‘Die protestantische Ethik und der Geist des Kapitalismus’
Serbend 1- Max Weber, civaknas û ramanwerekî alman e û bi xebatên xwe yên li ser mijarên aborî, civaknasî û civaknasîya dînî, dihê nasîn. Max Weber, xebata xwe ya ‘Ehlaqê Protestan û Ruhê Kapîtalîzmê’ (Protestan Ahlakı ve Kapitalizmin Ruhu) ku navê kitêbê a orjînal ‘Die protestantische Ethik und der Geist des Kapitalismus’ e, di navbera salên 1904-1905an de nivîsandiye û berhem, cara yekem di sala 1905an de di kovara ‘Archiv fur Sozialwissenchaft und Sozialpolitik’ê de, wekî du beşan hatiye weşandin.Di berhemê de di warê pêşveçûna ruhê kapîtalîzmê de li tesîra dîn tê lêkolan, gelo ka kapîtalîzm di bi tesîra dîn de maye yanê na? Heke di bin tesîrê de mabe, ew tesîreke çawa û bi çî rengî ye û heke tesîrek hebe, em ê kîja alîyê kapîtalîzmê bispêrin vê yekê? Nivîskar wiha bawer dike û diparêze ku di pêşveçûna ruhê kapîtalîzmê de, tesîrekê mezin a ehlaqê prostenîyê heye. Di vê çarçoveyê de ne li kapîtalîzmê, lê li ‘ruhê kapîtalîzmê’ vekolaye. Li hêla din jî nivîskar wiha dipejirîne ku kapîtalîzm bi tenê li Ewropaya Rojava, bi rêya tasîra sîstemên bawerîyên dînî û nirxên civakî, derketiye holê.
Serbend 2- Kitêb, bi pêşgotina Max Weber ya ku ji bo çapa sala 1920an nivîsiye, dest pê dike. Di vê pêşgotinê de Weber behsa rexneyên ku ji aliyê Felix Rachfol, (feliks rachol) Werner Sombart (Werner Sombart) û Lujo Brentano ve li berhemê hatine kirin, dike û bersiva, wan rexneyan dide. Herweha dîsa di pêşgotina xwe de behsa nêrînekê dinyayê a ku Ewropayê û şaristanîya wê wekî navendê dibîne dike û dibêje, taybetîyên şaristanîya Ewropayê, xweser in û li cihekê din peyda nabin. Di destpêka kitêbê de, bi sernavê ‘Arîşe’ (Pirsgirêk)ê beşek heye û di vê beşê de li mezheban, tertenbarîya (tabakalaşma, stratification) civakî, ruhê kapîtalîst û têgiha meslekê ya Martin Luther vekolaye. Max Weber di vê beşê de, bi awayekî taybet behsa cihêrengîya mezheban û ruhê kapîtalîst kiriye, piştre jî nêrîna jiyana katolîk û protestanan, rûbirû kiriye. Di beşa duyem de jî, li ser têkilîya ehlaqê meslekî a protestanîya asketîk (çiledar, çilekêş), bingehên dînî a asketîzma dunyevî û dîsa li têkilîya asketîzm û ruhê kapîtalîzmê vekolaye. Weber bi vê xebata xwe re, hemû hêlên dûajoya (güdü, motive) qezenckirinê ku bi awayekî xwezayî li cem mirovan heye, têkilîyên di navbera ehlaqê prostestanîyê û ruhê kapîtalîst de hene û hemû hêlên têkilîyên bazirganî û çandî, raxistiye holê.
Serbend 3- Max Weber, wiha diparêze ku dûajoya bidestxistinê, qezenc û hesta karkirinê, bi kapîtalîzmê re ne heman tişt in. Qesta wî ya ji kapîtalîzmê, kapîtalîzma endustrîyel a nûjen e. Li gor nêrîna Max Weber, di demajoya dîrokî de gelek civakan, çalakîyên aborî yên ku wesfên kapîtalîst di xwe de diguncînin, pêk anîne. Bengîniya kar û kezencê jî, di her serdem û civakê de hatiye dîtin. Lêbelê, taybetîya kapîtalîzmê ya bijarker, rêlibergirtina mengîniya kar û kezencê a ku bi vegirtin, spekulasyon û bi macerayan pêk hatiye, ye. Ango rêlibergirtina, wan dûajoyên derêaqil e. Kesên ku kapîtalîzmê derxistine holê, ne spekulator û ne jî, sermayedar in. Tiştê ku kapîtalîzmê derxistiye holê, mirovên karhez yên rast û dirist in ku bi karên xwe mijûl in û tu sextekarîyan nakin. Meriv dikare bibêje ku ew mirov, bi temamî bi karên xwe ve mijûl bûne. Aborîya kapîtalîst, li ser kezenca ku bi rêya pevguheranê pêk tê hatiye damezrandin û tevgereke aştîxwaz e. Kapîtalîzm bi şeklê ku li rojavayê derketiye holê, wekî dem û dezgeyeke burokratîk; bi awayekî aqilane, xwe birêxistîkirina keda azad e. Dem û dezgeyekê domdar û aqilane, her dem li pey kezencekê ku xwe nû dike û berhemdariyê ye. Meriv dikare sîstema kapîtalîzmê, bi hebûna dem û dezgeyên ku ji bo bidestxistina kar, disîplîneka aqilane û xwe birêxistîkirina hilberandinê binasîne. Di dem û dezgeyên ku bi awayekî burokratîk xwe birêxistî kirine de karsaz, bi awayekî profesyonel xwe dispêrin keda bimehanî (bimeaş). Bi rêya bikaranîna vê kedê, dixwazin ku kar bikin û sermiyanekê bicivînin. Xwestina karkirina zêde, ne li gor hêza karkirinê ye û di heman demê de, xwesteka daneheveka bêsînor e jî.
Serbend 4- Yek temamker e û ya din jî, bivênevê ye, du şertên kapîtalîzmê hene. Şertê temamker, hêla madî ya kapîtalîzmê tîne holê. Ev jî; hebûna çîna bûrjûvaziyê (bourgeoisie), bajarîbûn (urbanization), berfirehbûna teknolojîk a endustriyel û hiqûqa rasyonel in. Şertê bivênevê jî, asketîzma ku berê xwe daye dinyayê (ruhê kapîtalîzmê) ye.
Serbend 5- Li gor nêrîna a Max Weber, hemû welatên rojavayî yên ku piştî tevgera reformê bi pêş ve çûne, protestan in. Herçuqasî di destpêkê de, kapîtalîzm li welatên katolîk derketibe holê jî, kapîtalîzma endustrîyel; li welatên protestan (Holenda, Îngilîstan, Almanya û Amerîkaya ku ehlaqêpûrîten dipejirîne) bi pêş ketiye û geş bûye.
Serbend 6- Çar rêyên ravekirina protestaniyê yên cuda hene: kalvenîzm, pietîzm, metodîzm û tevgera baptîst.
Serbend 7- Feraseta ehlaqê protestanî a Max Weberî, di esasê xwe de xwe dispêre raveya kalvenîst, theorîya teqdîra îlahî û asketîzma dinyayî. Mirovên kalvenîst, ji ber bawerîya xwe a bextparêz (qederparêz); ji şaxên din yên protestanîyê cuda dibin. Asta herî bilind ya çanda kapîtalîst ku baweriyekê derbazî ye, kalvenîzm e. Hêmana (prensîp) bingehîn a kapîtalîzmê, hîndarîya (doctrine) teqdîra îlahî ye. Li gor Belavoka Mezin a Westminstera 1647an, pejirandinên sereke yên vê hîndarîyê ev in:
1- Xwedê, gerdûnê ji navûdengê xwe afirandiye.
2- Mirov, nikarin bigihêjine Xwedê.
3- Çûna bihûşt yan jî dojehê (cenet û cehnemê), ji berê ve diyar e.
4- Ji ber ku mirov nikarin bigihêjine Xwedê, ew bi çûna xwe ya bihûşt an jî dojehê jî nizanin.
5- Mirov, divê li vê dinyayê bişuxulin û xizmeta navûdengê Xwedê bikin.
6- Her cure zewqa dinyewî, kêf û şahînî, qedexe ye.
Serbend 8- Mirovekê ku baweriya xwe bi vê yekê bihîne, wiha bawer dike ku Xwedê bi rêya nîşandana pêhatî yan tiştekî, dê vê yekê pê bide zanîn. Nimûne: Dema mirov ne xwedîyê hinek wesfan be, wê demê ji bo ku bikaribe bigihêje rizgarîyê, dê ber bi zengînîyê ve biqeside û dê bixwaze ku zengîn bibe. Lewra zengînî, yek ji nîşana rizgarîyê ye û kesên zengîn jî, mirovên hilbijartî ne. Kalvenîst, li dijî feraseta bextparêz dernakevin, beravajîya vê yekê; bextparêz in. Di vir de arîşeya bingehîn ya şexsan, zanîn yan jî nezanîna wê zanînîya ku ji berê ve diyar e, ye. Loma jî, pêdivî pê tune ku meriv wekî ku di feraseta katolîkî de heye; birçî û tazî bijîn. Heke bixebitin û bi ser bikevin, ev yek nîşan dide ku ew ji wan mirovên hilbijartî (bijartî) ne. Bi vê yekê jî dê ew bi zengînîya xwe, îbadeta xwe bikin. Ango heke tu zengîn bî, ev yek tê wê maneyê ku te îbadeta xwe bi cih aniye.
Serbend 9- Luther, bawerîya xwe bi raveya teolojîk ya Serdema Navînî tîne. Di hînwerîya wî de jiyana olî, xwe dispêre çanda hestan û tu mahneyan, li têgeha meslekê bar nekiriye. Li gor baweriya wî, tiştekî ne baş e ku meriv perê xwe li faîzê razîne û dîsa, divê meriv nede dû zengînîyê. Ji bo miroveke pêkanîna wezîfeya meslekê xwe, îbadeta herî raser û tevgera herî baş ya ehlaqî ye. Jiyaneke wekî ya keşeyan (keşîş) xweperestî ye û ber û berhema nehezkirinekê ye ku bi vê yekê, xwe ji hemû wezîfeyên xwe dide paş. Mijûlahiya meslekî, dengvedana hezkirina cîrantiyê ye. Şuxlên mirovan a bi serê xwe, tê maneya şuxla ji bo ‘mirovên din’. Bê qeyd û şert, pêkanîna erkên dinyevî; dilê Xwedê xweş dike û ji xwe, Xwedê jî vê yekê dixwaze. Ji ber vê yekê jî, mesleka ku mirov bi dilê xwe û bi serbestî hilbijarti be, di qata Xwedê de xwediyê heman girîngiyê ye.
Serbend 10- Lê di Kalvenîzmê de hesta bi serê xwe tenê û rewşa rih, wekî tiştekî xapînokî tê dîtin û di naveroka maneya têgiha meslekê de, pêşnûmayeke dînî heye. Ji bo ku meriv bikaribe bigihêje rizgariyê (xwe ji guhehan biparêze û bibe mirovekê Xwedê jêhezkirî), divê meriv di jiyana xiristiyanîyê de çalak be û karên ku navûdengê Xwedê bilind dikin, pêk bihîne. Şexs divê herdem, vê ramanê bide ber çavê xwe û çavdêriyê li xwe bike. Armanca tekane ya Kalvenîstekê, bilindkirina çalakiyên civakî û navûdengê Xwedê ye. Ev xusûsîyet, mijûlahiya meslekî jî diguncîne. Hezkirina ji cîranên xwe, ji bo xizmeta navûdengê Xwedê hatiye vegotin. Nexwe, ne ji bo armanca xizmeta afirandîya ye. Kesên ku hatine hilbijartin, dêrên Xwedê ne û wê wiha jî bimînin. Di Kalvenîzmê de şexs ji bo bikaribin hebekî be jî, wê bara bextê xwe yê ku diyar e sivik bikin û bibin serdestê wê tirsê û ji xwe ewle bin, divê xwe bidin ber karên xwe. Encax bi vê yekê, şexs dikarin xwe ji wê gumanê dûr bikin û bibin, yek ji wan mirovên ku hatine hilbijartin. Bi vê yekê, rewşa xwe garantî dikin.
Serbend 11- Bi aqilê xwe ku sînordar e û wiha hatiye afirandin, mirov nikarin têbigihêjine aqilê afiraner yê bêsînor û rê li ber hemû cure ragihandinan jî, hatine girtin. Ji ber vê yekê, sêhr û efsûn, hatiye qedexe ne. Demajoya jiholêrakirina sêhr û efsûnê û her cure baweriyên batil ku bi mûsawîtîya kevin dest pê kiribûn, bi Protestaniyê encam dane. Ramana bi alîkariya dêrê û ayînê, gihêjtina rizgariyê, di navbera protestan û katolîkan de, cuda ye. Li cem katolîkan ayînên dêrê, pîroz in û ev yek, ji bo şexsan di warê kêmasiyên şexsî de wekî amûreke parsengkirinê tê dîtin. Mirov dema gunehkar dibe, diçe cem rahîb û jê, efûya xwe dixwaze. Desthilatîyekê (salahîyet, authorization) bi vî rengî a rahîban, heye. Lêbelê di kalvenîzmê de, çarenûseke naguhêr heye ku ji destpêkê vediyar e.
Serbend 12- Xwedayê kalvenîzmê ji bawermendan ne karekî baş, lê sîstemekê ku xwe gihandiye pîroziya kar (şixul) dixwaze. Bi rêya vê sîstemê wê tevgera ehlaqî ya mirovan, ji bêrêziktî û serberdayiyê xilas bibe û wê jiyana wan, bi rê û rêgehên naguhêr, were girêdan.
Serbend 13- Asketîzm, beravajiya raveya katolîk ya Serdema Navînî; jiyaneke ronak û hişmend, ji xwe re dike armanc. Xîzmeta ji bo navûdengê Xwedê, encax bi şixul dikare pêk were. Xerckirina dema vala, gunehekê mezin e. Xeberdana beradayî, luks û xewa zêde, ji hêla ehlaqî ve qet nayê pejirandin. Nexwestina şixul, nîşana kêmasiya pîroziyê ye. Li cem Luther mijûlahiya meslekî, çaresûnekê ku divê mirov sitûyê xwe li ber bitewîne û xwe bi pêş bixe, ye. Lêbelê di kalvenîzmê de, ev yek fermanek e. Neyarê asketîzmê yê tekane, sitandina zewqa xwezayî ye. Protestanîya asketîka dinyewî, li hember wê zewqa ku bi xweyîtîyê (mulkiyet, ownership) re rû daye û serfkariyê, bi taybetî jî serfkariya luks, sînordar kiriye. Ligel vê yekê dîsa jî kezenca mal, ji qedexeyên ehlaqê katolîk (kevneşopî) rizgar kiriye û vê yekê, wekî fermana xwedê dîtiye. Li hemberî, zewqa bedenî û girêdanîya malên dinyayê, kezencekê sûdmend û aqilane, hatiye parastin. Li ber xerckirina beredayî ya ku hatiye kezenckirin, rê hatiye girtin û bi awayekî aqilane, bikaranîna sermiyanê hatiye teşwîqkirin. Hilberanekê zêde, qezenc, berhevdana sermiyanê û xwenûkirina veberhênanê, baş hatiye dîtin û serfkarî, qedexe ye. Ji hêla ehlaqî ve tiştê ku li dij hatiye derketin; rihetîya serwetê, tiraliya dewlemendîyê û ya herî girîng jî, dûrketina ji meyla jiyana ‘pîroz’ e. Kapîtalîzm heta dema derketina holê a kalvenîzmê, di warê xwerêxistîkirina hêza kedê de ne xwedan helwesteke aqilane ye û bi awayekî kevneşopî tevdigere. Berhevkirin, şixulîna bêrawest ya bi rêkûpêk û aqilane ya ehlaqê protestan, rê li ber pêşveçûna kapîtalîzmê vekiriye. Di vê maneyê de, kalvenîzm ji bo qezencekê mestir, serbestberdana çalakîya aborî ya taybet, parastiye.
Serbend 14- Di pêşveçûna îktîsadî ya USAê de, rola ehlaqê pûrîten gelekî mezin e. Bi taybetî jî bi xêra cemeetên ku ji aliyê çîna navînî ve hatine birêxistîkirin, ehlaqê pûrîten belav bûye. Ehlaqê pûrîtên di derketina holê ya şexsparêzîyê de jî, xwedan rolekê girîng e. Di dîtina vê ehlaqê de mirov, ji têkiliyên mirovî û hevaltiyê ne ewle ne û bawerîya xwe pê naynin; bi tenê ji Xwedê bawer in û jê ewle ne. Pûrîten, bi tenê bi rewşa xwe ya ruhî û rizgarîya xwe re, eleqeder in. Xwestina feqîrtiyê, ji xwestina nexweşiye ne cuda ye û wekî heman tiştî tê dîtin. Çimkî di rewşekê wiha de şexs, zererê didin navûdengê Xwedê. Tiralîya begên feodal û quretiya yên ku piştre zengîn bûne, bi xezebî pêşwazî dibin. Ligel vê yekê ehlaqê bûrjuvaziyê ku xwe gihandiye astekê, tê pejirandin.
Serbend 15- Mezheba katolîk, ji bo axretê; ji vê dinyayê, rûbadanê fêrî bawermendên xwe kiriye. Ango ji bo dinya dinê, divê mirov ji vê dinyayê rû ba bide. Katolîkan, bawerîya xwe bi kezenca kêm anîne. Faîz, heram e û alîkariya feqîran, xêrekê mezin e. Vê rewşê jî, rê li ber kapîtalîzmê girtiye. A niha di vê xalê (qonax) de, protestanî tevlî mijarê bûye û kapîtalîzmê, bi pêş ve biriye.
Serbend 16- Max Weber nêrîna materyalîzma dîrokî ya Karl Marks, red dike. Webar tevgerên aborîyê, bi tevger û helwestên dînî şirove dike. Di vê wateyê de jî, avahiya jêrîn (aborî, ekonomî), li gor avahiya jorîn (ol, dîn) şirove kiriye. Têgiha statûyê li cem têgeha çîn, bi cîh kiriye. Li têgiha Marks ya çîna civakî ku xwe dispêre xweyîtîya amûrên aborîyê, hinek îmtîyazên mezhebî û hinekên ku ji zayînê ve tên, zêde kiriye.
Serbend 17- Di jiyan û pergala kapîtalîst de, mirov ji bo şuxul (kar) heye. Karsazê baş (îdeal) ew e ku ji kar nareve û xwe di civakê de nade pêş û xwe pozbilind nake. Weber wiha bawer dike ku serwet, ji bilî hesta ‘cîbicîanîna meslekê’ xwe, tiştekî din nade meriv. Pere, deyn û kredî, di sîstema kapîtalîst de têne xwestin. Sîstem, bi demê re vediguhere qefeseke hesinî. Dinya me jî, her diçe bêgav dimîne ku di nav wê kefasa hesinî de, bixebite.
Serbend 18- Tesîra kapîtalîzmê piştî ku ji hestên dînî derbas dibin, dertê holê. Meyla gihêjtina rizgarîyê, bi demê re û bi windabûna jêderîyên (kok) dînî re, cîhê xwe ji feydeparêzîya dinyewî re hiştiye. Ramana ‘Xwedê ji wî karî (tiştî) hez dike ku bi dijwarî pêk tê,’ cîhê xwe ji ehlaqeke meslekî ya bûrjuvazîyê re, dihêle.
Serbend 19- Karsazek heta ku di nav sînorên rastiyên formel de bimîne û tevgera wî ya ehlaqî pak û pakij be û serweta xwe baş bikar bihîne, bi ramana ku ew ‘ebdekî hezkirî ye’ dikare li pey qezenc û berjewendiyên xwe bibeze. Herweha asketîzma dînî, karkerên ku baş dixebitin û ev rewşa wan ji aliyê Xwedê ve jî wiha hatiye xwestin, dide bin imrê wan. Dîsa ev newekhevîtî, bi dilê xwedê ye jî. Çimkî bi vê yekê Xwedê, ebdên xwediceribîne. Calvîn wiha gotiye: ‘Gel; ango çîna karker û zeneetkaran, heta ku feqîr bin dikarin girêdayî Xwedê bin.’ Ango, nehatiye xwestin ku girseya gel û karker, zengîn bibin. Lê hollandiyan vê yekê hebekî nerm kirine û gotine ku: ‘Mirov dema ku bêgav dimînin yan desteng dibin, hingê dixebitin.’ Ravekirinekê bi vî rengî ya kapîtalîzmê, piştrê; sazîya hilberandina keda erzan derxistiye holê.
Serbend 20- Li gor baweriya Max Weber, di destpêkê de ehlaqê Protestaniyê, kapîtalîzmê destnîşan kiriye. Lê piştî ku kapîtalîzm bi pêş ketiye, bûye destnîşankarê protestaniyê. Li gor baweriya wî, dîn ji rewşa destnîşankar derketiye û hatiye destnîşankirin ku ew yek jî, rewşeke dramatîk e.
Gamze Arslan
Gamze Arslan li Zaningeha Silêman Demirel, xwendekara doktorayê ye. Lêkolîna pirtûka Max Weber ya bi navê ‘Ehlaqê Protestan û Ruhê Kapîtalîzmê’
- Çavkanî: E- Akademî / Werger: Alî Gurdilî
- felsefevan@hotmail.com
- 15.05.2008