Information

Nûbûnek! 'Podîûm Dîskûssîon' 

Dr. Casoê Wezîr Serhedî

Xwendevanê me yên giranbuha. Hejmara me ya pêncan da, tîma me ya nûjenkeran, bi pêshwazîya Rûbrîka Nû ya bi navê Dîskûssîona Podîûmê, dest pê dikin.  Ev Podîûm, wek ya yekem car dîroka hebûna me kurdan da, bo dîskûssîona ser babetên felsefî ne. Li vir,chi ji pêshnîyara me, her usa ji We hêjayan, dikarin bêne pejirandin. Kî ji We, xudan daxwaz û zanînên kûre, ser têorîên fîlosofên demên cuda, li gor pêzanîn û daxwaza  xwe, merivekî ji netewa kurd yan netewa bîyanî rasterast bîne ser wê meydana nirxandin ên krîtîkî. Anku kî ji we tev Têzeke Fîlosofên cîhan ra amade ye opponêntbe, têorîên wî ra ne hemraî be û chima evê me ra binivîse. Her usa filan Fîlosof xudan kîjan rastîê ye û chima? Heger Na jî, chima?  

Ji alîê me, endamên rêdaksîona kovara Philosophia derfetên heralî tê dan û her usa em alîkar in, ev yeka bibe wek edetek di kovarê da, her autorekî me ra berhemêd xwe dishîne yan jî xwe dûrî me digire, dîsa jî dikare bi rexnegirî nirxandina xwe ya krîtîkî ser têza fîlosofekî wek betalker yan jî shiklêbir, shik û ramanên xwe yên krîtîkî li gor raê xwe rexne bike û têbînîêd xwe bîne ser rûpêlêd kovarê. Em vê înîsîatîvê ra pishtigir û birêvebirin. Heger hûn jî pishtgirîya me bikin, bi îdêadanan, em bi kêfxweshî pêshnîyarên we werdigirin û cîyeke taybet didine  vê rûbrîka me ra gelek girîng. Hilbet ev rûbrîka nû me ra lewma girînge, ku di nava dorên me yên ramanvanan da ku, wek pîonêrên phîlosophiê, ku bi hêdî-hêdi wek gulên biharê dibishkivin û wêrektir dibin, ev yeka bê shik dibe, bingeheke giranbuha bo bihêzkirina giranbuhatirîn hebûnâ Ramanvanîa Netewî. 

Her usa, em bi vî awayî dikarin herine analîzên felsefî yên hûrgilî û derfetê jî bidine hev li meydana dîalêktîka dîskûssîonê herine asteke nû ya pênasîna kûraîên vê zanistê û hishmendîya sûdmend, ya bi dawîya dawî dibine derfetên vekirina gelek gulokên jîyana me ya bindestî. Bêshike, ku piranîya problêmatîkên me yên heyî da, Philosophie chareserîan pêsheroja me ra vedike. Her usa, dîyarbin fîlosofên me yên nûbishkivî. 

  • Dr. Casoê Wezîr Serhedî 
  • Hevserekrêdaktor   
  • 17.05.2023


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button