Hevpeyvîn

Êzîdî û Şivan Perwer: Reformkirina Ol û Civakê yan jî Aqilê Netewî?

Hevpeyvîn bi Alî Gurdilî ra: Dexîlê Şemo

Di 26’ê Berfanbara 2021’ê de li Navenda Kurdî ya Lêkolînan li Bochum li Almanyayê hunermand û stiranbêjê navdar Şivan Perwer beşdarî panelekê dibe jêr navê (Huner û Nasname) tê da rexneyê li civaka Kurdan digire, bi piranî jî ol û civaka , û sedemên ku Kurd heta niha ne xwedî dewleta neteweyî ne, şirove dike. Di axaftina xwe de, Perwer dibêje ku miletê Kurd ji derve parçekirî ye û bi baweriya wî ola “Êzîdîtîyê di hundir de jî parçe kirine.” Bawerên ‘‘Babeşêx, Mîr û … Kurdan ji hev diqetînin.’’ Perwer pêşniyaza guhertinan dike mîna ku Êzîdî keçên xwe bidin Kurdên Misilman û dibêje ka çima Êzîdî keçên xwe dikûjin. ‘‘Guneh e, bihêlin ji hevdu bizewicin, bila bizewicin, ji bo milet ji hevdu hez bike,’’ Perwer di nav axaftina xwe de got. Bi navê nûjenkirinê, ew sîstema dabeşkirina çînên olî rexne dike û ku çawa “mîr, şêx û pîr serdest in û yên mayî tevde kole ne.” Ew herwisa rexneyê li Êzîdîyan digire ku çima hinek navên wan yên Ereb û Misilaman in. Gotinên Şivan Perwer li wê panelê bûne cihê nerazîbûna hejmarek mezin ya çalakvanên Êzîdî û hinek ronakbîrên dî yên Kurd. Lê dîsan hejmareka dî, bi taybet li ser Facebookê gotinên xirab û ne hejî arasteyî Şivan û xêzana wî dikin. Jiber ku ev mijar di medyaya civakî de bû babetek germ û gelek caran ne hez, Dengê Amerîka çend caran peywendî bi birêz Şivan Perwer û alîkarê wî yê medyayê Rohilat kir jibo beşdarî bernameyeke taybet û dîbeyteke aram û hevseng bibe, lê mixabin wî nexwest û razî nebû beşdar bibe. Civakzan Alî Gurdilî bawer dike ku piştî fermana DAIŞ, Êzîdî di qonaxek hestyar re derbaz dibin û dixwazin nasnameya xwe biparêzin, divê her kes li hember wan toleransê nîşan bide. Reforma ji tê xwestin yek e ji hezar û yek pirsên civakî, siyasî û olî yên Kurdan e, wî got.

Qeyda Dengî: Hevpeyvîna dengî a bi Alî Gurdilî ra

Gurdilî ji Dengê Amerîka re got ku ew ola weke oleke kozmopolîtizmê dinirxîne, çûnkî ‘‘ew qenciya tevahiya cîhanê û tevahiya bawermendên dînên dî yên cuda dixwaze. Ew tevahiya cîhanê weke mala xwe dibîne û esmana weke serbanê xaniyê xwe dibîne. Jibo çanda tevahiya pêkhateyên Kurdistanê jî ramaneke pir buhagiran e, divê mirov hay ji wê ramanê hebe.’’ Gurdilî bawer dike ku zimanê Şivan bikar tîne, ne zimanekî çêker e, ‘‘zimanekî pir tund e, zimanekî şovînîst e. Ne bitenê rê û risman belku tevaya çanda Êzdiyan reş û piçûk dike. Ez bawer nakim ev xizmeta Kurdayetiyê bike, xizmeta netewekariyê bike bi gotina kak Şivan.’’ Mebesta Gurdilî pitir gotina Şivan bû ‘‘Kurd û Kurdistan li Êzîdîyan xwedî dernekevin, xwediyê tune ne – tu li Kurdistanê yî va adetê kevin çima bernadî?’’ Birêz Gurdilî dibêje ‘‘Ti carî zanînên felsefeyî yan helwestê feylesûfekî ne ew e ku zanînên xwe weke darê tirsê, mîna Şivan, li ser însanan bihejîne.’’

Jêder: Dengê Amerîka.com 



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Lê mêze bike
Close
Back to top button