nivîstin ne bi e. Ewê di gotinên kurdkî ên wekî çahv, mahr, jahr, tahl, pahn û gelekên din ên mîna van da jî bi heman sebebê a ên kurt ne bi e, lê bi a bihêtin nivîstin. Di zar û zimanê kurdkî da berê gotinên bi aslên xwe ji zimanên semîtîk, turko-mongol, sino-tibetan û ên ji famîlên zimanên din hebûn, îro henin û ewê sibe jî hebin. Li cîhanê zimanekî sade ê tenê ji peyvên ji zimanên famîla xwe pêk dihêt ta îro nehatîe dîtin ne jî hatîe bihîstin. Di vê manê da zimanê sade zimanê sosret e. Kesên xwastine gotinên ji zimanên din ji ê xwe bihavêjin û di şûna wan da gotinên çêkirî ên bê gîan bi cih bikin her dem zerarek bê had û bê hasab dane zimanên xwe û têra xwe xelk û alem bi xwe danin kenandin.
Di sedsala bîstan da, bi taybetî jî ji çaryeka dawîn a sedsala bîstan bi vir da bi navê kurdkîa sade û kurdkîa academic ji tercûma kert bi kert (litteral translation) a ji zimanên turkî, arebkî û înglîskî hatinin çêkirin di rastîya xwe da gotinên netekin (ghost words) in. Dema meriv dibihîse ya jî di nav nivîsekê lê rast dihêt rasterast meriv vediciniqe. Kesên di vî zimanê sosret da îsrar dikin bê guman ne philolog ne û linguist in. Mixabin ev kes nizanin ku dema gotinekê, termekê kert bi kert (litteral) ji zimanekî din tercûmeî zimanê xwe dikin tenê bi gotina zimanê xwe bi zimanekî din dinivîsin û deng dikin. Her zimanek xwedî hawaekî ramînê ye. Dema tu hawayê ramîna zimanekî nebînî û ji zimanekî din çi were ber te kert bi kert tercûme bikî, bi zanetî nebe jî, bi nezanetî zerarek mezin didî zimên. Ewê di Philosophiaê da cihê van gotinên çêkirî ên berhavêtî û bê gîan tune be. Di vê hejmara taybeta Philosophiaê da hatta ji destê me hatî me nivîsên nivîskaran ji me ra çawa hatinin şandin wusan hiştinin. Tenê nivîsa Georgios Steris a bi navê Di Ramanên Farabî da Bextîartîa Meriv û ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’ a ji alî karger û gerînendê me ê giştî Alî Gurdîlî ve hatîe tercûmekirin bi riza wî bi pîvanên orthographia editoria Philosophiaê hatinin rastkirin. Nivîskar û xwendevanên me dikanin di derbarê zimanê kovarê da ji vê nivîsê kêm zêde bibin xwedî fikrekî. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin, û bi milletê xwe ê bi sed salan e li warê xwe bextîar nebûî rûê xweşîê bidin dîtin û jê ra derîyên jîyanek xweş vebikin.
Philosophiaê bi xweşî bixwînin û jê ra binivîsin…
- Raif Yaman
- Di hejmara taybet de hatiye weşandin.
Rêvebirî û Berpirsên Kovar û Malpera Philosophia Kurdî:
1- Gerînendeyê Giştî: Alî Gurdilî
2– Hevredaktor: Dr. Casoê Wezîr Serhedî
3– Edîtorê Sereke: Raif Yaman
4- Alîkarê Edîtor: Dr. Muhammet Gözütok (Memê Mala Hine)
5- Sazkar û berpirsiyarê teknîkî: Velat Dayan