![](https://philosophiakurdi.de/wp-content/uploads/2023/06/zzz000000dawiii-19-780x470.png)
Gelî nivîskar, lêkolînkar û philosophiazanên hêja,
Piştî weşandina hejmara çaran a kovara Philosophia, me dest bi amadekaria hejmara pêncan kirie. Berî her tiştî, em ji nivîskar, lêkolînkar, academician û philosophiazanên bi gotar, nivîs û lêkolînên xwe beşdarî xebatên me ên philosophic bûne ra spasdar in.
![](https://philosophiakurdi.de/wp-content/uploads/2023/06/ScreenShot2018-04-16at1.55.39PM-1-removebg-preview-removebg-preview.png)
Ji bo hejmara pêncan me qerar daie ku em dossiaek li ser ‘Philosophia Democratiaê’, ‘Têkilîya Philosophia û Democratiaê’ û ‘Di Geşedania Democratiaê da Te’sîra Philosophia û Ramanên Philosophic’ biweşînin, û di vê hejmarê da bi granî cih bidine nivîsên li ser vî warî. Herweha em dixwazin bi çend nivîsan cih bidin mijara ‘Di Dîctatoria Piranî û Temsîlê da Arîşa Dadê’ jî. Em dê bi dilekî xweş nivîsên we ên li ser ‘Têkilîya Democratiaê û Beranbertia Siasî’, ‘Philosophia, Democratia û Nirxên Democratic’ jî biweşînin.
![](https://philosophiakurdi.de/wp-content/uploads/2023/06/zzz000000dawiii-20-1024x577.png)
Dîsa, em dixwazin cih bidin nivîsên rexnei ên li ser gelek babetên cuda. Bê guman divê ev nivîs bi criterên rexneî hatibin nivîstin û bi bawerîa me hemû ramanên philosophic dikarin werin rexnekirin. Heke li ser van mijaran nivîsên we hebin, hûn dikarin bi dilekî xweş ji me ra bişeynin. Bi hêvîa jiyaneke xweş û geş, bimînin di xweşî û bextiariê da…
Kargerê Sereke ê Weşanê
Alî Gurdilî / 25.06.2023