Perwerdehî

Hevşêwazîya Hişî: Emre Mûhargînî

Hevşêwazîya Hişî: Emre Mûhargînî

Li jiyaneke bifikirin ku hemû rastî û nerastî, başî û nebaşî ji aliyê televîzyon û çapemeniya civakî ve tê kifşkirin. Li Jiyaneke bifikirin ku lixwekirin û çanda wê, ji aliyê televîzyon û çapemeniya civakî ve tê kifşkirin. Li jiyaneke bifikirin, ku bi piranî sînorê sincî û exlaqî, nirx û rûmetên wê ji aliyê televîzyon û çapemeniya civakî ve tê kifşkirin. Li jiyaneke bifikirin, ku hemû pêdivî û lazimatî û hetanî xwarîn û vexwarina wan jî ji aliyê televîzyon û çapemeniya civakî ve tê kifşkirin. Li jiyaneke bifikirin ku pîsitî, qirêjî û kirêtiyê li ser rûyê vê cîhanê, bi alîkariya televîzyon û çapemeniya civakî wekî karêkî pîroz û birûmet tê xuyakirin. (…)

     Pir dûr ve neçin. Lewre ev jiyan, jiyana ku îro em di navê de soberiya dikin, bixwe ye. Di roja me de, awê ku ramanwerê fransî Jean Baudrillard jî gotiye; Jiyan di nav televîzyonê da û televîzyon jî di nav jiyanê da winda bûye.’ Televîzyon û çapemeniya civakî ji her alî ve em dorpeç kirine û bêhn li me çikandine. Dîsa Baudrillard dibêje ku bi alîkariya televîzyon û çapemeniya civaki, em jiyana xwe ya rast najîn û em din av cîhana sîmulasyonan (texlîdkirin) de dijîn. Di vê dinya a nerast û derewîn de êdî rastî û nerastî ji hev û din nayên cudakirin. Jiyana rast û a derewîn li nav hev ketine û ti standart û bingehek ku bikaribe rastî û nerastiyê ji hev cuda bike nemaye.

            Gelo sîmulasyon çi ye û Baudrillard çima ev têgîn bi kar aniye?

    Sîmulasyon; texlîdê tiştekî rast an jî nimana wî tiştê ye. Gava ku em dinêrin, em dibînin ku Baudrillard di pirtûka xwe ya bi navê ‘Sîmulakr û Sîmulasyon’ (Simulacres et Simulation) ê de, bi bikaranîna peyva sîmulasyonê dixwaze nîşanê me bide ku jiyana roja me ya postmodern, ne civakekê rast e, lê wekî ku rast be xuya dike. ‘Rastiyek Rawejî’ ye ku hêma, nîşane, îmaj û berbiçavî tê de hene. Mirovê postmodern, pêlt û bêtevger û pasîv e û di guherînan de, ti tevkarî û alîkariya wî/ê tuneye û şûna ku ew ê jiyana xwe bijî, ji derve ve bi tik û tenê, temaşeyê bûyerên ku diqewimin dike. Li der û dora wî çi diqewime, kî dimre kî dimîne, kî li kê  zilm û zordestiyê dike, kî jar û belengaz û ji birçîna dimire, welatê kê hatiye şewitandin û wêrankirin? Ev hemû tişt ne xem û derdê wî/ê ne û ji wan tişta yek hebek jî hewşêwazîya (konformîzma) wan kesan xera nake.

     Ji kerema xwe, ka werin em binêrin hevşêwazî çi ye?

     Hevşêwazî; pejirandina şert û mercên dorhêla civakê yên ku nayên kontrol kirinê ye. Serîdanîna li ber tehdê ye; pejirandina gerdîş, adet, rêz û rêzikên edebên yên di meriteyê de ne. Em dikarin bibêjin dîtane ya ku erêkirin û pejirandina fikr û dîtinê, belave bi xwe ye. Yanî demîn girtine. Çawa ku pirî kes di jiyana xwe de dixwazin di nav hevşêwaziyê de bijîn ku ev ji bo laş û tenduristiya wan girîng e, pirî kes weke vê yekê dixwazin ku di nav hevşêwaziya xwe ya hişî de jî bijîn. Ji ber vê yekê jî ew kes bêvepirsîn, bê ku mêjiyê xwe bixebitînin, ev rewşa ku tê de ne wekî rewşa herî baş, bi sûd û rast dibînin û îteata wê rewşê dikin.

     Îca ka werin em binêrin çi girêdanî di nav cîhana sîmulasyonî û di nav hevşêwaziya hişî da heye.

     Awê ku tê zanîn televîzyon û çapemeniya civakî, dîrokê ji nû ve û li gorî dilê rêveber û desthilatdaran ava dike. Gava ku em li dîrokê dinêrin (Û xasma jî di roja me de) em dibînin ku pirî rêveber û desthilatdar yên ku televîzyon û çapemeniya civakî di destê wan da bûne, girse û garanan di çemê xwe da av dane, wan li ser pirê xwe da bihûrandine û wan di merg û satarê xwe de çêrandine, bê ku zirar bidin hevşêwaziya wan a hişî û kirine ku girse û garan di nav cîhana sîmulasyonî de bijîn. Û hem wan kesan nehiştine û hem jî girse û garanê bi xwe jî nexwestine fêrî û leqayî rastiya vê cîhanê bibin.

Bi rastî jî ku hetanî mirov hevşêwaziya xwe ya hişî xera neke û ji cîhana sîmulasyonî dernekeve, mirov fêrî rastiya vê cîhanê nabe. Lêbelê ji bo vê yekê divê mirov wêrek û bitirûş be. Encax mirov hevşêwaziya xwe ya hişî xera bike û ji cîhana sîmulasyonî xwe azad bike, pêda mirov dikare pîsîtî, qirêjî, neheqî, zilm û zordestî û hemû nebaşiya vê cîhanê bibîne û li hemberî wan serî hilde. Lewre awê ku civaknasê faris Alî Şerîatî gotiye: Taybetiya mirovan ya herî mezin û binirx, serhildan e. Herkes bi qasî (wekî) serhildana xwe binirx e û di pîvana kêmbûna serhildana xwe de nêzî ajal û nebata dibe.’

    Ê de ka fermo werin em hevşêwaziya xwe ya hişî xera bikin. Lewre ku di hiş û dilê mirov da alozî û gelcoyî tune be, mirov nikare ti carî karekî pîroz û birûmet bike.  

  • Emre Mûhargînî
  • 10.11.2021
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button