
Bernardê Claîrvauxîyê Xoşewîst (latinî: Bernardus Claraevallensis, Bernhard von Clairvaux) dînnasekî (teolog) xiristiyan e, fransî ye û di navbera salên (1090-1153)an de, jiyaye. Damezranerê rêçika (terîqet) Sîstersiyenê (Order of Cistercian) ye. Rêgeha wî a teolojîk, ne rêgeheke rasyonel e û bêtir, mîna rêgehekê razdar (mîstîk) xwîya dike.

Gotiye ku rêya lêgerîna Xwedê, ne meraqeke şermok e û divê meriv, di dibistana hezkirinê de, fêrî jiyînê bibe. Şertê pêşîn ê zanîna Xwedê, hezkirin e û di dilê meriv de, hebûna hestên dilînî ye. Bingeha hînweriya wî ev raman e: ‘Çavkaniya hezkirina Xwedê, çi ye gelo? Xwedê ye. Baş e, krîterê vê hezkirinê çi ye? Hezkirineke bêpayan e.’
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 03.5.2023