1- Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Xweşiyê: Hinek feraset û ekolên hunerî, têgiha ‘spehî’ û ‘xweş’ ê, wekîhev dibînin. Ji vê nêrînê re ‘Hedonîzma Estetîk’ (Coşîparêzîya Estetîk) dihê gotin. Li gor vê nêrînê, spehî ew tişt e ku xweş e û xweşiyê dide mirovan. Lêbelê, hemû tiştên xweş, ew dizanin ku ne spehî ne. Di vê babetê de Kant, têgeha spehî û xweşiyê, ji hev cuda dike û cihêreng dibîne. Kant dibêje; ‘xweşdîtin (ecibîn, ecibandin), asteke (derece) şexsî îfade dike. Lêbelê spehî, ji şexsitiyê xwe rizgar dike û ber bi ecibandineke hevpar ve diqeside.’
2- Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Heqîqetê: Têgiha heqîqetê (rasteqînî, rastî) li derveyê heqîqeta mantîqî (bûyerî), di wateya heqîqeta metafizîkî de ye. Rastîya bûyerî (mantîqî), rastiya pêşniyarîyan nîşan dide. Rastiya (heqîqet) metafizîkî jî, bi têgihiştina cewhera (naverok) heyînê re têkildar e. Li gor nêrîna Platon, spehîtî û rastî, heman tişt in. Li gor nêrîna Plotinos û Hegel jî, spehîtî û rastî heman tişt in. Lêbelê, Kant van du têgihan ji hev cuda dike. Li gor nêrîna Kant jî, heqîqet (rastî) nirxekî mantiqî û zanistî ye û aîdê qada zanistê ye. Spehî jî, nîrxekî sehekî ye û aîdê qada ciwannasiyê (aesthetics, estetîkê) ye.
3- Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Başiyê: Li gor Platon spehî (delal, xweşik) û baş (qenc, pak, rind, çak), heman tişt in. Spehî, baş e û baş jî, spehî ye. Çavkaniya herduyan jî, îdeaya baş e, ku ew jî li gerdûna îdeaya ye. Nivîskarê Urûs Lev Tolstoy jî, ramanekê ku dişibe vê ramanê dipejirîne û dibêje: ‘Hunera, ku ehlaqê me xurt û geş neke, ew ne ti huner e.’ Li gor dijberên vê ramanê jî, divê ehlaq bikeve bin xizmeta hunerê û ji bo spehîtîyê, heke pêwist be divê ehlaq jî feda bibe. Kant, têgiha spehî û baş, ji hev cuda dike û maneyên cihê, li wan bar dike. Loma gotiye: ‘spehî, nîrxeke estetîkî ye û têkilîya wê, bi hestên me re heye. Baş jî, nîrxeke ehlaqî ye û têkilîya wê, bi tevgerên me re heye.’
4- Têkilîya Spehîtî û Gewremendiyê: Gewremend (berz, bilind) jî wekî spehîtiyê, têgiheke ciwannasîyê (aesthetics, estetîk) ye. Arîstotales gewremendî û spehîtîyê, ji hev cuda dike. Li gor nêrîna Arîstotales, çiyayên bilind gewre (berz) in û meriv, nikare wan bi têgiha spehî biwesfîne. Loma gotiye ‘têkilîya spehîtîyê, bi objectê (bar, nesne) re heye û dadbarîyên (daraz, yargı) sînordar û kifş, îfade dike. Li cem a spehî, rêkûpêkî, hevgirî û aheng heye. Bi têgiha berz (bilind) re jî, bêsînortiyeke ku ji sînoran derbas dibe û bêdawîtiyek dihê vegotin.’ Feylesofekî din ê ku têgiha gewre (berz) û spehîtîyê ji hev cuda kiriye, dîsa Immanuel Kant e.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 26.04.2023