Pirsên Philosophic

Têkiliya Felsefe û Dîn (Ol) çi ye?

Alî Gurdilî

Dîn, sîstemeke baweriyê ye. Afiraner (xwedê) bi riya wehiyê hinek rêzik û qanûnan hinartiye û ji evdên xwe jî xwestiye ku ew li gor wan rêzik û qanûnan tevbigerin. Ev yek, dê wan hem li vê dinyayê bike evdên baş û hem jî, dê wiha bike ku ew bikaribin ji bo dinya din jî  (axret) xwe baş amade bikin. Dînên xwedan pirtûk li ser jiyan, mirin, afirandin û derheqê civakên berê de jî hinek zanînîyan (bilgi, knowledge) didin mirovan û wiha dixwazin ku bi vê yekê, jiyana mirovan watedar bikin û wan wekî mirovên bêguneh û qenc, bigihînin dinya dinê. Bêguman meriv dikare bibêje ku di seranserê dîrokê de, di navbera dîn û felsefeyê de têkiliyeke xurt hebûye. Di dema derketina holê ya felsefeyê de, dîn ew desthilatdar bû ku tevahîya bûyerên gerdûnê, şirove dikir û tekane desthilatdar bû. Felsefeyê jî, bi rexnekirina mîtos (çîrok, efsane) û raveyên dînî, dest pê kiriye û di pêkanîna vê yekê de jî, rêberê felsefeyê, herdem aqil bûye. Di serdema navînî de, felsefe û dîn, carekê din tevlîhev bûne û vê carê jî, ji bo xurtkirina baweriyên dînî (dîn û îman), felsefe hatiye bikaranîn.

Têkiliya di navbera felsefe û dîn de:

  • 1- Ji hêla babetên xwe ve felsefe û dîn, gelekî nêzîkî hev in. Felsefe û dîn, li babetên mîna wateya jiyanê, baş, rast, ehlaq, wesfa spehiyê, bextewariya mirovî û hwd. vedikolin.
  • 2- Felsefe û dîn, bi awayekî cuda xwe nêzîkî mijarên xwe dikin. Bingeha dîn, bawerî ye û dîn, dogmatîk e. Hînwerîyên ku bi riya wehiyê hatine hinartin, ji rexne û lêpirsînê re girtî ne. Heçî felsefeye, em dizanin ku ew bi riya aqil û bi awirek rexnekar, xwe nêzîkê babetên xwe dike.
  • 3- Bawerîpêanîna dînekî, ji bo pêkanîna felsefeyê ne asteng e. Heke wiha bûya feylesofên bawermend yên wekî Îbnî Sîna, Farabî, Ehmedê Xanî, Îbnî Ruşd û hwd. dê tunebûna.
  • 4- Felsefe ji hêla naveroka xwe ve, warekî entellektuel e û dîn jî, ber bi pratîkê ve ye.
  • 5- Mijareke ku bingeha wê bawerî be, bi riya zanînîyê nikare ji holê were rakirin. Ji ber vê çendê jî, tiştekî sosret e ku dibêjin felsefe dijminê dîn e. Awira rexnekar û şikwer a felsefeyê, ne ji bo cîhgirtina dîn e. Awireke rexnekar a bi vî rengî û şikwer, dibe ku bingeha wan zeximtir jî bike.
  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 23.04.2025
  • Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Lê mêze bike
Schließen
Schaltfläche "Zurück zum Anfang"