Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Epistemologia (Epistemology) û Arîşeyên wê ên Esasî

Epistemologia (Epistemology) û Arîşeyên wê ên Esasî

Nasandina Beş û Ecolên Felsefê: Epistemologia (Epistemology) û Arîşeyên wê ên Esasî

 Zanînî (bilgi, knowledge) ber û hilberîyeke ku di dawîya (encam) têkilîya di navbera object (bar, nesne) û subjectê (barbir, özne) da dertê holê. Epistemologia (zanînnasî, epîstemolojî) jî, wekî bineşaxeke felsefê (philosophy) lêgerîna wê têkilî û girêdanîyê ji xwe ra kiriye armanc û li wan, vedikole. Epistemologia, li bersiva pirsên wekî: 1- ‘Cudatîya ku di navbera object û subjectê da heye, gelo ew cudatiyeke meşrû ye, yanê na?’ 2- ‘Gelo, zanînî heye yanê na?’ 3- ‘Bi rastî jî, zanînî dikare zanîna objectan bide me, yanê na?’ 4- ‘Gelo, meriv dikare behsa zanînîyê bike?’ û hwd. digere û dixwaze ku wan bersivan bibîne. Herweha li peyvên wekî rastî, misogerî, aşkeratî (xipxuyatî), ezmûn (toklîn, experiment) aqil û hiş (zêhn, mind) vedikole û dixwaze ku wan di vê gurzê da bi awayekî rast rabixe holê. Epistemologia wekî bineşaxekê felsefê, di dewra nûjen (modern) da derketiye holê. Ji dema derketina holê a felsefê, hatta dawîya Serdema Navînî jî zanînî (bilgi, knowledge) wekî arîşeyekê nehatiye dîtin. Philosophan, heyînê ji xwe ra wekî mijar hilbijartine û zanînîyê jî, wekî tişteke ku amade be dîtine. Hebûn an jî tunebûna zanînîyê an derfeta gihîjtina zanînîyê, ji wan ra nebûye arîşe û li ser nesekinîne. Çimkî zanîna tiştekî bi saya dîn, irf û adetan yan jî bi mythosan, dihate şirovekirin û ev yek, ji bo wan wekî bingeheke meşrû bû jî. Numûne: Heke philosophekî di Serdema Navînî de bigota ‘xwedê, yeko yeko dikare bi hemû objectan bizanibe’ bêguman, wî dikaribû di pirtûkên pîroz da ji vê gotina xwe ra bingehekê bidîta û bi ramanên civakê ra, li hev bihata. Lêbelê, di Serdema Nûjen da ev dîmen, bi temamî hatiye guherîn. Bi taybetî, philosoph û zanyarên (scientist) wekî Kepler, Kopernîk û Descartes bi kêmbûna tesîra dîn ra, zanînîyê ji xwe re kirine mesele. Êdî ew zemînên (dîn, mythologia, irf û adetên civakê û hwd.)ku wekî meşrûîyeta zanînîyê dihatin dîtin, hêdî hêdî diheliyan û di dawiyê da jî, ji holê radibûn. Aqil, hedî hêdî dibû tekane desthilatdar û vê yekê jî, arîşeyên wekî xipxuyatî, misogerî û rastkirinê, bi xwe ra dianî û têgihên navborî, di qada felsefê de dibûne arîşe.  

Arîşeyên Esasî ên Epistemologiaê

Dema aqil û zanistê, dewsa hemû cure desthilatiyê girtin, çend pirsên wekî li jêrê, ketin rojeva felsefê. 1- ‘Gelo zanînî pêkan e, yanê na?’ 2- ‘Dema em behsa zanîna tiştekî dikin, gelo mebesta me çi ye?’ 3- ‘Em ê çawa pê bizanibin bê ka zanîna tiştên ku em dibêjin ‘em pê zanin’ rast e yanê na?’ 4- ‘Gelo, aqil dikare bigihêje zanînîya objectan? Heke sînorên zanîna objectan hebe, gelo ev sînor (krîter) çi ne?’ 5- ‘Heke zanînîya rast hebe, gelo sînorên wê çi ne?’ Epistemologia (epistemology, zanînnasî) ku pirsên bi vî rengî ji xwe ra dike mijar û arîşe, ji hevûdudana peyvên episteme (zanînî, knowledge, bilgi) û logosê (zanist, science) pêk dihê û di maneya ‘philosophia zanînîyê’ê da ye. Maneya peyva epîsteme jî, ew zanînî ye ku meriv nikare jê bikeve şikê, yan jî jê dudil bibe. Ev peyv (epîsteme), bi taybetî ji aliyê Platon ve hatiye bikaranîn. Platon wekî zanînîya ku di mathematik û geometriaê de heye, di lêgerîna zanîneke xipxuya û misoger da bû û di vê prosesê da, vê peyvê bikar haniye ku ev zanînî jî, ji aliyê aqil ve tê pejirandin û li derveyê xeletîya sehekên me ye.

Platon peyva epistemeyê, ji peyva şikê (doxa) serbixwe ditiye û weha jî, bikar hanîye. Platon peyva epîstemeyê, di rîya lêgerîna zanîneke rast û misoger da, wekî zanînîyên mathematik û geometriaê ku nikarin ji aliyê aqil va werin înkarkirin û ji şaşnîşandana sehekan xwe rizgar kirine, derxistiye pêş. Nexwe, hê ji destpêkê ve misogerî armacekê felsefê bûye, ku dixwest xwe bigihîne wê. Bêguman lêgerîna misogeriyê jî, bi xwe ra pirsa ‘gelo zanînîyên ne misoger jî hene?’ aniye bîra merivan. Ango, şik û şikwerî, li ser kar e. Platon û gelek philosophên ku piştî Platon hatine, xwestine ku xwe bigihînin wê misogerîyê. Lêbelê meriv dikare bi hêsanî bibêje ku bidestxistina zanînîya misoger û xipxuya, karekî gelek zehmet e. Lewra di mijarên gerdûn, exlaq, heyîn, huner û hwd. da, hilberandina zanînîyan (bilgi, knowledge) ne hêsanî ye. Zanînîyên ku di wan mijaran de dihêne hilberandin, îmkan tune ku bi toklîn (deney, experiment) û çavdêrîyan (observation, gözlem), werin ceribandin. Lewra ew zanînî, nedîtbar (abstract, soyut) in. Lêbelê di jiyana me a rojane da, hinek zanînên me hene û em dizanin ku ew bi kêrî me dihên û kêrdar (sûdmend) in. Numûne: Em pê dizanin ku em sîsikekê dara hinarê li bostanê xwe biçînin û têra xwe wê av bidin, wê jê darekê hinaran bibişkife. Lêbelê hevalekî me dikare bibêje ‘gelo hûn ji kû dizanin ku ev darekê hinarê ye?’ û ‘gelo hûn dizanin ku kakilê (gewher) dara hinarê çi ye?’ û gelek pirsên bi vî rengî, ji me bike û em jî dikarin hatta hetayê nehêlin ku ew li tahma hinarên me binêre.

Lêbelê di tarîxa felsefê de, meriv dikarê bibêje ku gelek merivên wekî wî hevalê me hene û gelek pirsên bi vî rengî jî pirs kirine. Ji wan merivan re ‘Şikwer’ hatiye gotin. Hindek meriv jî derketine holê û hewl dane ku bikanibin bersivên pirsên merivên şikwer bidin û ji wan re jî ‘Dogmatîkî’ hatiye gotin. Philosophên dogmatik, ji hebûna zanîna misoger ti carê neketine şikê û hewl dane ku hebûna zanînîya misoger û rast, bipeyîtînin. Di peyîtandina vê yekê da carina serî li aqil (reason) dane, carinan li toklînê (ezmûn, experiment) û carinan jî serî li ferasetê (intuition, sezgi) dane. Merivên dogmatîkbi tenê ji bo ku bidestxistina zanayiyê pêkan dîtine, bi vî navî hatine nasîn. Merivên dogmatîk xwe di nav ecolên ramanî ên wekî rationalism, empiricism, fenomenolojî (dîtdarnasî) û hwd. da îfade kirine. Di dawiyê da meriv dikane bibêje ku problema sereke a epistemologiaê, problema hebûn an tunebûna zanînîyê (bilgi, knowledge) ye. 

Zanînî pêkan e gelo? Nêrîna Şikwer û a Dogmatîkî 

Hebûn an jî tunebûna zanînîyê, arîşeya esasî a epistemologiaê ye. Ji dema Georgîasî va, sceptic dibêjin meriv nikarin bi heyînan bizanibin û di destê wan da derzîyek heye û pê, balonên dogmatîkan diteqînin. Derheqê hebûn û tunebûna zanînîyê de, philosoph bûne du beş: philosophên şikwer û philosophên dogmatîk. Herçuqasî şikwer di tarîxa felsefê da, ne xwedîyê roleka mezin bin jî, ji bo bersivandina pirsên wan, ecolên nû ên philosophic derketine holê.

1- Şikwerî (Scepticism, Şüphecilik): Philosophên şikwer (sceptic), weha diparêzin ku zanînî ne pêkan e. Ya rasttir, weha diparêzin ku subject nikare têkilî cîhana objectan bibe û derheqê gewherê wan da, zanînîyan (bilgi, knowledge) bi dest bixe. Ji ber vê çendê jî, weha bawer dikin ku bidestxistina zanînîya misoger, ne pêkan e. Şikwer bi vê helwesta xwe, weha dikin ku em ji bîr û baweriyên xwe yên misoger (rast) jî bikevine şikê. Lewra hema bibêje ew ji hemû tiştî, mesela ji cîhana fizikî a der û ji hebûna merivên ku wekî me difikirin, şikê (guman) dikin. Ev yek herçuqasî wekî nîşana nexweşiyeke psychologic were dîtin jî, divê ew helwesta philosophên şikwer, baş were têgihiştin.

Ê baş e merivên şikwer, çima û ji çi, dikevine şikê? Di navbera şika merivên şikwer û a me da, ku em wê şikê di jiyana xwe a rojane da bikar dihênin, cihêrengiyeke mezin heye. Ji kerema xwe,  bala xwe bidin van pêşniyarîyên li jêrê: 1- ‘Li fezayê hebûna zindiyên din, bi şik e.’ 2- ‘Derheqê başîya tevgera merivan a sedeqedayîna parsekan da, ez di şikê de me.’ 3- ‘Ez derheqê tevgera ku berjewendiyên hemû kesî diparêze da, di şikê de me.’ Dema em bala xwe didin wan, em dibinin ku pêşniyarîya (önerme, proposition) yekem nerastiyeke nîşan dide. A duyem jî, bêbawerîyekê nîşanê me dide. Lêbelê a sêyem, derheqê sebebên ku pêşniyarîyê pêkanîne da, şikekê vedibêje. Pêşniyarîya yekem û a duyem, şika ku em di jiyana xwe a rojane da, bikar dihênin vedibêjin. Lêbelê di pêşniyarîya sêyem de, şika philosophic xwe dide der. Nexwe dema behsa şikê dihê kirin, philosoph vê yekê fam dikin: Ji bo bawerîpêanîn û zanîna tiştekî, bêhêzîya (têrênekirin) delîl û kirîterên ku têne pêşkêşkirin. Ev yek, ‘şika philosophic’ e. Philosoph ji şikê, tiştekî nêdîtbar (soyut, abstract) fam dikin. Dema dibêjin ‘ez di şikê da me’, dixwazin bibêjin ku sebeb û delîlên pêşkêşkirina pêşniyarîyê, têra pêşkêşkirina wê nakin û ne besî, rastandina wê pêşnîyarîyê ne.

Çavkanîyên Şikê: Li hemberî îdîayên merivên şikwer ku gotine ne pêkan e meriv xwe bigihêne zanînîyên rast, merivên dogmatîk jî hewl dane ku hebûn û hilberandina zanînîya rast îsbat bikin. Di warê hilberandina zanînîyê da, hinek philosophan aqil wekî bingehekî dîtine, hinekan gotine zanînî encax bi saya ferasetê (sezgi, intuition) dikare were hilberandin, hinekan girîngiya toklînê (deney, experiment) derxistine pêş û hinekan jî bûyerê (fact, olgu) wekî bingeheke sereke dîtine û bi vê helwesta xwe ra jî, xwestine ku rê li ber şika şikweran bigirin. Lêbelê şikwer, bi şik xwe nêzîkê wan babetan kirine û gotine ku derheqê zanînîyê de, çavkanîyeke zexim tune.

Li Gor Şikweran, Çavkanîyên Şikê: 1- ‘Guhêrbarîya (veguhestokî) serhatî (experience, deneyim) û pêhesiyê.’ 2- ‘Pênebawerîya pêşniyarîyên (önerme, proposition) zanistî ên ku têne pêşkêşkirin.’ 3- ‘Dîmaneyîa (îzafîtî, rolatîvî) ku ji guhêrbarîya hemû tiştan dihê.’ 4- ‘Guhêrbariya bêrawest, a heyînê.’ 5- ‘Di dema hilberandina zanînîyê da, pirbûna rêgehên ku aqil wan bikar dihêne.’ Dubentîya heyînê ku ji destpêka felsefê va hebûna xwe diparêze û ligel hemû veguhêranan wekî xwe dimîne, herdem bûye arîşeya felsefê. Hinek philosophên wekî Herakleîtos, weha bawer kirine ku heyîn herdem tê guhêrin û wekî xwe namîne. Heke ev yek rast were pejirandin, wê demê derheqê heyînên guhêrbar da, hilberandina zanînîyê jî, dê gelekî dijwar be. Şikwer jî, ji vê xalê sûd werdigirin. Heke wisa be û heyîn herdem biguhere, wê demê zanînîyên derheqê wan da jî, dê herdem biguherin û guhêrbar bin. Herweha dê zanînîya mayende, misoger û gerdûnî jî, tunebe. Ji hêla din ve jî em heyînê, encax li gor hêza (têgihîjtin) sehekên xwe dizanin. Mesela dema em kevirekî didine destê xwe, em pê derdixin ku ew hişk e, bi dîtine em dizanin ku pelên daran şîn in û hwd. Lêbelê dema em li bin şewqa floresanê rawestin, wê demê dê işlikê me yê xemrî, mîna şîneke vekirî xwiya bike. Nexwe, sehekên me, derheqê heyînekê da, dikanin zanînê cuda hilberînin. Di vê rewşê da, derheqê heyînê da dê pêhesîyên me jî guhêrbar bin. Li hemberî şikweran, kelehên herî zexim; bêguman yek aqil e û a din jî, toklîn (deney, experiment) e. Şikwer di babeta hilberandina zanînîyê da, aqil bêhêz dibînin. Lewra aqil, zanînîyên ku ji pêhesî û sehekan tên, bi kar dihîne û weha dixebite. Heke sehek û pêhesiyên me guhêrbar bin, wê demê dibe ku aqil jî şaşîyan bike û zanînîyen şaş (çewt) hilberîne. Ji ber vê çendê, hêza aqil jî têrê nake ku zanînîyan hilberîne. Li hemberî şika şikweran, zanînîya herî ewledar (jixwebawer), zanîna zanistî (bilimsel bilgi, scientific knowledge) ye. Zanînîya zanistî ji ber rêbazên xwe ên ku bi kar dihîne, ango ji ber çavdêrî û toklînê, xwedîyê hîm û wesfên xwemalî ye. Ji ber ku hem bi awayekî teorîk û hem jî, bi awayekî prarîkî dikare were peyîtandin, bûye zanîneke ewle û pêbawer. Mesela pêşniyarîya ‘ji bilindahiyeke kevirê ku terayê xwarê bibe, bi lezekê diyar dadikeve xwarê’ di teorîyê da bi qanûna axkêşanê û di pratîkê da jî, bi rîya ceribandinê dikare were peyîtandin. Lêbelê pêşveçûnên dawî ên zanistî, weha kirine ku îdîayên şikweran zêdetir û xurttir bibin. Şaşderketina zanînîyên zanistî ên rabirdûyê, ku bi rêbazekê rast hatibûn hilberandin, neewledarîya zanînîya zanistî jî derxiste holê. Mesela di rabirdûyê da, astrologia Batlamyûsî weha diyar kiribû, ku dinya ripîrast e. Lêbelê di Serdema Modern da zanyarên wekî Galîleo, Kepler û Kopernîkî, gotin ku dinya me gilover e û vê yekê peyîtandin. Di rabirdûyê da, bawerî pê hebû ku atom dabeş nabe û perçeyê herî biçûk, ê madeyê ye. Lêbelê dema niha, hatta bêdawîyê atom dikare were dabeşandin û di warê çekên kimyewî da jî, dihê bikaranîn. Zanista ku hatta dewra Francis Baconî rêbaza berjêrwerîyê (tümdengelim, deduction) bikar dihanî, piştre rêbaza berjorwerîyê (tümevarım, induction) hilbijartiye. Li gor encamên, geşedanî û pêşveçûnên zanistî, hatiye peyîtandin ku zanînîya zanistî jî, dikare biguhere û bi demê re, pûç bibe. 

Cureyên Şikparêzîyê: Di dîroka felsefê da, gelek cureyên şikparêzîyê hatine dîtin. Hinekan, şikê wekî armancê û hinekan jî wekî amûr, rêbaz û helwestekî bikar hanîne.

1- Şikparêzên (Gumanparêz) Pirole: Çavkanîya vê şikparêziyê, sebebên exlaqî ne. Philosophên di vê komê da, li rîya aramîya giyanî û bextewariyê digeriyan. Bi taybetî jî Pyrrhon û şagirdê wî Tîmon, di lêgerînek weha da bûne. Piştre di akademîa Platonî da, Arkesilaos û di Dewra Romayê da Ainesidemosî, mîna şikparêzên sereke ên vê ecolê hatine hesibandin. Meriv dikare pêşniyarîyên philosophên sceptisist ên pirole, weha rêz bike: 1- ji ber guhêrbarîya xwezaya merivan, dîtinên me yên derheqê tiştan da jî, cuda ne. Numûne: miroveke ku bi nexweşîya zerikê ketiye, hemû tiştî zer dibîne. 2– Dîsa ji ber ku xwezaya merivan ji hev cuda ye, têgihiştinên me jî cuda ne. Ji ber vê çendê jî, em ne xwedîyê raman, hest û çavdêrî û intîbayên, ne hevpar in. 3- Derheqê objectan da, hestên me ne wekî hev in. Dibe ku hinekên me, telefonên mobîlan estetîk bibînin û hinekên me jî, dikarin wan estetîk nebînin. 4- Ji ber rewşa (şert û merc) merivên ku têdigihêjê (çav lê digerîne), object dikarin cuda (cihê) werin têgihiştin. Numûne: dema meriv di xew da ye, object ji merivan re cuda (cihêreng) xwiya dikin. 5- Rewşa objectan, nêzîkatî û dûrahîya wan û şert û mercên cîhê ku ew lê ne, dikarin çavdêriyên me biguherînin. Numûne: dema em bi roj ampûla odeya xwe pêdixin, ji me ra weha dihê ku ew tu şewqê nade odeya me. Dîsa dema meriv li bilindahiyekî li merivan mêze dike, ji meriv ra weha dihê ku meriv biçûcik in. Dîsa carinan dema ku em di behrê da keştiyeke ku bi rotaya xwe ve diçe dibînin, em dibêjin qey ew rawestiya ye û hwd. 6- Nesafiya, sehekên me. Numûne: di odeyekê germ da gelekî bêhn ji biharetê dihê. Lê di odeyeka sar da, biharet hewqas bêhn nade. 7- Guhêrbarîya wesfan ku carinan girêdayî çenddarîyê (nicelik, quantity) diguherin. Numûne: bi serê xwe tenê jehr, dikare merivan bikûje. Lêbelê bi hinek teamên din ra, jehr dikare dibe jehrkûj (derman). 8- Nezanîya merivan a derheqê objectan da, ku herdem em wan bi gurza têkîliyekê dinirxînin û bi vê yekê em ji naskirina wan ya bi serê xwe, dûr dikevin. 9- Berhêlîkirina têgîhanên me, ku sebebê vê yekê jî, jiyana me ya civakî ye. Em hemû di bin tesîra irf, adet, perwerdehî û dînê civaka xwe da ne û ji ber vê çendê jî, em dibin xwediyê gelek hînbûniyan. Ji ber ku em Rojê herdem dibînin, em bala xwe nadinê. Lêbelê dema em dûvstêrkekê dibînin, di cîh da bala me diçe ser. Em gelekî qîymetê didin tiştên kêm. Ji ber ku pirr (gelek) in, em carinan qîymetê nadin tiştên di destî da.

2- Gormirovîtî (Îzafîyet, Görecelilik, Relativisim) 

Gormirovîtî şeklekî şikparêzîyê ye û meriv dikare bibêje, xwe di bin kirasekî din de, nîşanî me dide. Di rabirdûyê da cara yekem ji aliyê Sofîstan ve hatiye derbirîn. Wekî dihê zanîn, Protagorasî serekê wan bû. Li gor bîr û bawerîya Protagoras: cîhana objectan, herdem diguhere û di nav guherînekê da ye. Ji ber vê yekê, zanînîyên (bilgi, knowledge) ku bi rîya sehekan têne bidestxistin, ne resen in, zanînîyên demkî (demdemî, muweqet) ne û sehekên me nikarin yên sereqet (domdar) û mayende, nîşanî me bidin. Nexwe, encax tiştekî ku ne ji sehekên me (pêhesi) were dikare rast be. Di vê xalê da aqil, ji sehekan rasertir e. Lêbelê aqil jî, berdewama sehekên me ye. Lewra dema sehek têne guherîn, aqil jî zanînîyên ku herdem têne guherîn diafirîne. Ji ber vê çendê jî, zanînî, bişik e. Protagoras, ji vê xalê dest pê kiriye û gotiye ku ‘krîterê hemû tiştan, meriv in’.

Di vê pêşniyarîyê da meriv ne wekî qategoriyekê, lê yeko yeko wekî meriv dihêne hesibandin. Lewra hemû kes, encax dikarin bi pêhesiyên (sehek) xwe bizanibin. Tiştê ku dihê hîskirin, ji bo ê ku hîs dike heye. Heke di sehekên wî da tune be, ew tişt tune. Heke weha be, wê demê çend xalên girîng der diçin: 1- Rast, tiştê ku meriv dibîne, dihise û hîs dike, ye. 2- Çuqasî meriv hebin, hewqas jî rastî (heqîqet) hene. 3- Prensîpên gerdûnî ên ku ji aliyê hemû merivan ve dihêne pejirandin, tune ne. 4- Di warê zanînî, exlaq û hwd. da rastiyeke misoger tune. 5- Şexs, krîterê heqîqet û başîyê ne. 6- Ji bilî pêhesiyên şexsî, meriv nikare çavdêrîya tiştekî din bike.

3- Sceptisîzma Mîna Helwestekî: Philosophê sereke ê ku şikê (guman) wekî helwestekî bikar aniye, Sokrates e. Wekî dihê zanîn, Sokrates mamosteyê Platon e û axlebî li ser mijarên exlaqî, rawestiyaye. Lê ji ber ku ehlaqdarîyê (sincdarî, rewiştdarî) bi fazîletê ve û fazîletdarîyê jî, bi zanînê ve girê daye, ji hêla philosophia zanînîyê ve philosophekî muhîm e. Berhêmên Sokrates, negihîjtine hatta roja me û em dizanin, ku wî nedivîsand. Sokrates zêdetir bi diyalogên xwe dihê naskirin û bi vê yekê jî, navdar e. Li kuçe û kolanên Atînayê digeriya û bi giregirên bajêr re li ser fazîlet, zanînî, wêrekî û li ser mijarên exlaqî ên babetcihê dikete guftegoyan. Ramanên wî ên derheqê wan babetan da, di diyalogên Platonî da cih girtine û bi vî awayî, gihîjtine hatta roja me. Sokrates di nav sofîstan da mezin bûye û perwerdeya xwe a philosophic, ji wan girtiye. Wekî dihê zanîn, sofîstan weha parastine ku zanînî ne pêkan e. Lê Sokrates hewl dida xwe ku di babeta fêhmkirina merivan da, xwe bigihêjîne spartekeke tevayî. Li gorî nêrîna sofîstan, meriv krîterê hemû tiştî bû. Sokrates jî di rêyekê ku dişibe a sofîstan de dimeşe û weha bawer dike ku derheqê surûşt, heyîn û matematîkê da, meriv nikare bi tiştekî bizanibe. Di dawîyê da, di vê babetê da dest ji xebatên xwe berdide. Sokrates dibêje: ‘Ez bi yek tiştekî dizanim, ew jî ez dizanim ku tiştekî nizanim.’ û vê pêşnîyarê ji xwe ra wekî bingeh hildibijêre. Ev pêşniyarî di naveroka xwe da hem îroniyê û hem jî şikê dihewîne. Bi awayê diyologên xwe bi girêgirên Atînayê ên ku digotin em xwedîyê zanînê ne, dide zanîn ku di rastîyê da ew bi ti tiştî nizanin. Bi rîya vê rêbazê, nezanîya ên li hemberî xwe nîşan daye û xwestiye ku bibêje ez hê bi tiştekî nizanim. Ji ber vê çendê jî meriv dikare bibêje ku Soktates di derheqê surûşt, gerdûn û heyînê da weha bawer dike ku meriv nikare xwe bigihîne zanînê. Herweha weha parastiye ku meriv dikare xwe bike babeta zanînê û derbasî asta bilind a exlaqê bibe. Li hêla din, em dizanin ku Soktates gotiye ku meriv nikare tiştekî fêrî merivan bike, meriv encax tiştên ku ew dizanin dikane bînê bîra wan. Ango, gotiye ku meriv ji bûyîna xwe ve xwediyê zanînê ne. Bi vê hewlwesta xwe ra jî, di hinek babetan da wekî ‘Rationalistekî Dogmatic’ hatiye nasîn. Di hêman demê da, wekî hîmdarê rêbaza danwelidandinê (maotic) jî dihê zanîn, ku ev rêbaz di felsefê da jî, wekî rêbazekê philosophic dihê pejirandin.

4- Sceptîsîzma Rêbazî (Wekî Rêbazekî Sceptisizm): Li hemberî şika sceptisistan ku bawerîya xwe bi zanîna rast nedianîn, hinek philosophan xwestine ku şikê wekî rêbazekê (rêgeh, metod) bikar bîhînin û bi vî awayî, xwe bigihînin zanîna rast. Ji wan dîtinan yek a Xezalîê philosophê îslamî ye û a din jî, a Descartesî ye. Ev herdu philosoph herçuqasî di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê bikar hanîne.

A- Xezalî (Gazzali, Al- Ghazali): ÎmamêXezalî di destpêkê da, ji bo bikaribe xwe bigihîne zanîna rast û misoger, li hemû teqlîdên zanînê vekolaye. Xezalî li ramanên gelek philosophan, vekolaye û xwestiye ku spartek û bingeha argument û ramanên wan fêr bibe. Lêbelê herdem derheqê rastiya wan de, di şikê de bûye. Axirî bi xêra vê yekê beyî ku di bin tesîra ramanekê da bimîne, ramanên xwe parastiye. Herweha weha bawer kiriye, ku divê meriv bi çavê kesî li dinyayê mêze neke û wan teqlîd neke. Ji ber vê yekê jî teqlîdkirina (jêgirtin) fikran, wekî xirabîyeke mezin dîtiye. Li gorî nêrîna Xezalî, divabû du bingeh û şert pêk bihatana: 1- ‘Destnîşankirina bingeha zanîna (bilgi, knowledge) misoger û rast’. 2- ‘Peyîtandina wê zanîna ku rasterast, objecta (nesne, bar, obje) xwe vedibêje’. Ji bo hilberandina, zanîna rast û misoger, di destpêkê da prensîpên têgîhan, sehekên me û prensîpên fikirînê ên bivênevê, divê werin destnîşankirin. Lêbelê di dawiyê da, Xezalî gotiye ku sehek û têgîhanên me, xapînok in û dikarin herdem me bixapînin. Ji ber ne ewle ne, dikarin hiş û aqilê mirovî jî şaş bikin (bixapînin).

Ji bo vê çendê jî dibe ku dadgerekî din yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be, derbikeve holê. Xezalî, ji ramanekê weha dest pê dike û behsa beradayîtiya vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me a ku em tê da dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû objectên li cîhanê ji rewşa wan a niha, cihê bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cih a niha, rastîyeke din jî hebe. Û meriv bi alîkarîya hişê xwe a ku di asteke cihê da ye, dikare wê siûdê bidest bixe.

B- Şika Metodîk: Descartes: Rêbaza şikê a ku Descartes wê bikar haniye, li tevahîya cîhanê û bi taybetî jî li Ewropayê, ramana modern xistiye bin tesîra xwe û bûye rêbazeke (rêgeh, metod) baş a hilberandina zanînê. Descartes weha gotiye: 1- ‘Em bibêjin ku ez di xewnekî da me û cinekî ku dikare hemû tiştî bike, min dixapîne. Mesela em bibêjin ku ew, objectan bi awayekî cihêreng nîşanî min dide. Encax ez di xewn da bim jî, weha bifikirim ku ez ji alîyê cinekî ve dihêm xapandin jî, ê ku tê xapandin û objectan cihêreng dibîne, dîsa ez im.’ 2- ‘Şikkirin, pêhisîn û tirsîn û gelek bûyerên din, fikirîn e. Heke şikkirin, fikirîn be û ê ku di şikê de ye jî ez bim, difikirim nexwe ez he me.’ (Cogito ergo sum) Descartes berîya her tiştî, xwestiye ku xwe bigihîne binegeheke zexim û bi vî awayî, xwe ji şikê xilas bike. Heke hebûna min ji şikê dûr be, ramanên min ên ku ez wan dibêjim jî dê ji şikê dûr bin. Lewra ji ber ku dê ew jî, ji hebûna min der biçin, dê ne bişik bin. Bi vî awayî, pêkan e ku meriv xwe bigihîne zanîna rast û misoger, wekî a matematîkî.

2- Dogmatîkên Epistemic: Li hemberî şika philosophên sceptisist ku bawerîya xwe bi zanîna rast û misoger naynin, philosophên dogmatîk weha bawer dikin ku meriv dikare xwe bigihîne zanîna rast û misoger. Ji wan philosoph û ramanweran ra ‘Dogmatîkên Epistemic’ hatiye gotin. Herçuqasî ji hev rêbazên cuda bikar hanîbin jî, armanca wan a hevpar ew bûye ku rîya gihîjtina zanîna (bilgi, knowledge) rast nîşanî me bidin. Dogmatîkên Epistemic, wekî serwerên tarîxa felsefê ne û bi ecolên mîna rationalism, empiricism, criticism, positivism, philosophia analîtîk (analytical philosophy), intuitionism (ferasetnasî), pragmatism, fenomenolojî (dîtdarnasî), idealism û realismê, ramanên xwe îfade kirine. Herçuqasî hejmara philosophên sceptisist hindik be jî, mantîqa wan a ku parastine, li dû xwe şopên gelekî kûr hiştine û bi vê helwesta xwe ra, rê li tevgerên cuda ên ku bawerîya xwe bi zanînê anîne û xwestine ku vê yekê nîşanê me bidin, vekirine.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button