Philosophia

Utopîa û Dîstopîa

Alî Gurdilî

Utopîa yan jî utopya modelên civakê ne ku ji aliyê ramanwer û feylesofan ve, hatine nivîsandin. Pêkhatina yan jî pêkanîna wan modelan, ne pêkan e û modelên civakeke bêhempa ne, modelên civakên xiyalî ye. Hinek feylesofan, bandêr û sazûmana dewletên xwe rexne kirine û bi vî awayî, utopîayên ku dihên zanîn wekî raman û modêlan derketine holê. Helbet meriv dikare bibêje, ku ji ber kêmasî û tengasîyên sazûman û pergalên wê demê, ramana utopîayê derketiye holê. Meriv dikare utopîayan bike du beş û wan, wiha şirove bike:

1- Utopîayên ku têne xwestin (Utopîa, Utopya)

2- Utopîayên Tirsê (Dîstopîa, Distopya)                                                        

A- Utopîayên ku têne xwestin:

Di van utopîayan de, wiha tê xwestin ku mirov şad û bextewar bijîn û vê yekê vedibêjin. Ji bo pêkhatina vê yekê jî, wekî modêlên civakên bêhempa hatine nivîsandin.   

1- ‘Dewleta’ Platon (Republic)  

Di dewleta Platon de civak, ji 3 çînan pêk tê. Karkerên ku fazîleta wan kar û xebat e, leşkerên ku fazîleta wan wêrekî ye û rêvebirên ku fazîleta wan edalet e, hene. Di vê utopîayê de dewlet di heman demê de, wekî dezge û sazîyekê perwerdehiyê jî kar dike. Hemwelatîyên dewleta Platon, li gor hunerdarîya (yetenek, ability) xwe têne hevotin û dibin xwedan meslek. Di ‘Dewlet’a Platon de, ji bo leşker û rêvebiran, hebûnî (malhebûn, mulkiyet, serwet, wealth) qedexe ye. Navê resen a berhema Platon ‘Politeia’ ye. 

2- ‘Bajarê Xwedan Fazîlet’ ya Farabî (El Medinetü’l Fazila)

Farabî (Alpharabius, Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi) di bin tesîra ramanên Platon de maye. Di vê Utopîayê de behsa dewleteke îdeal dike û dibêje ku serekê bajêr (civak), divê xwende, têgihiştî, wêrek û xwedan fazîlet (dilpak, erdemdar) bin. Li gor nêrîna Farabî rêvebir divabû bawermendên Xwedê, rastgo, jîr, nefsbiçûk û ruhçak bin.

3- ‘Utopîaya’ Thomas Moure (Utopia)

Thomas Moure di Utopîaya xwe de, civakeke bêçîn pêşnûma kiriye ku di vê civakê de, mulkiyeta xumalî (özel mülkiyet, private ownership) tune û prensîpa wekheviyê, tê parastin. Moure, wiha bawer dike ku çavkanîya bêedaletî, xirabî û bedbextiyê, mulkiyeta xumalî ye. Li gorî Moure, divê dewlet demokratîk be û rêvebirên dewletê jî, ji aliyê hemwelatiyan ve werin hilbijartin. Di vê dewleta utopîk de pere (dirav) nayê bikaranîn, lê di dewsa peran de daberî (takas, barter) heye. 

4- ‘Welatê Rojê’ ya Campanella (The City of the Sun)

Campanella di vê berhema xwe de, dewleteke îdeal pêşnûma kiriye. Rêvebirên dewletê feylesofên (alimên dînî) dîndar in, ku ji gelek aliyan ve baş perwerde bûne. Hemû mirov, bi hev re xwediyê hemû tiştî ne. Mulkiyeta hevpar, heye. Mirov, di rojekê de 4 seetan dixebitin. Dema mayî jî ji bo huner, xwendin, nivîsandin û bêhnvedana ruhên xwe, derbas dikin. Bi latînî: ‘Civitas Solis’

5- ‘Atlantîsa Nû’ ya Francis Bacon (New Atlantis)

Bacon di vê berhema xwe de civakekê ku li ser bingeha zanistêava bûye, pêşnûma kiriye.

B- Utopyayên Tirsdêr (Distopya):

Di van utopîayên tirsê (tirsnak, tirdêr) de armanc ew e ku şexs, ji zilm û zordestîyên sazûmanên antîdemokratîk haydar bin. Ji rewşa civakên roja me, rewşa civakên siberojê yên xirab, hatine nivîsandin.

1- ‘Dinya Wêrek a Nû’ ya Aldous Huxley (Brave New World):

Huxley di vê utopîaya xwe de, ji hêla zanist û teknolojiyê ve behsa civakeke gelek pêşketî dike. Mirov, li gor pêdivîyan li kargehan têne hilberandin û li sazîyên (dezge, navend) taybet xweyî dibin. Malbat û zewac, ji holê rabûye. Taybetmendiyên kulturî û bîra dîrokî, ji holê hatine rakirin. Ji ber vê yekê jî, gelek caran mirov ji rê derdikevin yan jî dîn dibin û di civakê de, xwekuştin gelekî gelek zêde ye.

2- ‘1984’ a George Orwell:

Di ‘1984’ a George Orwelî de, rêvebirîyên (yönetim, administration) zordest hene û rexne li wan hatiye girtin. Di vê utopîayê de, zordestîya dewletê zahf e û heta tê wê radeyê ku mirov, hiş û aqilê xwe, wenda dikin. Wekî gotina dawî, meriv dikare bibêje hem utopîayên ku têne xwestin û hem jî utopîayên tirsnak, mîna vebijêrê (alternative) sazûmanên siyasî yên ku hene, dihêne dîtin. tr: ütopya / os: hayâlî ham / al: utopie / fr: utopie / ing: utopia



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button