Philosophers

Parmenîdes: Her Tişt ‘Yek’ e

Alî Gurdilî

Parmenîdes jî, yek ji wan feylesofên beriya dewra Sokrates e û li gor hinek baweriyan, tê gotin ku ew şagirtê Ksenophanesî bûye. B.M. di navbera salên 600-540an de jiyaye û mîna mamosteyê Sokrates û Platon, dihê zanîn. Platon di guftegoyeke felsefeyî de Parmenîdes, Zenon û Sokrates dide xeberdan. Di vê goftegoyê de, feylesofê Parmenîdes mîna kalemêrekî, Zenonê şagirtê wî mîna mirovekî navsere û Sokrates jî, mîna kesekî ciwan daye xeberdan. Li gor bîr û baweriya Parmenîdes: Behsa ji tunehiyê, nakokiyek e. Tunehî (tiştê ku tune), ji ber ku tu carê çênebûye, çêbûna ji tunehiyê jî ne pêkan e. Tiştekê ku heye jî, divê ew herdem hebe. Ji ber heman sebebê jî, tiştekê ku heye tu carê tune nabe û ev yek, nê pêkan e. Ji ber vê çendê jî, tiştekê ku heye bivênevê ew tiştekê bêdestpêk e, ne hatiye afirandin, xira nabe û ji holê jî ranabe. Dîsa, a rast perçebûnî (dabeşbûn) jî tune. Çimku wê demê, dê tunehî (a ku tune) bikeve navbera wan. Divê rasteqînî, di her xala xwe de berdewamîyeke nîşan bide. Hemû valahî, divê ku tijî bibe û bibe ‘plenum’ek’. Ango divê bibe tijîtîyek, nevalahî û gurahîyek.   

Ev ramanên ku me qala wan kir, dibin sebebê nêrîna gerdûneke nû a ku mîna yek heyîneke naguhêr e. Her tişt, yek e. Guherîn û livdariya ku xwe dide der, ew tişt e ku di nav sîstemeke girtî (dadayî) û neguhêr de, dertê holê. Bêyî guman, meriv dikare bibêje ku ev raman û nêrîna gerdûna zanistî a ku di sedsala 17an de bi Newton dest pê kiriye û di sedsala 20an de xwe gihandiye Albert Einstein, gelekî dişibine hev û di navbera wan de, biserveçûneke (hevşibîn) balkêş heye. Di nêrîna wê demê a gerdûna zanistî de, du tişt hene ku bi wan Parmenîdes tê bîra meriv. Ya yekem determînîstiya wî ye, ku hemû tişt bi awayekî bêgav mîna xwe xwiya dikin. A duyem jî, bawerî pê heye ku ‘kêlî, bîsk’ bi tenê bi awira subjektîv a çavdêreke dikare hebe, ye. Heke em bi awayekî alînegir bipeyîvin, wê demê em dikarin bibêjin ku hemû ‘kêlî, bîsk’ bi qasî hev girîng in.

Du dahiyên mezin yên sedsala 20an, rojekê di nîqaşekî de behsa Parmenîdesî dikin. Ew kes, Einstein û Popper in. Popper di kurteçîroka jiyana xwe ya ‘Unended Quest’ê de, derheqê vê mijarê de wisa dinivîse: ‘Min ji Albert Einstein xwest ku bila ew dest ji wê ramana Parmenîdesî a determînîst ku gerdûnê mîna blokekê çaralî dibîne û guherînê mîna şaşîyekî dihesibîne, berde. Wî jî go, ku nêrîna min jî ev e. Lê di temamiya nîqaşê de, mîn jê re go Parmenîdes û bi vî navî, min bang lê kir.’ Bêyî guman ev nîqaş jî, nîşanî me dide ku ramanên Parmenîdes heta roja me jî mîna çavkaniyên zindî (çalak) mane û bi awayekî baş, hatine bikaranîn.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 26.04.2023
  • Çavkanî: ‘Tarîxa Felsefeyê’ – Alî Gurdilî / Ji Berhema Neçapbûyî


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button