Thomas Aquinas (1225-1274), nûnerekî skolastîkê ye û di mijarên dînî de rastîyeke relatîv (guhêrbar, nermok) parastîye. Li gor bawerîya Thomas têgihên tevbar (tevahî, universal, tümel), formên objektan ên derûnî (ozsel) ne. Li gor bawerîya wî, peyxam û aqil, wekî du texlîdên zanînê ne û ne li hev in. Çimkî aqil, nikare têbigihêje raz û xefîyên dînî. Lêbelê, dikare hebûna Xwedê bipeyîtîne.
Thomas wiha gotiye: ‘Aqil û zanist, bi tenê dikarin derbaseya perestgeha bawerîyê rohnî bikin. Lê a ku nava perestgehê rohnî dike, peyxam (wehî, vahi, revelation) ye.’ Derheqê ehlaqê de jî fazîleta hezkirin, hêvî û bawerîyê, li wan çar fazîletên yewnana antîk zêde kiriye ku ew jî mêrxasî, sînorîtî, zanyarî û edalet bûn. Li gor nêrîna Thomas, ji ber ku dewlet di navbera Xwedê û mirovan de navcîtiyê dike û rêya rizgarî û fazîletdarîyê li ber wan vedike, xwedîyê asûneke bilind e.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 28.04.2023
- Çavkanî: ‘Antolojîya Feylesofan’ – Alî Gurdilî / Weşanên Soran: 2015