Pirsên Philosophic

Meriv çawa dikare zanînîya zanistî bike lod?

Alî Gurdilî

Zanînîya zanistî ji hêla rêgeh (metod, rêbaz, method), armanc û babetên xwe ve, dikare bibe sê beş:

  • 1- Zanistên Formel (Lewnî, Fesalî)
  • 2- Zanistên Xwezayê
  • 3- Zanistên Civakî (Mirovî)

1- Zanistên Formel (Zanistên Fesalî, Zanistên Lewnî): Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku meriv bi hêsanî dikare wan bibersivîne û jê duddil nebe. Ew pirs jî, pirsên amprîk in û meriv dikare bersiva wan, bi rêya çavdêrî (observation) yan jî toklînan (experiment) misoger bike. Mesela em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Amed, bajarê herî mezin ê Kurdistanê ye û vê zanînîyê, bi rêya lêkolînên demografîk û daneyan, em dikarin îsbat jî bikin. Lêbelê ne pêkan e ku em bikaribin pirsên matematîk û geometriyê, bi vî awayî bibersivînin. Ango, pirsa 2X2=? ê, em nikarin bi rêya toklîn û çavdêriyan bibersivînin, yan jî îsbat bikin. Em encax dikarin xwe bisperin aqil û bi vê rêyê dikarin bersiva vê pirsê bidin. Ji van cure zanistan re, ‘zanistên formel’ (lewnî, fesalî) tê gotin.

Ê baş e, sebebê binavkirineke bi vî rengî, gelo çi ye?

Lewra zanistên formel, xwe naspêrin toklîn û çavdêriyê. Em nikarin hejmara (1) yekê di laboratuaran de hilberînin û ne jî, di rê de em dikarin li wan rast werin. Zanistên formel, bi temamî li gor hêmanên aqil û mentîqê (logic) û bi riya jêderîyan (inference, çıkarım) dixebitin. Matematîk û mantîq, ewilî hinek danasînan (pênase) didin me û em, ji wan danasînan dest pê dikin û xwe digihînin hinek jêderîyên nû.

Taybetmendiyên Zanistên Formel   

1- Zanistên formel, bi temamî xwe disperin aqil û hêmanên aqlî. 2- Karê xwe bi danasînan (pênase û bi jêderîyên ku xwe dispêrin wan didomînin. 3- Mijarên wan, nedîtbar (soyut, abstract) in. 4- Heyînên ku dibine mijara zanistên formel, di zeman û mekanê de cih nagrin. 5- Bi zimanekî sembolîk dixebitin.  ji ber vê çendê jî, zanistên çêkirî û îdeal in. 6- Zanistên xwezayê û zanistên civakî, ji zanistên formel sûd werdigirin û bi xêra wê alîkariyê, dibine zanistên objektîf û teqez. 7- Rêbaza berjêrwerîyê (deduction, tümdengelim) bi kar tînin.

2- Zanistên Xwezayê: Berevajiya avahiya zanistên formel a zanistî û nedîtbar (soyut, abstract), zanistên xwezayê bi rêgehên çavdêrî (observation, gözlem) û toklînê (deney, experiment), li bûyerên dîtbar (berbiçav, somut, concrete) vedikolin.

Zanistên xwezayê jî, di nav xwe de dibine sê bêş: A- Zanistên Fizîkî, B- Zanistên Erdê, C- Zanistên Jiyanê.

A- Zanistên Fizîkî:  

  • 1- Fizîk: Li madeyê, tevger û vejenê (enerjiyê), vedikole.
  • 2- Kîmya: Li avahîya madeyê vedikole.
  • 3- Ezmannasî : Li fezayê û rojgeran vedikole.

B- Zanistên Erdê:

  • 1- Erdnasî (Jeolojî) : Li rûyê (qafik) erdê vedikole.
  • 2- Hewanasî (Meterolojî): Li hewayê, guherînên hewayî û li bûyerên ku li ezmên (asîman) diqewimin vedikole.
  • 3- Okyanûsnasî (Oşînografî): Li bûyerên ku di derya û okyunûsan de diqewimin, vedikole.
  • 4- Mînerolojî: Li çavkaniyên ku di bin erdê de ne vedikole.
  • 5- Fosîlnasî (Paleontolojî): Li fosîlan vedikole.

C- Zanistên Jiyanê:

1- Bîyolojî, 2- Zanistên Bijîşkî (Tip)

Taybetmendiyên Zanistên Xwezayê:

  • 1- Zanistên xwezayê, derheqê bûyerên dîtbar (concrete, somut) û bûyerî (factual, real) de, zanînîyan (bilgi, knowledge) hildibirînin.
  • 2- Zanistên xwezayê di dema hilberandina zanînîyan de, xwe disperin têkiliya sedem û encamê û vê yekê, wekî bingehekî dibînin.
  • 3- Zanistên xwezayê dixwazin xwe bigihînin qanûnên tevbar (universal) û misoger.
  • 4- Rêgeha wan, berjorwerî (tümevarım, indiction) ye.
  • 5- Ji ber bikaranîna rêgeha berjorwerî, encamên wan jî, bi temam3i ne misoger in û bi tenê, dibetiya (îhtîmal) wan bilind e.
  • 6- Zanistên xwezayê ji ber ku encamên dibetiya wan bilind hildibirînin, pêşniyarîyên (önerme, proposition) zanistî, dikarin rojekê çewt werin deranîn û pûç (çewt) bibin.
  • 7- Zanistên xwezayê, xwe dispêrin toklîn û çavdêriyê û ev yek, ji bo meşrûiyeta wan girîng e. Ji ber vê yekê ye ku qanûnên wan ji aliyê gelek kesan ve têne pejirandin.
  • 8- Zanistên xwezayê ji yekaniyê (yekhejmar, tekanî, tekîl) dest pê dikin û ber bi tevayiyê (tumel, universal) ve dimeşin.
  • 9- Zanistên xwezayê, prensîpa determinismê dipejirînin ku li gor vê prensîbe heman sebep, di heman şert û mercan de, heman encamê diafirînin.

3- Zanistên Civakî (Zanistên Beşerî): Dîrok, civaknasî, psîkolojî û mirovnasî, wekî ‘zanistên civakî’ dihêne nirxandin. Di dîrokê de, zanistên mirovî piştî Şoreşa Sanayiyê gihêjtine serxwebûna xwe û wekî zanistên serbixwe, derketine qada zanistan. Di wê dewrê de wiha hatiye parastin ku rêbaza pozitivîst, dikare bibe rêbaza zanistên mirovî jî û bi vê yekê, meriv dikare di mijarên mirovî û civakî de jî, encamên ku dibetiya wan bilind in werin hilberandin. Lêbelê ji ber ku zanistên mirovî ji zanistên xwezayê bi awayekî berbiçav cewaz bûn, wan jî li gor cîhêrengiya xwe hinek rêbazan afirandin û ev rêbaz, bi demê re hatine bikaranîn.

Taybetmendiyên Zanistên Mirovî

  • 1- Mijarên zanistên mirovî, tevgerên mirovî ne û zanistên mirovî xwe dispêrin van tevgeran. Ev tevger jî dibe ku wekî şer û koçkirin, bûyerên dîrokî û civakî bin û dibe ku wekî hiş (zihin, mind), kesayetî û guncaniya civakî, wesfên takekesî bin jî.
  • 2- Di zanistên civakî de çavdêrî (observation, gözlem) kêm tê bikaranîn û toklîn (experiment, deney) jî, bi tu awayî nayê bikaranîn. Bûyerên mirovî di dîrokê de carekê diqewinin û kes nikare di loboratuvaran de wan carekê din dubare bike.
  • 3- Di zanistên mirovî de rêbaza (rêgeh, metod) bingehîn ‘rêbaza têgihîştinê’ ye. Ev rêbaz, ji layê Wilhelm Diltheyî (1833-1911) ve hatiye pêşniyarkirin. Ji ber ku mirov heyîneke çalak e û hemû tevgerên mirovî watedar in, tevgerên mirovî jî encax bi têgihîştinê dikarin werin zanîn.
  • 4- Di zanistên mirovî de, wekî zanistên xwezayê, mirov nikare xwe bigîhîne qanûên misoger. Lewra, mirov hişwer û vîndar e û wekî objektên di xwezayê de tevnegare. Mînak: Îbnî Haldûn gotiye ku civak ji demajoyên zayîn, pêşveçûn û hilweşînê, derbas dibin. Lêbelê îro, ji gelek hêlan ve meriv dikare wê qanûnê rexne bike. Ji ber vê yekê jî, meriv nikare wê qanûnê, wekî qanûneke ku herdem derbazî ye bipejirîne.
  • 5- Di zanistên mirovî de jî wekî zanistên xwezayê, carinan têkiliya sedem û encamê tê bikaranîn. Lêbelê ev yek, herdem encamên rast nadin meriv.
  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 23.04.2025
  • Çavkanî: ‚Sed Pirs û Bersivên Philosophic‘


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Schreibe einen Kommentar

Lê mêze bike
Schließen
Schaltfläche "Zurück zum Anfang"