Di Civaknasîya Zygmunt Bauman de Modernîteya Şilemenî, Etîk û Windabûna Azadîyê
Di Civaknasîya Zygmunt Bauman de Modernîteya Şilemenî, Etîk û Windabûna Azadîyê
KURTE
Têkçûna doza modernîteyê, ya ku bigerxistina nirxên wek azadî, wekhevî û adaletê ji xwe re kiribû armanc, wek îflasa modernîteyê tê nirxandin. Ev têkçûn yek ji mijarên herî girîng a civaknasîyê û bi gelemperî zanîstên civakî ye. Modernîteya ku bi rêberîya aqil, bi doza halxweşîya civakî, bigerxistina nirxên wek azadîyê û adaletê bi rê ketîye aniha tenê krîzek civakî ya kûr îfade dike. Ji bilî têkçûna bigerxistina nirxên wek azadî, wekhevî û adaletê, ji ber ku modernîte îman bi aqil anîye mirovahî cefayek giran kişandîye. Di encama modernîteya ku aqil di ser her tiştî re girtîye civakek nevrotîk derketiye holê. Lewre Bauman ev rastîya nevrotîk, bêedaletî û çanda hovîtîyê wek îflasa modernîteyê dinirxîne. Modernîteya îflaskirî bi nakokî û qirêjîya xwe li hev dike û pey re bi pergaleke nû, wek “modernîteya şilemenî” dertê hemberî mirovahîyê.
Bêjeyên Sereke: Modernîte, Modernîteya Şilemenî, Azadî, Etîk
DESTPÊK
Zygmunt Bauman’ê ku çend sal berî Şerê Duyem a Cîhanê li Polonya’yê ji dayîk bûye, ji ber atmosfera mîlîtarîst, rageşîya giştî ya wê serdemê, xizanî û feraseta antîsemîtîzmê, xwe di nav sirgûnek dijwar û bê dawî de dîtîye. Wek ku Bauman jî di çend berhemên xwe de rave dike, bi taybetî tiştên ku wî di zarokatîya xwe û ciwanîya xwe de tecrûbe kirine dibin bingeha feylesofîya wî. Lewre îro Buman wek feylesofê “kesên din” hatîye binavkirin. Bauman bi saya sirgûnîyê pergalên sîyasî û aborî tecrûbe kirine û ev tecrûbe derfetek bêhempa didin Bauman ku çavdêriya modernîteyê bike.
Bauman ne tenê wek ronakbîrek ku têgehan perisandine, her weha wek zanyarek ku mohra xwe li zanîstên civakî xistîye tê nasîn. Wek ku li jor jî amaje pê hatîye kirin tiştên ku Bauman di ciwanîya xwe de tecrûbe kirine, wek bingeha feylesofîya wî tên nirxandin. Ji ber vê yekê, ev gotar bi bîyografîya Zygmunt Bauman dest pê dike. Ev xebat, bi ravekirina têgehên ku Bauman pêşxiştîye yên derbarê modernîzmê û prosesa piştî modernîzmê hatîye sînordarkirin. Lewre ev xebat ku bi îdîaya ravekirina feylesofîya Bauman bi rê ketîye, dê hinek ji kêmasîyên lîteraturê yên di vê mijarê de ji holê rake. Di vê kontentê de, hûrbûna giştî ya li ser feylesofîya Bauman, lêkolîn û berawirdkirina berhemên wî wek rê û rêbazîya vê xebatê hatîye destnîşankirin.
1. KURTEJÎYANA ZYGMUNT BAUMAN
Zygmunt Bauman di sala 1925’an de li Rojavayê Polonyayê ji dayik bûye. Ji ber ku bavê Bauman kedkarek rojane bû malbata Bauman di warê aborî de di nav tengasîyek kûr de bû (Jacopsen & Porter, 2008). Malbata Bauman ji bilî belengazî û hejarîyê ji ber antîsemîtîzmê jî gelek tengasîyan kişandiye. Jîyana Zygmunt Buman û malbata wî di hemû qadên jiyanê de bi antîsemîtîzmê û belangazîyê hatîye dorpêçkirin. Bi taybetî Zygmunt Bauman, di temenê xwe yê zaroktîyê de antîsemîtîzmê nasîye û ji ber antîsemîtîzmê cefayek mezin kişandîye (Jacopsen & Porter, 2008). Her weha Bauman tenê ji ber Cihûtîya xwe be jî, rastî zordarîyê hatiye. Ev zilm û zordarî di demen dibistana seretayî de dest pê dikin. Bauman di serpêhatîyeke xwe de weha behsa wan zordariyan dike:
“Min li dibistanê teqez nikaribû bi zarokan re bilîsta û wext derbas bikira. Dema ku ji bo listikan tevlî wan dibûm ew di şûna gogê de peînan li min dixistin. Tenê ji ber ku ez Cihû û hinek qelew bûm (Jacopsen & Porter, 2008).”
Bauman ne tene ji ber Cihûtîya xwe rastî zordarîya xwendekaran dihat, her weha mamosteyên wî jî gelek neheqî li wî dikirin. Mamoste û rêvebirên dibistanê li gorî nasname û bawerîya Bauman nêzîkê wî dibûn. Dîsa li gorî serborîyek Bauman, ji alîyê rêvebirîya dibistanê ve, ji bo hilbijartina xwendekarên jîr ezmûnek gelek dijwar tê lidarxistin. Bauman di vê ezmûna dijwar de dibe yekem. Li gorî encama vê ezmûnê xwendekarên ku bi ser ketîne divê di polê de li cihekî taybet bê bicîhkirin. Lê mamosteyên Bauman nahêlin ku Bauman li cîheke taybet bicîh bibe û wî li dawîya polê bicîh dikin. Dema ku Bauman vê bêedaletîyê pirs dike mamosteyên wî weha bersîv didin:
“Tu jî dizanî ku ji ber bawerî û nasnameya xwe, tu teqez nikarî bibî xwendekarê herî jîr ê vê polê û tu teqez nikarî li cîheke taybet bicîh bibî. Ev cîhê taybet ji bo xwendekarek Plonyayî ye, lê tu Cihû yî (Gómez, 2020)”
Bauman dîsa di serborîyeke xwe ya din de dibêje; piştî zordarîyen li hemberî wî û dijwarîyên li hemberî malbata wî bandorek mezin lê dikin ku ew dil bide Komînizmê (Gómez, 2020). Îlona 1939’an de bi dagirkirina Plonyayê ji alîye yekîneyên Adolf Hitler ve Şerê Cîhanê ya Duyemîn dest pê dike. Bi destpêkirina şer, desthilatdarîya Nazî ya Almanyayê dest bi kampanyaya “Almanîzasyona” Polonyayê dike. Di vê çarçoveyê de leşkerên Nazî dest bi darvekirin û sirgûnkirina mamoste, keşeyên katolîk û her weha berxwedêrên Polonyayî dikin. Li gor Muzeya Bîranîna Holocaustê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayî, yekînîyên Nazî li Polonyayê nêzîkê sê milyon welatîyên Cihû qetil kirine.
Di prosesa dagirkirina Plonyayê de, ya ji hêla desthilatdarîya Nazî ya Almanyayê ve, wekî bi sedhezaran Cihûyan malbata Bauman jî ji ber tirsa canê xwe hewl dane ku ji ber zilma yekînîyên Nazî birevin qadên ewle. Di vê çarçoveyê de malbata Bauman hemû malhebûnên xwe bi bûhayên bêqîmet ji dest derdixin û ber bi warên di bin kontrola Artêşa Sovyetê ve dikevin rê (Gómez, 2020). Di serborîyek xwe de Bauman dibêje ji ber xweşikbûna dayîka wî serbazên Nazî gotine qey malbata Bauman malbatek Slav e û ji wan nepirsîne ka ew Cihûne yan na. Bi vî ewayî, malbata Bauman di nuqtayên kontrolê yên yekînîyên Nazî re derbas bûne (Gómez, 2020).
Malbata Bauman pêşî demek li Bêlarûsê dimîne, paşê jî darbasê Moskovayê dibe. Zygmunt li Moskovayê lîse xelas dike û fêrî zimanê Rusî dibe. Zygmunt di heman demê de beşdarî Artêşa Gel ya Polonyayê ya girêdayî Artêşa Sor dibe. Di sala 1945’an de ku şer bi têkçûna Nazîyan bidawî dibe, Zygmunt jî wek serekê saloxî yê Artêşa Polonyayê vedigere Polonyayê. Zygmunt di vê demê de bi rûtbeya xwe ya Serdarîyê dibe Serdarê herî ciwan ê Polonyayê. Li gorî Bauman, Komunîzim bi potansîyela xwe, formasyona yekane ya avakirina civakek adil e. Ji ber vê yekê, Zygmunt Bauman piştî vedigere Plonyayê îdealîzma Sosyalîst terk nake (Gómez, 2020).
Zygmunt Bauman li gel wezîfeya xwe ya leşkerî perwerdehîya xwe ya li ser zanîstên civakî jî xelas dike. Piştî demekî, antîsemîtîzîm dîsa Bauman di Artêşa Polonyayê de diqefêle. Bauman, ji ber antîsemîtîzmê ji Artêşa Polonyayê tê avêtin. Di sala 1953’yan de ji alîyê rayedaran ve tê tesbîtkirin ku bavê Bauman yê sîyonîst carek çûye Balyozxaneya Îsraîlê. Lewre Bauman ji Artêşa Polonyayê tê avêtin. Bauman, di sala 1954’an de li Zanîngeha Varşovayê başa Feylesofî û Zanistên Civakî de wek asîstan dest bi kar dike. Bauman, li vê derê hevjîna xwe ya bi navê Janîna ya ku gelek di bin bandora wê de mabû nas dike û di heman demê de dest bi perwerdehîya xwe ya doktorayê dike (Gómez, 2020).
Piştî ku Bauman ji sebeba antîsemîtîzmê ji Artêşa Polonyayê tê avêtin rewşa sîyasî li Plonyayê ji bo Cihûyan dijwartir dibe. Desthilatdarîya Komunîst ya Polonyayê li gorî polîtîkayên antîsemîtîk û nijadperet tevdigere. Di vê çarçoveyê de Bauman jî wek akademîsyenek Cihû para xwe ji vê nijadperestiyê digire û hem ji karê xwe yê zaningehê hem jî ji Polonyayê tê avêtin. Piştî vê atmosferê Bauman dibîne ku ew bi “angajmanîya xwe ya komûnîzmê” jî nikare li derveyê antîsemîtîzmê û nijadperestîye bimîne. Di serpêhatiyek xwe de Bauman, ku cara duyem ji Polonyayê derdikeve di derheqê vê derketina xwe de weha dibêje:
“Min daxwazên rejîma komunîst qebûl nekir. Qebûlkirina daxwazên rejîmê tê wateya pejirandina nijadperestî, antîsemîtîzm û meşrûkirina polîtîkayên rejîmê yên li hemberî “kesên din”. Lê belê wek Polonyayî û Cihû ka kî dikare wek min li hemberî nijadperestî û nefretê rabe? (Gómez, 2020).”
Ji ber nijadperestîya rejîma Polonyayê ya komunîst û nêzîkbûna civakî ya antîsemîtîk Bauman, tevî malbata xwe di sala 1968’an de diçe Îsraîlê û li wir bi cîh dibe. Bauman li Îsraîlê ji polîtîkayên desthilatdarîyê ên nijadperest, ji zilma li hember gelê Fîlîstînê û nêzîkbûna civakê ya îslamofobîk a li hamber gelê Fîlîstînê aciz dibe. Piştî demekî Bauman carekî din dikeve rê û ji Îsraîlê derdikeve. Bauman piştî ku ji Îsraîlê derdikeve cara ewil diçe Kanadayê dû re diçe DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û Awistralyayê. Di dawîya dawî de Bauman diçe Îngîlîstanê û li wir wek profesorek civaknasîyê li Zanîngeha Leedsê dest bi xabatê dike (Jacopsen & Porter, 2008).
Bauman di sala 2013’an de ji bo çend rojan diçe Polonyayê û di çarçoveya vê zîyaretê de bi çend dezgehên perwerdehîyê û sazîyên sivîl re hevdîtin pêk tîne. Di van hevdîtinan de alîgirên neo-nazî û nijadperest li hev kom dibin û Bauman protesto dikin. Ev komên nijadperest Bauman bi hevkarîya Komunîzmê sûcdar dikin. Piştî vê rûdanê Bauman hatta dawîya emre xwe naçe Polonyayê. Zygmunt Bauman di sala 1989’an de xelata Amalfîyê û di 1998’an de jî xelata Thedor Adorno werdigre. Xwendekarek kevn ê Bauman ji bo pratîka wî ya akademîsyentîyê weha dibêje:
‘Bauman tu car axaftinên xwe bi armanca pûçkirina fikrekî nedikir. Bauman di axaftinên xwe de, yên hember xwe jî guhdar dikir. Bauman dema dida hînkirin ew bixwe jî hîn dibû. Pirtûk û semînerên wî asoyek berfireh bû ku tê de meriv dikarin bên cem hev û ev aso derfet dida ku meriv bi hev re mirovahîyê keşf bikin (Gómez, 2020).”
Bauman piştî jidayikbûna xwe hatta ku dibistana seretayî xelas dike jîyana xwe li Polonyayê didomîne. Bauman ji ber sebebên ku li jor hatin dîyarkirin û prosesa şer ya xedar û neewle berê xwe dide rê û dest bi jîyana pênaberîya bêdawî dike. Bauman, pêşi diçe Yekîtîya Komarên Sovyet ên Sosyalist dû re bi dorê diçe İsrail, DYA, Kanada û Îngîlîstanê. Ji ber rêwîtîya xwe ya sirgunî, Bauman pergalên sîyasî û aborî nas kirine. Ev tecrûbe derfetek bêhempa daye Bauman ku çavdêrîya modernîteyê bike.
2. JI MODERNÎTEYA HIŞK BER BI MODERNÎTEYA ŞILEMENÎ VE: ZYGMUNT BAUMAN
2.1. Rexneya Modernîteyê
Di prosesa Şerê Cihanê ya Duyemîn de Bauman ji alî pergalên cuda ve çavdêrî û şopandina modernîteyê dike. Bi rîya çavdêrî û şopandina xwe ya modernîteyê Bauman, li ser alozîya şaristanî ya serdemê disekine. Li gorî Bauman modernîte, bingeha alozîya şaristanî ye. Lewre modernîte, di nav xwe de nakokî û dubendîyên kûr vedişêre. Bauman bi têgeha Holocaustê jenosîda Cihûyan îfade dike û durûtîya modernîteya barbar û hov rave dike. Li gorî Bauman jenosîdên modern ên wek Holocaustê ne bermayîyên hovîtîya serdemên kevn in. Modernîte hovîtî bixwe ye. Di modernîteyê de helwestên exlaqî, etîk û nirxên civakî bi mekanîzmayek rasyonel ango bi brokrasîyê ve girêdayîne. Di vê kontentê de brokrasîya modern, wek berdewamîya çanda hovî ya berî modernîteyê tê nirxandin. Lewre pratîkên komkujîyên wek Holocaustê hewceyên çanda hovîtîyê ne. Bauman, brokrasîya modern ji bo pratîken barbarîyê wek çavkanîya hovîtîyê dinirxîne. Li gorî Bauman, bêyî çanda hovîtîyê Holocaust nedibû ku bihata holê (Kaya, 2019).
Bi gelemperî şaristanî û modernîte li ser wateya hemdemî û pêşveçûnê tên nirxandin û li gorî vê ferasetê modernîte û şaristanî dawî li pratîkên hovîtîyê anîne. Li gorî Bauman ev feraset ne rast e. Modernîte dawî li çanda barbarîyê neanîye. Tundi û hovîtî bi modernîteyê re hatîye kontrolkirin û ji nû ve hatîye bikeyskirin.
Bauman dewleta modern bi metefora Ernest Gellner ya bi navê “baxçe û baxçevan” îfade dike. Li gorî vê metaforê divê baxçevan di baxçe de giyayên kovî îmha bike û her weha di heman baxçeyî de giyayên kêrhatî xwedî bike (Kaya, 2019). Dewleta modern jî civakê bi vî rengî, wek merivên kovî û merivên kêrhatî kategorize dike. Di civata modern de kesên kovî ango kesên dibe ku bên ruxandin “kesên din” in û desthilatdarî jî baxçevan bixwe ye. Modernîte, sêwirên rasyonel ên wek brokrasîye, wek teknolojîyek bi kar tîne ku xwe ji nû ve ava bike. Herweha dersthilatdarî bi zeftkirina civakê ya bi hemû çeperan giyayên kovî ango kesên din îmha dike û bi vî awayî xwe ji nû ve ava dike.
Di modernîteyê de desthilatdarî rastîya xwe bi lêhatina ewlehîyê saz dike. Li gorî vê rastîyê, ji bo ewlehîyê divê desthilatdarî têra xwe bergir be. Desthilatdarî vegotinên wek “ewlehî ji bo we ye, ev venihartin û bergirî ji bo we ye” bi kar tîne. Bi van vegotinan desthilatdarî, helwest û polîtîkayên xwe yên ewlehîyê meşrû dike û bi vî awayî desthilatdarî kontrola xwe ya li ser civakê bilind dike (Kaya, 2019). Bandora kontrola civakî ya ku desthilatdar ava kirîye windabûna azadîya şexsî û civakî ye. Bi zext û tirsa ku hatiye civakîkirin, zordestîya li ser civakê tê bilindkirin.
Li gorî Bauman, di modernîteyê de desthilatdarî, bi dorpêçkirina xwe ya civakî ya ku bi hemû çeperên xwe pêk tîne, xweserîya şexsî û cudahîyên di nav civakê de ji holê radike û bi vî awayî civakek homojen ava dike. Di civaka homojen de hemû welatî li gorî rastîya ku ji alîyê dersthilatdarîyê ve hatîye avakirin tev digerin. Lewre, li gorî Bauman modernîteya hişk ji bo welidandina totaliterîzmê her dem amade ye. Civaka homojen bingeha formasyona rejîma totlîterîzmê ye. Dîsa li gorî Bauman, modernîteya ku xwedêgiravî bi doza azadî, wekhevî û adaletê dest pê kirîye, di rastîya xwe de berdewamîya çanda hovîtîyê ye. Herweha Bauman, modernîteyê wek projeyek paşverû û durû dinirxîne.
Ji bilî têkçûna bigerxistina nirxên wek azadî, wekhevî û adaletê, ji ber ku modernîte îman bi aqil anîye mirovahî cefayek giran kişandîye. Di encama modernîteya ku aqil di ser her tiştî re girtîye civakek nevrotîk derketiye holê. Lewre Bauman ev rastîya nevrotîk, bêedaletî û çanda hovîtîyê wek îflasa modernîteyê dinirxîne. (Bauman, Akışkan Modernite, 2020).
2.2. Civata Modern ya Hêvîşkestî û Îflasa Modernîteyê
Digel doza têkçûyî ya modernîst ku bigerxistina nirxên wek dadwerî, wekhevî û azadîyê îfade dike bi mekanîzmaya rasyonel pratîkên tund û hovane li tevahiya civakê belav kirîye. Li gorî Bauman bi vê pêşketinê, civaka serdemê xwe di nav krîzek kûr de dibîne. Modernîteya ku bi rêberîya aqil, bi doza halxweşîya civakî, bigerxistina nirxên wek azadîyê û adaletê bi rê ketîye aniha tenê krîzek civakî ya kûr îfade dike. Pêşketina krîza civakî jî têkçûna modernîteyê îfade dike.
Ji ber modernîteya têkçûyî, ya ku Bauman rave dike, civaka modern xwe di nav hêvîşikestinek mezin de dibîne. Civaka modern ya ku li hember modernîteya têkçûyî matmayî maye, neçar dimîne û xwe dispêre doktrîn û teorîyan û hêvîya xwe bi mizgînîya îdeolojîyan ve gire dide. Êdî civak dev ji çirokên ku rastîya modernîteyê bilêv dikin berdide û dide pey ezezî, berjewendîyên şexsî, nasnameyên dînî û çandî, doktrînên ku girîngîya nirxên herêmî û şexsî îfade dike (Duman, 2008).
Bauman dide zanîn ku modernîte xwedî potansîyela geşdarî û bextîyarîya civakî nîn e. Lewra modernîte di nav nakokîyên ku nikare xwe jê bişo û qirêjîyê de digevize. Ji bilî Bauman, rexneyên modernîteyê yên din jî nakokîyên modernîteyê nişan didin û didin zanîn ku civak bi modernîteyê re di rastîyên nevrotîk de asê maye. Di vê kontentê de Dûrkheîm modernîteyê wek “Anomî”, Max Weber wek “Hilweşîna efsûna cîhanê”, Karl Marx wek “Dûkelbûna hemû tîştên hişk” û Anthony Giddens jî wek “Cihana ji dest derketî” dide nasîn. (Duman, 2008).
Li gori Bauman, ji bilî nakokîyen modernîteyê yên ku li jor hatine destnîşankirin, ji ber ku modernîte pêşengî dide aqil û zanîstê, şaristanî di warê teknîkî de pêşketinek bêhempa pratîk kirîye. Feraseta modernîteyê ya ku pêşanîya zanîstê dike û îman bi aqil tîne îmkan dide pêşketina teknîkî û di heman demê de krîza etîkê derdixe holê. Berpirsîyarîya şexsî ya li hember kesên din (tother) bi brokrasîya rasyonel re helîyaye û nirxên civakî di tarîtîya sîya aqilê amûrî de maye. Bouman vegera ji îman pê anîna aqil ber bi berpirsîyarîya şexsî wek xelasiyek ku wê dawî li krîza etîkê bîne dinirxîne (Bauman, Akışkan Modernite, 2020).
Li gorî Bauman, krîza etîkê ya ku bi modernîteyê re derketîye holê nerazîbûna kesên din mezintir kirîye. Her weha Bauman diyar dike ku modernîte bi gelemperî brokrasiya rasyonel li dijî kesên din bikar tîne. Lewre modernîte ji bo rejîmên totaliter formasyonek maqûl e (Bauman, Akışkan Modernite, 2020).
Di vê çarçoveyê de pêkhatina krîza etîk û şaristanîyê tê wateya têkçûn û pûçbûna modernîteyê. Wek projeyek pûç û îflaskirî modernîte, bi hemû nakokî û qrêjîyên xwe lihev hatîye û piştî îflasa xwe carek din wek “Modernîteya Şilemenî” derketîye holê.
2.3. Modernîteya Şilemenî
Têgeha Bauman ya modernîteya şilemenî îlham ji pirtûka Bernard ya bi navê “Dûkelbûna Hemû Tiştên Hişk” girtîye. Ev pirtûk jî nêzîkbûna Bernard ya li hemberî Marx îfade dike. Ji ber ku şilemenî nikare formek an jî teşeyek bigire û biparêze nedîyarî geş dibe. Ev rewşa nedîyarîyê hêvî û kelecanîya jîyanê dikuje û dibe sebeb ku meriv di nav tirsê de bijîn (Feridunoğlu, 2019). Bauman dîyar dike ku dawî li pratîkên modernîteyê yên hov nehatîye û ev pratîkên hov bi post-modernîteyê re kok berdane. Her weha bi prosesa şilemenî ya ku girêdayê post-modernîteyê ye, bûye sebeb ku nedîyarî derkeve holê û ev nedîyarî jî xwenebawerî û tirsê bilind kirîye.
Bauman, prosesa piştî modernîteyê bi têgeha modernîteya şilemenî disêwirîne. Li gorî wî, modernîte çi qas hişk û misoger be, prosesa piştî modernîteyê jî ewqas şilemen û guherbar e. Bauman bi vê nêzîkbûnê hewl dide ku rewşa piştî modernîteyê ya şilemenî û nedîyar ifade bike (Öztürk, 2017).
Prosesa nedîyarî û guherbarîya bêdawî ku piştî modernîteyê derketîye holê armanca pergalê jî diguherîne. Wek ku li jor jî hatîye dîyarkirin, armanca bingehîn ya pergala modernîteya hişk bi formek misoger û dîyar kontrolkirin û birêvebirina herkesî û hertiştî ye. Berevajî moderniteya hişk armanca modernîteya şilemenî nedîyarîyek bêdawî ye. Modernîteya şilemenî ya ku li ser bingehek şilemen û guherbar bilind bûye, çandek bê garantî û bê kok pêşnîyar dike. Bi têkçûna doza xwe ya civakîkirina nirxên mirovî, modernîteya ku bi hovîtî û qirêjîyê dagirtîye, îflasa xwe pêk anîye. Ligel rastîya iflasbûna dînamîkên modernîst, alternatîfek din ji bo mirovahîyê pêşneketîye. Ji ber bêalternatîfîya mirovahîyê Bauman, prosesa piştî iflasa modernîteyê ya nedîyar wek “dewra bê xwedî” dinirxîne (Öztürk, 2017).
Li gorî Bauman, di modernîteya hişk de sinora di navbera rastî û xeletîyê de bi tundî hatîye xêzkirin. Ji bo modernîteyê avakirin û nûkirina zordestîyê gelek giranbuha ye û ev proses hewceyê kedek mezin e. ji ber vê yekê di modernîteya şilemenî de ji bo avakirina zordestîyê rêbazên cuda pêş ketine. Li gorî rêbazên nû, desthilatdarî dikare bi lêçûnek hindik û bê koşan zordestîya xwe bilind bike. Di formasyona modernîteya şilemenî de desthilatdarî xwe di qadên nexuya de vedişêre. Desthilatdarî di van qadan de ne tê xuyakirin ne jî tê hîskirin. Di modernîteya şilemenî de bi çanda berxwarî ya ku hatîye civakîbûn, meriv bê navber mal û xizmet dikirin. Di vê prosesê de meriv di nav kirîn û berxwarîyê de asê dimînin û heya xwe jî wek “mal” pêk tînin û bi xwe dibin perçeyek bazirganîyê. Ji bo meriv xwe wek mal pêk bînin da ku xwe bi vî awayî pêşkeşî bazirganîyê bikin, divê meriv bi tevahî hebûna xwe îfşa bikin. Lewre meriv ancax bi aşkerebûna beden, jîyan û çalekîyên xwe dikare bibe perçeyek bazirganîyê.
Bauman modernîteyê wek formasyonek hişk, giran û tîr, rewşa niha jî wek formasyonek sivik, şilemenî û hebûnek belavbûyî dinirxine. Di vê contentê de modernîte nîşana makîneyên mezin, berfirehî û bilindahîya avahîyan, serkeftîbûn û xurtbûnê ye. Modernîteya şilemenî jî nîşana guhêzbari, nivîsbarîyên pêşketî yên komputerê û nûbûn û guherbarîyê ye (Eroğlu, 2020). Bauman moderniteya şilemenî li ser nedîyarî û guherbarîyek bê navber dinirxîne. Di vê çarçoveyê de berevajî modernîteyê, di modernîteya şilemenî de guherbarî, nûbûn û şilemenî di şûna hişkbûn, dîyarîbûn û mayîndebûnê de hatine bicîhkirin.
Modernîteya şilemen ya ku li ser nedîyarî û veguhertinê bilind bûye, di xwe de kokên hêvîyê û helwesta pêşeroja rizîyayî vedişêre. Di modernîteya şilemen de hewcedarî û pêdivîyên merivan jî bi rewşek nedîyarî hatîye dorpêçkirin. Di modernîteya şilemenî de pêdivî li gorî xwezîyê pêş dikevin. Pêdivî ne li gorî hewcedarîyan derdikevin holê, di bin hemû pêdivîyan de xwezî heye. Her weha di modernîteya şilemen de meriv berî ku bifikire û biryar bide ka ew hewceye an na, bê navber distîne û dixwe.
Li gorî Bauman, yek ji rê û rêbazên xelasîyê helwesta rexneyî ye. Lê di modernîteya şilemenî de wek hemû qadên din helwesta rexneyî jî li ser bingehek şilemen parçe bûye û pûç bûye. Êdî helwesta rexneyî ya bijarte û birêxistin li paş maye. Helwesta rexneyî ya modernîst erzan, populîst û lumpen e (Feridunoğlu, 2019). Nedîyarî û şolîbûn wek du bingehên helwasta rexneyî ya modernîst tên nirxandin. Lewre êdî helwesta rexneyî nikare alternatîfek watedar pêşnîyar bike. Di modernîteya şilemen de ked jî di nav nedîyarîyê de asê maye. Di vê rewşê de hawirek kedê ya qayîşok û nedîyar pêş ketîye. Ev keda qayîşok û nedîyar dibe sebeb ku meriv di nav rewşên bê temînat û bê pêşeroj de bixebitin. Loma ji ber rastîya pêşketina îstatîstîkên ji kar avêtin û kar guherandinê, ev serdem wek serdema “ji kar avêtin û kar guherandinê” tê nirxandin.
Di modernîteya şilemenî de ji bo berxwarinê, dem hilm bûye û winda bûye. Berxwarî ji bilî hewcedarîyê, bi xwezîyê re tevdigere û berxwarî bixwe bûye amûrek xwezîyê. Edî berxwarî çalakîyek hengavî ye. Di çalakîyên danûstandinê de meriv serî li aqil nadin û nafikirin ku ka hewce bi kirînê heye yan na. Piştî kirînê tavilê xizmet û tiştên hatine standin bihaya xwe winda dikin. Ji ber ku piştî demek gelek kurt tiştên ku hatine standin buhaya xwe winda dikin meriv neçar dimînin ku carek din û carek din bikirin. Ev sîstem merivan mecbûrê berxwarîya bêsînor dike.
Wek ku li jor jî hatîye dîyarkirin Bauman, modernîteya şilemenî li ser bingeha nedîyarî û bêewlehîyê îfade dike. Di vê çarçoveyê de Bauman dîyar dike ku di modernîteya şilemenî de peywendîyên malbatî û yên hevaltîye jî dîsa ne dîyar in û ne ewle ne. Bauman dîyar dike ku ji ber nedîyarîbûnê, ji pêwendîyên malbatî hatta pêwendîyên di nav hevalan de hemû pêwendî tirsê û bêxîretîyê îfade dikin. Lewre ev pêwendî ji pêşerojê qut bûye, ne dîyar in û di formek şilemenî de ne. Ev nedîyarî û forma şilemenî pêşî li meriv digre ku bi malbat û hevalên xwe re peywendîyen dilsoz bihûne (Feridunoğlu, 2019). Ev pêwendîyên ne dilsoz, şexsîbûnê kûr dikin.
Bauman dîyar dike ku bi modernîteya şilemenî re hemû pêwendî ji dilsozî û germahîya mirovahîyê qut bûne. Bi pêwendîyen bi vî rengî re çanda “evîndarîya şilemenî” pêş ketîye. Beravajî hizkirin û evîndarîya rastî, di evîndarîya sanal û şilemenî de kesên ku bi pêwendîyên evîndarîyê bi hev re ne û ji hev hez dikin, dikarin bi hêsanî dawî li evîna xwe bînin û dest ji hev berdin. Edî evîn bi tûşekî dest pê dikin û dîsa bi tûşekî xelas dibin. Evîndarîya şilemenî ya erzan û ne dilsoz, ne tênê rastîyek evîndarîya sanal e, hemû mînakên evîndarîyê yên ku di nav civak û jîyanê de tên holê jî xwedîyê bingehek şilemen û sanal in (Feridunoğlu, 2019).
Ji ber nedîyarî û rewşa ne ewle ya modernîteya şilemenî meriv hewce û girêdayê desthilatdarîyê bûne. Fikra xelasbûna ji kesên din, inkarkirin û tunekirina kesên din ya ku ji alî desthilatdarîyê ve hatîye hilberîn, wek çavkanîya hebûna desthilatdarîyê tê nirxandin. Desthilatdarî bi vegotinên wek “ev kesên din xeter in, lewre ev êriş û zordestîyên li hemberî kesên din, ji bo ewlehîya we ye”, zordestîya xwe ya li hemberî kesên din meşrû dike û ji bo ewlehîyê gel hewceyê xwe dike. Di dema modernîteyê de desthilatdarî bi darê zorê totalîterîzm didomand lê niha di dema modernîteya şilemenî de êdî desthilatdarî bê zehmetî û bi xwezî û bi destûra gel zorderstîya xwe bilind dike û didomîne. Di moderniteya şilemenî de xwezîya mîlîtarîzmê û xwezîya tûndîyê ya li dijî kesên din ji gel tê û bi destê desthilatdarîyê pêk tê.
3. DI MODERNÎTEYA ŞILEMENÎ DE NIRXÊN CIVAKÎ
3.1 Rîya Xelasîyê: Etîk
Li gorî Bauman di bingeha etîkê de berpirsîyarî heye. Di vê çarçoveyê de Bauman li ser berpirsîyarîya yekalî ya ji bo kesên din disekine. Li gorî Bauman helwesta exlaqî yekalî ye, ango ev helwest ne pêwendîdar e. Helwesta exlaqî û berpirsîyarî resterast bi hev ve girêdayî ne. Lewre Bauman li dijî helwesta exlaqî ya civakî derdikeve û dide zanîn ku kesek bi qasî perpirsîyarîya xwe ya ji bo kesên/kesek din xwedîyê helwesta exlaqî ye. Bauman helwesta exlaqî ya yekalî û ne bendewar weha îfade dike; “kesek din dixwaze ji bo min be an na, lê ez ji bo wî me. Kesek dikare ji bo min baş be an jî ne baş be, ev yek li gorî dile wî û xwezîya wî ye. Lê belê divê ez ji wî re baş bim. Başbûnek bê bendewarî û bê berjewendî ya ji bo kesên din helwestek exlaqî ye (Bauman, Akışkan Modernite, 2020).
Di helwesta exlaqî ya civakî de desthilatdarî standardên exlaqê dîyar dike. Bi vî awayî vîn û hêza biryardayîna kesane di standardên exlaqî yên ku desthilatdarî diyar kirîye de asê dimîne. Ev jî tê wateya helandina vîna şexsîbûnê di nav standardên civakî yên desthilatdarîyê de. Di helwesta exlaqî ya civakî de bi gelemperî nirxên wek nijadperestî, antîsemîtîk û netewperestîyê wek standardên exlaqî tên sosyalîzekirin. Lewre wek mînaka rejîma Nazîyê meriv berpirsîyarîyên xwe yên ji bo kesên din didin alîyek û di standardên helwesta exlaqî ya civakî de dihelin. Lewma di prosesa Holocaustê de ji ber ku desthilatdarîya Nazî standardên exlaqî dîyar kirine, bi hezaran meriv bi dilxwazî bûne faîl û bi milyonan meriv jî zordestî û komkujîya li hemberî kesên din temaşe kirine.
Li gorî Bauman, brokrasîya modern wek mekanîzmayek tê bikaraîn ku berpirsîyarîya şexsî û çalak ji hev bê qetandin û ev mekanîzma ji bo vê armancê hatîye sêwirandin. Bauman dîyar dike ku burokrasîya rasyonel bingeha prosesa têkçûna etîkê ye. Li gorî distûra tevgerîna rasyonel berpirsîyarî ji bo şexsa nîne, berpirsîyarîya ku ji şexs hatîye standin edî tenê ji bo rolan e. Berpirsîyarîya resen a rolan pêşî li bawerî û berpirsîyarîya şexsî digre. Bi vî awayî tevgerên ne fermî yên wek nêzikatîya li gel kesên din, fêmbarî û piştgirî di bin sîya rol û fermîbûnê de têk diçin. Ji ber ku bingeha tevgerên rolan sinorkirîne, êdî berpirsîyarîya şexsî di formek şilemen û nedîyar de ye. Bauman dîyar dike ku ev yek tê wateya serkeftina berpirsîyarîya teknîkî ya li hemberî berpirsîyarîya şexsî ya dilsoz. Bi berpirsîyarîya teknîkî re meriv ji nirxên mirovahîyê dûr dikevin (ŞİMŞEK, 2014).
Bi dehumanizationê ango feraseta ji nirxên mirovahîyê dûrketî, daxwaz û serhildanên heq û exlaqî tên krîmînalîzekirin û terorîzekirin. Bi etîka modern yekîtîya civaka modernîst û pergala giştî ya modernîst tê îdealîzekirin. Yekîtîya civaka modern jî li dijî kesên din tê sazkirin. Bauman berpirsîyarîya etîk bi kapasîteya hêza rastbîn ya kesên ji rêzê û bi dilsozîya kesên ji rêzê pêşnîyar dike. Li gorî Bauman bicîhkirina berpirsîyarîya li hemberî rûmeta kesên din, di şûna berpirsîyarîya ji bo desthilatdarî û nirxan dikare etîkê ji rizîbûnê xelas bike. Lewre li gorî Bauman şikestina zorderstîya etîkî ya modernîteyê bi vegerîna ber bi berpirsîyarîya şexsî ya ji bo kesên din ve mimkin e (Kahraman, 2016).
Di serdema modernîteya şilemenî de dema ku meriv bi bêdilî û dilsarî nêzîkê hin peywiran bibin, desthilatdarî bi rîya jidûrketin û otomasyonê dike ku meriv ev peywiran bi cîh bînin. Bi rîya mesafe, otomasyon û dûrbûnê, di prosesa biryardayîna çalakîyekê de sînorên exlaqî nayên ber çavan û bê bandor dimînin. Di vê prosesê de berpirsîyarîya şexsî hilm bûye û winda bûye. Bi tinebûna însîyatîf û berpirsîyarîya şexsî peywir pêş dikeve. Ji ber ku tu berpirsîyarîya şexsî nîne, kesek berî ku wezîfeyek bi cîh bîne nafikire ka ev çalakî exlaqîye yan na. Di vê çarçoveyê de biryar û çalakîyên merivan bê îradeya şexsî pêş dikevin. Di modernîteya şilemenî de divê meriv li gorî rol û peywirên hatine dayîn tevbigerin. Ji ber ku hemû ji destê merivan hatine standin, ne sînorên exlaqi, ne standardên etîkî ne jî berpirsîyarîya şexsî nayên ber çavan. Êdî ji bo kesek qet ne zehmete ku ji dûr ve bi rîya computerê komkujîyek pêk bîne. Hemû tişt tenê bi carek tikandina mausê pêk tên û tu kes li ser encamên çalakîyên girêdayîyê peywirên xwe nafikire ka ew exlaqîye yan na. Ger peywirek bi facîa û trajedî encam bide, ev yek wek “xeletîyek teknîkî” tê binavkirin lewre ne hewceye ku li ser bê sekinandin. Eger kesên bêguneh bên qetilkirin ev yek ne xelet e û ne guneh e, lewre ev encam wek “xeletîyek teknîkî” tê nirxandin. Ku kuştinek komî wek xeletîyek teknîkî bê nirxandin, ev bûyer sûc îfade nake. Ji ber ku “xeletîyek teknîkî” sûc îfade nake bûyerek bi vî rengî ne berpîrsîyarî dide kesek ne jî ji mexdûr lêborîn tê xwestin (Bauman, Akışkan Modernite, 2020).
3.2. Çavdêrîya Şilemenî
Michel Faucault, avahîya mîmarî ya bi navê Panoptîkonê wek formasyonek çavdêrîyê dinirxîne. Bi avahîya panoptîkonê meriv bi çaralî tê dorpêçkirin dû re jî bi rîya zordestîyê tê dîsîplînekirin (Faucault, 1992). Ev formasyon bi avahîyên mîmarî yên wek nexweşxane, dibistan û girtîgehan sînordar e. Bauman dîyar dike ku berî modernîteya şilemenî, teknolojîya çavdêrîyê ya bi navê panoptîkonê ango çavdêrîya hişk ji bo dershilatdarîyê çavkanîya yekane ya çavdêrîyê bû. Lê niha êdî çavdêrî di formek şilemen de tevdigere û ev forma şilemen ya çavdêrîyê di hemû qadên jîyanê de belav bûye. Bauman, serdema ku em têde ne wek prosesa “piştî panoptîkonê” binav dike.
Meriv berê di avahîyên wek hucreyên girtîgehan de dihatin girtin. Meriv di hucreyên xwe de asê diman û bi vî awayî dihatin çavdêrîkirin. Bauman dîyar dike ku piştî panoptîkonê êdî bingeha çavdêrîyê li ser tevgerê ye. Di modernîteya şilemenî de kesek çi qas tevbigere û bilive desthilatdarî jî ew qas xweş dikare wî/wê bibîne û çavdêrîya wî/wê bike. Îro bi saya amûrên elektronîk û înternetê çavdêrî bi hêsanî dikare bê kirin. Lewre êdî ne hewceye ku avahî û hucreyên zêde ji bo çavdêrîyê bên avakirin. Desthilatdarî bere ji bo prosesa çavdêrîyê gelek avahî ava dikirin. Her weha ji bo îdarê û kontrolkirina wan avahîyan gelek kesan bi mûçe wezîfedar dikir. Ev yek, ji bo desthilatdarîyê dibû sebeba mesrefek zêde. Lewma çavdêrîya şilemenî, desthilatdarîyê ji vê mesrefa giran xelas kirîye. Çavdêrî ji bo desthilatdarîyê êdî gelek erzan û hêsan e.
Li gorî Bauman, meriv êdî çavdêrîyê wek gef nabînin. Di modernîtêya şilemenî de êdî meriv bi xwe dixwazin li ber çavan bin û di bin çavdêrîyê de bin. Ew amûrên ku jiyana meriv hêsantir û xweştir dikin amûrên wek telefonên bi aqil, înternernet, şîfreyên qertên kredîyê, mekanên kêfxweşîyê û hwd. di heman demê de wek amûrên çavdêrîyê jî tên bikaranîn. Bi vî awayî, êdî çavdêrî ji dil û bi xwezîya merivan pêk tê. Ji bilî çavdêrîyê ev atmosfera dîjîtal ya ku civakê dorpêç kirîye, li dijî îradeyê, barqodbûnê pêş dixe. Tevahîya deneya mezin ya ku di modernîteya şilemenî de wek bazarek tê bikaranîn jî wek ancamek din ya atmosfera civakî ya dîjîtal tê nirxandin. Di jîyana rojane de bikaranîna telefonên mobîl, çûyîna bazirgehan, danûstandin, kêfxweşî û gerîna li ser înternetê û hwd. tevahîya deneya mezin dide hev. Deneya mezin jî ji bo desthilatdarîyê çavkanîya çavdêrîyê bixwe ye (Bauman, Akışkan Modernite, 2020).
Piştî Panoptîkonê çavdêrî û asêbûn hatîye dirandin û bi taybetî bi rîya înternetê hemû dîwar hatine pelişandin. Lewre mahremîyet jî wateya xwe winda kiriye. Tiştên ku berê veşartî bûn, niha serî hatta binî, bi tevahî li rastê ne. Jixwe ku tiştek bi xwezî û bi awayekê tazî li rastê be, ka kîjan dîwar dikare ew veşêre. Di atmosferek weha de ger kesek bixwaze ku mahremîyeta xwe biparêze û hin hûrgilîyên jîyana xwe veşêre, li gel civakê wek kesek bi potansîyela krîmînal tê dîtin lewre ew xwe vedişêre. Tazîbûna fîzîkî, civakî û ya psîkolojîk bingeha serdema şilemen e. Li gor Bauman windabûna mahremîyetê ferasetên berê jî guherandîye. Gazindên berê yên wek “gelo ezê kengê tenê bimînim” îro bûne hêvîyên wek “ey xweda, tu car ez tenê neminim”. Tirsa ifşabûnê bûye xwezîya xuyabûnê (Bauman, Akışkan Modernite, 2020).
3.3 Azadî
Li gorî Bauman xwezîya azadîyê bi tecrûbekirina dîlketinê û zordestîyê bi pêş dikeve. Dema ku zordestî digihîje asta herî giran, hest û xwezîya azadîyê jî bilind dibe. Lewma divê helwesta azadîyê li dijî zordestîyê bê nirxandin. Li gorî Bauman, xwezîya azadîyek bêsînor jî gelek zehmet e. Xwezîya azadîya bi vî rengî derî li kêşe û grêkên bê çare vedike. Ji ber ku helwesta azadîya bêsînor û bê dawî di atmosferek civakî de ne pêkan e, ew ancax di rewşa tenêbûna mayînde û bi rîya birrîna axaftin û têkîliya bi hemû civakê re tê xeyalkirin. Meriv di atmosferek li dijî civakê de li hemberî serdestîya surûştê tenê dimînin û kesên li derveyê civakê bi cîh bibin ji wateya jîyanê ya civakî bêpar dimînin. Bê ragihandin, danûstandin û têkilî meriv bi tenê di bin serdestîya surûştê de nikare wateya hebûna xwe ya grêdayê mirovahîyê û civakê hîs bike (Feridunoğlu, 2019).
Kesek dikare serê xwe hilde û bireve, ji civakê dûr bikeve. Di vê çarçoveyê de, erê ev kes “azad” e. Lewre kesek li dora wî/wê nîn e ku azadîyê sînor û asteng bike. Lê di azadîyek weha de tenêbûn hemû avantaj û destketinên azadîyê tine dike û nedîyarîyek kûr derdixe holê. Nedîyarî û tenêbûna azadîya bêsînor bi lihevkirinê tê balanskirin. Bi gotinek din, nefreta li dijî zordestîyê bi tirsa tenêbûnê tê balanskirin. Ev yek wek lihevkirina azadîya bêsînor û zordestîyê tê nirxandin.
Bauman dîyar dike ku kapîtalîzm ji balans û lihevkirina zordestî û tirsa tenêbûnê hilm û hêz girtîye. Êdî azadî bi xerîdarîyê (consumption) ve hatîye senkronîzekirin. Bi gotinek din, êdî azadî tenê xerîdarîyê îfade dike. Li gorî Bauman, lihevkirina prosesên wek azadî û ewlehîyê gelek zehmet e. Azadî çi qas zêde bê xwestin, divê ewqas dest ji ewlehîyê bê kişandin. Herwiha xwezîya ewlehîyê jî azadîyê kêm dike. Ev nakokî hetahetayî dê berdewam be.
Pitşî ku azadî bi xeridarîyê (consumption) re hatîye senkronîzekirin, meriv êdî ji bo azadîyê bi kesên derdora xwe re di nav pozberîyê de ne. Li gorî vê contentê, êdî kî çi qas bikire û bixwe, ew ewqas “azad” e. Ji bo ku xerîdarî bê navber berdewam be bi rîya krêdî û deyndarîyê xanî û otomobîl tên standin. Lê ji ber krîzên aborî yên neo-lîberal meriv di nav faîzên deyn û krêdîyan de asê dimînin û wek deyndar di nav tinebûnê de têk diçin. Têkoşîn êdî ne polîtîk e, lewre têkoşîn ne li dijî sîstemê, li dijî helwest û zordestîyê pêk tê. Êdî meriv rasterast li hemberî hev têdikoşin. Her kes li dijî kesên dora xwe têdikoşe. Êdî bingeha serîhildan û têkoşînê jî xerîdarî ye. Li gorî vê formasyonê êdî pêwendîya azadîyê bi têkoşîn û serhildana li dijî zordestîyê nîn e. Azadî tenê kirîn, xwarin û xerîdarîyê îfade dike. Ev taybetîya modernîteya şilemenî wek windabûna azadîyê tê nirxandin.
4. ENCAM
Zygmunt Bauman bi helwesta xwe ya zanistên civakî û di çarçoveya vê helwestê de têgehên ku avêtine holê balê dikşîne ser krîza modernîst ya ku îro mirovahî tê de digevize û bi feylesofîya xwe hewl dide ku windabûna azadîyê bê fêmkirin. Bauman modernîteyê wek formasyonek hişk, giran û tîr, rewşa niha jî wek formasyonek sivik, şilemen û hebûnek belavbûyî dinirxîne. Bauman bi têgeha modernîteya şilemenî balê dikşîne ser rewşa îro ya nedîyar û ne ewle. Serdema şilemen û nedîyar krîza etîkê pêş xistîye. Bi vê krîzê jî tirs û nefret li hemû firehîya civakê belav bûye. Her weha krîza etîkê û tirsa civakîbûyî jî rastîya nefreta civakî ya li hemberî kesên din derxistîyê pêş. Bauman pêşketinên hovî yên wek krîza etîkê û tirsa civakîbûyî û nefretê wek encamên modernîteya şilemenî dinirxîne. Lê Bauman bi feylesofîya xwe û bi jîyana xwe pêşî li hêvîşikestina civakî digire. Zygmunt Bauman bi feylesofîya xwe û bi helwesta xwe ya li gel zanîstên civakî, îro ji bo mirovahîyê rîya xelasîyê îfade dike. Bauman bi helwesta rê û rêzanîya xwe ya feylesofane nişan dide ku rastiya civakek pevrayî û demokratik mumkin e. Lewre dema ku li hemberî hovîtîya modernîst feylesofîya Zygmun Bauman bê fêmkirin dê gavek gelek girîng bê avêtin.
Bilal Solmaz
- ÇAVKANÎ
- – Bauman, Z. (2016). Modernite ve Holokaust. (S. Sertabiboğlu, Çev.) – İstanbul: Alfa Yayıncılık.
- – Bauman, Z. (2020). Akışkan Modernite (4 b.). (E. Yılmaz, Çev.) – İstanbul: Ayrıntı Yayınları.
- – Duman, M. Z. (2008). Eleştirel Aklın Sözcüsü: Zygmunt Bauman. Hacettepe Üniversitesi Sosyolojik Araştırmalar Dergisi.
- – Eroğlu, F. S. (2020). Akışkan Dünyada Akıntıya Kapılmak. Academic Platform Jourbal of Islamis Reserches, 4(1), 99-101.
- – Faucault, M. (1992). Hapishanenin Doğuşu. (M. A. Kılıçbay, Çev.) – İstanbul: İmge Yayınevi.
- – Feridunoğlu, İ. C. (2019). Zygmunt Bauman Metinlerinde Sosyal Medye ve Özgürlük Olgusu. Reseach Studies Anatolia Journal, 2(5), 161-171.
- – Gómez, E. M. (2020, Eylül 12). The Life of an Anti-Establishment “Rock Star”. Hyperallergic. Nisan 2021 tarihinde https://hyperallergic.com/587379/bauman-a-biography-by-izabela-wagner/ adresinden alındı
- – Jacopsen, M. A., & Porter, P. (2008). The Sociology of Zygmunt Bauman: Challenges and Critique. Kopenhag: Routedge.
- – Kahraman, F. (2016). Zygmunt Bauman’da Toplum ve Toplumsal Düzen Kavramsallaştırması. Karabük Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi, 6 (2), 395-404.
- – Kaya, M. (2019). Zygmunt Bauman ve Akışkan Modernite Kavramına Ganel Bakış. Uluslararası Sosyal Araştırmalar Dergisi, 12(62), 1452.
- – Öztürk, E. (2017). Bir ‘Sosyolog-Felsefeci’Olarak Zygmunt Bauman’ın Akışkan Modernite Analizinde Mülteciler Ve Mültecilik. Sosyolojik Düşün. Sosyolojik Düşün, 2(2), 1-10.
- – ŞİMŞEK, M. E. (2014). Moderniteden Postmoderniteye Uzanan Bir Köprü: Zygmunt Bauman. Yüksek Lisans Tezi.
- Di hejmara yekem (gulan, hezîran, tîrmeh, tebax: 2022) a kovarê de, hatiye weşandin.