Sociology

Bêdewletî, Ben û Sêdara Îdamê ye

Newaf Mîro

1- Yê ji sifra xwe têr nebe qet têr nabe zik têr çav li der û ruh tim birçî ye
Ji siyasetê û siyasetmedaran re ol, netew, îdeoloji û arîşe û her tiştên dî avantaj, dezavantaj an jî alav û derfet e. Dezavantaj, mexdûr ji xwe mexdûr in, lê yê mexdûrîyetê ji bo xwe bikaranîne jî siyasetmedar in. Ew karibe çawa ji bo berjewendiya û pergala xwe, bikarbînin girîng e. Siyasetmedaran, bişibînin yarîzana û partiyan jî bişibînin klûbên fitbolê. Kî çi ciyî û derfetê bidê, ew girîng e. Lê gava mijar dibe tîma netewî, hemû dibin yek. Bi leystina yek yarîzanekî tîma welatekî din, nabe ya miletekî din. Lê yê tîma netewî nebe ango dewlet nebe, bi nasname û navê dewleteke bavê wî, yan kalê wî kuştibe jî, dikare derkeve qadê û bibe “qehremanê” dijminê bav û kalên xwe. Lewma bi raya min yê ku nikaribe dewletê bixwaze, yan rewşê guncav nebîne, meriv dikare heya radeyekê fêm bike. Lê yê dewletê layîqî miletê xwe nebîne, divê meriv merhebayê jî nedê û li rûyê wan jî, nenêre. Kê dev ji ziman, dîrok, ol, û nirxên xwe yê rewa û dewleta xwe berdaye û naxwaze, heta em naxwazin. Bi raya min ne dewletek, divê herî kêm 5 dewletê me hebin. Ya 5an, divê Êzdîxan be. Di şertên îro yên dewlet û mêzîna dunyê de a herî maqûl ew e ku, her herêm li gorî rewş û derfetên siyasî û erdnîgarî tevbigere. Bila çend wîlayetên serbixwe hebin, ew wîlayet dikarin li Yekîtiya Netewa (ÛN) jî hebin, ku ji bo yekîtîya Dewleta ye. Ji ber ku ne her milet, li wê derê xwedî gotin e. Divê neyê jibîrkirin yên dunyayê birêve dibin, yên peyman û qanûnan çêdikin, yên bi qanûna mafê civaka xwe û mêzîna navxweyî û ya derve diparêzin dewlet in, ne milet in. Milet dikarin bi hişmendiya çêkirî, ya dewletên regezperest û îdeolojîk bibin bombeya atomê ya bîyolojîk. Dewlet dikare, milet û zimanekî li ber mirinê jî zindî bike, lê miletê bê dewlet dikare tune bike.

2- Mirovên çi, çawa û yên ku?
Mirov hemî mirov in, lê her mirov bi qasî hêza welatê xwe bi qîmet e. Bi qasî erka xwe jî “mirov” e, mezin û bilind e. Tiştek, ji bêwelatiyê yan ji bêdewletbûnê bêqîmetir nine. Mirovên bêdewlet, nakevin asta miletên xwedî dewlet. Yê dunyayê birêve dibin dewlet in, ne milet in. Dewlet, tapûya welat û rûmetê, pasport û nasnameya di berîka meriv de ye. Yê dewlata wan hene jî; bi qasî nirx, derfet û dewlemendiya dewleta xwe, derî li ber wan vedibin. Bi nasname û pasaporta şaş, meriv dibe pûç û bê serî û laş.

Meriv dikare li welatekî pêşketî bijî, lê ew weke mêvantiyê ye û mafê takekesî ye. Ew rewş û derfetên takekesî, tiştekî mayînde nake. Dirav ji bo siberoja welatekî baş in, ger meriv învestîsiyonan bike, lê wekî takekes di welatê ku hebûna mirovî ya civakî, çandî û olî napejirîne û wekî xeter dibîne; dikare ligel xwe karesatan bîne.
Dewleta, siyaseta regezperest û tundwerên olî, îdeolojîk û civakî dimeşîne, dikare dest bide ser wê mal û serwetê. Heta ew yek dihêle ew kesên cûda û sermayedar jî ol û aliyê xwe biguherîne. Çenku ew her dibin zexta derûnî û neewlehiyê takekesî de dijî. Her dem dikare ji ber nîjad û olî yan cêwaziya xwe bikeve xeterê. Lewma mirovên sermayedar û akademîkar, heta radeyekê tirsonek in. Ew naxwazin keda xwe û ezmûnên xwe yê salan bi avê de berdin. Dewlet çiqasî lawaz û xirab be jî, dîsa xwedî monopol e. Bê monopola xweparastinê stareke heremî, ya navxweyî û navdewletî jî nîne. Heta miletek nebe xwedî monopolê dewletê, ne pere, ne zarok, ne sermayedar, ne zana û akademîkar jî yê wî miletî ne.

Dewlet û miletê zanyar û zanîn nekeve xizmeta wan bi pêş ve naçin. Pere û zêr jî, jixwe ne yê wî ne. Pere û zêr yê wî welatî ne. Milk jixwe yê dewletê ye. Pereyên bikevin xizmeta civaka bindest û bêmaf, dikarin bibin învestîsyon ji bo siberojê. Ne berevajî. Sed sermayedarên Êzîdî hebin, nikarin pêşiyê li qirkirin û belavbûna Êzîdiyan bigirin. Ew sermayedar dikevin xizmeta dewletên serdest û neçarin jî. Helbet ji bo Kurda jî wûsa ye. Bi hezaran sermayedarên Kurda hene, li rojavayê Tirkiyê kar dikin. Ew pere nakevin xizmeta civaka Kurd, zanîn û pêşketina vê civakê. Ne tenê li rojavayê Tirkiyê, yên din jî ne xwedî projeyên çandî, felsefî û siyaseteke xwemalî ne. Bêdewletî ben û sêdara îdamê ye, û qetla wan, bi yasayên dagirkeriyê misoger e. Kolonyalîzm her rê û derfetê, mafê xwe dibîne û ji bo mayîna xwe bikar dihîne.

Newaf Mîro / 29.11.2023



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button