PerwerdehîPhilosophia

Chima Philosophie? Chima Didaktik?

Chima Philosophie? Chima Didaktik?

Xwendevanê giranbuha, gava kesêd wekî min, ku xwe wek xwenda û cîhannas dibîne,  hilbet li wê ramanê ne, ku netewa Kurd, ji gelek destkeftên pêshvechûna cîhana pêshkevtî bêpar yan jê pashve maye. Ez îznê nadime xwe û derheqa pashvemaîna têknologîyan nakim… Xwe nakim pêkenî. Evê yekê, her yekêd nexwendewar jî dizane. Lê, em bo chi ji berê da, pêdawîstên ramanvanîê bûn û hene, eve naveroka babeta min ya vê nivîsê. Philosophie, anku Ramanvanî, Hishmendî, yan Fêrizî, Hishgiranî, Ramanvanîya Pirgovekî, heman sînonîmên ji deshta sêmantîkî ye, ya nirxandina vê hebûna cîhana pîroz da ye. Em, Kurd, wekî neteweyeke bin dest û pîêd margînalîzatoran da dêgradekirî, ne tenê ji cîhana ron bêpar mane, ne tenê ji êthno kûltûra xwee ya îndîgên veqetandîne, lê belê ji hersê dagirkerên bi xwe nezan û hov bûne wergirê bawerîya wan, wek dijberên hemî qencîêd cîhana Oksîdênt, bûne solîdarîa pozbilindîya weke wan, di bawerîê da, ku tishtên wan hene, ji me hatî ne…

Da em bizanin, chendîn em li wê “Solîdarîzma Antagonîzmê” da xudan zirar in, deme em ser xwe da bên û bizanin; Gelo, ew  Neqenc, “Gawirêd Xrîstîan” chawa pêk anîn, ku em êd “Qenc” pêdawîstî Auto, Têknîk, û Mobile û hemû destkeftêd wan in? Gelo ew neqencana chawa bûne xudan ewqas dewlemendîên aborî, ku me feqîr û fiqarên Qenc bi nan û av dikin, aramîê didine zikêd me? Chawa? Chawa? Chawa?

… Hilbet ji perwerda Arogansa dagirkerî emê bêjin, “Kî ewî tishtî nizane”? Erebê ji niftê dewlemendbûî,”Axir Modêl” a wan bi zêr direngîne, lê gelo dizanê lempên autoê bi chi awayî pêdikevin? … Wow gotin, “Ahmed” ra sherme… dizanê! Serê bi Aqile, her tishtî dizanê.  Ez dixwazim bi vî Arrogansî ra “Xwebawerîya Pozbilind” yan jî Pozbilindîya Xwebawer… Sherme Bêjim Nizanim…

Evê hebûnê xwe di nava gelên me da, heta niha jî girtîye û gelo “Hîngî Ez Dizanim!” û deskefeke êlêktronîka nû ra bêjim; Wow – Sherme, bizanim ew chawa pêkhatîye? bi chi hewldanêd zanyaran, ew netewêd ereban ra û xulamokêd wî ra usa girînge, wek rêxa devê…

     Heger em rexnegirtina xwe bi xwe bikin û xwe ra bêjin, belê me karî xwe bigihînine zanînêd wan “Neqencên Gawiran” “Em Bisulmankirîêd Qenc û Dilovan” …Me chi elaqe têknologîên wane?  Me chi elaqe Opêra û Balêta wane? Me Chi Elaqê bi Kûltûr û Felsefa Wane? Bê ku bizanin, wan “Gawirên Neqenc” wek “Me Misulmanbûîêd Dilpak” ra chi daye? ev peyvên, ku naêne ser zimanên kurdan, ev Lataîn  chîye? Chima divê em van pêyvên gawiran fêhrbin û chima ew “Hay, lo- Hay, lo” ya me fêhr nabin. Wiha Ereb dibêjin Antagonîstên “tahmûlkirî” ra. her usa Tirk û Faris.  Dîdaktîka û Fîlosofîa xudan chi erkî ne, ku em wê wergirin? … Her tishtê me heyî, têra me dike! Em rizgarkirina Welatê xwe dixwazin û jixwe dostên me tunene… Arrogansa me kurdan, tev Solîdarîzma dewletên dagirker ra didome. Chendîn em îslamîzmê ra pishtgir bin, ewqasî em arrogant dibin û hebûnêd rastîyan ra dûr dikevin. Ewêd di welat da dijîn û dîl parêzgerêd “NilSat a bi Sheref û Namûs” in yan îslamîstên tirkane, ew ne jî dixwazin Bihaneyên Cîhana Rojava bi rastî binirxînin, heta nebine mihacirê wan û dîsa jî piranîya “Ahmedê” me mêntalîtêta xwe ne guhêrin, anku Solîdarîzma Dagirkerî ra dimînin dilsoz. Em bêjin, eva yek ji faktorên serekî ya nepejirandina Dîdaktîk û Philosophia Rojavaî ye.

Gava me têra xwe jî sherê serhishkên me yên “Sherefvanê Islamê” kir, ew ji xwe heta mirinê naêne raê, dikim derheqa wan da bipeyîvim, yê întêgrasyonê ji warê Dîdaktîk, anku perwerda Pakîya Morala Hûmanîzmê, Tolêransê di civakên Europî ra digunce, sûdê jê werbigire.

A ji nûva hatime ser babetê. “Bo Bichûkêd Kurmancan”… Wan êd “Hînbûn ra Amadene” . Wan êd dixwazin nas bikin, ku cîhana ron û “Rêk û Pêk” ne di Rojhilata Zulimkar da ye, lê belê  Rojava – Xudan Karîna Xwerexnekirine, Xudan Karîna Xwemikurhatine, ya Xudan Karîna Xweguhartine.

Her tenê gava Meriv bixwaze xwe bike wek Rûpêleke Sipî û xwe hînî Morala qencîya rastî bike, her ew mirov dikare ji sifirê destpê bike. a ji bo wan Kurmanca ye ev nivîs. A bona wan kesane Kovara Fîlosofîa. Ji bo merivên bi qencî jîyaye û xwestîye moraleke xwe ra, krîtîtsîzma xwe ya civakî ra rast derkeve, ber morala xwe rast derkeve, xwe nas bike û hebûnêd hindurê xwe nas bike, bo wane ev kovara. 

Evêd dixwaze Kurd, pêshî Jin, pey ra Mêr, cîhê xwe di komelgeheke plûralîst, Lîbêral û ya qedrê merivekî ne kêmtir ji Xudê bê danê. Civaka ku ne Xudê lê mezin be, lê belê Meriv, yêd serê xwe da Xudê efirand. Emê di vê kovarê da hewil bidin, hebûna Xudê ra bikevine shikê, meriv xwe bêhurmetkirî dibîne an na. Me têra xwe jî “Bin Zulma Tirsa Xudê” welatê xwe, Êtno-Îdêntîtêta Îndîgêna xwe tev xwe kire palasa bin lingên Dagirkerên Heywan. Bi vê Arrogansa Zanîna Bilind, emê xwe bi Cîhana Rojava ya Ron ra biguncînin. Bashtirîn Mêthodên Perwerdê! Bashtirîn Shîretên Ramanvanên Hemû Sedsalan! Rawêjkarîya Netewa Kurd dike ev Kovara Philosophia!

Em Dibine “Segên Ezmanî”, wek Sokratês, Dîogênês, Êzop û “Diran Zimantûj” wanêd me pashve dikishînin û “Pocha Xwe Qencan ra dihejînin”…  Her usa, em dest bi weshanên xwe dikin. Qencan ra dibin Sherbet, Neqencan ra Jehr… P.S. …”A lewma Didaktîk! a lewma Philosophie!…

Dr. Casoê Wezîr Serhedî

22.03.2023 

Di hejmara çaran de, hatiye weşandin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button