Philosophers

  • Felsefeya Bedewî a Îmmanuel Kant

    Kant di bin navê rexneya melekeya dadweriyê de, bedewîê analîz kiriye. Gelek feylesofan li ser bedewiyê, li ser xwiyatî û babetiya wê nivîsîbûn, lê bedewî li gorî Kant bedewiya teşeyî ye û bê armanc e û em ji aliyê xwiyatî ve wekî babetî dadwer dikin. Kant li teoriya bedewiyê vedikole û dibêje: Dadweriya zewqê, dadweriyeke bedewî ye. Ji bo ku…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Nietzsche: Fîlosofê Siberojê û ‘Fîlosofiya Çakûç’

    I. Jînenîgariya fîlosofekî ‘dîn’! Dema ku mirov autobiographiya Friedrich Nietzsche (1844-1900) di pirtûka wî a bi sernavê ‘Ha ev e mirov. Çawa mirov dibe çi, ku bixwe ew e’ (Ecce homo. Wie man wird, was man ist, 1888-1889), ku paş mirina wî bi heşt salan hatiye weşandin (1908) dixwîne, mirov bi ‘fîlosofekî dîn’ re, rû bi rû dimîne: Bi qasî ku Nietzsche ‘dînê’ fîlosofiyê ye, hewqasî fîlosofî jî…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Nîkolaî Alexandrovîch Berdyaev

    Ramanwerekî hemdem î ûris e û di navbera salên (1874-1948)an de jiyaye. Ji bo felsefeyê, di dewsa rêgehên mantiqî û aqilane de, wiha xwestiye ku vegotinên razdar (mîstîk) werin bikaranîn. Li gor bîr û baweriya Nîkolaî Berdyayev, heqîqet ne hilberên lêkolînên aqilane ne, hilberên cîhana giyanî a raser in û mirov jî, para xwe jê digrin. Nêrîna wî, ji metafizîkeke…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Bernardus Claraevallensis

    Bernardê Claîrvauxîyê Xoşewîst (latinî: Bernardus Claraevallensis, Bernhard von Clairvaux) dînnasekî (teolog) xiristiyan e, fransî ye û di navbera salên (1090-1153)an de, jiyaye. Damezranerê rêçika (terîqet) Sîstersiyenê (Order of Cistercian) ye. Rêgeha wî a teolojîk, ne rêgeheke rasyonel e û bêtir, mîna rêgehekê razdar (mîstîk) xwîya dike. Gotiye ku rêya lêgerîna Xwedê, ne meraqeke şermok e û divê meriv, di dibistana…

    Berdewama wê bixwîne »
  • George Berkeley: Îdealisma Subjective

    Îdealisma subjective,  navê theorîya ku ji aliyê ramanwerê George Berkeleyî ve hatiye damezrandin e. Li gor vê theorîyê made, hilbereke ramanê ye. Ji ber ku madeyê înkar kiriye, meriv dikare vê theorîyê wekî tunemadeparêzîyê jî binav bike. Li gor nêrîna George Berkeleyê (1685-1753) metran ku mirovekî ingilîz e, heyîn têgihîştin (bîrbirin, serwextbûn) e û li derveyê têgihîştin û ramanên me,…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Martîn Luther: Theologian

    Oldarêkî (1483-1546) alman e. Kurê, malbatekê gundî bû. Li dibistanên latînî, hiqûqê xwendiye. Piştre, bûye keşe (keşîş, papaz) û profesorê dînnasîyê (theology). Ji bo peran, li dijî efûkirina gunehan rabûye û bi vê helwesta xwe re jî, wekî sûcdarekî hatiye dîtin. Jê hatiye xwestin ku lêborîna xwe ji Papa bixwaze û li gotinên xwe poşman bibe. Lê, Martîn Luther, ji…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Arthur Schopenhauer: Şahê Bedbînan

    Schopenhauer di sala 1788an de, li Danzigê ku di dema me a niha de di nav sînorên Polonyayê de ye û jê re Gdansk jî dihê gotin, hatiye dinyayê. Malbata wî, malbateke zengîn û bazirgan bûye. Malbata wî wiha dixwest, ku ew jî bi kar û barên malbatê mijûl bibe û bibe bazirgan. Schopenhauer, ti carê vê yekê qebûl nekiriye,…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Wilhelm von Ockham: Navparêzî (Nominalism)

    Williamê Okhamî, wekî Wilhelm von Ockham jî dihê nasîn. Fîlozofekî navdar ê dewra felsefeya skolastîkê ye. Williamê Ockhamî, damezranerê nomînalîzmê ye û rahîbekî fransîskan bûye. Li gorî baweriya wî: yên tevbar (tumel, universal), ne xwedîyê çêbûneke rastîn (real) in û ew tiştên çêkirî ne. Yên tevbar encax wekî hilbera ramana nedîtbar (soyut, abstract) û di nav xebatekê zanistî de, dikarin…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Parmenîdes: Her Tişt ‘Yek’ e

    Parmenîdes jî, yek ji wan feylesofên beriya dewra Sokrates e û li gor hinek baweriyan, tê gotin ku ew şagirtê Ksenophanesî bûye. B.M. di navbera salên 600-540an de jiyaye û mîna mamosteyê Sokrates û Platon, dihê zanîn. Platon di guftegoyeke felsefeyî de Parmenîdes, Zenon û Sokrates dide xeberdan. Di vê goftegoyê de, feylesofê Parmenîdes mîna kalemêrekî, Zenonê şagirtê wî mîna…

    Berdewama wê bixwîne »
  • Empedokles: Çar Element

    Empedoles B.M. di navbera salên 490-430an de jiyaye û feylesofekî balkêş ê beriya dewra Sokrates e. Mîna serokekî siyasî ê aligirê demokrasiyê, hatiye nasîn. Xelkên wê demê, wisa bawer kirine ku ew merivekî xwandan keramet (miracle, mucîze) e û xwe avêtiye nava alavên çiyayê agirîn (volkan) yên Etnayê. Li gor berdestîyên (dane, data) ku dihêne zanîn, hinek ramanên Parmenîdesî qebûl…

    Berdewama wê bixwîne »
Back to top button