Philosophers

George Berkeley: Îdealisma Subjective

Alî Gurdilî

Îdealisma subjective,  navê theorîya ku ji aliyê ramanwerê George Berkeleyî ve hatiye damezrandin e. Li gor vê theorîyê made, hilbereke ramanê ye. Ji ber ku madeyê înkar kiriye, meriv dikare vê theorîyê wekî tunemadeparêzîyê jî binav bike. Li gor nêrîna George Berkeleyê (1685-1753) metran ku mirovekî ingilîz e, heyîn têgihîştin (bîrbirin, serwextbûn) e û li derveyê têgihîştin û ramanên me, made tune.

Berkeley di kitêba xwe a bi navê ‘A Treatise Concerning the Principles of Human Knowledge’ (Lêkolîna li ser Hêmanên Zanînîya Mirovî, 1970) de, li ser vê mijarê wiha gotiye: ‘Hemû kes dizanin ku pêşnûma, beyî hişê (mind, zêhn) mirovî tune nin û nikarin hebin jî. Herweha hinek tiştên ku em bi wan dihesin hebin jî, dîsa em dizanin ew li derveyê hişê me nikarin hebin. Heke em baş bi gotina hebûnê bizanibin, wê demê gotinên min dê çêtir werin têgihiştin: Dema ez dibêjim ev maseya ez li ser dinivîsînim, di vê gotinê de armanca min ew e ku ez dixwazim bibêjim ez çav bi masê dikevim û destê xwe lê didim. Wekî vê yekê bêhnek hebû, jixwe ez têgihîştime wê; dengek hebû, ez bi deng têgihîştimê. Aşkere ye a ku di vir de heye, a ku hatiye têgihîştin e.’

George Berkeley bi vê argumenta xwe, li dijî materyalîzmê têdikoşe. Berkeley ji xala ku dibêje ‘objectên fizikî, pêşnûma ne’ dest pê dike û dibêje pêşnûma jî bi têgihîştinê dikarin hebin û ji ber vê yekê jî, objecten fizikî ji bilî têgihîştinê, ne tu tişt in. Dîsa di kitêba xwe a bi navê ‘Three Dialogues Between Hylas and Philonous’ (Sê dîyalogên di navbera Between û Philonousî de) ê de jî, vê ramana xwe geştir dike. Di vê kitêba xwe de jî, dibêje ‘gerdûna ku em têdigihêjinê, ew gerdûn e ku em bi sehekên xwe têdigihêjinê. Ji bilî sehek û pêşnûmeyan, ti tişt nikare were têgihîştin. Tu pêşnûme, ji bilî hişê me li cihekî din nikare hebe.’ fr: idéalisme subjectif / tr: maddesizcilik 

Ji Gotinên Berkeleyi

1– ‘Mirovên difikirin, kêm in. Lê, tev jî xwedan raman in.’

2– ‘Xwedê, heyîneke eşqê û bêhempatîyên bêsînor e; ji ber vê yekê jî, ruhanîyetên sînordar, nikarin têbigihêjin xweza wî.’  

3– ‘Dîn, navenda yekkirina beşên pirtexlîd a bunyada sîyasî ye û çîmento ye.’ 

4– ‘ … em ê bi rêya zanînan, bifikirin û bi mirovên çors re, bipeyîvin.’

5– ‘Aqil çi ye? Ne giring e. Arîşe çi ye? Guh nedê.’

6– ‘Çend ramanwerên mêr, dîsa jî nêrîna teva heye.’

7- ‘Li daristanê, darek biqulipe û kesek qulipîna wê seh neke, ma deng jê tê?’ 

8– ‘Koroya tevahîya esmên û mobilyayên li dinyayê – bi derbekî, tevahîya cisimên ku derdora dinyayê pêk dihînin – beyî hebûna hiş, nikarin hebin.’ 

 9- ‘Rastî, qêrîna hemû mirova ye. Lê, leyîstika kêm kesa ye.’  



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button