Philosophers

Martîn Luther: Theologian

Alî Gurdilî

Oldarêkî (1483-1546) alman e. Kurê, malbatekê gundî bû. Li dibistanên latînî, hiqûqê xwendiye. Piştre, bûye keşe (keşîş, papaz) û profesorê dînnasîyê (theology). Ji bo peran, li dijî efûkirina gunehan rabûye û bi vê helwesta xwe re jî, wekî sûcdarekî hatiye dîtin. Jê hatiye xwestin ku lêborîna xwe ji Papa bixwaze û li gotinên xwe poşman bibe. Lê, Martîn Luther, ji a xwe nehatiye xwar û di dawîyê de, wî afaroz kirine.

Bi vî awayî li hemberî sazîya Papatîyê, dest bi têkoşînê kiriye. Li hemberî dêra Katolîk serî hildaye. Belavokekê amade kiriye. Mezheba xwe (Protestanî) birêxistî kiriye. Metnên Mizgîniyê (Încîlê), wergerandîye zimanê almanî. Wê demê Încîl cara yekem li zimanekî ku tê axaftin, hatiye wergerandin. Li gor nêrîna Martin Luther, divabû keşe nezewicin û nebin xwedî mal û milk. Lê ew jî, zewicî ye. Ramanên wî ên reformîst, roj bi roj zêdetir belav bûne. Tevlîhevîyên mezin, derketine holê. Serhildan çêbûne û gelekî, xwîn rijiyaye. Di dawîya têkoşînê de, tesîra Dêra Katolîk gellekî kêm bûye. Dêra Protestanan jî, hatiye avakirin û di dawîyê de, têsîrê li Ingilîstanê jî kiriye.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 02.5.2023
  • Çavkanî: Antolojîya Feylesofan: Alî Gurdilî – Weşanên Soran: 2015


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button