Ji roja hatina (derketin) ser rûyê erdê ta roja me a îro, mirovan xwestine ku gerdûnê, xwezayê û jiyana civakî şirove (rave) bikin û bi sebebên pêhatî û bûyerên xwezayî û civakî bizanibin. Bêyî guman, meriv dikare bibêje ku ev helwesta wan hê jî berdewam e. Lêgerîna mirovî a zanîna yên nenas, bi mîtolojiyê dest pê kiriye. Di dewra mîtolojîk de, gelek pêhatî û bûyer bi şiroveyên metafizikî hatine ravekirin. Di dewra mîtolojîk de heyînên xwedayî û nîvxwedayî hene û gelek tişt, bi mîthosan (çîrok) hatine şirovekirin yan jî ravekirin. Piştî dewra mîtolojîk, dewra dînî dest pê kiriye. Di dewra dînî de, zanayiyên (bilgi, knowledge) mîtolojîk cihê xwe ji zanayiyên dînî re hiştine. Tevlîheviya ku di dewra mîtolojîk de hatiye dîtin, di dewra dînî de ji holê rabûye û rêkûpêkiyeke xwe daye der.
Dîn, hem wekî zanyariyeke û hem jî, wekî terzeke jiyana civakî derketiye holê. Piştî zanayiyên (şirove û rave) dînî, dewra felsefeyê dest pê kiriye û felsefeyê, bi rexnekirina zanayiyên dînî dest pê kiriye û wekî lêgerîneke aqilî a mirovî, hatiye pejirandin. Dewra piştî felsefeyê, bêyî guman dewra zanistî ye. Di vê dewrê de jî, pêhatî û bûyerên xwezayî û civakî, bi nêrîneke pozîtif (objektîf) hatine şirovekirin. Meriv dikare bibêje ku ew dewr hê jî berdewam dike. Dema ku em bixwazin bi nêrîneke neterefgir (objective, nesnel) li zanayiyên dînî binihêrin û binirxînin, bêyî guman em ti carê nikarin bibêjin ku zanayiyên dînî zanayiyên misoger (teqez, mitleq) in. Misogerîya zanayiyên dînî, li gor bawermendan diguhere û bawermend, wiha difikirin û diparêzin ku zanayiyên (zanyarî, bilgi, knowledge) dînê wan, teqez û neguhêrbar in. Çimkî zanayiya dînî, dogmatîk e û nikare were rexnekirin yan jî guhêrtin. Nêrîna pîroz û dogmatîzm, rê li rexneyan digire û tevgerên li dijî dîn jî, bi sûcê jirêderketinê tawanbar dibin. Lê, awira zanistî ne ew awir e ku rabe wekî bawermendekî li bûyera (olgu, fact) dîn mêze bike.
Awira zanistî, awireke objektîf e û tu ferq û melitiyê, naxe navbera wan. Bi tenê bi awireke (rêgeh, method) zanistî li bûyera dîn mêze dike. Ji ber vê çendê jî, dema em bixwazin ku li zanayiyên dînekî hûr bibin, nabe ku em wekî bawermendan lê vebikolin. Bawermendekî dînê îslamê, bêyî guman dê li gor zanîn û baweriyên xwe, dînê xwe şirove û rave bike. Bawermendekî dînekî din jî, dîsa dê wisa bike. Lêbelê, di vê xalê de bo nirxandineke baş dîsa jî pêdiviya me bi zanayiyên ji desta yekem heye, da ku mirov bikaribe xwe bigihîne encamên (şirove, rave) rast û dirist. Ji ber sebebên cihê dînê êzdayetiyê jî, pirî caran ji aliyê bawermendên dînên cuda ve şirove bûye. Di wan şiroveyan de jî, pirî caran meriv li ramanên aligir û dijminane rast tê. Ji ber sebebên navborî, ji bo têgihiştina çend zanayiyên resen, min jî berê xwe daye çavkanî û gotin (qewlên) bawermendên êzidîyan.
Ê baş e, êzidî kî ne û xwe çawa didin nasandin?
Yunusê êzdî, ku ji Mêrdînê ye wiha behsa dîn û rê û rismên dînê xwe dike: ‘Xwedê, tenê afiranerê dinyayê ye. Lêbelê, ne berdewamkarê dinyayê ye. Ne çalak (aqtîf) e û li dinyayê mêze nake. Desthilatdarê îradeya (vîn, will) Xwedê, Tawisî Melek e û bi rêya reenkarnasyonê, rihê wî xwe gihandiye Şêx Hadî û pê re bûye yek. Tawisî Melek, bi Xwedê re bûye yek û ti carê jê cihê nabe. Pêşî, laşê ruh (giyan) tunebû û Xwedê, wiha xulqandîye. Rojekê, Xwedê mistek xwelî anîye û ji Tawisî Melekî xwestiye ku ji vê xweliyê laşeke biafirîne. Li ser fermana Xwedê, Tawisî Melek du laşan (beden) anîye holê, ku ew jî Adem û Hawê bûne. Ew li biheştê dijiyan. Di wê navberê de Xwedê, Ademî ditîye û wî pirr ecibandîye. Ji Tawisî Melekî xwestiye, ku ew ji Ademî re secde bike. Tawisî Melek, nêzî vê yekê nebûye û wiha bersivê daye Xwedê: ‘Ez ê çawa jê re secde bikim? Min wî ji wan xweliyên ku te dabû min afirand û te jî, min ji ronahîya xwe afirandîye. Heçî min Ademî bi ronahiya me hecimand, lê dîsa jî ev yek ne besî secdekirina wî ye. Xwedayê min, afiranerê min! Ez nikarim xiyal jî bikim, ku tu ji min re secdeyê dikî.’ Lêbelê, Xwedê di fermana xwe de xwedîbiryar bûye. Piştî vê bersivê, Xwedê Tawisî Melek ji biheştê qewirandîye û wî şandiye dojehê (cehnem) ku cezayê xwe temam bike. Xwedê piştî vê bûyêrê fikirî ye û biryar daye ku niheqiyê li Tawisî Melekî kiriye. Bang lê kiriye û rûmeta wî lê vegerandîye. Tawisî Melek, ji nû ve bûye desthilatdar û gerînendekarê dinyayê. Di rastiyê de, Xwedê wî ezmûn kiribû û bi vê biryara wî jî, dilşad bibû. Tawisî Melek, hefthezar (7000) salan li dojehê cezayê xwe kişandibû û di wê xemgîniyê de, bi hêsirên çavên xwe, ji xwe agirê dojehê jî temirandîye.’ (Xwediyê van gotinan bi navê Yunus Êzdiyekî ji Mêrdînê ye û ji sala 1984an ve li Elmanyayê pênaber e û li wir dijî.)
Osmanê 54 salî, ku ji Bişêrîyê ye û mirîd e wiha behsa dînê xwe dike: ‘Hûn ji min bipirsin li gor min, ji bo miroveke, ji nû ve hatina dinyayê çêtir tiştek tune û ev yek, girêdayî kirinên me ye. Jixwe li ba me, tu ferq di navbera yên ku wekî mirov têne dinyayê û yên ku heywan têne dinyayê de tune. Lewra mirovên baş jî hene û yên xirab jî. Heywan jî wiha ne. Herwiha eynî dinya, ji bo te dikare bibe biheşt jî, dikare bibe dojeh jî. Lê riheke qenc, dibe ku (em nizanin gelo ew kê ye? Şêx, cotkar yan kesekê dinê) mîna stêrkekê jî, ji nû ve were dinyayê û bibe aferînekê esmanî û carekê din neyê dinyayê.’ (Xwediyê van gotinan êzidîyekî bi navê Osman e. 54 salî ye. Mirîdekî êzîdî ye. Li Bişêriyê (qeza Batmanê) hatiye dinyayê. Li Elmayayê sebzefiroşîyê dike.)
Li gor bawerîya Silêman jî, ku êzidîyekî ji Rojavayê Kurdistanê ye, biheşt û dojeh: ‘Dibêjin ku dojehek û biheştek heye. Ez nizanim li kû û çima heye? Lewra, çawa be em dê dîsa vegerin dinyayê. Dibe ku heta biryara ji nû ve hatina me ya dinyayê bê dayîn, divê em li cihekê li benda biryarê bimînin. Dibe ku dinya din jî, ew der be.’ (Xwediyê van gotinan êzidiyekî bi navê Silêman e. 37 salî ye. Ji Rojavayê Kurdistanê hatiye Elmanyayê û li wir bûye pênaber.) Salim jî, dibêje heke ne Tawisî Melek bûya: ‘Xwedê, dinyayê afirandîye. Tawisî Melek jî, bi fermana wî Adem û Hawê afirandîye. Adem û Hawê, li biheştê dijîyan. Li ser rûyê erdê jî tiştek tunebû û rûerd bi tevahî, vala bûye. Xwedê, xwestiye ku li ser rûyê erdê jiyan hebe. Wisa fikiriye ku Adem û Hawê li ser rûyê erdê bijîn û nîjada wan zêde bibe, dê çêtir be. Rojekê bang li Tawisî Melek kiriye û daxwaza xwe jê re gotiye û ferman dayê ku daxwaza wî bi cîh bihîne. Li ser vê yekê, Melekê Tawisî genim daye wan ku bixwin. Dema ku e wan wî zadî xwarine, zik li wan nepixiye. Ji ber ku cihê destava mezin di wan de tinebûye, zahf êşîyane. Ji ber vê yekê ji Tawisî Melekî re çêr kirine û qîriyane û ji bo wî, wê peyva qedexe (şey…) gotine. Di wê demê de Tawisî Melek, hatiye hewara wan û rê nîşanî wan daye. E wan jî bi tiliyên xwe, di laşên xwe de qulek vekirine. Bi vê yekê re, ew ji êşên xwe rizgar bûne û xwe rihet kirine. Lê bi vê yekê re jî, mafê xwe yên vejiyîna li biheştê jî, wenda kirine. Lewra avêtiyên wan çepel bû û cihê wan, li biheştê nema ye. Ji ber vê yekê, wan anîne dinyayê. Dema ku qul vebûne, livokên cinsî jî hatine afirandin. Dawî, wekî daxwaza Xwedê çêbûye. Ew peyva nebaş jî, di vê bûyêrê de hatiye gotin. Loma gotina wê peyvê, guneh e. Ez ji we dipirsim: Di navbera dilopek av û lehiyekê de çi ferq heye? Ma cewhera wan, ne mîna hev e? Ez ferqê bibêjim: Ferq di qederê (qas- hejmar) de ye. Beyî avê, jiyan nabe. Av tunebe, wê hemû jiyan ziwa bibe û wê her tişt bimirin. Ji wê avê heke qederekê zêde were cem hev, wê bibe lehî û dê hemû mirov û heywan, bixeniqin. Dirixt û ax jî, wê hemû bi avê ve biçin. Ango, gotina min e we ku hemû tişt meseleya qederê (qas- hejmar) ye.’ (Xwediyê van gotinan, êzidîyekî bi navê Salim e. 34 salî ye. Li Elmanya pênaber e.)
Piştî van şiroveyan, meriv dikare xwe bigihîne çend encam û têbiniyan:
1- Li gor nêrîna bawermendên Êzdî; beyî fermana Xwedê, Tawisî Melek nikaribû wiha tevbigere. Heke ku bikaribûya, wê ew ê mîna Xwedê hêzdar bûya. Mirov vê yekê, bi hêza erênî û bi hêza neyînî ku di navbera Xwedê û Tawisî Melekî de derketibû, nikare şirove bike. Xwedê hemû heyînan li gorî cewhera xwe û mîna ronahiya xwe, afirandîye.
2- Êzidî wiha bawer dikin ku Xwedê ji ronahiya xwe par daye hemû mirov, heywan û dirixtan. Başî û xirabî jî, jiyana xas a xwedayî û qedandekên, perçeyên qanûna kosmîk in. Ev herdu, bi hevrezanên dûrîdest ji hev ne cûda ne, girêdayî hev in û yekkeriya afirîşê pêk dihînin. Hemû tişt, ji heman çavkaniyê hatine. Jiyan, mirin, xirabî û başî. Hemû tişt xwediyê cewhera mîna hev in. A girîng, qedera (hejmara) wan e. Ango, bawermendên êzidî heq didine berxwedana Tawisî Melekî ya li hemberî Xwedê. Dema ku gotiye ‘Xwedayê min. Ez bi tenê ji bo ebdîtiya te, fermana te bi cih naynim.’ dîsa li gor fermana (dilê) Xwedê tevgeriya ye. Dîsa li gor baweriya êzidîyan, Xwedê herdem ji sitûxwarkirinê jî hez nake. Di vê xalê de, Tawisî Melekî mûmîn û arif dibînin. Çimkî ew baweriya xwe, bi yekkeriyê dihînin û wiha difikirin ku Tawisî Melek, bi tenê xwestiye ku di yekkeriyê de bimîne.
3- Bawermendên êzidî, bi xirabî li dînên mayî mêze nakin û wan reş nakin. Ev helwesta wan a erênî, rê li xwedîderketina peyayên (hêja, pêşî, pêşeng) dînên din vekiriye. Mixabin vê yekê jî, wiha kiriye ku dînê êzdayetîyê wekî dînekî lihevhatinî û eklektîk were nirxandin.
4- Li gor dîtina hinek bawermendên êzidî, di êzdayetiyê de dojeh tune. Di encama bihevketinê re, navenda cezakirinê heta bênatiyê ji holê rabûye. Çimku li gor baweriya wan, dema Tawisî Melekî li dojehê cezayê xwe dikşîne (7000 salan) agirê dojehê jî ditemirîne.
5- Çawa ku me berê jî got, êzidî berxwedana Tawisî Melek mafdar dibînin. Lewra li gorî nêrîna wan ev bûyêr di esasê xwe de ezmûnek e û ku Tawisî Melek ji vê azmûnê bi serfirazî derketiye. Çimku Xwedê, ji aferînekên xwe bêqeyd û şert, sitûxwarkirinê naxwaze, ne li esmên û ne jî, li ser rûyê erdê. Herweha li gor baweriyên êzidî, cezakirin yan xelatkirin, encama tevgerên mirovî ne û li vê dinyayê pêk dihên.
6- Li cem êzidîyan, xirabiyeke kozmîk a cismanî tune. Mirovên ku vê peyvê bikar dihînin jî, ji cimeetê dihêne qewirandin. Herwiha, peyvên ku dişibin peyva qedexe jî, li cem wan qedexe ye. Mîna wek şeh, şa û şamû. Mesela di dewsa peyva şeh de, peyva dar bikar dihînin.
7- Dîsa meriv dikare bibêje ku li gor baweriya êzidîyan, dawiya dinyayê jî tune. Çawa ku dinya ava bûye, di her hezar (1000) salan de carekê, Tawisî Melek tê û berê dinyayê dide rêya rast. Bi vî awayî, bandêra dadwer dîsa dihê damezrandin. Diristkirina dinyayê jî, li gor wê peymana ku di navbera Xwedê û Tawisî Melekî de heye, dimeşe. Hasilê bi alikariya tevgera baznekî, dinya me heta hetayê hebûna xwe didomîne.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 30.04.2023
- Çavkanî: ‘Destpêka Felsefeyê’ – Ali Gurdilî – Weşanên Soran – 2015
Şiroveyek