Sociology

Roja Jinê: Jinên Kedkar û Kedwenda

Newaf Mîro

Jinên Kedkar ji aliyê Jinên Komunîst û Sosyalîst ve, ji bo maf, wekhevî, heqdest, mafê hilbijartinê û azadiyê beriya şerê cîhanê yê yekem destpêkiriye. Yekem car ji aliyê Jina sosyalîst Clara Zetkin ve di sala 1910ê de li bajarê Kopenhagenê hatiye pêşniyarkirin. Berê 19 Adarê 1911ê pejirandibûn. Lê di sala 1921ê de konferansa jinên Komunîst û sosyalîst li Moskow 08 Adarê weke roja Jinên Cîhanê hate qebûlkirin. Di 1975ê de Yekitiya Netewa- ÛNê, weke roja Jinê û aştiya cihanê, pejirandiye. Li gorî amarên YN-ÛNê, di sala 2023 de 89.000 jin û keç hatine kuştin. Li gorî amarên Almanyaê her serê sê rojan, Jinek ji aliyê xizm û malbatê ve tê kuştin. Li gorî hin amarên Tirkiyê û Bakur, di sala 2023 de 314 û hina 424 jin ji aliyê mêrên berê, malbatê û mêran ve hatine kuştin. Helbet destdirêjiyên di şeran de, yên li dijî jinan û keçan ji xwe re, yên weke xenimetên şer, ne di nav amara de ne.

Çima 8ê Adarê? Li gorî jêder û riwayeta Partiyên Sosyalîst û komunîst ya Fransayê di 8ê Adara 1857 Jinên xebatkarên Tekstilê li Amerika dest bi grevê kirine ji bo heqdestê xwe. Di wê Grevê de 122 jin hatine kuştin. Helbet ev agahî nehatiye pişt rast kirin ji bilî nûçeyên ji vê nûçeyê zêde bûne. Di 8 Adara 1917ê de jinên leşkerên Rûsya li bajarê Sant Petersbûrgê li dijî Çarê Rûsî, şer û birçîbûnê derketin kolanan. Jinên kedkar: Helbet mafê Jinê li seranserî cîhanê ne bê berdel hatiye stendin. Ji mafê hilbijartinê, yê kar û xebatê, yê bi tena serê xwe jiyînê. Yên xwedî û mezin kirina zarokan. Yê xwendinê û mîrasê. Hîn li nav me Jin ji mîrasê bêpar in. Mafê zewacê. Heta bi weke kole firotina Jina heta bi nêzîkî salên 1970 yî. Li welatê birçîbûn lê hebe, beriya her kesî mirovên feqîr, jin û zarok dibin mexdûr. Li welatên têr û serkeftî yên herî mexdûr, yên ji mafên wekheviyê bêpar dîsa Jin in. Di jiyanê de civaka bêtebeqe tune ye. Li welatên navê xwe dikin sosyalîst û komunîst jî heye. Di her çerx û pergalê tebeqeyeke “jîrik” xwe dide pêş û xwe dike xwedî. Ew ne tenê ji bo Jinê wûsa ye, mêr jî dibin qurbanî. Lê mêr ji ber mêr û nêrtiya xwe nayên kuştin. Mafê hezkirinê yê hilbijartina hevjîniyê li gorî rewşa wan heye. Lê ji bo Jinê ne wûsa ye. Mafê Jinê ne bi rojekê, û bi sloganekê tê îfadekirin.

Emê li vir qala pergalên cûda bikin: Pergala Olî, yan netewî, ya kapîtalîst, ya sosyalîst, ya kolonyalîst û ya metingeha. Tu pergal ne bêgunehin. Olên siyasî, yan yên misyoner, bi navê Xwedê xwe kirine xwediyê dewlet û çerxê, bi heman têgeha Olî xwestine dunyayê bikin bin pergala xwe. Di nav xwe de jî rikber û mirovên ji bo xeter bi nav ên “ruhê xirab û pîrhebok” a bi hezaran Jin li ewropayê hatine şewitandin. Pergala Netewî, ya bi şoreşa Fransayê destpêkir, hişt mirov bi navê yek zimanî û netewê bibin dijminê hev û bi wê re “ne ji me dijî me” bû hîmê “xwedawendên nû”. Bi navê medeniyetê mirovên medenî kirin kole. Ola xwe, zimanê xwe, dewlet û hêza xwe ferzkirin. Lewma çar aliyên cîhanê bi destê hêzên kolonyalîst hatine parvekirin. Îro ger li Amerîkaya Latînî Espanyolî dipeyivin ew şopên qirkirina medeniyetên Espanyola ne. Îngilîzî şopa Îngîlîza ye. Fransî her wûsa. Ji Asya heta bi Afrîka zimanê Erebî û têgeha Olî ya îslamî zerdeste, ew şopa koloyalîzma îslamî û Ereb e. Ji Qefqasan heta bi Polonya Rûsî û Xiristiyaniya Ortodoks serwere. Ev şopa Rûsiyaya dema Çar û Dêra Ortodoks û paşê Sosyalîzma ku bûbû oleke nû ji bo mîsyonerî û berfireh kirina mîsyona Rûsîyayê. Îro jî şerê Rûsya û yê Ûkranya ne di heman xelekê de berdewam e. Xwe ferzkirin û destdirêjî herî zêde li ser zarok û jina bi bandor e. Yê herî zêde êşa wê dikişînin Jin û zarok in. Min di pirtûkekê de xwendibû, ya navê vêga nayê bîra min, ku dema Îskenderê Mezin yan jî weke mezinên me digotin; Iskenderê çar qiloç, gava ji nav Kurdistanê re dibuhure û diçe Îranê. Li Îranê bi hezaran leşkerên xwe bi Jinên Faris re dizewicîne. Weke daweta herî mezin ya dîrokê tête nasîn. Ma ew jî ne xenîmet bûn. Ew ne êrîşa li ser Jinê bû? Helbet ne bi kêfa xwe ev Jin zewicîn e.

Pergala sosyalîst û Komunîst ya ji utopya û xewnan pêk dihat, di rastîya jiyanê û parvekirinê têkçû. Helbet tevî ku zêde navendî bûn, ji aliyê yek hizr, yek partî, yek kes, yek serok û wekî din jî, lê ev ne asteng bûn ji bo maf û azadiya Jinê. Raste di hîmê xwe de divê Marksîzm li dijî bavsalariyê be. Çenku ew çerxa ku berê ji Qral, Şah û mîrzadeyan pêk dihat, ciyê yên ne esîlzadeyan tê de nebû. Şoreş deng û pêjna tebeqeyên derveyî pergala çîna serdest û mexdûrên wê çînê ne. Ew çîna ku desthelatdariyê ji bav digihîje law. Ya kurê hejaran hejar, yê dewlemenda dewlemend dihêle. Lê nayê wê wateyê, ew mexdûr gava dibin desthelatdar, ji yên beriya xwe pirr çêtir in. Hêz, hebûn û qewet dibe navend û qût gelek mêş û kêşa ber bi xwe de dikişîne. Mirovên serwextên çerx û pergala rêvebiriyê û keysbaz amade ne ji bo her derfet û rûdanê.

Ji berê de ciyê Jinê, aliyê Jinê yê li dijî şer û ji bo aştî û aramiyê bûye. Lewma jin di nav hemû tevgerên aştîxwaz de bûye. Li dijî birçîbûnê û şera bûye. Yên herî zêde êşê dizanin Jin in. Mafê hilbijartinê yê Jinê yekem car li welatê Australya Zelanda Nû di 14.10.1887 de hatiye dayîn. Gava meriv li dîrokê binêre ev ne ji mêj de ye. Jinên hatine hilbijartin jî cara yekem li Fînlandayê ne. Ew jî di salên pey wan re. Li Tirkiyê jinan, di sala 1935 ê de mafê hilbijartinê bi dest xistine. Di heman salê de 17 Jin weke parlementer ketine meclîsê. Xelekeke girîng ji Jinên li Tirkiyê di nav siyasetê de Behîce Boran e. Ku ew hem weke seroka Partiya TÎPê partiya karkerên Tirkiyê û tevî ew ji Bûrsa’yê bû li Rihayê bûye berendam û li wir weke Yekem parlementera Jin hatiye hilbijartin. çawa dibe ku ev miletê ku feodal û oldar vê Jina li gorî xwe xerîb hildibijêre? mirovên neçar li her rê û her derfetê dixwazin bikar bînin, ji bo helekê ji rewşa xwe re bibînin. Di heman demê de ew qêrîn û nerazîbûneke. Lê ne wê û ne jî partiyên çepgir û sosyalîst mafê gelê Kurd û yê pêkhateyên din nexwestin e. Tiştekî ecêbe, ku ew tevger û dewleta sovyetê ya sosyalîst, li her aliyê cîhanê alikariya miletên bindest kirine. Lê ji bo Kurda ne kirine. Berê alikariya Mistefa Kemal kirine, paşê jî yên weke Saddam û Esad bi piştgirîya wan li ser piya man. Helbet siyaseta Rûsyaê, berê û niha jî, di heremê de yek e. Ew partî û rêxistinên sosyalîst xwestibin jî, ne eşkere. Bi partî û rêxistinên Kurda re neketiye nav têkiliyê. Helbet hemû partiya bi navê”cûdahîxwaziyê” mafê kurda nepejirandine. Ango: ji kurda re erê, lê ji mafê wan re na! Hêjî wûsa ye. Helbet di wê demê de benda hilbijartinê nebû. TÎPê 15 parlementer xistin meclîsa Tirkiyê. Lê balkêşe ku li Rihayê beriya wê û heta van salên borî nû parlementerên Jin hatine hilbijartin. Helbet yên partiya TÎPê hilbijartin tebeqeyên mexdûrên wê pergalê bûn.

Yek ji sîmayên Jin ya herî navdar Leyla Zana ye. Em dizanin di heman demê de, yên ji deriyê Meclîsê û ji nav partiya Sosyal demokrat Tirkiyê SHPê hatin avêtin. Partiya HEPê çêkirin û ew partî herî bêhtir bi dengê Kurdên mexdûrên şer û pergalê bû partî. Yên li ber deriyê zindana û mexdûrên mexdûran hatin hilbijartin. Yê Leyla Zana kir Leyla ew sekna wê ya li meclîsê bû. Ew çar peyvên bi kurdî bûn. Ew wêrekiya wê bû. Leyla karibû bibe dengê Jinê û profîleke femîn ya Kurd biafirîne? Çima nebû? Çima Jin, Mêr û siyaseta Kurd di çarçoveya Partîzanî û Îdeolojîk de tevdigerin? Ma sînorên azadiyê heye? Hebe çi ne? Mirovên bi xwe û nirxên xwe ne bawer, dikarin bibin xwe? Em çi ji “xwe” fêm dikin? Yan wateya em çi ye ji bo hişmendiya serdest û polîtîk? Nasnameya polîtîk û nasnameya niştimanî em çiqasî ji hev cûda, yan hev temam dikin?

Wekhevî ya di şer û çekê de, dikare bibe wekhevî? Ji bo bibe çi derfet û projeye berdest in? Mirov di heq, parvekirin û yasayan de ne xwedî heman mafî be, ma wekhevî pêk tê? Bi raya min qet pêk nayê. Qanûnên welatekî garantî û qedera welatekî ne, yê di qanûnê de ne xwedî heq be, nikare di çarçoveya yasayî de doza mafê xwe bike. Çenko nîne. Di derveyî yasayan de dozê bike, bê bedel û qurbanî nabe. Bi ser de jî çek û tundkarî bikevê dikare dawiya xwe jî bîne. Milet û mirovên mafên zayendî, yên takekesî, yên netewî û siruştî nebin, di çavê pergalê de yek in. Ne tenê di nêrîna pergalê de, ew pergal wan bi rengekî rewayî wan dike hevkar û hevrê. Ango hevzayendekî Tirkiyê, yekî Kurd û miletekî din jî mexdûrên yek pergalê ne. Lê gava yê Kurd bi kurdî doza hemen mafî bike, dibe qurbaniya Hevzayendê Tirk û pergalê. Ne tenê ew, Femînîst û Axayên Kurd jî, ger doza mafên giştî yên erdnîgarî û niştimanî bike, dibin qurbanê yek çerxê. Elewî, Êzîdî û Xiristiyanekî mexdûr û meleyekî Kurd û yekî cîhadî jî di xala heman yasayên pergala dewletê de dibin yek. Êzîdî, Elewî, Xiristiyan doza heman mafî dikin, yê ji bo îslama dewletê ya sunne hatiye dayîn, ew jî dikin. Ya rast divê di aliyê baweriyan de, dewlet bêalî be. Hemû Olên heyî, weke olên xwe bibîne. Lê nake helbet. Melleyê Kurd doza mafê xwe yê Olî dike, weke çawa Melleyên Tirk jî ji bo xwe bikar tînin. Yê Cîhadî dixwaze qanûnên medenî yê mirovan çêkirine rake, yê Şerîeta îslamê pêk bîne. Tevî ku Ola îslamê li ser wî vê yekê ferz dike. Ew jî dibe “qurbanî” û mexdûrê heman pergalê.

Li vir jî, emê qala, ferqa karker, oldar û ateîstên serdest û mafwenda bikin: Hevserokî: Hevserokî, ye an sêserokî li cem gelek partiyên siyasî heye. Ev ne tiştekî nû ye ji bo Ewropiya. Li cem me nû ye. Partiya Sosyaldemokrata Almanya û partiyên pêşiya wê di bin serokatiya Samuel Spier û Johann August Karl Kühn 1870 bûn heta 1871. Partiya Kesk -Die Grunen ji sala 1979 ê de bi Hevserokatiyê yan cotserokiyê dixebitin. Ji bilî wan Pariya serkêş ya hikûmetê SPDê cotseroke. Ya Çep û partiya îro metirsiya ji bo raya giştî ya Rastrew kî bi hevserok e. Baş e ku ew kota heye. Lê kota û ev rêbaz jî bê arîşe, hevpûçkirin, hevqelskirin û nakokiyên zayendî jî nîne. Pergala hevserokatiyê li cem welatên ewropî yên ku dergûşa demokrasî û pêkve jiyanê ne jî ne bê teşqele ye. Bi raya min kota başe, lê Jin divê bixwe û biryarên xwe bi xwe û bi serê xwe bide. Mêr jî wûsa. Du serok û serokwezîr û wezîr jî nabin. Nabe yek yê din, yan ya din frêm û asteng bike’. Nabe meriv keda bike serok û rêvebir û ew nikaribin bi serê xwe biryara bidin. Li bende biryara hin kesên din bin. Divê her mirov di karê xwe de mezin be û mezin bibe.

Arîşeyên, jinên cîhana serdest û bindest cûda ne: Yên mêrên bindest û serdest, yên mêrên bindest û jinên bindest cûda ne. Yê mêr li derve yê jinê di malê de ne. Çenko jin ji xwe nikare bi serê xwe derkeve derve, nikare bixebite, nikare here kirîn û firotinê. Mafê wê yê hezkirina û hilbijartina hevjîniyê jî tune ye. Jin ji mîrasê bêpar e. Di qanûnê dewletê de heye, lê çend Kurd mal û samanên bav didin Keçê? Yan jin çiqasî dikare bibe xwediyê malê mêrê xwe? Heta niha jî Jina didin Tî yê wan, ji bo malê mêr. Zarokan ji Jina distînin. Jina bê berdan neçare biçe mala bavê xwe yan birayê xwe. Û li bende mîrekî be bê wê bixwaze. Qelend, serderî, berderî û xelatên li Jinê û mêr jî dibin bar. Ew qelend ji bo çi ye? Çi dikirin û difiroşin? Ka binêrin li amarên dewletê yên fermî rêjeya Jinên malnişîn û bi sîgorta çendîn? Keç ji hemû mafên kêf û şahiyan yê derve bêpar e. Lewma ew ji bo azadiyê dimirin û canê xwe didin. Çenko wan qet azadî di xewnê de jî nedîtiye. Ma pîknîkê li serê çiya dikin? Porê serê wan tije kêç,spî û gurî dibin. Ma eve azadî? Bi rahiştina çekê meriv azad dibe qey? Ma leşkerên azad hene? Erka leşkeran çi ye? Ma ne mirin û kuştin e? Azadiya bi vî rengî nabe û nîne. Jin bi reng û dengê xwe bi bedewiya xwe jiyanê bedew dike. Jin afirîner û parveker e. Bi dilê xwe ji bo yên xwe mezin e. Jin rasyonele, bi rasyoneliya xwe re rû bi rû ye. Ne xeyalperest e. Tevî ku xewnên wê ji yên nêr mezintir e. Ne bi hêz û qeweta xwe, bi hişmendî, parvekirin û bedewiya xwe mezin e. Ew dê ye, xwîşk e, yar e, heval e.

Mirov bi mafê xwe mirov e. Li erdnîgariya em jê tên, mafê Jinê tenê gotin e. Neketiye meriyetê û naxin ê jî. Yê mafê Jinê qaşo diparêzin jî Jinê dikin mînaka mêr. Bi çekdar kirina Jinê mafê Jinê nayê misogerkirin, ger ew çek bixwe di xizmeta desthelatdariya “nêr” de be. Berevajî divê çek û hêz di xizmet û parastina Jinê û têgeha mê de be. Yên malê ava dikin û zarokan mezin dikin Jin in. Yên êşa bavsalariyê di hestiyên xwe de dijîn Jin in. Yên biaqilê xwe bedew û mala ava dikin bi hişmendiya bedewiyê Jin in. Yê mala dikin mal, zarokan mezin dikin dîsa ew in. Dewlet û milet bi mal û malbatê hene, mal û malbat, dilovanî û hezkirin di malê de nebe, tiştekî ava bibe nîne. Zarokê hezkirin di malê de nedîtibe nikare bide kesên din. Jin hezkirin e, hezkirin jiyan e, jiyan û azadiya bê sînor û bingeh nîne. Îro jî hîn bi hezaran Jin ji mala xwe bazdayî ne. Her roj Jin tên kuştin. Bi navê Xwedê û namûsê. Hin keçan, di temenê zarokatiyê de didin mêrên temen mezin. Bi hezaran keç ji xwendinê û perwerdehiya pîşeyî bêpar in. Pirejinî, hê jî gelek e. Maf û azadiya bi yasa û dezgehên hukmî ne parastî be, nayê parastin. Jin hezkirin e, hezkirin jiyan e. Li Tirkiyê seroka Partiya Karkirên Tirkiyê Behîce Boran ku sala 1961ê dibe endam, di sala 1965ê de li bajarê Rihayê dibe parlementer, tevî ew bi eslê xwe ji bajêrê Bûrsa’yê ye. Weke Serok û serkêşa Jin di nav Tirkiyê de. Leyla Zana jî ku şikur hîn sax e, weke Jina pêşeng di qada dewletî û navdewletî de xuya bû. Çiqasî Leyla Zana bû xwe û mafê Jinê da pêş ew mijareke din e. Meyan Xatûn û Nadya Mûrad mînak û serkêşên Jina Êzîdî ne.

1- Internationaler Frauentag – Wikipedia

2- Türkiye’de 2023’te en az 424 kadın öldürüldü! (msn.com)

3- Kadın Cinayetlerini Durduracağız Platformu: 2023’te 315 kadın öldürüldü – Gündem Haberleri (dha.com.tr)

4- Femizide: Jeden 3. Tag stirbt in Deutschland eine Frau durch den Partner oder den Ex (euronews.com)

5-https://tr.m.wikipedia.org/wikiB1n_milletvekilleri_listesi

6- https://de.m.wikipedia.org/wiki/Doppelspitze



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button