Gotar: WergerPhilosophia

Diyalektîka Budîzmê: Rahul Sankrityayan

Diyalektîka Budîzmê: Rahul Sankrityayan

Di budîzmê de, ne cihê Xwedê û ne jî cihê pirtûkekê pîroz, ku bi awayê wehîyê (peyxan, revelation) hatiye hinartin heye. Kêm zêde di wan dînên din de, meriv dibîne ku exlaq li ser hîmê başî yan xirabîya tevgerên mirovî bi cîh bûye. Meriv li gorî îradeya (will) Xwedê tevdigerin, tiştên ku Xwedê diferme baş in û tiştên qedexe dike jî, xirab in. Bûdîzm, di vê mijarê de cuda ye. Li gor budîzmê jî, qencî û bextîyarîya piranîyê, krîterê başî û xirabiyê ye.      

Nêrînên Aborî û Civakî yên Gautama Buddha: Di warê aborî û civakî de, nêrînên Buddha gelekî cuda ne. Ji bo rahîb û rahîbeyan, rîya xizmetekê baş destnîşan kiriye. Buddha, kesên ku ne li gor krîtera vê îdealê jiyane jî, wan bi ‘serfkarên bêxêr yên zengînîya neteweyî’ bi nav kiriye. Ji wan re, jiyana komavayê (communal) pêşniyarî kiriye. Di sîstema rahîb û rahîbeyan de, komunîzma aboriyê ava kiriye. (ji bilî amûrên şexsî yên wekî cil, kotika parsê û hwd)Hemû tişt, malên komavayê dihatin dîtin. Xanî, bostan, amûrên çandinîyê, keryole, destên livînan û hwd, hemû xweyîtîya (mulkiyet, ownership) komavayê bûn. Ew erdên ku bexşên komavayê dibûn jî ji bo siberoja komavayê, li ser navê komavayê qeyd dibûn. Lêbelê di komavaya budîst de, aborîya (ekonomî) komunîzmê, demekê dirêj berdewam nekiriye. Li gorî zept û qeydên ‘sanch’ û ‘bharhurtê’ hê (B.M.) di sedsala 2an de rahîb û rahîbeyan, ji qîsê xwe li perestişgehê çeper û stûnan didane çêkirin. Ev yek jî, nîşan dide ku ew ji bilî tiştên xwe yên şexsî yên jiyana rojane, xwedîyê xweyîtîyeke (xwedanî, mulkiyet) şexsî jî bûne.

Li gor bawerîya Buddha: bingeha monarşîyê (monarchy), çavkaniyekê pîroz bû. Kraltî jî, hilbera berfirehbûna mulkîyeta xwemalî (özel mülkiyet, private ownership) bû. Mulkîyeta xwemalî di navbera merivan de rê li ber newekhevîyê û dabeşbûnên çînî vedikir. Bi vê encamê re, di navbera merivan de nerazîbûn, xirecir û şer dest pê kiriye ku di encamê de, bi awayekî aşkere yan veşartî, merivan destê xwe dirêjî mal û milkên hev kirine. Lewma jî ji nav xwe dadgerekî hilbijartine û e wî jî hêza gel, ji bo armancên jixwerexwaz civand û bû kral. Di wê dewra ku Buddha jiyaye de, ciyewazîbûna aborî û civakî gelekî kûr (tûj) bibû. Buddha, ji bo ku bikaribe wê newekhevitîya civakî ji holê rabike; hemû ked û bala xwe, daye keşîşxaneyên komavayan. Lêbele, wî çara wê newekhevitîya civakî, di pîlanên gerdûnî de didît. Bi nêrînên xwe yên dijberê kastparêziyê, çend encaman jî bi dest xist. Lê hatta yek ji holê nehatibûya rakirin, hêza wan ne digihêjte a din. Lê dîsa jî, komavayên Buddhayî ji bo wan beşdarên kastên jêr, ji hêla mafên şexsî ve çend mafan dida wan. Budîzmê, tu carê ferqûmelitiyê nexistiye nav nîjad, welat û merivan. Lewra, budîzmê bi tundî wekheviya hemû merivan diparast. Budîzmê, dixwest ku di jiyana civakî de ‘jiyaneke bi hevre, jiyaneke hevkar’ ava bike. Ji ber ku Budîzmê tu ferqûmelitiyê nedixist nav kulturên cihê, mîsyonerên budîzmê jî; ti carê zordestiyê li çanda tu neteweyan nekirine û li ser vê yekê, nefikirîne.

Felsefa Budîst: Di çend mijaran de, meriv dikare behsa gelek lêzêdekirinên xweser bike. Lêbelê, lêzêdekirinên budîzmê yên di warê felsefê de bêhempa ne. Encax, meriv nikare bibêje ku vê felsefê, alikarîya felsefa Karl Marxî kiriye, yan gihêjtiye bingeha wê felsefê. Gotina vê yekê, şaşîyek e. Encax, meriv dikare bibêje ku xwendekarên felsefa bûdîzmê, çêtir yan jî êdî hêsan dikarin ji felsefa marksîst fam bikin. Em dizanin ku felsefa Hegel, di berfirehbûna felsefa marksîst de rolekê girîng leyîstiye û marksîzmê jî, li gor erka xwe, nakokîyên felsefa Hegelî ji holê rakiribû. Di felsefa Hegelî de ew rasteqînîya ku serberjêr disekiniya, bi rêbaza materyalîzma diyalektîk, li ser piyan hate rûniştandin. Hegel, di wê hizrê de bû ku raman yan hiş (mind, zêhn), bingehîn e û made jî hilbera (ber, berhem) wê ye. Heke meriv bi awayekê berfireh budîzmê binirxîne, wê demê meriv nikare bibêje ku budîzm dişibe îdealîzma Hegel. Ramana felsefa xwendegeha ‘Yogachara’yê jî, ne madî û dînamîk e. Ev xwendegeha felsefî jî mîna wekî Hegel, hêzr û ramanê rasteqîniya bingehîn dibîne. Akîdeya bingehîn a budîzmê, ‘her tişt, bidawî (dawîdar) ye’ ye. Ango, dawîya her tiştî heye. Piştre hatiye gotin ku ‘yên berdemî (demdemî), bêdawî yan dînamîk in û yên neberdemî (nedemdemî) jî, ne rasteqîn in.’Bi vî awayî, felsefa budîst li vê dinyayê hebûna tiştekî bêdawî yan statîk, qebûl nedikir. Ango, li gorî vê felsefê her tişt bidawî ye. Înkara Xwedê yan giyanê jî, encama vê hêmanê (prensîp) ye. Felsefa budîst, pesnê xwe bi nepejirandina giyanê ‘anatmavada’yê dide. Tarîxa welidîna (bûyîn) Buddha, dema Upanîşada ‘metnên pîroz’ ye. Zanayîyên (bilgi, knowledge) Upanîşadan, giringiya herî mezin didane giyanê (Giyana şexsî, yan jî giyana cosmîk).

Giyan, ne madî ye, bêdawî û tiştekî naguhor e. Budîzmê, di destpêkê de vê felsefa bêdawîtiyê ‘bênatî’ hilweşandiye. Li hemberî ‘atmavadayên upanîşadan’ (ku li gor vê felsefê, rih heyîna bêdawî û naguhor e) lixwekirina navê  ‘anatmavada’yê  (ku di vê felsefê de jî giyan nayê pejirandin) ji ber vê sebebê ye. Dînamîzma felsefa Budîst, ango rewşa herkbûna hemû tiştî, (flux) bi temamî nêrînekê cihê nîşanî me dide. Yên baweriya xwe bi giyanê dihînin yan bênatîparêz in jî, bêgav mane û baweriya xwe bi guherîna dinyayê jî anîne. Lê, wê baweriya xwe a heyînekê bêdawî jî domandine. Ji vê yekê re, ‘Atman’ yan jî  ‘Brahman’ digotin. Budîstan weha digot: ‘Dema ku em li gewdeya darekê mûzê mêze bikin, em ê bi temamî rastê tebeqeyên li ser hev werin. Cewhereke din, tune. Mîna vê yekê, di gerdûnê de tu tişt (Atman yan Brahman) cewherekê bêdawî nahewîne. Lewra, li vê dinyayê regezek (ûnsûr, nûve) bêdawî tune.’

Çavkaniya valahîparêziyê ango voidismê  (shunyavada) jî, ji xwe ev xal e. Ji bo şirovekirina têgîhîna dînamîzmê, mînaka ewran yan gura lembê nîşan didan. Dinya jî, mîna ewran herdem diguher e. Elmasa herî hişk yan jî hesin, herdem diguher e. Ê baş e, wê demê ferq yan manendiya (mînanîtî, dirûvdanî) guherîna şeklê pêşîn û dawîn çi ye? Bersiva vê pirsê ji bo budîstekê weha ye: ‘mînanîtîya wan, ya di xwe birêxistîkirinê de ye.’ Encam, herdem dişibe sebebê ku çavkanîya şaşîya yekîtiyê (oneness) jî, ev xal e. Gura lembê, herdem diguher e. Encax, ji ber ku ew gura (alaw) nû, dişibe a berê, em wan wekî hev dihesîbînin yan jî, em wê encamê jê derdixin.

Teoriya Sedemwerîyê: Piştî bêqeyd û şert, pejirandina dawîndarîya hemû dinya der û hundirîn, pêwîstî bi teoriyeke sedemwerî derkete holê. Yên atoman û madeyê mîna tuxleyên naguher didîtin, dikaribûn biparastana ku hatina wan ya cem hev, objektên nû diafirînin. Yekîtî yan dabeşbûna wan, dibû tekabûlê derketin û xilasbûna tiştan. Heçî budîzm bû, baweriya xwe weha bi tuxleyên naguher nedianî. Tu tişt, ne xwedîyê cewherekê bêdawî bû. Ango tişt (vastu) na, lê bûyer hebûn. Buddha, ji bo şirovekirina qanûna sedemwerîyê termînolojiyekê cihê bikar aniye, ku ew jî, ‘zayîna pêgirêdayî, pratitya samutpada’ ye. Dema ku Buddha vê termînolojîyê berfireh dikir, weha digo: ‘dema ew hebû (piştre), ev derkete holê û ji ber ku ew hebû, ev çêbû.’ Bi awayê gotina wî: ‘ev tê zayînê’ (asmin sati idam bhavati). Yên diqede (temam dibe), dibe sebeb, yên piştî sebebê jî encam e. Dema sebeb hebû, encam bi temamî tunebû. Dema ku encam derketiye holê, wê demê sebeb jî bi temamî wenda bûye. Di naveroka sebebê de, cewherekê bêdawî a ku xwe vediguhêzîne encamê tune. Di navbera wan de, ji bilî danûsitandineke demhatinî ve ku yek piştî yekê tê yan jî, ew ê dî piştî wê a din tê, tu têkiliya wan tune.

Kollektîviya Sebeban: Dema meriv, dinyayê di nav herkekê de dibîne û ne wekî kombûna tiştan, lê wekî kombûna bûyeran bibîne, wê demê têgiha ‘zayîna pêgirtî, zayîna pêgirêdayî’ (origination) bivênevê dertê holê. Tunebûna teorîya zemînekê (substratum) bêdawî (ebedî), bivênevê wan nêzî bawerîya bûyeran kiriye û bi vê yekê re jî budîstan weha bawer kirine, ku dinya me ji bûyeran pêk hatiye, ango çêbûye. Nepejirandina wan ramanên berê (kevin), yên derheqê qanûna ‘sebeb–encamê’ bivênevê, rê li ber ‘zayîna pêgirêdayî’ vekiriye. Bi gotinekê din: ‘zayîna pêgirêdayî’, ketiye dewsa teorîya ‘sebeb-encamê’ a berê. 

Felsefa budîzmê di vê mijarê de jî, wê dîtina kevin ku dibêje ‘sedemek, yek yan ji yekê zêdetir encaman derdixe holê’ hilweşandiye. Li gor felsefa budîzmê tu tişt, (dharma) ji tiştekê nayê zayînê. Her encam ne xwediyê sedemek tenê ye, çend sebeb bi hev re, rê li ber encaman (objekt, nesne) vedikin. Ji vê teorîyê re ‘kollektîvîya sebeban’ (hetusamagrivada) hatiye gotin. Feylesofê qedirbilind Dharmakirtiweha dibêje: ‘Tişt ne tenê ji tiştekê, ji hemû sebebên kollektîv çêdibin. Dema çend sebeb têne cem hev, encamek dertê holê û kêmasîya sedemekê herî biçûk jî dê rê li ber derketina encamê bigre.’ Li gor vê felsefê; encam, ji sedemê bi temamî cuda ye. Bi gotinekê din: Derketina holê a encamê, guherînekê wesfînî ye û ev guhêrîna wesfînî (derketina holê a encamekê seranser cihê) heke hemû sebebên ku pêdivî bi wan heye û xwedîpîvan in necivin, ew pêk nayê. Ev têgiha ‘sebeb–encamê’, guhêrîna wesfînî û wê kollektîviya çenddarîyê (nicelik, quantity) jî diguncîne.

Danasîna Rasteqîniyê: Di bin ronahîya têgîhîna vê dinyayê de, ramanwerên budîst ji nû ve ‘yên rastî (gerçek, real) û yên ku ne rastî ne’nasandine. Ji bo ramanwerên berê, ev danasîn gelekî hêsan bû: ‘Yên bêdawî (ebedî), di gewherê (dil) xwe de naguhor e (immutable) yan jî yê naguher (unchangeable), xwedîyê encamekê rastîn e (noneternal) û dikare biguhere, yan jî yên ku ji gewherê xwe ve diguherin, ew ne rastî ne.’ Lêbelê, di budîzmê de cih ji rastîyên weha re tune. Ramanwerên budîst, tişteke rastîn weha dane nasandin: ‘Yên ku xwedîyê hêza tevgera rastîn e’ (arthakriyasamartham). Şîrînahî û nan, tiştên rastî ne. Lewra, muktedîrê tevgerekê rastî (real) ne. Ango, xwedîyê hêza têrkirinê ne, muktedîrê wê yekê ne. Heçku, nan û şîrînahiyên di xewnan de, ne rastî ne. Lewra, ew ne xwedîyê hêza têrkirina zikên me yên birçî ne, ew ne muktedîrê vê yekê ne. Ji yên xwedîyê vê tevgera objektîv a muktedîr re, ne tenê rastî; herweha rastîya mitleq jî dihê gotin. Li gor bawerîya ramanwerên berê; yên rastîn, ne xwedîyê wê tevgera objektîv a muktedîr bûn. Lewra yên ku di gewherê xwe de naguher e, ew bêdawî û tekûz bû. Ê baş e, delîlên wan tiştên ku li derveyê sehekên me ne gelo çi ne?

Buddhist monks collect alms in Si Phan Don, Laos. Giving is a key virtue in Buddhism

Rastî, pêwîst e xwe bi cerîbînekê objektîv bipeyîtîne ku tu tişt bi tenê li ser hîmê aqil, wekî rastî nayê dîtin. Di vê mijarê de Dharmakirti weha dibêje: ‘Heke objekt weha bin, wê carê em kê ne?’ Aqil, ne mitleq e û bi tenê tevgera objektîv û ceribîn (ezmûn), krîterê rastîyê ne. Ev yek, çekek mezin bû. Lê nehate bikaranîn. Ji bo vê yekê jî, sedemek hebû. Pêşveçûna hemû zanistê, li ser hîmê Wê yekê bi cİh dibe, ku hêmana pejirandina rêzanîya objektan e.

Made û Hiş: Di felsefa budîst de, di mijara laş û hiş, û made û hiş de, ramanên cuda hene. Di nava budîstan de îdealîstên monîst, dibêjin: ‘Bi tenê, hiş rastîn e.’Lewra, rastîya hişî dînamîk e. Ramanwerên din, ango dualîst jî; yeko yeko û bi awayekî ji hev cuda, hebûna made û hiş, dipejirînin (kaya sthitam manah). Lêbelê herdu enî jî; hatta radeyekê wê peywendîya ku di navbera hiş û made de heye ku peywendiyekê beramber e, radixin holê. Ango rajêriya (bindestî) hiş a li hemberî madeyê, radixin holê. Parastkarên idîaya duyem jî, cudahîya hiş û madeyê, nepejirandine û gotine ku: ‘Dinya madeyan, mîna avê û pêlan, dengvedanekê hişî ye (transmutation:parinama). Ev yek, nêzî felsefa Hegelî ye. Heke, di dewsa cumla ‘made, dengvedana hişî ye.’ de; cumla ‘hiş, tekamula (evolution, evrim) madeyê ye.’ were bikaranîn; hingê dê îdealîzma budîst, ji wê rewşa xwe a serberjêr, rizgar bibûya. Di felsefa wan de, awayê ramanekê weha hebû.

The Dharmachakra, a sacred symbol which represents Buddhism and its traditions

Dema ku encam li gor sebebê bi temamî cuda (cihê) be, wê demê ne zor e ku meriv bibêje, hiş ji madeyê berfireh bûye, belê ev yek pêkan e. Îdîaya materyalîzma diyalektîk ew e ku hiş, ji madeyê berfireh dibe. Lê tu carê, nabêje hiş made ye. Beravajîya vê yekê, dibêje hiş bi temamî ji madeyê cihêreng e û berfirehbûna wê, a herî bilind e. Di dema Buddha de, hem ramanwerên ku giyanê bêdawî (ebedî) didîtin û giyanê ji alîyê gewherê ve naguher dihesibandin, hebûn û hem jî ramanwerên materyalîst ku hebûna giyanê (rih) nedipejirandin û ku ji asta materyalîzma mekanîk, xwe xilas nekiribûn, hebûn. Buddha û şopgerên wî, çend regezên ‘materyalîzma pêşwext’ parastibûn, encax ew ne amade bûn ku ve felsefê, bi materyalîzmê biwesfînin. Ramanwerên Budîst, hê di destpêkê de ji bo şopandina rêyekê navînî biryara xwe dabûn. Di wê xalê de jî, xwestibûn ku xwe di navbera ‘teîzm’ û ‘materyalîzmê’ de bihêlin. Heçku di mijara tunebûna bêdawitîyê de, rêyekê navînî qebûl nekiribûn. Ji bo vê yekê ye ku Budîzm, dîn (dîn, religion) dihê hesibandin. Li hemberî wê radîkalîzma wan,  baweriya wan a ‘zayîna ji nû ve’ û girêdanîya wan a bi nehênîya ‘yoga’yê, mîna dînê dî ye. Êrîşên tund yên ku ramana budîst li hemberî akîdeyên heyî (ava) pêk dianî, bi vê gotina Dharmakirtîyê feylesofê hîndîstanî xweş îsbat dibe: ‘Pejirandina desthilatekî û yekem afiranerîya vedayê, bi rîya weftîzên pîroz, daxwaza bidestxistina nîrxekî û ji bo bexşandina gunehên kastparêziyê, eza û cefaya ku li laşê xwe dikin, ev in taybetîyên ehmeqîyê.’

  • Rahul Sankrityayan
  • Çavkanî: Budîzm û Felsefe: Rahul Sankrityayan. Werger: Sibel Ozbudun. Weşanên Guhêrîna Civakî. 1988 Stenbol. Rp:7-14
  • Werger: Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button