HevpeyvînSociology

Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Dieter Krimphove ra

Hevpeyvîn: Dr. Casoê Wezîr Serhedî

Prof. Dr. jur. Ûnîvêrsîtêta Paderborn / Almanya. Xudan kursîya Profêssorê Mafên Bazirganîê û Mafê Aborîya Europa. Berhemêd wî yên heta niha weshandî: Mafê Kapîtalbazirganîê. MaRîsk. MaComp. Legal Tech (Destpirtûka Mafî) – (1958)

1. Dr. Dieter Krimphove, raê we ser kovara Philosophia Kurdî chî ye?
Bersîv: Berî her tishtî û ji alîkî va, hebûna ev yeka, kovara Philosophia bi kurdî, wek organeke weshanê, bi xwe hebû-neke zendegirtinê ye. Hîngî Philosophia bi wateya naveroka xwe Evîna Ramanvanîe ye û ewqasî ûnîvêrsal e (yün.Univers. Pir rû, pir awaî), ku min zor tê derheqa felsefa kurdî da biaxivim. Ji alîê din va ev yeka xwenîshandaneke europîyekî ye. Navdanên wek felsefa almanî, yan felsefa fransî, hebûneke hevra guncaî ye. Gava ev hebûnan xudan mafên nasnamên usa dibin, chima divê felsefa kurdî tunebe? Bi lêbînîn, yan nirxandineke kovara felsefî li nêzîk va, ev yeka pirsekê hebûna felsefa netewî hishîyar dike, her wek pirsdanîna; chima divê hebûneke wekî felsefa kurdî tunebe. Kurdistan û gelê kurd, ji hezaran salan xwe di hewirdora gêografî her wisa ya zanistî da, xwe di navenda efirandin û undakirinên kûltûran, kûltûrên bilind, yên olan û helwestan. Ji ber ewê wateyê, ev yeka di dema me ya nûjen da jî întêrêsekî zêde mezin xwîya dike, yekem car bi gishtî di êksîstênsa* (hebûna) felsefa kurdî da, duyem jî balkishandina nasîna wê da. Almanêd wek Kant, Hegel, Schopenhauer, Look, her usa Rousseau, Montaigne û Foucault, ku rewsha perwerdeî dane cîhan, dikarin împûls*ên (hêzdan, nîshandan) nû, yên taybet bidine felsefa kurdî, ku bi weshana kovara felsefî ra dikare bibe sûdwergirekî mezin.

2. We chi têbînî hene derheqa mafê Kurdan da li Rojhilata Navîn?
Bersîv: Bersîvdana vê pirsê, di rewsheke ewandeî aloz, ya milmilana zordestên chekdarî da li Rojhilata Navîn ya gishtî da û bi taybetîya wan pêwajoêd tundî da, di kontêkst*a (bingehnaverok) daxwazêd dagirkeran da, anku di întêrêssên polîtîkî da, gelek zor dibînim. Asta dijberîyan, ku tev komplêksîtêt*a (Alozrewshî) ya xwe li wir pêkanîye, zêdeyî têgihîshtina min ya shirove ya, yanê jî diha rast, zêdeyî karînên min ya doza pêrformansê ye. Lê belê, nenihêrî ewê yeka gotî, îznê bidine min hindik têbînîyan derheqa pirsa we ya girîng da bidim: Ji bînîneke Mafên Gelan pêshvechûna Kurdistan ya berbî Sûbyêkta Serbixwe, girêdaî hindik shertane. „Kurdistan“, wek yekem, divê wek hebûnekî, (hevgirtekî) kûltûrî, xudan mafeke bê shik û dijrawestîn (Staatsvolk) Gelê Dewletê (Komarê), bi zimanê xwe yê serbixwe, dîrok û kûltûra xwe va û bi warekî dîrokî ya tê da (îndîgên) jîyaî. Ew bi kêmtirîn bi char komaran ra hatîye dabînkirin. Bi wî awaî Kurdistan heta îro nabe yekîneyeke komara sûvêrên* (xweser). /i.S.d.Art.2.Abs.1. Art.55,UN Charta/. Di konflîkteke Mafê Gelan da, tev gelan, ku Kurd ketine bin sînorên wan da, mafê Sûvêrênîtêta Zêdebûna Hejmarî hatîye pejirandin. Her usa ev pêkhata, ji Kanûna 1966 va, Îraq, Îran, Sûrîye û Tirkîye, hebûna betal dike, her wisa; / Art.1 û Art.1 Abs. Hevoka 1, di Peymana Navnetewî ya derheqa mafên bajêrvanî û polîtîkî; (IpbpR) û Art.1, ya Pakta (Biryar, Peyman, Pekhat) derheqa mafên aborî (êkonomîk), civakî (social) û chandî (kultur).

Heger mafên gelan yên jor navdaî Rêziknama (Vorschrift) Kêmaneyên bê Statûsa Mafên Gelêrî, (mebest; Ne Komarî) derfeta xwebirêvebirina desthilata nestîne, hîngê ew kêmane ya ji komara zêdehejmar dikare li gor yasaên jor navdaî bi xwe bibe Xudan Birêvebiriya Gelêrî ya Serbixwe. Ev yeka ew derfete pêsheroja birîyardanên jîyana xwe ya civakî bi xweser dabîn bikin, wek hukumeta herêmî ya serbixwe damezirînin. Evê yekê, anku pakt*ên parastina gelkêmaneyan gelek heyîêd pêkhatên dîrokî, bi peymandestûrêd navdewletî di cîhan da bi delîl dikin. Bi taybet peymandestûrêd Kapîtûlasyonan* (xwetesmîlkirin, ragîhandina ashtîê). Xala dawî ya dîrokî, wekî vê mijarê girêdaî mafparastina Kurdistan, bi taybet bona pêvajo ya pêshxistana mafên dadî, du dokûmênt delîl in:

1. Dokûmênta birîyardana org.a OSZE* (Organisation für Sicherheit und Zusammenarbeit in Europa) (îngl. Organization for Security and Co-operation in Europe, OSCE) – pozîsyona, peymana 29.06.1990, wek Dokûmênta Kopênhagên binavkirî. Ew ne tenê Mafên Wekhevîya Kêmaneyan û endamên civakên wê mafdar dike, lê belê her usa jî Pozîsyona Mafî; bo Hemwelatîyan, yên Endamên Gelê Kêmane Tomar in, ew Birîyardarên Azad in.

2. Bi Rêzôlûsyon*a (îngl.Rezolution=Chareserî) 47/135; ya Mafên Endamên Kêmaneyên Netewî, Êtnîkî, Olî û Zimanî, û bi taybetî Artikel*1, (Yasahevok, Yasapar) ya bi birîyara Gênêralkombûna UN ya 18.12.1992 hate binexetkirin, wek statûyekî taybet bo paraztina van kêmaneyên jor navkirî, hate makkirin (qirardan, mohrkirin).

* Art. 27; IPbpR: – Dewletên ku Kêmaneyên Netewî, Êtnîkî, Olî û Zimanî, lê hene nikarin ji mafên xwe bêpar bimînin. Ew tev endamên civaka xwe yên din, bi xudan mafî, jîyana xwe ya chandî, bi rê û rizmê ola xwe bijîn û her usa zimanê xwe gîro bin.

Rêzolûsyona 47/135 her usa di naveroka xwe ya berfireh da xudan naveroka dêfînîsyonên shirove yên berfireh ne bi taybetîên spêtsîfîk* ya gel û netewên kêmane. Lê ew rêzolûsyona, bi yasaî ne xudan mafê dadwerî (Justice) ye. Karekî pîrozkirinê ye ew yeka, ku pareke Kurdistan ji peymana 1970 di navbera Saddam Hussein û M.Mustafa Barzanî da, mafê Autonomîa Parî hate dan û ev Par Autonomî ji 2005 da Yasadestûra Îraqê jî ewê hebûnê wek birêvebirina organên kargeh dipejirîne. Ev Sûvêrênîtêta, anku hebûna Par-Autonomîa Kurdistana Bashûr zêde bala (Interess) învêstorên Europa dikishîne ser xwe û ne tenê ji aspêkta zanistî, lê belê her usa ya êkonomîk jî. Ez di vê faktora aborî (êkonomîk) da, shanseke êkonomîka Kurdistan, bo Hukumata Herêmê, wek sûvêrênîtêta pêsheroj da, dikare chendîn bona xwe, ewqasî jî bo Îraqê gishtî hilbirîne astekî nevnetewî ya serkevtina polîtîkî û êkonomî da. Herhal, dîyare di vî warî da nedilnîyabûn hene. Li vir di her du alîyan da bawerî yê avakirinê ye. Învêstorê*n (ingl.Investition=Peredabînkirin) bîyanî Mafên Bazirganî ya kurdî, ya navxweyî (hindur) yêd wan ra nenas ditirsîne. Alîkarîyeke qenc vê yekê ra, dikare bibe bingehedanîna (alm. Schiedsgerichtshof. ingl. arbitration court) Dadgeha Bazirganî ya Navxweyî. Ev Dadgeha, bo balkishandina învêstorên europî pêkbîne, bi dilnîyaî Maf-Destûrê analogên almanî yan fransî bikar bîne. Hilbet Hikumata Herêmê, her usa jî ya Navendî birîyarên Dadgeha Bazirganî ya Navxweyî bona bicîhkirin bipejirîne, da ew ji her du alîyên destûran ra guncayî be. Ew Herêm, anku Autonomîa Kurdistana Bashûr, bo xwegîhandina Merema Gulvedana Bazirganîê, bi almanî bejin; Prosperität (ingl. Prosperity), pêknehatîye, ji ber ku ne ji alî Autonomîa Kurdistana Bashûr ne jî ji alîê Hukumata Navendî ya Îraqê, xwe li Peyman (Lihevhat. Destûra) New York ê qol nekirine.

Aspêkteke dawî min ra bo vegotinê girînge. Li gor pêdachûna min ya evdmî, kurd gelekî jî li xwe hishîyar û qenc dizanin, ku ew li komareke din da dijîn û dixebitin, yanê kurd ne hebûna kûltûra xwe her wek hebûna wî komara ew tê da betal nakin. Li gel wê jî 25ê Îlona 2017 zêdeyî 92%, anku nêzîkî 3 mîllîon kurdên Îraqê dengên xwe bo jîyana xweser di Rêfêrêndûmê dan, bê ku dijberîya Îraqê bikin. (Bi naverok wergirtin kurt dikim.) Kurd, xwe bi îraqîyanva hevkarî û shirîkantîê dikin. Ev yeka cuda ye wek minak ji Katalanan, ku xwe ji Spanîa vediqetînin. Mînakên bêne binavkirin hene. Li gel vê karîna kurdan ya hevjîyana êkonomî û pôlîtîkî da, rastîyek xwe dîyar dike. Ew rastî jî ewe, ku kurd dikarin potênsîala xwe ya êkonomîkî bi awayekî serkeftî avadan bikin, bikevine yekîtîya dan standinên bazirganîya cîhanî û bi vî awayî roleke xwe ya girîng Rojhilata Navîn da bilîzin.

3. Hûn mafên bingehîn yên kêmane yên olî, wek Mesîhîyan, Zerdeshtîyan, Elewîyan, Kakeîyan Êzîdîyan û h.w.d. Di komarên îslamî da chawa dibînin?
Bersîv: Xwezaî ye, ku em hemî Mafên Mirovan dizanin, ku ya mafên azadî ya bawerî û olan da wek bingehe tê pejirandin. (Art.18 Abs. 1 UN – Rêzôlûsîon 217 ya Yasadarîya Gishtî ya Mafên Mirovan; Art.18 ya Pakta (pêkhat) ya Mafên Hemwelatî û Polîtîkî, Art. 10, 21 û 22 ya Charta Yasa Mafên Bingehîn ya Europîyan û Art. 9 Konvêtsîona Mafên Mirovan, wekî Art. 6 ya Peymana Rêforman). Ev Yasadestûran jî li gel pozîsyona Mafên Gelêrî ya jornavdaî dibin. Mixabin ev mafana ne her car têne berchevkirin, bi taybet mafên yekîneyan naêne parastin û tekaneyên bûyeran bawernedên kêmaneyan ne di bin parêzerîya Yasadestûra mafên danî yên UN naête pêshchevkirin. Fêrana* xwe da, anku xwezana xwe da usa ne, ku her tenê îstîsna (Ausnahme) xwe da Art.34 ya Konvetsîona Mafên Mirovan ya Europî da, Sûbyêktên Mafên Gelan, anku Komar û organîzasyonên komarî xudan derfeta pêkanîn, yan dabînkirina wan mafane, yanê jî rewsha binpêkirina van mafên heyî dikarin bi shikîyat û bi dadwerî mafên xwe, anku kêmaneyan biparêzin. Bêyî wê jî Birîyardanêd Dîwana Dadgeha Bilind wek ya Strassburg-ê nêzîktirîn pozîsyona hêza polîtîkî lê heye. Û dawî da, Mafên Azadîya Olî di wan komaran da dikarin xudan hêza dabînkirinê bin, yêd Konvêntsîonên vî awayî qol kirine. Her bi vî awayî ew destûrên mafen binavkirî ne ji alîê Sûrîê, ne Îran û ne jî Îraqê naêne bikaranîn, ji ber ku wan ew pêkhat qol nekirine.

Her usa jî Charta Mafên Bingehîn ya dewletên Ereb, ya 22.04.2004, di Art. 25, 30 mafê azadîya olî hatîye danîn. Lebê, naveroka mafên azadîya olî hishk girêdaî yasaên netewî va. Ji organizasyona hevxebata îslamîyan va (OIC) 1990 shirove ya Kaîro ya ku îslam wek ola bingehîn dide nasîn, Art. 9 û 10, ev yeka di Art. 18 da ya Daxwîyanî ya Kaîro î da, dîyar dibe, ku ola îslamê wek ser hemû olan ra ye û yêd din jî dibê rêzê bidine mafê azadîya îslamê û derheqa kesên olên din bawer dike naverok valaye.
Bi gotineke din, li vir Dêfakto* (Defacto=di rastî da) yekî cîhê xwe girtîye. Anku mafê paraztina olekî wek îslam heye û nebawaran ra parêzgeheke êffêktîv ya ron olên kêmane ra.

4. Gelo li gor raê we, chi chareserîya yasaî problêma kêmaneyên olî li warê xwe û her usa li Europa heye?
Bersîv: Ez li gor bawerî û têgîhîshtina xwe chareserîyeke yasaî ya êffêktîv nabînim. Wekî pirsa ya berî vê da hate dîyarkirin, li vir jî di warê mafên yasaî û her usa ya mafên gelêrî da ya di navberên komaran da pêkhatî, (rewsha heyî da bê mînaka kurd û Kurdistan da) derfeta parêzgeha sûbyêktên (olên) tekane, anku îndîvîdûêl tune ye. Her usa jî parêzvanîya olên kurdan da ev ewleyî tune.Li gor lêpîvana min jî her usa mafên yasaî yên kêmaneyan ra ne zêde geshbînim. Bona min ev yeka xût ew pirsgirêka ye, ku meriv li gor rewsha heyî nikare qalibên yasaî, (qanûnî) anku yûrîstî (Justice. Dadî) ra biguncîne. Ev pirsana belkî zêde yên têzên felsefî yan yên êtîkî ne. Li Europaê têndênsa*, (kurd. Meyla hilkishînê) qanûnkirina mafên êtîkî wek xwe beguhêr maye. Ev yeka belkî girêdayî wê hebûnêne, ku li europaê ev mafên bê shik di qalibên êtîkî di yasamafan da tunene. Almanya da wek mînak, kêm meriv dizanin, ku jîyana sotsîal (civakî) da, kêm rêz û hurmet bi hev ra tê dan, kirên êtîkî yên qenc di têkîlîên civakî da chawa pêktên. Li vir wateya Guhdana (Hurmetdan) Hev, yan Yêd Dor Ber ra naê dan. Wek mînakek; Perwerdedana min da, ku di zarokantîya xwe wergirt hebûneke rastî bû, ku yekî xwarin dixwar yekî nekarî ber sîgarêtê bikishîne. Ez wek Jürîstekî, Yasazan, evê yekê nerast dibînim, ku normên êtîkê cîhêd xwe qanûnan da nagirin. Pey demekê, ya vê nifshên nû da, evê Normê Êtîkê xwe kire nava qaliba qanûna qedexekirina kishandinê. Ez cheverê me ku demek bê, ku yasayek tê hêza qanûnî, ku mûzîka dengbilind ji mobile yan di trênan da bê qedexekirin. Toreyî, (Anstand) anku rêzdana sotsîalî, dikare cîhê xwe di qaliba qanûnan da bigire.

Di vî pirsgirêkî da jî, li gor têbînîya min chareserîya problêma olî da dibînim. Ji wan heyîyan konflîkt derbazî kûrbûna xwe dibe û tenê bi van pêdachûnan, anku nirxandina felsefa mafî ya êtîkî dikare bê chareserkirin. Li gel ewê yekê jî meriv divê tespîtbike, olên cuda yên monopolker, xudan ra û têbînîên cuda ne derheqa olên din da. Dema ola êzîdîyan duayan hemû gelan, yên bi hemî olan va girêdayî ne dike, xrîstîanî rêzê li hemû olên din digire. Meriv dikare bêje, ku xrîstîanîzm ashtîxwazîyekê, bi aramî olên ra nase. (Bîbêl; Mathe, 13, 24, ff). Damezirdarê ola messîhî Îsaê Nazarêtê hemîyan ra cîh bi Warekê Ezmanî da digire. Îslam di wî warî da xudan raên dijberîê ye. Têkstên ku cîhê olên bîyanî têne binavkirin, bi awayekî dijminatî têne shopandin (Qurian, 9,5 ff. 9,32; 109, 6) li ku jî berevajîya wan li kêlekê da, derheqa dostanîya olên din tê kirin hene; (Qurian, 6, 108). Li vir jî derheqa olên bi pirtûk têne gotin, wekî Xrîstîanîzm û Îûdaîzmê. Her tenê ev her du xweshîya tolêransê dihestînin (Qurian, 2, 11, 113), Bahaî yan Êzîdî di vir da nînin. (Qurian, 6, 106, 2, 105, 135) .

Li gor têbînîa min, li gor dma xwe îslam dijberîya olên Polîtêîstî* (Pirxudaî) dikir. (Qurian, 6, 106, 2, 31, 13). Hebûneke zendegirtînî ye, ew yeka ku sura nehan da, vêrsa 30, f. Her usa, bawermendên olên bi pirtûk, navkirî wek Xrîstian û Yahûdî jî wek bawermendên pirxudaî têne binavkirin. Pircûreîya olan li gor Qurianê xwestina xudê bû, da bawermend xwe milmilane ya gera rastîê da rastîê ra biguncin. (Qurian 5, 48). Di nava hemû olên heyî da Qurian wek ya herî rast tê danasîn. (Qurian 3, 64, 4, 17-172, 72-75 77 ff. eyat). Wek Prototîpa* (Kurd. Efirandina yekem) chareserîya konflîktên olî, ez shiroveyeke Konsîl*a Vatîkanê hizdikim bidime nasîn; (lat. Concillium. Kurd. Shêwr, Shîret): „Nostra Aetate“ – ya derheqa Dêrê beranberî olên Ne Mesîhî, ya 28.Oktober, 1965. Ev shiroveya tishtekî ji wan hebûnên olî û hebûnên olan betal nake, yêd olên cihanê yên din da pejirandî û pîroze. Ew hemû rastîên bawermendîyên olan dipejirîne, ku dibine dewlemendîên her usa jî ol û bawerîên xrîstîanan, wan rastîyan ra sûda hevgirêdanê dibîne. Bi hûrgilî wiha:‘Bi pêbawerîyekî (ciddî) dilrastî ew dinirxîne: (= Dêra Katholîkan) Her kireke jîyan da, her perwerdeyek û shîretdanek, yê hindik xwe jê ditelînin, yêd zanînêd sûdwergirin, hemû merivan bi ronak dikin.’ A bi vî awaî derfeta chareserîê heye, pejirandin û parêzvanîa olên kêmane pêkbê. Li Rojhilata Navîn da, herêmên Kurdistanê yê wek Îraq, Sûrî, Îran û Tirkîa da, her usa Europa jî, li gor têgîhîjtina min; Ne tu yasadanên nû nikarin konflîktên olî da, heger dîalogên întêrrêlîgîonî, anku hevpeyvînên dostane û xwerxwazî di nava bawermend, rewshenbîrên olan da, ku hêvîya qencîkirina têkîlîyan ra sûd bidin nebe. Ola xwe da wan kêmahîyan bibînin, yên di olên din da wek qencî hene û wan wek milkê xwe bipejirînin.

Hevpeyvîn: Dr. Casoê Wezîr Serhedî
Wergera ji almanî: Dr. Casoê Wezîr Serhedî
29.11.2023



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Lê mêze bike
Close
Back to top button